Tengrîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sembola Tengrîzmê, bi şiklê konekî tirk ê kevin bi nivîsa tirkî ya kevn ku li ser wê "Tengrî" hatîye nivîsandin.

Tengrîzm (ku bi navê Tengrîîzm, Tengerîzm, an Tengrîanîzm jî tê zanîn) dînekî etnîk ya tirkî, yenîseyî, mongolî ye ku ji stepên Ewrasyayê derketiye holê û li ser bingeha şamanîzm û anîmîzmê ye.

Ew xwedayê xwe yê esmanê Tengrî diperêzin. Di tengrîzmê de gur jî wekî heyînên pîroz têne hesibandin. Armanca jiyanê li gor tengristanê ew e ku bi gerdûnê re lihevhatî bijî.[1]

Beriya hatina îslam, xirîstiyantî û cihûtiyê hemû tirk û hinek jî mongol tengrîst bûn.[2] Tengrîz îro pir piçûk e her çend gelek tirk lê vedigerin.[2] Ev têgîn çend tevger û hînkirinên olî yên xwecihî yên tirkî yên hemdem jî vedibêje. Hemû peyrewên wî yên di tengrîsê de yekxwedayî ne û tenê tengrîsê diperêzin.[2]

Tengrîzma nûjen[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tengrîzmî şirk bû lê paşê bû yekxwedayî, û tenê Tengrî diperizin. Ew li ser başî û xerabiya bingehîn hîn dike ku Tengrî xwedê nûnertiya qenciyê dike û Erlîk jî şeytan nûnerê xirabiyê ye.[3][4][5][6][7]

Tengrî di dînê gelên pêşî yên tirk de xwedawenda yekem a bingehîn e. Piştî ku tirkan dest bi koçberiyê kirin, ji Asyaya Navîn derketin û bi olên yekxwedayî re rû bi rû man, Tengrîzm ji eslê pagan/polîxwedayî hate guherandin.[4]

Li gorî tengrîzmê, çiyayê Çiyayê Xan Tengrî axa pîroz e û navê wî Tengrî ye. "Xan Tengrî" tê wateya "Qralê Tengrî".[8][9]

Tengrîzm oleke kevnar bû ku bi piranî piştî belavbûna xiristiyantiyê û paşê jî îslamiyetê winda bû. Gelek tirkan di salên 1990î de, bi taybetî li Qirgizistan, Qazaxistan, Tirkiyeyê hewl dan ku tengrîzm vejînin.[10]

Piştî ku Atatürk di sala 1923an de Tirkiyeyê ava kir, îdeolojiya neteweperest a turanîzm, kemalîzm û panturkîzmê bû alîkar ku Tengrîzm zêde bibe. Îslam pir bisînor bû, lê destûr dan ku peyrewên tengrîzmê bi azadî hebûna xwe bidomînin. Piraniya peyvên erebî, farisî û kurdî ji tirkî hatine derxistin. Atatürk ji bo Xwedê peyva “Allah” qedexe kir û li şûna wê “Tengrî” kir.[11]

Nivîskar û dîroknasê navdar ê tirk Nihâl Atsız tengrîst û îdeologê turanîzmê bû.[12]

Tengrîzmê pir hindik alîgirên çalak hene, lê vejandina oleke neteweyî di derdorên rewşenbîr û neteweperest de gihîştiye asteke mezin. Serokên berê yên Qazaxistanê Nursultan Nazarbayev û Asker Akayev, Tengrîzmê wek ol û xwezaya neteweyî ya gelên tirk bi nav kirin.[13] Di gera xwe ya Rûsyayê de di sala 2002 de, Akayev got ku seredana Çemê Yenîseyî "ji bo tirkan û tengrîstan ziyareta cîhekî pîroz e." Şopdarên tengrîzmê her tim digotin Îslamiyet ji gelên tirk re jî xerîb e, xirîstiyantî û cihûtî jî biyanî ye. Şagirtên tengrîzmê bi piranî tirkên neteweperest ên ji Tirkiye, Azerbaycan û Asyaya Navîn in. Hejmarek mezin ji tirkan ji îslamê derdikevin û tevlî tengrîzmê dibin.[14]

Herweha bibin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ York, M. (2018). Pagan Mysticism: Paganism as a World Religion. Vereinigtes Königreich: Cambridge Scholars Publishing. p. 250
  2. ^ a b c Laruelle 2006.
  3. ^ "History of Civilizations of Central Asia, Vol. 4". unesdoc.unesco.org. Roja gihiştinê 7 kanûna pêşîn 2022.
  4. ^ a b Klyashtornyj, Sergei G. (2008). Spinei, V. and C. (ed.). Old Turkic Runic Texts and History of the Eurasian Steppe. Bucureşti/Brăila: Editura Academiei Române; Editura Istros a Muzeului Brăilei.
  5. ^ Róna-Tas, A. (1987). W. Heissig; H.-J. Klimkeit (eds.). "Materialien zur alten Religion den Turken: Synkretismus in den Religionen zentralasiens" [Materials on the ancient religion of the Turks: syncretism in the religions of Central Asia]. Studies in Oriental Religions (in German). Wiesbaden. 13: 33–45
  6. ^ Leeming, David A., edîtor (2001). "Turko-Mongol Mythology". A Dictionary of Asian Mythology. Oxford and New York: Oxford University Press. doi:10.1093/acref/9780195120523.001.0001. ISBN 9780199891177.
  7. ^ Jean-Paul Roux, Die alttürkische Mythologie, p. 255
  8. ^ Wilkinson, Philip (1 tîrmeh 2009). Myths and Legends: An Illustrated Guide to Their Origins and Meanings (bi îngilîzî). Dorling Kindersley Limited. ISBN 978-1-4053-4403-6.
  9. ^ Wilkinson, Philip (2 çiriya pêşîn 2003). Myths and Legends. Stacey International. r. 163. ISBN 978-1900988612. Ji orîjînalê di 14 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 îlon 2016.
  10. ^ Saunders, Robert A.; Strukov, Vlad (2010). Historical Dictionary of the Russian Federation. Lanham, MD: Scarecrow Press. rr. 412–13. ISBN 978-0-81085475-8.
  11. ^ Bacqué-Grammont, Jean-Louis; Roux, Jean-Paul (1983). Mustafa Kemal et la Turquie nouvelle (bi fransî). Paris: Maisonneuve et Larose. ISBN 2-7068-0829-2.
  12. ^ Saraçoǧlu 2004.
  13. ^ Laruelle 2006, rr. 3–4.
  14. ^ Laruelle 2007, r. 213.

Bîbliyografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]