Wêjeya devkî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Wêjeya Devkî perçeyek ji jiyana me ye, ji şîretên ku li me dihatin kirin heta nifiran, ji stranên paleyiyê heta stranên şeran, ji çîrokên şevan heta serhatiyên diwanan her yek ji wan beşek ji vê mijarê ne. Lê ev bi navê zargotinê tenê nikare were binav kirin, ji ber ku bi awa û navgînên xwe ve, ev mijar pir kompleks e em navê edeb ango wêjeya devkî lê dikin.

Wêjeya devkî herçend ji bo pêşvebirina wêjeya nûjen bi giştî girîng be jî ew di heman demê de xwediyê gelek fonksiyonên din e. Gava em berê xwe didine civakên ku nivîs li cem wan kêm pêşketiye, em dibînin ku cîhê nivîsê hin navgînên din digirin û li gor xwexeysetên xwe berdar in. Yek ji van navgînan jî gotina devkî ye, di rastiyê de nivîsê cîhê gotina devkî girtiye. Ango bi pêşveçûna mirovan re nivîs hatiye bi pêşxistin ji bo ku derfetê bide têgiştin û ragihandinên kompleks û tevilhev.

Lê dîsa divê neyê ji bîr kirin ku 'gotina devkî' weke navgîna sereke ya wêjeya devkî, xwedî cîhekî gelekî taybet e di têgîna mirovan de. Ji berê de gotin û bi taybetî gotina devkî ji aliyê mirovan ve pîroz tê pejirandin û tiştê nivîskî û tiştê bi gotinên devkî bandorên ji hev cihê li ser mirovan dikin. Em baş dizanin ku di nav olan de gotin xwediyê rolekî pir balkêş e. Wek mînak di zerdeştiyê de xweda Ahûra Mezda, piştî ku di encama aloziya bi Ehrîman re dikeve şer de bi gotinên ku li wir dibêje dihêle ku Ehrîman bikeve xeweke 3 000 salan de. Di îslamê de jî xwedê bi gotinê hertiştî diafirîne.

Ev gotina ku xwedî bandor û pîroziyeke di vê radeyê de ye, di serdemên ku nivîs pêşketiye de jî xwediyê bandoreke mezin e. Em baş dizanin ku berhemên wêjeyî yên nivîskî li ser hîmê berhem û kevneşopiya wêjeya devkî hatine sazkirin. Dema em berê xwe didine berhemên Homêr Odîseya û Îlyada em dibînin ku ew li gor helbestsaziya dengbêjên wêjeya devkî yên Balkanan hatine nihurandin. Bandora wêjeya devkî li hemû deverên dinyayê li ser wêjeyên nivîskî heye û herwiha bandora wêjeya nivîskî jî li ser wêjeya devkî heye, wek mînak em dikarin basa gelek beytên Melayê Cizîrî bikin ku di nav gelê Kurdistanê de belav in û gelek caran weke berhemên wêjeya devkî têne pêşkêşkirin û carinan jî bi berhemên devkî re têne têkelkirin.

Bi vê destpêka kurt me dixwest balê bikşînin ser kompleksbûna wêjeya devkî û pirsgirêkên bi vê yekê ve girêdayî. Ji derî vê yekê tiştekî hêjayî baldariyê ew e ku wêjeya devkî dikare di gelek beşên zanistî de rolekî girîng bilîze. Piraniya têgîna kesan li ser gelek tiştan bi riya gotinên devkî tê belavkirin, ragihandin û afirandin. Ev jî diyar dike ku zanistên civakî yên wek dîrokê, civaknasiyê, wêjeyê, fîlozofiyê û gelek beşên nûjen nikarin êdî bêyî metodên li ser wêjeya devkî kar bikin. Di civakên rojavayî de vê pêwistiyê hişt ku binebeşên zanistî yên weke “oral history” (dîroka devkî), “oral literature” (wêjeya devkî) pêşkevin.

Mebesta me bi vê gotine ew e ku Kurd weke gelekî ku bêhtir bi navgîna gotina devkî çand û nasnameya xwe parastiye û gihandiya îro, divê li ser “orality” (devkîbûnê) kûr bibin û beşên pêwîst pêşbixin. Wek mînak mirov dikare bi komkirina dîroka devkî destpê bike û ji encamên ku hatin holê wêneyekî giştî yê bîra dîrokî ya kurdan bi dîroka berdest a nivîskî re biafirîne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]