Temîs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Temis hat beralîkirin)
Temîs
Θέμις
Perestvanmîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Xwişk û bira
Hevjîn
Zarok
XanedanZeus Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wekhev
Justîtia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Temis (bi yewnaniya kevn: Θέμις, lat. Thémis), li gor mîtolojiya yewnan keça Ûranos û Gaîa ye û xwedawenda dad û pergalê ye. Xuyabûna dada Xudayî ye. Piştî Mêtîs jina duyem a Zeus e. Zarokên wê û Zeusê du beş in : Hora û Moîra. Horayan bi awayê qanunî temsîl dikin, Moîrayan jî bi awayên bereketê temsil diken.[1]

Temis

Ew bixwe ne hêrsoyî û sizader(yê ku siza/ceza dide) ye. Gava li hemberî wê bêrêzî û bêdadî û neheqî pêk hatî, ew bêdeng maye û şûna wê Nemesis (en) bersiv daye, siza daye. Her wiha Temis kahîn e, cewhera wê ya kehanetê heye, cihê kehanetê Perestgeha Delfiyê wê ava kiriye.

Carên pêşîn bi Erîsê ku taybetiyên Erîs û Temis ber hev re jî naçin, re hatiye nîgartin/resmandin. Piştî wan deman û van serdemên dawî, di destê wê de mêzîn û çavê wê girêdayî hatiye resmandin. Wekheva wê yên Mîtolojiya romayî de Justitia ye.

Temis bi hersê xwedawendan re pergala demsalan, salan û hunerê pêk tînin. Temis, xwedawendeke di navbera hebûnên/heyînên zindî de ahenga di navbera jiyîn û mirinê saz dike, bi vî awayî heyîneke xwedawendî ye.Temis qanûn e, rêzik e. Lê ne qanûneke yek rojî an jî du rojî ye, di cîhana xwedawendan de di cîhana mirovan de jî qanûna xwezayî ya ku nayê guhertin, gerdûnî û nemir e.

Temis, li Olimpos’ê dijî, di civînên Xwedawendan de serokatiyê dike, pergala li Olimposê ew diparêze. Homeros jî wê nas dike, dizane; di Îlyada’yê de axaftina xwe ya bi Hêra û Zeus re nîşan dide, lê zêde qala Temis nake, efsaneya wê, çîroka wê nîn e.Temis li her cihî û li her derî ye. Heyînên xwedawendî hilberîne/diafirîne û bi van bandora xwe didomîne û bi van heyînan ji xwedawendan bihêztir e, ji ber vê wek ku li serê girê Ehram’ê rûniştiye Temis. Navê wê jî ji rayekeke ku tê wateya danîn, bicihkirin, rûniştandin, çêbûye.

Bi kurtasî; ‘Şûr’ hêz û pêximkeriya sizayên dadê dayîn, ‘Mêzîn’ dadê û bi ahengeke xurt belavkirina dadê nîşane dike/sembolîze dike. ‘Jin’bûn û ‘Xama/Bakîre’bûna wê serbixwetiyê îfade dike. Her wiha çavên wê girêdayî ne, ev jî bêalîbûnê nîşane dike. Ji ber ku rêgezên hiqûqê yên gerdûnî li ser xwe nîşane dike/sembolîze dike peykerê Temis’ê bi awayê herî baş dadê îfade dike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]