Wîkîpediya:Kategorîkirin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
 Alîkarî

  Kategorîkirin
  Wêne
  Gotar
  Têketin
  Beralîkirin

Kategorî komên rûpelên girêdayî mijarekê ne. Rûpelên ku hene tenê dikarin di kategoriyekê de derbikevin. Ji ber vê, divê mirov berê rûpelê binivîse, piştra biêxe kategoriyekê.

Kategorîkirina rûpelan[çavkaniyê biguhêre]

Mebesta sereke ya kategorîkirina rûpelan ew e ku, rûpel di bin banê mijarekê de werin komkirin û pêşîlêgirtina tevlîhevbûn û windabûna rûpelan e. Divê her rûpel xwediyê kategoriyekê be! Lê her kategorî jî li rûpelê nayê lêzêdekirin. Divê kategoriya herî taybet ji bo rûpelê were pejirandin. Mînak; heke kategoriya X'ê binkategoriya Y 'yê be, tenê kategoriya X 'ê li rûpelê tê zêdekirin.
Mînak; divê kategoriya Kategorî:Kund li gotara kund were zêdekirin, lê divê Kategorî:Balindeyên dirende lê neyê zêdekirin. Ji ber ku Kategorî:Kund jixwe binkategoriya Kategorî:Balindeyên dirende ye.

Binkategorî[çavkaniyê biguhêre]

Gelek binkategorî xwediyê çendek kategoriyan in. Mînak; divê Kategorî:Helbestvanên zimanê kurdî hem di Kategorî:Helbestvan li gorî zimanan de, hem jî di Kategorî:Wêjeya kurdî de be. Bi vî awayî kategoriya yekem dibe endamek ji kategoriya duyem.

Veqetandina kategoriyan[çavkaniyê biguhêre]

Gelek kategorî hene ku dikare bi çend kategoriyan were veqetandin. Ji ber ku kategorî bi serê xwe xwediyê mijarên berfireh e, lewma bi çêkirina binkategoriyan, tevlîheviya kategoriyeke mezin ji holê tê rakirin. Mînak; mirov dikare ji bo Kategorî:Kesên ji Tirkiyeyê binkategoriyên weke Kategorî:Kesên ji Enqereyê‎ û Kategorî:Kesên ji Çorumê hwd çêbike ku, dîtina rûpelan hêsantir bibe.

Mînak ji bo kategoriyan[çavkaniyê biguhêre]

Serkategorî
|
|- Teknolojî
|  |- Kompûter
|     |- Nivîsbarî
|     |  |- Nivîsbariy
|     |  |- Nivîsbariya kurdî
|     |
|     |- Înternet
|    
|- Çand
|  |- Wêje
|  |  |- '''Nivîskar'''
|  |- Muzîk
|
|- Mirov
   |-Kes
     |- '''Nivîskar'''