Suzan Samanci

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Suzan Samanci
Jidayikbûnsala 1962
Amed, Tirkiye
PîşeNivîskar
NeteweKurd
HevwelatîTirkiye
PerwedeZanîngeha Dîcleyê
Salên çalak1983 - niha
biguhêreBelge

Suzan Samanci (jdb. sala 1961 li Heşolê, Amed, Bakurê Kurdistanê) nivîskareke kurd e. Bi kitêbên xwe yên bi tirkî tê naskirin.

Samanci di 1961ê li gundê Heşola Amedê hatiye dinyayê. Wê sereta bi ristina helbestan dest bi edebiyatê kir. Helbestên wê yên pêşîn di nav salên 1985-1987an de li kovara Sanat Olayı weşiyan. Çîrokên xwe yên pêşî di kitêba bi navê Eriyip Gidiyor Gece (Şev dihele û diçe) de dan weşandin. Kitêbên wê yên çîrokan, di sala 1993an de Reçine Kokuyordu Hêlîn (Bêhna gêzoyê ji Helînê dihat), di sala 1996an de Kıraç Dağlar Kar Tuttu (Çiyayên bejî berfên girtin) weşiyan. Reçine Kokuyordu Hêlîn, li Swêdê bi zimanê almanî, li Spanya û Belgiyayê jî bi zimanê flamanî weşiyan. Kıraç Dağlar Kar Tuttu jî, li Mecaristanê çap bû. Dîsa, Reçine Kokuyordu Hêlîn bi navê Bajarê Mirinê ji Weşanên Avesta derçû. Kitêba wê ya bi navê Kıraç Dağlar Kar Tuttu di pêşbaziya çîrokan a Orhan Kemal de duyemîn xelata sala 1997an wergirt. Çîroka Samanci ya bi navê Perili Kent (Bajarê bi perî) di pêşbaziyeke "Radyoya Dengê Almanyayê" de, di nav 25 çîrokên pêşîn de hate nirxandin û bi zimanê tirkî û almanî weşiya. Çîroka wê ya bi navê İki Anne (Du dayîk) jî bo îngilîzî hate wergerandin û di kovara PENa Navnetewî de weşiya. Di sala 2015an de kitêba wê ya ewil a kurdî ya bi navê Ew jin û mêrê bi maskê ji Weşanên Avesta derket.

Berhemên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Eriyip Gidiyor Gece, çîrok, 1991.
  • Reçine Kokuyordu Helin, çîrok, Weşanên Can, 1993, û Weşanên İletişim, 1996.
  • Kıraç Dağlar Kar Tuttu, çîrok, 1996, Weşanên Can.
  • Bajarê mirinê, çîrok, Weşanên Avesta, 1996. (ISBN 975-7112-08-9).
  • Suskunun Gölgesinde, çîrok, Weşanên İletişim. Stembol, 2001. (ISBN 9789754708721).
  • Siya Bêdengiyê, Weşanên Aram (Roşan Lezgîn ji tirkî wergerand kurdî), 2002. (ISBN 975-8242-51-2).
  • Korkunun Irmağında, roman, Weşanên Metis, 2004..
  • Halepçe'den Gelen Sevgili, roman, Weşanên Sel, 2009.
  • Ew jin û mêrê bi maskê, çîrok, (Kitêba yekê ko bi kurdî nivîsiye) Weşanên Avesta, Stembol, 2015. (ISBN 9786059082105).
  • Koca Karınlı Kent, roman, Weşanên Aytıntı, 2016.
  • Mîrzaye reben, roman, Weşanên Avesta, 2019.
  • Çirokên Jinên Dilşikestî Weşanên Avesta 2021

Bîblyografî derheqê Suzan Samancî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Tufan Erbarıştıran, Suzan Samancı’nın Öyküleri Üzerine Bir Deneme, Istanbul, Dorlion Yayınevi, 2019, 198 p. (ISBN 978-6-05249259-8).
  • Suat Baran, Dilsel Travmadan Sessizlik Hallerine: Suzan Samancı, Istanbul Bilgi Üniversitesi, 2014, 109 p.