Wîkîpediya:Gotara hefteyê/2018

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gotara hefteyê • Pêvek • Arşîv


201120122013201420152016
201720182019202020212022


Hefteya 13an, 2024 (UTC) – nûkirin

Gotarên hefteyan (2018)
Hefte: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52

Hefte: 1

Bergê çapa yekem ê pirtûkê, 1859
Bergê çapa yekem ê pirtûkê, 1859

Çîroka du Bajaran, romanek e ku ji aliyê Charles Dickens ve di sala 1859an de hatiye nivîsandin. Mijara wê li ser ew bûyeran e ku di gav û beriya Şoreşa Fransayê de li Parîsê qewimîne. Bi hejmara firotina wê ya li ser 200 milyonê ve ew di nava berhemên wêjeyî yên herî navdar ên hemû deman de ye.

Roman, qala rewşa gundiyên fransî yên ku pêşengiya şoreşê kirine û bi salane ji aliyê torinan ve tehde dîtine, û li hemberî vê jî di salên nêzîk ên şoreşê de havîtiya ber bi torinan ve û manendiyên di navbera civakademê de ne, dike. Ligel van bûyeran, ew jiyana çend karakteran jî qal dike. Charles Darnay û Sydney Carton karakterên herî girîng in. Darnay her çiqas zadeganekî(arîstokrat) fransî be jî xwediyê kesayetiyeke dilpak e û ew li ber bindestan e belam ew rastî xişma şoreşê tê. Îcar Carton jî parêzer e û ji jina Darnayê re evîndar e lê ev evîn yekalî ye. Di heman katî de jî ew xwediyê kesayetiyeke xerab e.

Nivîskar armanc kiribû ku behsa êşa hezar mirovên ku bi giyotînê serê wan hatibûn jêkirin û rêzikên monarşiyê ku li derdora welatê kiribûn gola xwîn, bikira. Li hemberî vê jî xelk bi zagonên derew biryara îdamê didan arîstokratan. Yanê yên ku dikuştin, ji vê pê ve dihatin kuştin. (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 2

Bendava Derbendîxanê
Bendava Derbendîxanê

Bendava Derbendîxanê (bi soranî: بەنداوی دەربەندیخان‎, lat. Bendawî Derbendîxan), bendaveke çendmebestî ye ku li ser çemê Sîrwanê yê li parêzgeha Silêmaniyê hatiye çêkirin. Cureya wê bendava axî(axebendaw) ye û di navbera salên 1954-1961an de hatiye çêkirin. Mebesta bendavê avdanî, hilberandina wizeya hîdroelektrîkî û rekreasyon(betlane) e. Bendav û santrala wizeyê ya bi 249 MWî, ji ber nerind çêkirin û xemsarî, di nav salan de gelek car hatin veherandin. Rindkirina santralê di sala 2007an de dest pê kiriye û di sala 2013an de jî dawî lê hatiye.

Piştî sêwirandina bendavê ya ji aliyê Şirketa Endezyariyê Harza ya DYA'yî ve çêkirina bendavê di sala 1956an de dest pê kir. Deryaçeya bendavê(rezervuar) jî di sala 1961an de dest pê kir û di heman salî de çêkirina bendavê qediya. Piştî tijekirina rezervuarê, çend problem derketin holê. Di sala 1967an de hezazekê çêbû. Ev hezaz bû sedema xûziyeke nêzîkî 100 metreyî û ev çewtî her gav di bin veherandinê de ye.

Di navbera salên 1983-1985an de santrala wizeyê ya bendavê ji aliyê şirketên alman(Polensky & Zöllner) û Japon(Mitsui) ve hate veguhertin. Jeneratorên 83 MWî bi 2 jeneratorên bendavê yên bi 800 kWî re hate guhirandin. Piştî kemijîna bûyerên siyasî, ew di sala 1990an de kete navberê. Digel vê yekê, du jenerator xweş neşixûlîn û turbîn jî li dûçarî kavîtasyonan man. Ji ber şerê Îran û Iraqê, di sala 1988an de rêherk hatin rakirin û di navbera salên 1989 û 1990an de deriyên rêherkê yên nû hate sazkirin. Santrala wizeyê di sala 1990an de bi bombebarankirinê gelek xesar çêbû. Di sala 2007an de ji aliyê Banka cîhanê ve ji bo veherandina bendavên dûkan û derbendîxan, nêzîkî 40 milyon dolar hate şandin. Vehera Bendava Derbendîxan 18.85 milyon dolar girt û di sala 2013an de tewaw bû. (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 3

Balafira Kamîkazeyê
Balafira Kamîkazeyê

Kamîkaze, peyvekê Japonî ye ku ji bo balafirvanên xwekujî yên Împaratoriya Japonê tê bikaranîn. Navê xwe ji teyfûnekî girtiye ku ev teyfûn di sedsala 13em de keştiyên mongoliyan wêran kiriye û Japonê ji dakirkeriyê xelas kiriye. Di salên dawî yên Şerê Cîhanî yê Dûyem de, balafirvanên kamîkazeyê armanc kiribûn ku bi balafirên xwe yên bi teqemenî, bombe û sotemeniyeke gelek zêde ve barkirî, êrîşê keştiyên Hêzên Hevpeymaniyê bikin û bi vî awayî jî ziyaneke mezin bigihînin wan.

Di 7ê kanûna pêşîn a 1941ê de piştî êrîşê Pearl Harbor'ê (Êrîşê Bendera Mirwariyê), Hezên Deryayî û Asmanî yên Japonê di şerên Midway û deryaya Filîpînê de têk çûn. Ew gelek keştî û bi sedan balafirên şerî yên xwe winda kirin û piraniya balafirvanên herî baş ên Hêzên Asmanî jî jiyana xwe winda kirin. Digel vê yekê çavkaniyên pîşesaziya Japonê kêm bûn û li gorî endustriya Amerîkayê jî pir hêjar bû. Bi vî awayî Dewletên Yekbûyî keştî û balafirên xwe nû kirin. Di salên navbera 1943 û 1944an de Hêzên Hevpeymanî ber bi Japonê ve dikişiyan. Di şerê Deryaya Filîpînê de, di 19-20ê hezîrana 1944an de, hêzên Japonî ber bi Filîpînê ve vekişiyan.

Di 15ê tîrmehê de herêma Saipanê ji aliyê hêzen Hevpeymaniyê ve hate bidestxistin. Piştî ketina Saipanê, fermandarên Japonê xweş dizanibûn ku piştî Saipanê armanca hevpeymaniyan Filîpîn bû. Filîpîn, ji ber ku xwediyê kanên petrolê bûn, herêmeke pir girîng bûn. Eger Japonya kontrala xwe ya li ser Filîpînê winda bika, dê ji keştiyên wî re sotemenî pir kêm bimaya. Di 17ê çiriya pêşîn de, Hevpeymaniyan di Şerê Kendava Leyteyê de dest pê erîşê li ser Filîpînê kirin.

Nîvamîral Takijiro Onishi, ji hêzên Asmanî yên Japonê berpirsiyar bû. Ew fam kiribû ku bi balafirvanên kêmhêvoyî û bi çend balafir ve şer nayê qezenckirin. Ji ber vê yekê ew biryar da ku tîmeke xwekujî ya bi navê Yekeya Palemarî ya Taybet damezirîne. Ji bo vê erkê, 24 balafirvanê xwendekar minêkar bûn. Ev hêz di bin 4 koman de rêxistî bûn:Yekîneya Shikishima'yê, Yekîneya Yamato'yê, Yekîneya Asahi'yê û Yekîneya Yamazakura'yê. Ev navên yekîneyan ji helbesteke welatparêzî hatiye girtin ku ev berhem ji aliyê helbestvanê klasîk a Japonê Motoori Norinagayê ve hatiye nivîsandin. (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 4

Şerefxanê Bedlîsî
Şerefxanê Bedlîsî

Şerefname, pirtûka dîrokî ya Şerefxanê Bedlîsî ye. Wekî "dîroka Kurdistanê" jî tê naskirin. Şerefxan berhema xwe bi zimanê farisî nivîsandiye, lê roja îro wergera kurdî jî heye. Şerefname ew pirtûka ku di dîroka kurdan de, cara pêşîn ew seranser li ser dîroka mîr, eşîr û xanedanên kurdan, têkiliyên wan ên bi hev re, bi gel û dewletên cîran re û şerê wan ê li gel Împeratoriya Osmanî û Îrana sefewî, zilma van her du dewletên mezin a li ser kurdan hatiye nivîsîn. Ew, her wiha behsa ziman, çand û zanyariya nav kurdan dike, zana û alimên wan ên dewra nivîskarî dide nasîn.

Şerefname ji du bergan pêk tê. Ew nusxeya pêşîn a ku Şerefxan bi destê xwe nivîsiye îro jî li Îngîltereyê li Pirtûkxaneya Bodleian a Oxfordê di bin reqema 312yê de tescîlkirî ye. Mamosta Abdulreqîb Yûsuf kopyeyeka vê destnivîsê ji wê kitêbxaneya binavkirî daye anîn û lêkolînek li ser kiriye. Li gora agahdariyên ku ew dide, destnivîs wekî du cildan, lê bi hev re; wekî dewama hev hatiye amadekirin. Li ser vê destnivîsê -bi nivîseke ku diyar e pişt re hatiye nivîsîn- navê kitêbê wiha hatiye danîn:Şerefname Tarîxa Kurdistanê. Şeref Xan bi xwe navê Xatîme li cildê duduyan kiriye. Kitêb bi zimanê farisî hatiye nivîsîn. Şerefnameyê her zû bi zû bala xwendevan, dîroknas û dîrokhezan kişandiye. Yên ku ew bidest xistine ketine jibernivîsîna wê ya bi destxet a her du cildan jî. Bi vî awayî hê gellekî berî çapbûna wê ew di navbera zana, alim, dîroknivîs, mîr, beg, şah û paşayan de belav bûye û ketiye nav kutubxanên miletên Rojhilata-navîn. (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 5

Malpolon insignitus ê keske
Malpolon insignitus ê keske

Mar (Serpentes), binekomeka xijendeyan e. Mar bi reng û cureyên çermên xwe tên veqetandin. çermê maran ziwa ye û ji bo gihîştinê pêwîst e hin caran çermên xwe ji xwe dikin. Sê girêdanên dilê maran hene. Diranên wan berepaş ve xwar in. Hinek mar bijehre in. Ji bo germahiya laşên xwe pirranî di germa rojê de derdikevin nêçîrê. Zivistanê di binerdê de nîvtevizî derbasdikin. Bi xwarina ajalên biçûk dijîn. Hin cureyên maran nêçîra xwe berê dixeniqînin, paşê dadiqurtînin.

Ji jehra maran hin dermanên bijîşkiyê çêdibe. Dema dadiqultînin jî dikarin bêhna xwe bigirin. Bi hestiyên li ser çena xwe pêlên erdê guhdarî dikin û dibihîsin. Hin cureyên mara germa nêçîra xwe dibîhîsin û bi alîkariya vê xeysetê dikarin bi şev jî nêçîrê bikin. Mar bi hêkan diwelidin.

Hema hema di hemû çandan de mar ajalekî mîtolojîk e. Di mîtolojiya Kurdan da jî marê mezin bi navî ejdî û marê reş cîhekî igiring digire. Di nav Kurdan de baweriyek heye ku mar dikanin aşiqa mîrovan bibin. Meseleyên marên aşiq li Kurdistanê pir tên gotin. Gorî baweriye ku marek, bi taybetî jî marê reş, aşiqa merivan be ji merivan nagere tim li şope merivan çexdibe û zerarê nade merivan. (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 6

Trîton
Trîton

Trîton, peyka herî mezin a gerstêrka Neptûnê ye. Di 10ê çiriya pêşîn a sala 1846an de ji aliyê stêrnasê îngilîz William Lassell ve hatiye vedîtin. Trîton, xwediyê rêgeke rikeber e. Yanî ew li gorî rêgeha gerstêrka ku pê re girêdayî ye, bi bereka vajî ve viz dibe. Eşkêla wê 2.700 km ye û di rojbendê de heftemîn peyka herî mezin e. Rûxara Trîtonê piranî ji nîtrojena qerisî, qeşaya avî, lajwerd û zinaran pêk hatiye. Pûxteya Trîtonê ji sedî 70yê girseya tevdeyiya wê pêk tîne. Trîton, xwediyê tîriyeke 2,061 g/cm³'î ye û nêzîkî %15-35ê wê ji qeşeya avî tê. Girseya wê jî 21.400.000.000.000.000.000.000 kg, yanî 21.400 katrilyon e.

Wiha tê ramandin ku trîton yek ji beşenên kembera Kuiper e û beriya milyon salan ketiye golka miqnatisî ya Neptûnê. Ew beşena herî sar a di rojbendê de ye. Germahiya rûxara trîtonê ji aliyê Voyager 2 ve wek -235 ° C (-391 ° F) hate tomarkirin. Herçiqas rûxara wê sar bibe jî ew ji hêla jeolojîkî ve karîger e. Car caran bûyerên wekî hejek, volkan û gayzeran diqewime. Holka miqnatisî ya bi xwe ya Trîtonê heye.

Sedema ramandina trîtonê ya wek beşena girtî, rêgeha wê ya bêhempa a di rojbendê de ye. Ew li gorî Neptûnê, di hêla vajî de doş dibe. Piraniya peykên Keywan û Ûranûsê jî wekî trîtonê beşena girtî ne. Lê van peykan, li gorî trîtonê pir biçûk in. Her wiha ku herî mezinê wan a bi navê Phoebe, li gorî girseyê, nêzîkî ji sedî 0.03yê trîtonê tê. Hem xwediyê rêgeheke rikeber(retrograd) e û hem jî têr baş berxwar e. Trîton wekî heyva me, bi tenê rûyekê xwe nîşan dide: bi girêdayî pêlgirtî ve li derdora Neptûnê doş dibe. (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 7

Pîremêrd
Pîremêrd

Pîremêrd, helbestvan, rojnamevan û rexnegirê kurd bû. Navê Pîremêrdî yê rasteqînî, Tewfîq bûye. Ew li bajarê Silêmaniyê di sala 1867an de ji dayik bûye û çavên xwe li cîhana ronahî vekiriye. Ji aliyê malbata wî ve navê Tewfîq lê hatiye kirin. Piştî çendîn salan ji bo edakirina ferza Xweda çûye hecê. Ji ber vê yekê navê wî bûye "Hecî Tewfîq". Heçî navê "Pîremêr" û "Pîremêrd" nasnavê wî camêrî ye. Ev nasnav di jiyana wî de wisa cihê xwe girtiye ku bûye wekî navê hêmanî û her kes bi vî nasnavî wî camêrî dinase. Heya bi xwe jî, xwe bi heman nasnavî dide nasîn. Di giraniya antolojiyên wejeya kurdî de dîrokên wêjeya kurdî û pirtûkên din de jî bi vî nasnavî hatiye nivîsandin.

Pîremêrd, zarokatiya xwe di bajarê Silêmaniyê de derbas dike. Çanda xwe ya zarokatî ji malbata xwe û zarokên Silêmaniyê digire. Di temenê 6-7 saliya xwe de dest bi xwendina Qur'ana pîroz dike û di demeke kin de diqedîne. Dû re derbazî medreseyên Kurdistanê dibe û dest bi jiyana medreseyê û xwendina wê dike. Him pirtûkên kurdî him erebî û him jî pirtûkên farisî dixwîne. Her du zimanên din jî hîn dibe. Ji bo qenctirîn hînbûna van her du zimanan, diçe cem Mele Mihemedê pêşrewê mizgefta Hemze Axa. Li wir domekeke dirêj radiweste û dixwîne. Him xwendina medreseyê diqedîne û him jî zimanê erebî û farisî qenc hîn dibe. Di ber xwendina xwe re gelek helbestên hozanên kurd, ereb û faris jî di ber çavan re derbas dike û gelek rind hînî wêjeya wan jî dibe. Hindik jî be bi zimanê erebî û farisî jî helbest nivîsandine. (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 8

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 9

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 10

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 11

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 12

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 13

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 14

Çend pirtûkên bi kurdî
Çend pirtûkên bi kurdî

Wêjeya kurdî an jî edebiyata kurdî ew wêje ye ku bi zaravayên hewramî, zazakî, kurmancî û soranî hatiye berhemandin. Di kurdî de du beşên bingehîn a wêjeya kurdî ên bi navê devkî û nivîskî hene. Wêjeya devkî berî nivîsê derketiye, hîn jî berdewam e û di navenda wê de helbest heye. Çîrok, stran, destan û hwd. hemû bi devkî ji nifşekî derbasî nifşê din dibûn. Wêjeya nivîskî jî li ser vê wêjeya devkî bilind bûye. Wêjeya kurdî a nivîskî di zaravayan de li demên cuda dest pê kiriye; li gorî zanyariyên destketî berî zaravayê hewramî, piştî kurmancî û dawiyê soranî û herî dawî jî dimilî bûne xwediyê wêjeya nivîskî. Niha di her çar zaravayan de wêje tê berhemandin. (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 15

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 16

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 17

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 18

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 19

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 20

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 21

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 22

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 23

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 24

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 25

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 26

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 27

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 28

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 29

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 30

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 30

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 31

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 32

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 33

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 34

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 35

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 36

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 37

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 38

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 39

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 40

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 41

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 42

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 43

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 44

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 45

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 46

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 47

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 48

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 49

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 50

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 51

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 52

Nehatiye çêkirin.

çêke