Sêxiştiyên Modern

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sêxiştiyên Modern qalibek helbestan e ku ji aliyê Yehya Elewîferd helbestvanê kurd, hate pêşniyarkirin. eva qaliba ji sêxştiyên klasîkên kurdên xorasanê hatiye girtin. Sêxiştî, yek ji qalibên helbestan e ku li ba kurdên Xorasanê dîrûkek taybet û çend hezar salî he ye û li heft şelpan tê gotinê. Helbestvanên Xorasanê jî, hinek helbestên xwe bi qalibê sêxiştî gotine. Ku mîna sêxiştiyên klasîk hatine gotin. Lê tenê Şelpek (Hicayek) li ewan zêde kirin. pêşniyara Elewîferd ev bû ku bikaribe evê qalibê, bi rewşek zanistî modern bike.[1] [2]

Taybetiyên Sêxiştiyên Modern[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • li hemû veznan tê gotin
  • wate bê kimasî û zêdetî li sê rêzan tê gotin,
  • şelp (hica) kêm û zêde dibin
  • zimanê evan, zimanê nûjen e,
  • û qafiye ne li derek bikar bîne [3]

hinek mînakan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Sêxiştî ku qafiye li rêzên yekem û duyem hatin:

Ez Kevokek bê per im
Aşiqê dar û der im
Bê qefes dinya xweş e


  • Sêxiştî ku qafiye li rêzên yekem û siyem hatine:

Bûk û zava dilxweş in
Bextewar û rûsipî ne
Zikreşên wan rûreş in


  • Sêxiştî ku qafiye li rêzên duyem û siyem hatine:

Rojekî tarî li dar e
Da li ser daran siyayê
Pes çima nakin herayê


  • Sêxiştî ku qafiye li rêzên yekem û duyem û siyem hatine (mîna sêxiştiyên kilasîk):

Sa gilora min “Nebatê”
Şaciwana her welatê
Dil birin mîna xelatê


Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Pênûsa Nû hejmara 27an, rûpelên 4 û 5 (PDF), ji orîjînalê (PDF) di 13 çiriya pêşîn 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 1 îlon 2014
  2. ^ RIZGARI[girêdan daimî miriye]
  3. ^ EllahMezar, ji orîjînalê di 30 tebax 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 1 îlon 2014
  4. ^ Serhed, ji orîjînalê di 4 hezîran 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 1 îlon 2014
  5. ^ Ellah Mezar, ji orîjînalê di 12 tebax 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 1 îlon 2014

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]