Tevgera siyasî ya kurdan
Tevgera siyasî ya kurdan an jî tevgera azadî ya kurdan[1] têgeha xebatên tevahiya partî û saziyên kurdan e ku hewl dide li seranserê Kurdistanê li dijî zextên dewletên serwer mafê kurdan bidest bixe an jî zextên dewletan kêm bike.[2]
Piştî ku li Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê di sala 1945an de serdema pirpartiyî hatiye despêkirin, li Bakurê Kurdistanê çend partiyên etnîkî yên kurdî hatine damezrandin. Yekem partiya siyasî ku li Bakurê Kurdistanê hewl daye ku zextên Tirkiyeyê li ser kurdan bide rawestandin an jî bide kêm kirin, Partiya Kedê ya Gel (HEP) bû ku di sala 1990an de hatiye damezrandin.[3] Di heman demê de Partiya Kedê ya Gel yekem partiya siyasî ya kurd bû di sala 1993an de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû girtin û hatibû qedexe kirin.[4]
Partiyên siyasî û têkoşînên herêmî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bakurê Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Bakurê Kurdistanê tevgeriya siyasî ya kurd yekem car di hilbijartinên sala 1991ê de bi hevpeymaniya di navbera Partiya Sosyal Demokrat a Gel û Partiya Kedê ya Gel de dest pê kiriye[3] ku bi vê hevpeymaniyê hinek parlamenterên hatine hilbijartin û çûne meclîsa Enqereyê.
Piştê ku Partiya Kedê ya Gel ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye girtin, li Bakurê Kurdistanê tevgera siyasî kurdan li pey hev bi partiyên wekê Partiya Azadî û Wekheviyê (ÖZEP), Partiya Azadî û Demokrasiyê (ÖZDEP),[5] Partiya Demokrasiyê (DEP), Partiya Demokrasiya Gel (HADEP), Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP), Partiya Civaka Azad (ÖTP), Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ku hemî jî nêzîkî Tevgera Civaka Demokratîk in, hatine guhertin. Di roja îro de li Bakurê Kurdistanê partiyên wekê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya DEMê[6] li ser heman xeta siyasî berdewam dikin.
Serhildana Partiya Karkerên Kurdistanê serhildana herî dawî yê kurdan e ku di sala 2025an de li ser daxwaza Abdullah Öcalan têkoşîna xwe yê çekdarî bidawî aniye.[7]
Rojavayê Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî serxwebûna Sûriyeyê, di sala 1946an de neteweperestiya erebî bilind bûye. Bi taybetî ji dawiya salên 1950an ve û rejîma partiya baesê li Rojavayê Kurdistanê siyaseteke tepeserkirina dijwar li dijî nifûsa kurd dabû destpêkirin. Di sala 1962an de piştê hêjmara nifûsa li Hesekê zêdetirî 120.000 kurd ji hemwelatîbûnê hatine derxistin û kurd wekê "biyanî" hatine destnîşankirin.[8] Ev kes ji mafên herî bingehîn ên wekê mafê xwedîbûna milk, ger, girtina meqamên giştî û wergirtina perwerdeyê bêpar mane.[8] Rejîma baesê bi şêwazên curbecûr dest danîne li ser deverên kurdî heta ku di sala 2011an ku şerê navxweyî ya Sûriyeyê destpêkiriye li Rojavayê Kurdistanê zextên xwe yê li ser kurdan berdewam kiriye.
Partiya Yekîtiya Demokratîk ku di sala 2003an de li Rojavayê Kurdistanê hatiye damezrandin, nûnertiya tevgera siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê kiriye. Serhildana Qamîşloya sala 2004an wekê hewldana serhildana girseyî ya yekem a Rojavayê Kurdistanê ye ku li dijî zextên rejîma baesê pêk hatiye.[9]
Di tîrmeha sala 2012an de Yekîneyên Parastina Gel ji bo ku Rojavayê Kurdistanê li dijî DAÎŞê biparêze hatiye damezrandin. Hêzên Sûriya Demokratîk ku hêzeke Rojavayê Kurdistanê ye di roja îro de wekê beşek hêzên Sûriyeyê ye, bi awayekî defakto Rojavayê Kurdistanê kontrol dike.[10]
Başûrê Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Başûrê Kurdistanê têkoşîna kurdan li dijî gelek êrîşên rejîma baesê wekê têkoşîneke hebûnê ji destpêka salên 1920î vir ve berdewam kiriye.[11] Tevgera çekdarî ya nûjen ku di sala 1961ê de di bin serokatiya mela Mistefa Barzanî de dest pê kiriye, piştî hilweşandina rejîma Sedam Huseyn di sala 2003an de, rê da xweseriya destûrî û pêvajoyên jeopolîtîk û siyasî yên berdewam.
Serhildanên ku di nîvê yekem ê sedsala 20an de di bin serokatiya Şêx Mehmûdê Berzencî û mele Mistefa Barzanî de dest pê kiribûn, di sala 1961ê de veguherîbûn şerên çekdarî yê berfirehên li dijî dagirkeriya axa Kurdistanê. Her çiqas di navbera hikûmeta Bexdayê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) ya di bin serokatiya Barzanî de di sala 1970an de peymanek otonomiyê hatibe îmzekirin jî, ev xweseriya ku bi vê peymanê hatibû avakirin zêde berdewam nekiriye.
Di şerê Iraq-Iraqê ya salên 1980an de, rejîma Sedam li dijî kurdan rêzeke komkujiyên giran daye destpêkirin ku di komkujiyan ku bi salan berdewam kiriye de bi hezaran kurd hatine kuştin. Di komkujiya Enfalê û komkujiya Helebçeyê ya 1988an de bi hezaran kurd bi karanîna çekên kîmyewî ya rejîma Iraqê jiyana jidest dane.[12]
Piştê Şerê Kendavê ya sala 1991ê, koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê li dijî rejîma Iraqê ji bo parastina kurdan li Başûrê Kurdistanê "herêmeke bêfirîn" (operasyona aştîyê) ragihandiye. Piştê paşveçûna rejîma baesê rêveberiyeke fiîlî li Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin.
Piştê şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku li dîjî rejîma dîktator a baesê ya Iraqê ku di sala 2003an hatibû destpêkirin ku di encamê de rejîma Sedam Huseyn hatiye hilweşandin. Bi Destûra Bingehîn a Iraqê ya nû ya ku di sala 2005an de hatiye pejirandin, li Başûrê Kurdistanê herêmeke xweser a wekê herêmeke federal hatiye avakirin.[13]
Rojhilata Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Rojhilata Kurdistanê têkoşîna kurdan xwedî dîrokeke dirêj e ku di nav de ji daxwazên mafên çandî û serxwebûna aborî bigire heya xweseriyeke berfirehtir heye. Kurd û saziyên Rojhilata Kurdistanê li seranserê parêzgehên têkoşîna xwe ya ji bo mafan hem bi rêya partiyên siyasî û hem jî bi tevgerên sivîl berdewam kirine.[14]
Komara Kurd a Mehabadê (1946) piştê Şerê Cîhanê yê Duyem bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetê hatiye damezrandin û di bin serokatiya Qazî Mihemed de hatiye ragihandin ku yek ji sembolên dîrokî yên herî girîng ên tevgera siyasî ya kurd a nûjen e. Ev serguzeştî ku tenê 11 mehan berdewam kiriye, bingeha hişmendiyeke neteweyî ya xurt di nav kurdên Rojhilata Kurdistanê û kurdên li seranserê Kurdistanê ava kiriye.[14]
Kurdan di destpêkê de alikarî dane Şoreşa Îslamî ya sala 1979an lê dema ku daxwazên wan ên dînî û etnîkî ji aliyê rejîma nû ve hatine red kirin, di demek kurt de nakokî di navbera Rojhilata Kurdistanê û rejîma îslamî ya Îranê de derketine. Piştî şoreşê, di navbera partiyên kurdî û hikûmeta navendî de pevçûnên çekdarî yên giran çêbûn ku bûye sedema demek dirêj a rewşa awarte ya li Rojhilata Kurdistanê.[14]
Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê (KDP-Î) di sala 1945an de hatiye damezrandin ku Komara Mehabadê birêve biriye û bi salan têkoşîna çekdarî meşandiye ku îro bi gelemperî li sirgûniyê û di qada siyasî de têkoşîna xwe berdewam dike.
Rêxistina Komala rêxistineke marksîst ê li Rojhilata Kurdistanê bû ku di berxwedana çekdarî de, nemaze di salên piştî şoreşê de roleke pêşeng lîstiye. Yek ji partî rêxistinên leşkerî yên Rojhilata Kurdistanê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye ku ku di destpêka salên 2000an de hatiye damezrandin û hinek caran li herêmên çiyayî yên nêzîkî sinorê Bakurê Kurdistanê bi hêzên Îranê re ketiye nav şer û pevçunan.[15]
Gelek partî û saziyên Rojhilata Kurdistanê ku ji aliyê rejîma Îranê hatine sirgûn kirin têkoşîna azadî û têkoşîna statûya Rojhilata Kurdistanê bi organîzekirinên kampanyayên siyasî yên hevbeş berdewam kirine.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Aydinoglu, Ergun (2014). Fis köyünden Kobanê'ye Kürt özgürlük hareketi. Versus kitap (Çapa 1. baskı). Kadıköy, İstanbul: Versus Kitap. ISBN 978-605-4972-16-6.
- ↑ "Kurdistan | region, Asia". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2026.
- 1 2 "HEP hate damezirandin". gazetearsivi.milliyet.com.tr. Roja gihiştinê 17 gulan 2026.
- ↑ "HEP, DEP û HADEP jî hatin girtin". www.milliyet.com.tr. Roja gihiştinê 17 gulan 2026.
- ↑ "radikal". www.radikal.com.tr. Roja gihiştinê 18 gulan 2026.
- ↑ "Partiya DEM: Navê nû yê kurtkirî ji bo Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan". BBC News Türkçe (bi tirkî). 11 kanûna pêşîn 2023. Roja gihiştinê 18 gulan 2026.
- ↑ "Di merasîma çekberdana PKKê de çi qewimî?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 10 tîrmeh 2025. Roja gihiştinê 18 gulan 2026.
- 1 2 "Şêst û du sal di ser hêjmara nifûsê ku tê de kurdên li Rojavayê Kurdistanê ji hemwelatîbûnê hatin bêparkirin re derbas bûn". welattv.net (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 gulan 2026.
- ↑ The Kurdish Political Parties in Syria. I.B.Tauris. 2014. ISBN 978-0-7556-0917-8.
- ↑ Seldin, Jeff (15 hezîran 2023). "Syrian Kurds Launch New Attempt to Prosecute Captured IS Foreign Fighters". Voice of America (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 gulan 2026.
- ↑ "Salvegera Komkujiya Helebçeyê: "Tiştê ku min dît, dîtina herî xirab bû ku min di jiyana xwe de dîtiye"". BBC News Türkçe (bi tirkî). 12 îlon 2024. Roja gihiştinê 20 gulan 2026.
- ↑ "Komkujiya Helebçeyê ya 16ê adara 1988an jenosîd e û divê wekê wisa were naskirin!". Baroya Amedê (bi tirkî). 16 adar 2020. Roja gihiştinê 20 gulan 2026.
- ↑ "Iraq Timeline: Since the 2003 War". United States Institute of Peace (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 5 îlon 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 gulan 2026.
- 1 2 3 @ClingendaelInstitute; @Clingendaelorg; @clingendael-institute. "The Kurdish struggle in Iran: Power dynamics and the quest for autonomy | Clingendael". www.clingendael.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 gulan 2026.
- ↑ Kurdistan24 (17 hezîran 2023). "Şer û pevçûn di navbera hêzên Îranê û PJAKê de". Kurdistan24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 20 gulan 2026.
{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)