Tektonîka plakeyan
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (tebax 2026) |

Tektonîka plakeyan (ji latînî tectonicus û yewnaniya kevn tektonikós ku tê maneya "girêdayî avakirinê") ew teoriya zanistî ye ku li gorî wê, lîtosfera Erdê ji çend plakeyên tektonîkî yên mezin pêk hatiye ku ev plakye ji 3-4 milyar sal berê ve bi awayekî hêdî di nav tevgerê de ne.[1] Ew model xwe dispêre têgeha koça parzemînan ku ev raman di dehsalên di destpêka sedsala 20an de hatibû pêşxistin. Piştî ku di nîvî salên 1960î û heta dawiya salên 1960î, pêvajoya berfirehbûna binê deryayê (seafloor spreading) hatiye piştrastkirin ku tektonîka plakeyan ji aliyê zanyarên erdnasî ve hatiye qebûlkirin. Ew pêvajoyên ku dibin sebeba çêbûna plakeyan û teşedana qalikê Erdê, wekê tektonîk hatine binavkirin.
Lîtosfera Erdê, qalikê derve yê hişk ê gerstêrkê ye ku qalik û mantoya jorîn jî di nav de ye ku di nav heft an heşt plakeyên sereke de (li gorî ka ew çawa têne pênasekirin) û gelek plakeyên biçûk an "platelet" de perçe dibe.
Herçend Erd ew gerstêrka tenê ye ku tê zanin niha xwediyê tektonîka plakayan a çalak e, lê delîl nîşan didin ku gerstêrk û heyvên din jî cureyên çalakiyên tektonîkî jiyane an jî nîşan didin. Heyva Jupîter, Ewropa, nîşanên livîn û pêwendiya plakeyên qalikeke qeşayî nîşan dide ku ev yek dişibe tektonîka plakayan a Erdê.[2] Tê texmînkirin ku Mars û Venûsê di paşerojê de çalakiyên tektonîkî hebûne, herçend ne bi heman şêweyê Erdê be jî.[3]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Windley, Brian F.; Kusky, Tim; Polat, Ali (1 kanûna paşîn 2021). "Onset of plate tectonics by the Eoarchean". Precambrian Research. 352: 105980. doi:10.1016/j.precamres.2020.105980. ISSN 0301-9268.
- ↑ "Scientists Find Evidence of 'Diving' Tectonic Plates on Jupiter's Moon Europa - NASA" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 8 tebax 2026.
- ↑ "Do other planets have plate tectonics?". Space (bi îngilîzî). 25 hezîran 2024. Roja gihiştinê 8 tebax 2026.