Tembûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tembûr

Tembûr (carina wek tenbûr jî tê nivîsandin) anjî saz, amûrekî muzîkê ye.

Tembûr di roja me de bûye beşek mirovên ji Anatoliyayê û Mezopotamyayê. Dîroka vî amûrî digihêje beriya mîlade bi sê hezar salan. Li ser koka vî amûrî rîwayetên cuda hene. Lê belê li gor lêkolînên zanistî û agahiyên di encama xebatên arkeolojîk de hatine bidestxistin, pêşiyê tembûrê, amûrê bi navê iklig e. Ev berhemên arkeolojîk en ji dema sumeran mane, beşek ji erdnîgarî, dîrok û şaristaniya Mezepotamya ne.