Wîkîpediya:Şêwaz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediya Kurdî[çavkaniyê biguhêre]

Ji kerema xwe gotara xwe ya Wîkîpediyayê wisa binivîse[1]:

  1. "ku", ne "ko": ew dibêje ku...
  2. "tu", ne "ti": tu dibêjî...[2]
  3. "ti", ne "tu": Ti tişt...[3]
  4. "iy", ne "îy": çiya, jiyan, kiriye...
  5. "ji bo, li gel, li ser, bi hev re...", ne "jibo, ligel, liser, bihevre / bihev re /bi hevre..."
  6. "dest pê dikin", ne "destpêdikin, destpê dikin, dest pêdikin..."
  7. "bi kar tînin", ne "bikartîn / bikar tînin / bi kartînin..."
  8. "kurd im, kurd î, kurd e, kurd in", ne "kurdim, kurdî, kurde, kurdin"
  9. "zimanê kurdî, gelê kurd, adar, newroz", ne "zimanê Kurdî, gelê Kurd, Adar, Newroz"
  10. "ez ê bikim, min ê bikira", ne "ezê bikim, minê bikira"
  11. "hevalê min ê baş", ne "hevalê minê baş"
  12. "zimannasî, serokkomar, xurttir, bilindtir...", ne "zimanasî, serokomar, xurtir, bilintir..."
  13. "bigirim, binivîse, nekişînin...", ne "bigrim, binvîse, bikşîne..."
  14. "lîstin, kuştin, axiftin, hefs, heft...", ne "lîztin, axivtin, kujtin, hevs, hevt..."
  15. "Chomsky, Einstein, Shakespeare...", ne "Çomskî, Aynştayn, Şêkirspîr..."
  16. "di kitêbê de, bi min re, ji wir ve...", ne "di kitêbê da, bi min ra, ji wir va..."
  17. "cînav di kurdî de, gerînek li Kurdistanê, peyamek ji wî...", ne "di kurdî de cînav, li Kurdistanê gerînek, ji wî peyamek..."

Herfa mezin di kurdî de[çavkaniyê biguhêre]

  1. Navên meriyan, gundan, bajaran, çiyan, çewan, çeman, behran û welatan. Mesela: Rewan, Eraz, Elegez, Îran...
  2. Ji noxte şûnda, hûn ê bi herfê mezin binivîsin.
  3. Çaxê dest pê dikin teze dinivîsin, hûn ê bi herfê mezin binivîsin[4].

Gotarên xwe bi peyvên xwe û bi awayekî hêsan binivîse[çavkaniyê biguhêre]

Mebest li nîvîsandina ev şêwaz yeksan kirina nîvîsandina gotarên wîkîpediyaye ji bo vedîtin, çê kirin û xwendina hêsantirê gotaran. Qanûnên vê şêwaz ne baştirînane u ne dawînane, lê heke hemû şêwazekê yeksan bikarbînin, dikarin wîkîpediya hêsantir bikarbînin.

Nivîsandina pêşketî[çavkaniyê biguhêre]

Nivîsandina pêşketî[çavkaniyê biguhêre]

"... Di [[1924|sala 1924]]an de [[Simkoyê Şikak]] ..." encam: "... Di sala 1924an de Simkoyê Şikak ..."

an

"... Her di [[1945|wê salê de]] artêşa [[Sovyet]] ..." encam "... Her di wê salê de artêşa Sovyet ..."

Nivîsandina hejmaran[çavkaniyê biguhêre]

  • 2.000.000 (du milyon)
  • 2.000 kes (du hezar), 20.000, 200.000, 2.000.000
  • 2.000,00 dînar (du hezar); 20,00 lîre (bîst); 2,50 dolar (du û pêncî). 2,50 (du û pêncî)
  1. ^ Kovara Kanîzar
  2. ^ Wîkîpediya:Dîwan (pêşniyaz)#Tine û ti
  3. ^ Wîkîpediya:Dîwan (pêşniyaz)#Tine û ti
  4. ^ R. Drambiyan (1931). Ber bi emrê teze de: kitêba xwendinê zimanê kurmancî. Rewan

Bîbliyografî[çavkaniyê biguhêre]

  1. Chyet, Michael L. (2003). Kurdish–English Dictionary = Ferhenga Kurmancî–Inglîzî (PDF) (bi îngilîzî) (Çapa 1). New Haven: Yale University Press. ISBN 0-300-09152-4. OCLC 51059213.
  2. Chyet, Michael L. (2020). Ferhenga Birûskî: Kurmanji–English Dictionary, Volume One: A–L (bi îngilîzî) (Çapa 2). London: Transnational Press. ISBN 978-1-912997-04-6.
Chyet, Michael L. (2020). Ferhenga Birûskî: Kurmanji–English Dictionary, Volume Two: M–Z (bi îngilîzî) (Çapa 2). London: Transnational Press. ISBN 978-1-912997-07-7.
Chyet, Michael L. (2020). Ferhenga Birûskî: English–Kurmanji Dictionary, Volume Three: A–Z (bi îngilîzî) (Çapa 2). London: Transnational Press. ISBN 978-1-912997-01-5.
  • Emir Djeladet Bedir Khan et Roger Lescot (1991). Grammaire kurde (Dialecte kurmandji). Jean Maisonneuve, Paris.
  • Zana Farqînî (2004). Ferhenga kurdî-tirkî. Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.
  • Zana Farqînî (2011). Ferhenga kurdî-tirkî-kurdî. Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.
  • Husên Mihemed/Husein Muhammed (2016). Kovara zimanê kurdî Kanîzar.
  • Samî Tan (2005). Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî. Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.

Giredanên derve[çavkaniyê biguhêre]

Wîkîferheng Wîkîferheng: Pêvek:Rastnivîsî – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir