Yildiz Çakar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Yildiz Çakar
JidayikbûnAmed, Bakurê Kurdistanê,
PîşeNivîskar û Rojnamevan
NeteweKurd  Kurdistan
biguhêreBelge

Yildiz Çakar (jdb. 1978, li Amedê, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye) helbestvan, şanonivîs û romannivîs, nivîskar û rojnamevaneke kurd e. Ji sala 2002an vir de li Amedê dijî, endama Komeleya Nivîskarên Kurd û PENa kurd e.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yildiz Çakar di sala 1978an de li Amedê ji dayik bûye. Di temenekî ciwan de di rojnameyên bi kurdî û tirkî de peyamhênerî û edîtorî kiriye. Helbestên wê yên ku di navbera salên 1999-2003an de di rojnameya Azadiya Welat û kovara Jiyana Rewşenê de hatine weşandin, di sala 2004an de bi navê Goristana Stêrkan hatine çapkirin. Yek ji endamên damezirîner ên Komeleya Nivîskarên Kurd e û berî komele bê girtin seroka komeleyê bû. Heya niha heft pirtûkên wê hatine weşandin, ku şeş ji wan wêjeyîne.

Gelek helbest, şano û çîrokên Çakarê bo tirkî, erebî, elmanî û îngîlîzî hatine wergandin û hin weşanada de belav bûne

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Helbest
  • Goristana Stêrkan, Weşanên Elma, 2004
  • Derî, Weşanên Avesta, 2012
  • Leylanok, Weşanên Avesta, 2014
Kurteçîroka senaryoyan
  • Ala, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Duhokê, 2008
Lêkolîn, gotar û bend
  • Amed-Ansiklopediya Erdnîgarî Dîrok Çand, li gel Amed Tîgrîs, Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, 2012
Roman
  • Gerîneka Guernicayê, Weşanên Lîs, 2016
  • Ev Rê Naçe Bihuştê, Weşanên Lîsê, 2019
  • Hangar Fünf, Deriyê Winda, Weşanên Lîsê, 2022
Şano
  • Şanoya Kraliyetê ya Shakespeare (Royal Shakespeare Company) re bi navê "Çavê Winda" monologek
  • Şanoya Maxîm Gorkî re jî şanoyek bi navê "Bîra miriyan" nivîsandiye.
  • Ligel vê yekê ji bo şanoya Theatre EastNBull monologa bi navê "Mohra Reş" nivîsand. "Mohra Reş" bi tirkî û bi îngîlîzî hate wergerandin û li festiwala navnetewî (atîna) ya hunerê yek ji metnên ku xelata "metna orjînal ya herî baş" wergirt.

Xelat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Xelata Kurteçîrokên Filîman a NÇM’ya Stembolê bi kurteçîroka xwe ya bi navê "Pelweşîna Li Biharê".
  • Xelata Tîrêjên Zînê bi kurteçîroka xwe ya bi navê "Zayîna Çewt".
  • Xelata Mûsa Anter bi helbesta xwe ya bi navê "Tu"
  • Xelata ziman û wêjeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd û Med-Derê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]