Tepînk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cureyên tepînkên li dijî sivîlan
Tabelaya hişyarkirina tepînkan

Tepînk, mîn, mayin ji çek û mekanîzmaya bo ziyandayîna amyarên bejayî, ferd, keştî û amyarên esmanî tên bikaranîn re dibêjin. Gelek awa û cureyên wê hene. Tepînk him çekeke parastinê ye, him jî ya tunekirinê.

Tepînk bo armancên curbecur tên bikaranîn. Bi gelek teknîkên nûjen jî dikarin bên bikaranîn. Mirov dikare bêje tepînk jî bombeyek e, û wekî dafikekê tê danîn û kamûflajkirin, dema bê xwestin jî tê teqandin.

Tepînk hene dema hedefa xwe xist dafikê, bi pêlêkirinê diteqin. Tepînk jî hene ji dûrve tên kumandakirin. Tepînk dikarin bi mekanîzmayeke demê plan dike vê bê girêdan û dema wê hat bê teqandin.

Tepînka bejayiyê û cureyên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tepînkên li ser riya hedef tên binaxkirin in. Dema rast li hedefa xwe hat diteqin. Di nava wan de pilte (teqemenî), madeyên kîmyayî hene.

  • Tepînka tankşikên, li dijî tank û amyarên leşkerî yên mezin tên bikaranîn. Pirranî bo tunekirina wan e.
  • Tepînka dijpersonel, tepînka antîpersonel, li dijî ferdan, personelan e. Dikuje yan birîndar dike. Bi hezaran mirovên sîvîl, ji ber van tepînkan jiyana xwe jidest dane yan birîndar bûne.

Cureyên antîpersonelan ên sereke: 1- Tepînka antîpersonel a rûxîner 2- Tepînka pagê, tepînka araziyê 3- Tepînka çovî 4- Tepînka êrîşên rexkî

Cureyên tepînkên li dijî mirovan tên bikaranîn: 1- Tepînka belav dibe û bising 2- Tepînka bi parçeyên bandorker û aresteyî 3- Tepînka pestoyî, tepînka bifîşar 4- Tepînka napalmê 5- Tepînka vediceniqe 6- Tepînka kîmyayî

Welatên lê tepînk hene[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]