Îrokêzên Saint-Lawrenceyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Belavbûna Îrokêzên Saint-Lawrenceyê di derdora sala 1535an de

Îrokêzên Saint-Lawrenceyê gelekî resen bû ku heta sedsala 16an de li berava Çemê Saint-Lawrence, li Québec û Ontario (Kanada) û li New Yorkê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) dijiyan. Gelek tişt li ser vî gelî neyê zanîn, tiştên tên naskirin ji nivîsên Jacques Cartier û lêkolînên di warê şopgeriyê û zimanzaniyê di sedsala 20an de hatiye.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji destpêka bicihkirina çandina garis di derdora sala 1000an de li herêmê, êlên Îrokêzan êdî hêdî hêdî dev ji koçeriyê berdidan û dest bi malên dayimî li derdora Golên Mezin dikirin. Zeviyên xêr û bêr yên dola Saint-Lawrenceyê, herwiha hebûna masiyan û acalên kuvî di çem û daristanan de, cihekî xweş didan wargehên Îrokêzan yên li bakur-rojhilat diman. Ji derdora sala 1300an de gundên wan dihatin asê kirin. Îrokêzên Saint-Lawrenceyê navdar bûn bi asêkirina warên xwe de.

Grund[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundên wan mîna vê bûn

Di sala 1535 û 1536an de Jacques Cartier bala xwe dida gundên Îrokêzan li bakurê Île d’Orléans, di nav wan de gundê Stadaconayê, li derdora bajarê niha yê Québecê û gundê Hochelaga li derdora Montreal. Şopger hin gûnde mîna wan li rojavayê van gundan, li ser berava gola Ontario dîtin. Îrokêzên Saint-Lawrenceyê gundên xwe nêzî Çemê Saint-Lawrence ava dikirn. Heta 2.000 mirov di gundên mezin dijiyan.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]