Tanja Bruske

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tanja Bruske
Jidayikbûn1978 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîAlmanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Tanja Monique Bruske Guth, di heman demê de bi bernavka xwe Lucy Guth jî tê zanîn, (jdb. 23ê çiriya paşîn a 1978 li Hanau , Almanya) nivîskareke fanastîkê û rojnamevana alman e.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tanja Bruske li Marköbel a nêzî Hanau, ku îro ew lê dimîne, mezin bû.

Ew beşdarî dibistana Otto Hahn ya li Hanau bû, ku ew di sala 1998an de abîtura xwe qedand, û piştre ew li Zanîngeha Goethe ya li Frankfurt am Main heta sala 2002 germanîstik û zanistên şano , fîlm û medyayan xwend. Ew kara xwe ya magisterê li ser lîstokên rolana pênûsê û kaxezê nivîsand.

Jixwe di dema xwendinê de ew wekî rojnamevan tecrubeyek pratîkî bi dest xist, wek mînak li cem Hit Radio FFH û RTL. Piştî ku xwendina xwe qedand, ew bi dilxwazî ​​li Gelnhäuser Neue Zeitung, li ku derê hîn jî ew dixebite.[1]

Bruske endama Komeleya Rojnamevanên Almanî ye.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tanja Bruske ji temenê dibistana seretayî ve nivîsiye. Romana wê ya yekem a aşopî, " Das ewige Lied" ( Strana herherî) di sala 2007an de piştî bidestxistina pêşbaziya " Destnivîsa a bi heviyên mezin a Hessenê " ji hêla radyoya FFH ve hat qezenckirin.

Bi sêyîneya Kinzigtalê Bruske ji 2013 re sê romanên polisye-nehênî yên ku li herêma mala xwe lîstin, Main-Kinzig-Kreis, nivîsand. Ji sala 2019an û vir ve, rêza romanên aşopiya dîrokî, "Schlüssel der Zeit", ku li ser 18 heban hatine damezrandin û her yek çîrokek ji cîhekê li navçeya Main-Kinzig vedibêje , hat weşandin.[2]

Ji sala 2014an û vir ve, Bruske di bin bernavka Lucy Guth de wekî nivîskarek honaka zanistiyê çalak e û heta niha 21 romanên lênûskê, tenê an bi hevkariya nivîskarên din re, ji bo cûrbecûr cûrbecûr nivîsandiye; tevî wan Maddrax û Perry Rhodan.

Tanja Bruske pênc şanoname nivîsand û weşand.

Xelatên wergirtî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 2018 de Tanja Bruske bi sernavê "Stadtschreiberin von Eggenburg" ji bo romana xwe "Der Henker und die Hexe“ ("Qinarbaz û cadû") ji aliye Festîvala Serdema Navînê ya Eggenburggê ve de hate hilbijartin.[3]

Pirtûknîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Karên zanistî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Die Fantasy-Rollenspiele „Das Schwarze Auge“ und „Advanced Dungeons and Dragons“ als Medienverbundangebote. Grin Verlag, München 2002. ISBN 978-3-640-35495-5.

Romanên tekakes[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sêyîneya Kinzigtalê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Schlüssel der Zeit[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Romanên lênûsk (wek Lucy Guth)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Griff nach den SternenGNZ-Redakteurin wird Autorin bei Perry Rhodan und legt neue Serie vor". Gelnhäuser Neue Zeitung. Ji orîjînalê di 4 tebax 2019 de hat arşîvkirin.
  2. ^ "„Schlüssel der Zeit": Tanja Bruske-Guth kommt am Montag, 24. Juni, nach Bad Orb". Bad Orber Blättche. Ji orîjînalê di 6 tebax 2019 de hat arşîvkirin.
  3. ^ mmthurner (10 îlon 2018). "Stadtschreiber gesucht – und gefunden". Michael Marcus Thurner (bi almanî). Roja gihiştinê 14 tebax 2019.
  4. ^ "Maddrax - Postapokalyptische Romanheft-Serie bei Bastei Entertainment". www.luebbe.de. Roja gihiştinê 14 tebax 2019.