Înanna

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Înanna
Înanna û Temûz
Hevjîn
  • Dumuzid the Shepherd
  • Anu
  • Astabîs Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
Dê û bav
  • Sin, Anu, Q28482206 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Ningal Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xizm
  • Geshtinanna (sister-in-law) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Îştar navê asûrî yê xwedaya sumeriyan a binavê Înanna ye. Navê Îştar li cem samiyên bakurê rojava Astarte bû. Wekî din navên Anunit û Atarsamain herwiha Îştar destnîşan dikin. Banga Ya Star di kurdî de xuya ye navê xwedayekî nîşan dide û bi dibêtiyeke mezin şûnmayiya navê Îştar e. Înanna cêwiya Ûtû/Şamaş e, herdu jî zarokên Nanar/Sîn in. Navên ku pêşî li wan hatin kirin sumerî ne, navên paşê ji akadî tên. Akadî samî ne û ber bi welatên sumeriyan ve koç kirine.

Di astrolojiya dereng a babîlî de pêwendiya Îştarê bi Gelawêjê (Venus) re didanîn. Li cem sumeriyan navê pêyka Gelawêjê "Mil.Dili.Pat" e û wateya wê "stêrka yekane" ye. Wateya navê Înanna jî "Xanima mezin a An" e û "An" jî navê xwedaya ezmanan e. Der barê koka navê Îştar de gelek nîqaş hene, lê bi pirranî tê bawer kirin ku ev nav ji zimanên samî tê. Ji ber ku bandora ne samiyan li ser ol û mîtolojiya vê herêmê têra xwe nehatiye şopandin û ji ber ku hin çandin gelekî bi hêz lê nenivîskî ji nedîtî ve tên dîtin, der barê pêwendiya gotina "Star" û banga "Ya Star" di kurmancî de û navê Îştar de tiştekî berçav nîne.

Înannaya sumerî pêşî li bajarê Urûkê der dikeve pêşberî me. Ev xwedaya jiyanê xwedî du taybetmendiyên balkêş bû: wê dikarî hem berdarî peyda bikira û wê dikarî herwiha zevî xera bikira û bibûya sedema xelayan, wê dikarî canberan bêber û stewr bike. Îştar di serdemên cihê yên dîrokê de dibû xwediyê xwexeysetên cihê. Mirov dikare vê bi bihêzbûna bavkaniyê ve girê bide.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]