Rojîn Zarg

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rojîn Zarg di sala 1973'an de li Licê gundê Fîsê hatiye dine[çavkanî hewce ye], nivîskar û berhevkarê çîrok û edebiyata devkî ya kurdî ye.

Zarg û nivîskar Hîlmî Akyol bi hev re çend pirtûkên folklorîk amade kirine û di sala 2004'an de du ji wan derxistine: Cîrokên gelêrî [1] û Pêkenokên kurdî [2]. Di sala 2011'an de bi navê Fîdo serpêhatiyeke amade kiriye û li Stockholmê ji aliyê weşanxaneya APEC'ê ve hatiye çapkirin[çavkanî hewce ye]. Di sala 2014an de pirtûka wê ya bi navê Şewata Licê 1993 çapa yekem li Amedê û ya duyem jî li Stockholmê ji aliyê weşanxaneya APECê ve hatiye çapkirin. Di heman salê de li Duhokê seteka çîrokên wê yên gelêrî hatine çapkirin. Di sala 2018an de de pirtûka wê bi navê "Emrê Dirêj Bextê Reş" çapa yekem li Stockholmê û çapa duyem jî li Amedê hatiye çapkirin. Di heman salê de wê û Amed Tîgrîs bi navê Êzdîxan û 97 Ferman û Qewl û Duayên êzdiyan du pirtûk amade kirine û herdu pirtûk li Stockholmê ji aliyê weşanxaneya Apcê ve hatine çapkirin

Rojîn Zarg demekê di Enstîtuya Kurdî ya Amedê de kar kiriye[çavkanî hewce ye]. Di serdema HADEP'ê de di nav partiyê de kar kiriye. Di navbera salen 1998-2000'ê di birêvebiriya HADEP'ê ya Îzmirê xebitiye. Di sala 1994'an de berpirs û xwediyê kovara W bûye. Di navbera salen 2006-2008'an de di rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan a beşê Amedê de kar kiriye. Niha ew li Şaredariya Mezin a Amedê kar dike û di heman demê de li beşê Aboriyêzaningeha Dicleyê dixwîne[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Rojîn Zarg û Hîlmî Akyol (2004). Ji Zargotina Kurdî Çîrokên Gelêrî: Huso û Nazê. Weşanên Enstîtuya Zimanî Kurdî ya Amedê. ISBN 975-98532-1-3
  2. ^ Rojîn Zarg û Hîlmî Akyol (2004). Ji Zargotina Kurdî Pêkenokên Kurdî. Weşanên Enstîtuya Zimanî Kurdî ya Amedê. ISBN 975-98532-1-3