Teleskopa esmanî ya Hubble

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Teleskopa esmanî ya Hubble

Teleskopa esmanî ya Hubble, teleskopa valahiyê ya Hubble, teleskopa fezayê ya Hubble (bi îngilîzî: Hubble Space Telescope (HST)) teleskopa esmanî ku di sala 1990an de ber xulgeha Zemînê ya nizm hatiye şandin, û hê li kar e. Tevî ku ew ne teleskopa esmanî ya pêşîn jî be, Hubble ya herî mezin û piralî ye. Teleskopa Hubble bi navê esmangerê amerîkayî Edwin Hubble binavkirî ye.

Neynika wê 2-4 metre e.[çavkanî pêwîst e] Xulgeha Hubble ku li derveyî çelexwariya atmosfera Erdê digere, rê dide wê wêneyên bi kalîteya zêde bikşîne, ji ber ku ronahiya paşxaneyê ji teleskopên zemînî gelek kêmtir e. Hubble wêneyên ronahiya berçav ên herî kitekit kişandin, rê dide bergeheke kûr ber valageh û demê. Gelek ji çavdêriyên Hubble astrofizîkê pêş xisitye, wek diyarkirina rêjeya radana gerdûnê.

Çavkanî[biguherîne]