Terorîzma dewletan
Terorîzma dewletan çalakiyên terorî ne ku ji aliyê hêzên girêdayê dewletan ve li hemberî sîvîlan têne bikaranîn.[1][2][3] Ev şêwaza terorîzmê ji aliyê hêzên dewletan ve hinek caran dijî welatiyên dewletek din û hinek caran jî li dijî welatiyên di sinorên xwe de têne bikaranîn. Çalakiyên leşkerî yên li dijî hedefên ne-şerker têne kirin wekê terorîzma dewletan hatiye binavkirin. Wek mînak Komkujiya Helepçeyê yek ji terorîzma dewletan e ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Iraqê ve li hemberê kurdên sivîl pêk hatiye.[4][5] Mînakên din ên terorîzma dewletê êrîşên di Şerê Cîhanê yê Duyem ku li Pearl Harbor, London, Dresden, Chongqing û li Hiroşîma ku li hemberê sivîlan pêk hatiye.[6] Bi gelemperî armanca êrîşên terorî ya dewletan kesên sivîl in ku di encamê de sivîl têne kuştin an jî têne birîndar kirin.
Hikûmetên ku bi terorîzma dewletê têne tawanbar kirin, dibe ku ev kiryarên terorîzma dewletan wekê hewildanên ji bo tekoşîna li dijî muxalefeta navxweyî, tepeserkirina serhildanan, yan jî wekê parastina ewlehiya neteweyî rewa bikin jî bi gelemperî kiryarên xwe di çarçoveya dijberî serhildanan bikar tînin. Kiryarên ku bi terorîzma dewletê tên sûcdarkirin bi gelemperî wekê binpêkirinên tund ên mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî jî têne rexne kirin lê berevajiyê terorîzma ku ji aliyê dewletê ve tê piştgirîkirin, dewlet li cihê ku piştgirî bide aktorên tundûtûj ên nedewletî yên ku vê yekê dikin, çalakiyan pêk tîne.
Di dîrokê de hikûmet bi bikaranîna terorîzma dewletê di warên cûda de hatiye tawanbar kirin. Pênaseya temam û çarçoveya terorîzma dewletan bi nakokî dimînin ku hikûmet îdia dikin (hikûmetên ku li dijî sivîlan terorîzma dewletan bikar tînin) ku teror amûrek e ku bi taybetî ji hêla aktorên ne-dewletî ve têne bikar anîn lê zanyar jî dibêjin ku tundûtûjiya ku ji aliyê dewletê ve hatiye armanc kirin ku mebesta wê êrîşa xelkê sivîl e divê wekê teror werin kategorîze kirin.[7][8]
Kurdistan yek ji wan welatan e ku herî zêde rastî kiryarên terorîzma dewletan hatiye. Heya niha çalakiyên terorîzma dewletan li her çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê dewletên ku li ser axa Kurdistanê hatine damezirandin li hemberê kurdên sivil pêk hatiye. Di encama çalakiyên terorîzma dewletan de bi hezaran kurd hatine kuştin. Li Bakurê Kurdistanê heya niha gelek kesên sivîl ku di nav wan de zarokên kurd jî hebûn bi tundiya terorîzma dewletê ku ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve pêk hatiye hatine kuştin. Li Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê gelek kurd bi tundiya terorîzma dewletan ji aliyê rejîmên beesê ve hatine kuştin.
Danasîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di derbarê pênaseya rast ya peyva terorîzma dewletan de ne lihevkirineke akademîk û ne jî yasayî ya navneteweyî heye.[9][10] Hinek lêkolîner di vê baweriyê de ne ku kiryarên hikûmetan dikare wekê "terorîzm" were binavkirin.[11] Pawlos James û Jonathan Friedman bi karanîna têgîna 'terorîzmê' ji bo wateya çalakiya tundûtûjiyê ku bi mebesta serdestkirina terorê tê bikar anîn ku terorîzma dewletê ya li dijî ne-şervanan û terorîzma dewletê ya li dijî şervanan, di nav de taktîkên "şok û tirsnak" de cuda dikin:
"Şok û Saw" wekê binkategorîyek "serdestiya bilez" navê destwerdana girseyî ye ku ji bo bikaranîna terorê di hişê dijmin de hatiye çêkirin. Ev şêweyekî terora dewletê ye. Lêbelê konsepta gelekî berî Şerê Kendavê ya Duyem ji aliyê Harlan Ullman ve wekê serokê forumek karmendên leşkerî yên teqawîtbûyî hatiye pêşve xistin.[12]
Lêbelê yên din di nav wan de hukûmet, rêxistinên navneteweyî, saziyên taybetî û zanyar, bawer dikin ku têgîna terorîzmê tenê ji bo kiryarên ne-dewletî yên tundûtûj hatine bikaranîn. Ev nêzîkatî wekê pênaseyeke aktor-navendî tê binavkirin ku balê dikişîne ser taybetmendiyên kom an jî kesên ku terorê bikar tînin; di heman demê de pênaseyên kiryar-navendî li ser aliyên yekta yên terorîzmê ji kiryarên din ên tundûtûjiyê tekez dikin.[7] Ji aliyê dîrokî ve têgîna terorîzmê ji bo çalakiyên ku ji aliyê hikûmetan ve li dijî hemwelatiyên xwe têne kirin hatiye bikaranîn lê di roja îro de ev têgeh pir caran wekê armancgirtina kesên ne-şerker (kesên sivîl an aktîvîst) ku ji aliyê hikumetan ve hatine cezakirin an hatine kuştin hatiye bikaranîn.[8]
Ji ber ku kiryarên hikûmetên rewa bi giştî ne rewa nayê dîtin, digel ku dewlet dikarin dewletên din bi terorîzma dewletparêz tawanbar bikin dema ku ew piştgirî didin serhildanan, kesên ku hikûmetên xwe bi terorîzmê tawanbar dikin wek radîkal têne dîtin. Nivîsandina akademîk mêla li pey pênaseyên ku ji aliyê dewletan ve hatine pejirandin dimeşe. Piraniya dewletan ji tevgerên xwe yên tundî yên li dijî sivîlan rewa bidin nîşan peyva terorîzmê tenê ji bo aktorên ne-dewletî bikar tînin.[13]
Encyclopædia Britannica terorîzmê bi gelemperî wekê "bikaranîna sîstematîk a tundî ya ji bo afirandina hewayeke giştî ya tirsê di nav nifûsê de û bi vî rengê ji bo pêkanîna armanceke siyasî ya taybetî" pênase dike û dibêje ku "terorîzm bi qanûnî di hemî qadên dadweriyê de nayê destnîşankirin". Ansîklopedî tîne ziman "terorîzma sazûmanê ku pir caran jê re terorîzma dewletî an jî piştgirîya dewletê tê binavkirin, ji aliyê hikûmetan ve an jî pir caran ji aliyê komên di nav hikûmetan de li dijî hemwelatiyên hikûmetê, li dijî komên di nav hikûmetê de, an li dijî hikûmet an komên biyanî tê bikaranîn."[2]
Dema ku bikaranîna modern a herî gelemperî ya peyva terorîzmê behsa tundûtûjiya siyasî ya ji aliyê serhildêran an komplogeran ve dike, çend lêkolîner şîroveyekê berfirehtir li ser xwezaya terorê dikin ku têgehên terorîzma dewletê û terorîzma bi piştgirîya dewletê vedihewîne. Michael Stohl dibêje ku "Bikaranîna taktîkên terorê di têkiliyên navneteweyî de hevpar e û dewlet di nav pergala navneteweyî de ji serhildêran zêdetir kardêrê terorê bûye û dimîne."[14]
Zanyar Gus Martin terorîzma dewletan wekê terorîzma "ji aliyê hikûmet û dezgehên hema-hukûmî û karmendan ve li dijî gefên têgihîştî tê kirin", ku dikare hem li dijî armancên navxweyî û hem jî li dijî armancên biyanî were meşandin, binav dike.[15] Noam Chomsky terorîzma dewletan wekê "terorîzma ku ji aliyê dewletan (an hikûmetan) û ajan û hevalbendên wan ve tê meşandin" pênase kiriye.
Simon Taylor pênaseya terorîzma dewletê wiha destnîşan dike: "Ajanên dewletê gefan an kiryarên tundiyê li dijî sivîlan bikar tînin ku bi xemsariyeke hovane ya li hember jiyana mirovan, ji bo pêşîgirtina li guhertinek an dijwarbûna rewşa heyî, tirsê di civatekê de û ji mexdûriya destpêkê û wêdetir bihêlin."[16] Van kiryarên tundûtûjiyê dikarin her du cûreyên tundiya dewletê yên ku hinek kes dibêjin divê wekê terorîst bêne hesibandin, vedihewîne ku di nav de jenosîd, komkujî, paqijiya etnîkî, windakirin, binçavkirinên bê dadgehkirin û îşkencekirin; û rêbazên terorê yên bi berfirehî tên qebûlkirin ku di nav de bombekirin û kuştinên armanckirî hene.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Arîstoteles bi rexneyî li ser terora ku ji aliyê zaliman ve li dijî bindestên wan tê bikaranîn nivîsiye.[17] Bikaranîna herî pêşîn a peyva terorîzmê ku ji aliyê Ferhenga Îngilîzî ya Oxfordê ve hatiye nas kirin, referanseke sala 1795an e ku li ser tevgera dewleta zalim, "serdestiya terorê" ya li Fransayê ye. Di heman salê de Edmund Burke "bi hezaran wan dojehiyên ku jê re tê gotin terorîst" şermezar kiriye ku wî bawer kiriye ku ewropiyan tehdîd dikin.[18] Di dema Serweriya Terorê de hikûmeta Jacobin û aliyên din ên Şoreşa Frensî amûra dewletê bikar anîne ku dijberên siyasî bikujin û bitirsînin. Ferhenga Îngilîzî ya Oxfordê vê bûyerê wekê yek pênaseya terorê "Hikûmet bi tirsandinê ku ji hêla partiya desthilatdar li Fransa di navbera salên 1789 û 1794an de hatiye kirin", pênase kiriye.[18] Myra Williamson wiha nivîsandiye:
Têgeha "terorîzmê" hatiye veguherîn. Di Serdema Serdarîya Terorê de, rejîmek an jî sîstemeke terorîzmê wekê amûreke birêvebirinê hatiye bikaranîn ku ji alîyê dewleteke şoreşger ya vê dawîyê ve hatiye damezrandin li dijî dijminên gelan bikaraniye. Niha têgîna "terorîzmê" bi gelemperî ji bo danasîna kiryarên terorîstî yên ku ji hêla saziyên ne-dewletî an ne-neteweyî ve li dijî dewletek têne kirin tê bikaranîn.[19]
Mînakên paşerojê ya terorîzma dewletê, tevdîrên dewletê ya polîs in ku ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve di salên 1930an de dest pê kiriye û ji aliyê rejîma Nazî ya Almanya ve di salên 1930 û 1940an de berdewam kiriye.[20] Li gorî Igor Primoratz, "Hem Nazî û hem jî Sovyetê hewl daye ku kontrola siyasî ya tevahî li ser civakê ferz bikin. Armanceke weha radîkal tenê bi rêbazek heman radîkal dikare were peyda kirin ku dikare bi terorîzma ku ji aliyê polîsekê siyasî ya pir hêzdar ve li ser nifûsa atomî û bêparastin were birêvebirin. Serkeftina wê bi piranî ji ber karektera wê ya kêyfî-ji ber nepêşbîniya hilbijartina mexdûran bû. Li her du welatan, rejîmê pêşî hemî dijberan tepeser kiriye; Dema ku êdî ti muxalefet nema ku behsa wê bike, polîsên siyasî dest bi çewsandina 'muxalefetên potansiyel' û 'objektîf' kirine. Li Yekîtiya Sovyetê, terorîzma dewletê di dawiyê de li ser mexdûrên ku bi rasthatinî hatine hilbijartin hatiye bikaranîn."[20]
Çalakiyên leşkerî yên ku li dijî armancên ne-şerker têne kirin wekê terorîzma dewletê hatiye binavkirin. Mînak ji bo bombekirina Guernîkayê wekê kiryareke terorê tê binavkirin.[21]
Kiryareke sabotajê ku carinan wekê kiryarek terorîstî tê hesibandin, binavbûna dema aştiyê ya Rainbow Warrior e ku keştiyeke Greenpeace bû ku di 10ê tîrmeha sala 1985an de dema ku li Bendera Auckland a Zelandaya Nû sekinîbû pêk hatibû. Di teqîna bombeyê de wênegirekî holendî Fernando Pereira jiyana xwe ji dest daye. Rêxistina ku êrîş pêk anî, Midûriyeta Giştî ya Ewlekariya Derve (DSGE) ku şaxeke servîsên îstîxbarata Fransayê bû. Ajanên berpirs wek beşek ji rêkeftinekê li ser kuştina ji ber sûcê li xwe mikur hatin û bi deh sal cezayê girtîgehê hatine mehkûmkirin lê li gorê rêkevtina di navbera hikûmetên her du welatan de ajanên fransî bi dizî ber bi Fransayê ve hatine berdan.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Aust, Anthony (1 nîsan 2010). Handbook of International Law (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-1-139-48578-4.
- ^ a b "Terrorism - Types of terrorism | Britannica". web.archive.org. 11 kanûna paşîn 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 kanûna paşîn 2020. Roja gihiştinê 27 sibat 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "War and State Terrorism: The United States, Japan, and the Asia-Pacific in ... - Google Books". web.archive.org. 29 adar 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 adar 2024. Roja gihiştinê 27 sibat 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Halabja marks 34 years since Saddam Hussein's gas attack". web.archive.org. 4 kanûna pêşîn 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 kanûna pêşîn 2024. Roja gihiştinê 2 adar 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Hiltermann, Joost R. (2007). A poisonous affair: America, Iraq, and the gassing of Halabja. New York (N.Y.): Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-87686-5.
- ^ Stohl, Michael (1984). "National Interests and State Terrorism in International Affairs". Political Science. 36 (1): 37–52. doi:10.1177/003231878403600104. ISSN 0032-3187.
- ^ a b "The Oxford Handbook of Terrorism". global.oup.com. Roja gihiştinê 27 sibat 2025.
- ^ a b Williamson, Myra (1 nîsan 2016). Terrorism, War and International Law: The Legality of the Use of Force Against Afghanistan in 2001 (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-317-04594-6.
- ^ Williamson, Myra (1 nîsan 2016). Terrorism, War and International Law: The Legality of the Use of Force Against Afghanistan in 2001 (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-317-04594-6.
- ^ Schmid, Alex (25 sibat 2011). The Routledge Handbook of Terrorism Research (bi îngilîzî). Taylor & Francis. ISBN 978-1-136-81040-4.
- ^ James, Paul. Global Matrix: Nationalism, Globalism and Terrorism (2005).
- ^ James, Paul (1 kanûna paşîn 2006). Globalization and Violence, Vol. 3: Globalizing War and Intervention (2006).
- ^ Schmid, Alex (25 sibat 2011). The Routledge Handbook of Terrorism Research (bi îngilîzî). Taylor & Francis. ISBN 978-1-136-81040-4.
- ^ "Program of the Sixth Annual Meeting of the Southeastern Psychological Association, Atlanta, Georgia, March 30 - April 2, 1960". PsycEXTRA Dataset. 1960. Roja gihiştinê 28 sibat 2025.
- ^ Martin, Gus (17 sibat 2006). Understanding Terrorism: Challenges, Perspectives, and Issues (bi îngilîzî). SAGE. ISBN 978-1-4129-2722-2.
- ^ Taylor, Simon (17 sibat 2023). "Status Quo Terrorism: State-Terrorism in South Africa during Apartheid". Terrorism and Political Violence. 35 (2): 304–320. doi:10.1080/09546553.2021.1916478. ISSN 0954-6553.
- ^ "The Claremont Institute - "Those Hell-Hounds Called Terrorists"". www.claremont.org (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 4 nîsan 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 adar 2025.
- ^ a b Laqueur, Walter (2001). A history of terrorism. New Brunswick, N.J: Transaction. ISBN 978-0-7658-0799-1.
- ^ Williamson, Myra (1 nîsan 2016). Terrorism, War and International Law: The Legality of the Use of Force Against Afghanistan in 2001 (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-317-04594-6.
- ^ a b Primoratz, Igor (2024). Zalta, Edward N.; Nodelman, Uri (edîtor). Terrorism (Çapa Fall 2024). Metaphysics Research Lab, Stanford University.
- ^ Goodin, Robert E. (2007). What's wrong with terrorism? (Çapa Reprinted). Cambridge: Polity Press. ISBN 978-0-7456-3497-5.