Tevgerên lîberal di Îslamê de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tevgerên lîberal di Îslamê de têgeheke kolektîf e ji bo kom û kesên di nava Îslamê de yên ku temsîla Îslamê dikin ya ku li ser bingehê prensîbên demokrasî û mafên mirovan hatiye damezrandin [1] wek ku di pêvajoya humanîzmê de hatine pêşxistin. Ji ber vê yekê, Îslama lîberal a ku ji aliyê van tevgeran ve tê temsîlkirin, berovajî tevgerên kevneperest ên Îslamê û diyardeyên heyî yên di Îslama siyasî de ye, ku demokrasî û mafên mirovan bi tevayî yan jî bi parçeyî red dikin.

Misilmanên lîberal teşwîqkirina nirxên pêşverû yên wekî demokrasî, wekheviya zayendî, mafên mirovan, mafên LGBT, mafên jinan, pirdengiya olî, zewaca di navbera olan de,[2][3] azadiya derbirînê, azadiya ramanê, û azadiya olî piştrast dikin. Ew li dijî teokratiyê ne û bi tevahî îslamîzmê û fundamentalîzma îslamî red dikin;[1] Ew ji bo nêrînek nûjen a teolojiya îslamî, ehlaq, şerîat, çand, kevneşopî û pratîkên din ên rîtuelîst ên di Îslamê de têdikoşin. Îslama lîberal tekezî li ser ji nû ve şîrovekirina pirtûkên pîroz ên îslamî dike da ku girîngiya wan di sedsala 21-an de were parastin.[4]

Ji ber vê yekê lîberalîzm û pêşverûbûn di nava Îslamê de misilmanên xwenas ên ku di derbarê têgihiştin û pratîka îslamî de komeke girîng a ramanên pêşverû afirandine, vedihewîne.[5][6] Karê wan carinan wekî "Îslama pêşverû" tê binavkirin (bi erebî: الإسلام التقدمي al-Islām at-taqaddumī). Hin lêkolîner, wek Omîd Safî, ferqê dixin navbera "Misilmanên Pêşverû" (ên post-kolonyal, dij emperyalîst û rexnegirên modernîteyê) û "Parêzgerên lîberal ên îslamê" (tevgereke kevnar a ku modernîteyê hembêz dike).[7]

Îslama lîberal di eslê xwe de ji tevgera vejîna îslamî ya sedsalên 18-19 derketiye. Fikrên lîberal û pêşverû yên di nav Îslamê de ji hêla hin misilmanên kevneşop ve têne nîqaş kirin, ku misilmanên lîberal bi hinceta ku pir rojavayî û / an jî rasyonalîst in rexne dikin.[8]

Rêbazên îslama lîberal û pêşverû li ser ji nû ve şîrovekirina pirtûkên pîroz ên kevneşopî yên îslamî (Quran) û metnên din (Hedîs) disekinin, ya ku wek pêvajoya îctîhad tê bi nav kirin.[9] Ev dikare ji sivik bigire heya ya herî azadîxwaz, ku tenê wateya Quranê wekî wehî tê hesibandin. Fermo Îslama lîberal Quranê wekî xebata pêxember Muhammed ya di dem û çarçoweya wî ya taybetî de dibîne û lewma divê ne wek çavkaniyeke ku peyv bi peyv bê fêmkirin, lê çavkaniyek e ku şirovekirina hemdemî dixwaze.

Misilmanên lîberal xwe wek kesên ku vedigerin prensîbên ummetê yên pêşîn dibînin û niyeta etîk û piralî ya Quranê bi pêş dixin.[10] Tevgera reformê yekxwedayîtiyê (tewhîd) "wek prensîbeke rêkxistina civaka mirovî û bingeha zanîna olî, dîrok, metafizîk, estetîk û ehlaqê û her wiha nîzama civakî, aborî û cîhanî" bi kar tîne.[11]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Mahmoud Bassiouni: Menschenrechte zwischen Universalität und islamischer Legitimität. Suhrkamp, Frankfurt/M. 2014. ISBN 978-3-518-29714-8.
  2. ^ Leeman, A. B. (Spring 2009). "Interfaith Marriage in Islam: An Examination of the Legal Theory Behind the Traditional and Reformist Positions" (PDF). Indiana Law Journal. Bloomington, Indiana: Indiana University Maurer School of Law. 84 (2): 743–772. ISSN 0019-6665. S2CID 52224503. Ji orîjînalê di 23 çiriya paşîn 2018 de hat arşîvkirin (PDF). Roja gihiştinê 24 çiriya pêşîn 2021.
  3. ^ Jahangir, Junaid (21 adar 2017). "Muslim Women Can Marry Outside The Faith". The Huffington Post. Ji orîjînalê di 25 adar 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 çiriya pêşîn 2021.
  4. ^ Zubaidah Rahim, Lily (2006). Capano, Giliberto; Howlett, Michael P.; Jarvis, Darryl S. L.; Ramesh, M. (edîtor). "Discursive Contest between Liberal and Literal Islam in Southeast Asia". Policy and Society. Taylor & Francis. 25 (4): 77–98. doi:10.1016/S1449-4035(06)70091-1. ISSN 1839-3373. LCCN 2009205416. OCLC 834913646. S2CID 218567875.
  5. ^ Kurzman, Charles (1998). "Liberal Islam and Its Islamic Context". Bi Kurzman, Charles (edîtor). Liberal Islam: A Sourcebook. Oxford and New York: Oxford University Press. rr. 1–26. ISBN 9780195116229. OCLC 37368975.
  6. ^ Safi, Omid, edîtor (2003). Progressive Muslims: on justice, gender and pluralism. Oxford: Oneworld Publications. ISBN 9781851683161. OCLC 52380025.
  7. ^ Safi, Omid. "What is Progressive Islam?". averroes-foundation.org. Averroes Foundation. Ji orîjînalê di 9 tîrmeh 2006 de hat arşîvkirin.
  8. ^ "Liberalism - Oxford Islamic Studies Online". www.oxfordislamicstudies.com. Ji orîjînalê di 4 çiriya paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 tîrmeh 2019.
  9. ^ Aslan, Reza (2011) [2005]. No god but God: the origins, evolution, and future of Islam (Çapa Updated). New York: Random House. ISBN 9780812982442. OCLC 720168240.
  10. ^ Sajid, Abdul Jalil (10 kanûna pêşîn 2001). "'Islam against Religious Extremism and Fanaticism': speech delivered by Imam Abdul Jalil Sajid at a meeting on International NGO Rights and Humanity". mcb.org.uk. Muslim Council of Britain. Ji orîjînalê di 7 hezîran 2008 de hat arşîvkirin.
  11. ^ "Tawhid". oxfordislamicstudies.com. Oxford Islamic Studies Online. Ji orîjînalê di 17 îlon 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 adar 2015.