Vartanîs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Vartanîs (bi tirkî: Kuşdoğan) gundekî bi ser Çirmika Meletiyè ve ye û li Bakurê Kurdistanê ye.

Berê gundekî ermeniyan bû û piştî komkujiya ermeniyan wekî xelat dane hin malbatên karmendên dewletê, wan jî firotine. Aborî li ser xwedîkirina ajalan, firotina kedê li bajarên mezin û çandiniyê ye. Li gund silq û titûn jî tê çandin.