Çerkez Ethem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çerkez Ethem
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Mirin
Bernav
ÇerkesLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Sernavê esilzade
Paşa (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Çerkez Ethem (jdb. sala 1885 li Bandirmayê, Împeratoriya Osmanî – m. 7ê çiriya pêşîn a 1949an, Emman, Urdun)[1] gerîllayekî çerkez ê osmanî bû. Ji gundê Emreköya Bandirmayê ji pênc kuran kurê herî biçûk ê Alî Beg bû.[2][3] Birayên wî yên mezin İlyas û Nurî, şerê bi rûman re hatine kuştin.[4] Birayên wî yên din Reşet û Tevfîq jî di salên 1901ê û 1902an de, dibistana Herbiyê qedandin û bibûn serbaz. Birayê wî Reşîd, di gelek bereyan de tevlî gelek cengan bibû. Dûre weke parlementerê bajarê ku niha navê wê Manîsa ye bû û ji wir tevlî Meclîsa Mezin a Tirkan bû.[5]

Çerkez Ethem, ji malê direve û dikeve Dibistana Suwarî ya Bakirkoyê ya Zabît a Piçûk. Di şerên Balkanê de, di bereya bulgar de birîndar bû. Zama qidemê û madalyon wergirt. Di şerê cîhanê yê yekem de, li jêr serkêşiya Eşref Kuşçubaşı bi Rêxistina "Teşkîlatı Mahsusa" tevlî êrişên li ser Îran, Efxanistan û Iraqê bû. Birîndar bû û piştî şer vegeriya gundê xwe. Di sala 1919an de Rêxistina gerîlla ‘Kuvayî Milliye’ ava kir. Ev rêxistin, weke hêza gerîla ya Anatoliyê, li hemberi hemû serhildanên li dijî komarê hate bikaranîn.[6] Bi damezirandina Komara Tirkiyê re pêwistiya vê rêxistinê ji holê rabû, serok û fermandarên vê rêxistinê bi ‘xayîntiya welat’ ji aliyê Mustafa Kemal Ataturk ve hate tawanbarkirin û sûrgûnkirin. Çerkez Ethem, ji aliyê Mustefa Kemal ve di Lîsteya sedûpênciyan de hate bicîhkirin. Di 9ê gulana 1921ê de Dadgeha serxwebûnê derheqê Çerkez Ethem, fermandarên wî û xizmên wî de hûkmê dardekirinê da.[7] Lewma Çerkez Ethem, salên mayî yên jiyana xwe li xeribiyê berdewam kiriye. Pêşî çû Berlînê. Dûre demekê li Qahîreyê ma û di salên dawî de derbasî Ûrdûn û Libnanê bû.

Di sala 1948an de li Emman, Urdun mir.[8]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Şener, Cemal (2007). Çerkes Ethem Olayı. Altın Kitaplar. ISBN 9789752108356.
  2. ^ Çerkes Ethem [attributed] (2014). Hatıralarım (Çerkes trajedisinin 150. yılında) [My Memoirs] (in Turkish). Istanbul: Bizim Kitaplar. ISBN 9786055476465.
  3. ^ Gareth Jenkins: Political Islam in Turkey, Palgrave Macmillan, 2008, S. 88.
  4. ^ Uğurlu, Nurer (2007). Kuvayı Seyyare. Örgün Yayınevi. p. 357. ISBN 9789757651574.
  5. ^ Türksoy, Turgut (2014). Çerkes Ethem: Apoletsiz General [Ethem the Circassian: General without Epaulette] (bi tirkî). Istanbul: Büyülüdağ. ISBN 9786056217135.
  6. ^ Ortaylı, İlber (2018). Gazi Mustafa Kemal Atatürk. 4. baskı. İstanbul. s. 187. ISBN 978-975-2430-33-4. OCLC 1023435515.
  7. ^ Atay, Falih Rıfkı (2004). Çankaya : Atatürkʼün doğumundan ölümüne kadar. İstanbul: Pozitif. ISBN 975-6461-05-5. OCLC 62321301.
  8. ^ Atay, Falih Rıfkı (2004). Çankaya : Atatürkʼün doğumundan ölümüne kadar. İstanbul: Pozitif. ISBN 975-6461-05-5. OCLC 62321301.