Tehsîn Beg

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mîr Tehsîn Beg di zaroktiya xwe de bi dapîra xwe Meyan Xatûn (1945)

Tehsîn Beg an Mîr Tehsîn Seîd Beg‎ (z. 15ê tebaxa 1933 li Baedre, Başûrê Kurdistanê - m. 28ê kanûna paşîn a 2019 li Hannover, Almanya) mîrê êzidiyên Kurdistanê û cîhanê bû.

Mîr Tehsîn kurê Seîd Beg kurê Husên Bege, diya wî Xoxê keça Nayif Begê kurê Hesen Beg kurê Husên Beg e. Li 15 gilavêj a sala 1933an li Baedreyê ser bi qeza Şêxan li Başurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Piştî koça mirina bavê wî, di dawiya meha tîrmeha 1944an di temenê 11 saliyê de ji bû postê mîratî a kurdên êzidî dihê berbijarkirin. Ji wê demê pê de 75 salan dibe mîrê êzidî yên Kurdistan û cîhanê. Di serdema ku ew sinêle de Meyan xatûn serperiştiya karûbarên mîratîyê dike heta ew dibe 18 sal. Di 18 saliya xwe de dest kir bi cîbicîkirina êrkên mîratiya hemû kurdên êzidî jî serokatiya karûbarên dinyewî heta nûnerîkirina êzidiyan li hemû kombîn û kor û peywendî ên bi welatan û pêkhateyên Mîr Tehsîn Beg di nîsana 1959an de di dema bizava Ebdulah Şewaf de li Mûsilê hate zîndanîkirin, di destpêka sala 1960î de û ta tebaxa 1961ê ji bo Amara, Bexda û Dîwaniyê hate sirgûnkirin. Di dema destpêkirina Şoreşa Îlonê di sala 1961ê de, hat zîndanîkirin û bo Dadgeha Urfî ya Mûsilê hate veguhastin. Di sala 1970î de pêwendî bi Şoreşa Îlonê re kir û li Nawpirdan li nêzîkî baregaha Barzaniyê Nemir niştecih bû, piştî têkçûyîna şoreşê li sala 1975an koçberî Îranê dibe, paşî di heman salê de berê xwe dide Brîtanya heta sala 1981ê ango 7 salan li Londonê dimîne.

Li sala 1981ê Mîr Tehsîn ji aliyê hikûmeta Be’is ve lêborîn bû derdikeve û roja 9ê îlona 1981ê vedigere Îraqê. Mîr Tehsîn Beg du caran rastî êrîşa kuştinê hatiye û du caran jî birîndar bûye. Cara yekem roja 18ê sibata 1992an li navbera Mûsil û Şêxanê. Cara duyem jî roja 22ê îlona 2003an li navbera el-Qoş û Şêxanê de.

Hevdîtin ligel hejmarek mezin ji padîşah, serok û siyasetmedarên cîhanê re kiribû, papayê Vatîkanê jî dît û berevanî li mafê êzidiyan kir herwisa sindoqeke xêrxwaziyê bi navê xwe dirust kiriye û dahatê wê bo perestgeha Laleşê terxan kiriye. Hejmarek ji xelat û rêgirtinên navdewletî yên derbarê pêkvejiyan, lêborîn û aştiyê wergirtiye.

Piştî mana çend rojan di nexweşxaneyeke Almanyayê de li 28 kanûna duyem a sala 2019an di jiyê 86 salan de koça dawiyê dike.

Kurên Mîr Tehsîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ziyad, Merwan, Serbest, Hazim, Ferhad û Îsmet.

Keçên Mîr Tehsîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hediye, Nefiye û Nesrîn.  

Desthilatên olî yên Mîr Tehsîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gora binemayên bîrûbweriyên êzidîtiyê mîrê êzidiyan ev desthilatê olî hene:

  1. Desthilata dinyewî û olî bi dest e. Ji aliyê olî ew serokatiya encomena ruhanî a êzidiyan dike.
  2. Herwisa mîrê kurdên êzidî berpirsê sereke yê peristgeha Lalişê ku pîroztirîn cih e li ba êzidiyan.
  3. Dîsan ew berpirsê sereke yê merasîmên Tawise ku merasîma here giring a êzidiyan e.
  4. Berbirse ji encamdan û rêxistina merasîmên olî.
  5. Berpirse ji hemû wan kar û xêrên ku xelik salane pêşkêşî wî dike.

Desthilatên dinyewî yên Mîr Tehsîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Berbirse ji serok eşîretên kurdên êzidî û destnîşankirina wan.
  2. Nûnerên kurdên ezidî ye ji bo karûbarên naxwe û derve.
  3. Berpirse ji çareserkirina kêşeyên ku dinavbera eşîretên wan bi eşîretên herêmê de çêbibin.

Nizîkî 10 sedsal e, jiyan û jiyara kurdên êzidî ji aliyê mîrê wan ve dihê birêvebirin. Li gor bîrûbawerên êzidiyan dema mîr jiyana xwe ji dest dide yek yan jî pitir ji endamên nav malbata mîr “Mala Îmaret” dê ji bû mîratiyê bê berbijarkirin paşî dê ji aliyê serok eşîretan, rihsipiyan, kesên diyar bihê pesendkirin û bibe mîr.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

https://www.dwarozh.net/details.aspx?jimare=92988avkanî[girêdan daimî miriye] https://www.rudaw.net/sorani/kurdistan/2801201928