Têhn (fizîk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Di fîzîkê an termodînamîkê da, têhn[1], tîn[2] an jî germa pêvajoya veguhastina wize an enerjiyê ji aliyekê tiştekî bo aliyekê dî an ji tiştekî bo yê dî bi sedema newekheviya germiyê ye. Germa hemîdeman wizeya di-guhastinê-da ye. Wise ji tiştekê ko têhna wî zêde ye ber bi tiştekî diçit ko têhna wî kêmtir e, û di vê pêvajoyê da, têhna herduyan nêzî hev dibit. Germa ji laşekê kêmtêhntir ber bi laşekê pirrtêhntir naçit. Ev yek (veguhastina bervajî ya germayê) tenê bi rêya karekî dibit.

Zarav anko termeka nêzî germayê heye ko bi diristî nehatiye zelalkirin. Ev zarav wizeya têhnî ye. Lê dibê bihêt zanîn ko wizeya têhnî tenê wî çaxî dibit germa ko di navbera du tiştan da, an di navbera du aliyên tiştekî da, di veguhastinê da bit. Ev veguhastin jî bi çend awayan e: tîdan (radiation), konveksyon û konvensyon.

Heta serê sedsala 19ê jî baweriya fîzîkzanistvanan ew bû ko germa tiştekê nedîtî bi navê kalorîk (caloric) di keristeyan da heye ko têhna wan diguhêrit. Wan bawer dikir ko tiştên bitêhn kalorîkeka zêdetir heye û dema ew digehin tiştên kêmkalorîktir (kêmtêhntir) hindekê ji kalorîka xwe berdidin nav wan. Lê di navbera salên 1840ê heta 1849ê, fîzîkzanistvanê Brîtanyayî James Prescott Joules (bilêv bikin: Ceymzê Preskot Jûl) bi ezmûn û ceribandinên xwe yên hûr selimand anko îsbat kir ko germa coreyekê enerjî anko wizeya di guhastinê da ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ferhenga Zana Farqînî ya tirkî-kurdî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
  2. ^ Ferhenga Zana Farqînî ya tirkî-kurdî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê