Tecno Mobile

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tecno Mobile
  • Subsidiary Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Tecno Mobile
Dema avabûnê
  • 2006 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Damezrîner
  • George Zhu Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
Malperwww.tecno-mobile.com/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Tecno Mobile, şîrketek hilberîna têlefonên destan e ku navenda şîrketê li bajarê Shenzhen a Çînê ye. Tecno Mobile di sala 2006 de hate damezrandin û yek ji pargîdaniyên Transsion Holdingsê ye.

Tecno Mobile karsaziya xwe li bazarên wekê Afrîka, Rojhilata Navîn, Asyaya Başûr, Amerîkaya Latîn û li bazarên Ewropaya Rojhilat daye destpêkirin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tecno Mobile di sala 2006an de wekî Tecno Telecom Limited hatiye damezrandin û piştre jî navê xwe wekî Transsion Holdings guhertiye ku Tecno Mobile niha wekî yek ji pargîdaniyên Transsion Holdingsê kar dike. Di sala 2007an de, Tecno marqeyek bi navê Itelê afirand ku li Afrîkayê damezirand. Di destpêka 2008an de, Tecno li ser lêkolîna bazara bi tevahî li Afrîkayê sekinî û heya sala 2010an Tecno Mobile di nav sê markayên têlefonên destan ên li Afrîkayê de bû.[1]

Di sala 2016an de, Tecno Mobile ket bazara têlefonên destan ên Rojhilata Navîn.[2] Tecno di sala 2017an de, ket bazara Hindistanê û ji bo Hindistanê dest pê telefonê xwe yên ji bo Hindistanê bû hilberand. Pargîdanî di destpêkê de li Rajasthan, Gujarat û Punjab dest pê kir û heya kanûna sala 2017an li seranserê welatê belav bû.

Pargîdanî ji xeynî Afrîka û Hindistanê, li ser bi nifûsên mezin û ku hêza kirîna wan kêm in lêkolîn kir. Di sala 2017an de ket bazarên Bengladeş, Nepal û li Pakistanê dest bi firotinên ceribandinê kir.[3] Tecno Mobile hêj jî hewl dide ku bikeve nav bazara Pakistanê û dest bi firotana xwe ya online bi navgîniya kanalên e-bazirganî yên cihêreng û tevî malpera xwe dest bi firotina bike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Samsung, Apple , Tecno top list of mobile brands with highest SOV in Q2 of 2016". The Guardian Nigeria News - Nigeria and World News (bi îngilîziya amerîkî). 3 sibat 2017. Roja gihiştinê 9 adar 2023.
  2. ^ Report, Staff. "Chinese phone maker Tecno Mobile forays into Middle East". Khaleej Times (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 adar 2023.
  3. ^ "How Transsion became No 3 in India by solving oily fingers problem". South China Morning Post (bi îngilîzî). 12 kanûna paşîn 2018. Roja gihiştinê 9 adar 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]