Tecrube
Tecrube, ezmûn an jî serpêhatî bi giştî îşaretî hedîseyên bişiûr dike; bîlxase îşaretî îdrakkirinê an jî ew zanîna pratîk û aşnabûna ku bi van prosesan pêk tê.[1] Li gorî maneya xwe ya herî berfireh tecrube hedîseyeke bişiûr e û failekî dihewîne ku tê de unsirên muxtelif jê re tên teqdîmkirin. Di vê maneyê de dîtina teyreke zer a li ser çeqekî; objeyên "teyr" û "çeq", eleqeya di navbeyna wan û sifetê "zer" teqdîmî failê dike.[2][3] Unsirên neheqîqî jî dikarin cih bigirin, ev yek di dema halusînasyonan an jî xewnan de diqewime.
Gava di maneyeke bêtir hidûdkirî de were famkirin, tenê şiûra hîssî wekî tecrube tê hesibandin. Di vê maneyê de tecrube piranî bi îdrakê re yek tê hesibandin û ji hedîseyên din ên bişiûr ên wekî fikirîn an jî xeyalkirinê tê cudakirin.
Di maneyeke hinekî cuda de tecrube îşaretî hedîseyên bişiûr nake, lê bi wê zanîna pratîk û aşnabûnê dike ku ji wan hasil dibe.[1][4][5] Loma muhîm e ku temasa îdrakî ya rasterast bi dinyaya derve re çavkaniya zanînê be. Nexwe rêwiyekî bitecrube kesekî wisa ye ku heqîqeten gelek rê dîtine, ne kesekî ku tenê li ser rêwîtiyê gelek kitêb xwendine. Ev hem bi aşnabûna dubare ya berê û hem jî bi van qabîliyetan ve girêdayî ye ku ji wan têne hînkirin.[6]
Minaqeşeyên li ser mahiyeta tecrubeyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gelek nîqaşên akademîk yên derheqê mahiyeta tecrubeyê de li ser famkirina tecrubeyê wekî hedîseyeke bişiûr fokûs dibin, an di maneya fireh de an jî di maneya mehdûd de. Yek ji meseleyên muhîm di vê qadê de ev e ku gelo hemû tecrube qestî ne, yanî gelo berê wan ber bi objeyên ji xwe cuda ve ne. Minaqeşeyeke din li ser wê pirsê disekine ku gelo tecrubeyên li der-mefhûmî hene yan na. Eger hebin, gelo di rastderxistina baweriyan de çi rolî dilîzin?
Hin teorîsyen îddia dikin tecrube şefaf in, yanî ka tecrubeyek çawa tê hîskirin tenê bi wan unsiran ve girêdayî ye ku di vê tecrubeyê de tên teqdîmkirin. Teorîsyenên din vê îddiayê red dikin û îşaret bi wê yekê dikin ku ya muhîm ne tenê ev tişt e ku tê teqdîmkirin, lê di heman demê de ka ew çawa tê teqdîmkirin.
Cureyên tecrubeyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gelek cureyên tecrubeyan yên çeşîd bi çeşîd di lîteratura akademîk de tên minaqeşekirin. Bo nimûne, tecrubeyên îdrakî dinyaya derve bi wasiteya wan tesîran temsîl dikin ku ji aliyê hîsan ve tên qeydkirin û veguhastin. Li aliyê din, tecrubeya hafizeya epîzodîk ji nû ve jiyîna hedîseyeke borî ye ku mirov berê tecrube kiriye.
Di tecrubeya xeyalî de obje tên teqdîmkirin bêyî ku armanc bikin halê tiştan ê rastîn nîşan bidin. Tecrubeya fikirînê bi temsîlên zihnî û şixulandina malûmatan eleqedar dibe ku di nav wê de fikir an jî qezîye[7] (teklîf) tên nirxandin, hikûm li ser wan tê dayîn an jî bi hev ve tên girêdan. Zewq îşaret bi wê tecrubeyê dike ku hîseke xweş dide însên. Ew bi tecrubeya hîssî re ji nêz ve eleqedar e ku tê de unsirên teqdîrî, fizyolojîk û hereketî jî hene. Modên halî dişibin hîsan feqat ferqeke wan a sereke ev e ku berevajî hîsan, xwedî objeyekî xas nîn in. Arzûyên bişiûr bi tecrubeya xwestina tiştekî re eleqedar in. Ew di tecrubeya failtiyê de roleke merkezî dilîzin ku di nav wê de niyet tên avakirin, riyên hereketê tên plankirin û qerar tên dayîn û tên tetbîqkirin. Tecrubeya xeyrî-adetî îşaretî wan tecrubeyên nadir dike ku ji tecrubeyên di halê şiyarbûnê yê adetî de bi awayekî eşkere cuda ne mîna tecrubeyên dînî, tecrubeyên derveyî bedenê an jî tecrubeyên nêzîkî mirinê.
Tecrube di dîsîplînên cuda de
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tecrube di dîsîplînên curbicur de tê nîqaşkirin. Fenomenolojî ilmê avahî û unsirên tecrubeyê ye. Ew metodên mîna epoché yan jî varyasyona eydetîk bi kar tîne. Tecrubeya hîssî di epîstemolojiyê de xwedî cihekî xas e.
Minaqeşeyeke kevnar a muhîm di vê qadê de ev e ku gelo hemû zanîn xwe dispêrin tecrubeya hîssî? Emprîsîst dibêjin erê, lê rasyonalîst îtîraz dikin. Ev mesele bi rola tecrubeyê ya di ilmî de ji nêz ve eleqedar e ku li wir dibêjin tecrube di neqeba teoriyên reqîb de wekî hakemekî bêteref kar dike.
Di metafizîkê de tecrube bi meseleya zêhn û bedenê û meseleya şiûrê ya dijwar re eleqedar e ku her du jî hewl didin eleqeya neqeba madde û tecrubeyê îzah bikin. Di psîkolojiyê de hin teorîsyen îddia dikin mirov hemû mefhûman ji tecrubeyê hîn dibe, lê hinekên din jî dibêjin hin mefhûm fitrî ne.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ev gotar ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
- 1 2 Borchert, Donald (2006). "Experience". Macmillan Encyclopedia of Philosophy, 2nd Edition (bi îngilîzî). Macmillan.
- ↑ Smith, David Woodruff (2018). "Phenomenology: 1. What is Phenomenology?". The Stanford Encyclopedia of Philosophy (bi îngilîzî). Metaphysics Research Lab, Stanford University. Roja gihiştinê 20 îlon 2021.
- ↑ Gupta, Anil (2012). "An Account of Conscious Experience". Analytic Philosophy (bi îngilîzî). 53 (1): 1–29. doi:10.1111/j.2153-960X.2012.00545.x.
- ↑ Masiello, R. J. "Experience". New Catholic Encyclopedia (bi îngilîzî).
- ↑ Mittelstraß, Jürgen (2005). "Erfahrung". Enzyklopädie Philosophie und Wissenschaftstheorie (bi îngilîzî). Metzler. Ji orîjînalê di 20 çiriya pêşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2021.
- ↑ Sandkühler, Hans Jörg (2010). "Erfahrung". Enzyklopädie Philosophie (bi îngilîzî). Meiner.
- ↑ ORHAN, Gökhan (2020). "Ferhenga Têgehên Felsefî, (ed. M. Nesîm Doru)". Mukaddime. 11 (2): 509–511. Ji orîjînalê di 18 hezîran 2026 de hat arşîvkirin – bi riya Dergipark.