Thana Alexa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Thana Alexa
Jiyan
Jidayikbûn19ê adara 1987an (37 salî)
New York City, New York, DYA
NeteweKroatî
PîşeSitrannivîs, stranbêj, sranjer, çêker
AmûrKeman
Malperthanalexa.com
biguhêreBelge

Thana Alexa navê jidayikbûnê Thana Alexa Pavelić, (jdb. 19ê adara 1987an li New York City, New York, DYA) stranbêj, strannivîs, aranje û çêkerê jazzê ya kroatî yê amerîkî ye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eleqeya Alexa bi muzîkê re di sê saliya xwe dema ku ew ji şahiyek rojbûnekî de winda bû û li jêrzemînê hate dîtin ku li ser piyanoyekê pêlîstok li melodiyên stranên hêsan dileyze, de dest pê kiriye. Her çend wê di vê heyamê biçûk de dest bi stranbêjiyê kiribe jî, wê bawer dikir ku keman amûra wê ya bingehîn e û fikirî ku wê bi pîşeyî bişopîne.

Piştî dibistana seretayî, malbata Alexa vegeriya Kroatya. Wê li vir dest bi stranbêjiya bi Îngilîzî kir wekî rêyek ji bo domandina girêdana xwe bi zimanê dayikê û zaroktiya xwe yê li Dewletên Yekbûyî. Li Zagrebê, Alexa dersên dengbêjiyê li Akademiya Rock wergirtiye. Muzîkjen û xwediyê klûbê Boško Petrović şêwirmendiya wê kir û wê dest pê kir ku beşdarî atolyeyên cazê yên herêmî bibe û li festîvalên Krowatî bi profesyonelî performansa xwe bide nişandan.

Alexa berî ku derbasî Dibistana Nû ya li Bajarê New Yorkê bibe, li Zanîngeha Northeastern beşa psîkolojiyê xwendiye. Wê xwendina xwe yê psîkolojiyê qedandiye û di performansa cazê de bawernameya hunerên bedew wergirtiye.

Kariyera wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûma wê ya yekem wekî rêber, Ode to Heroes, ji hêla Jazz Village ve hatiye derxistin. Ew di albûma Absurdist Theatre ya gîtarîst Gene Ess de cih digire. Alexa bi vibrafonîst Christos Rafalides re jî xebatên muzîkê kiriye. Albuma wê ya sala 2020an ONA du berendamên Xelata Grammyê bi dest xist ku di nav de Albûma Dengê Jazz a Baştirîn û Soloya Jazzê ya Baştirîn Improvised ji bo Regina Carter heye.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sitranbêja sereke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ode to Heroes (Jazz Village, 2015)[1]
  • ONA (Self Release, 2020)

Sitranbêja mêvan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi Antonio Sanchez re

Bi Gene Ess re

  • Fractal Attraction (SIMP, 2013)[4]
  • Eternal Monolith (SIMP, 2015)
  • Absurdist Theatre (SIMP, 2016)
  • Apotheosis (SIMP, 2018)

Bi yên din re

  • Matija Dedic, Friends (Dallas, 2010)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Carol, Weber. "No ordinary singer: Thana Alexa illuminates her place in 'Ode to' jazz heroes". AXS. Roja gihiştinê 27 adar 2018.
  2. ^ Chinen, Nate (8 hezîran 2015). "Review: Antonio Sánchez With 2 Albums, 'The Meridian Suite' and 'Three Times Three'". The New York Times. Roja gihiştinê 27 adar 2018.
  3. ^ "Antonio Sanchez and Migration, Lines in the Sand, CAM Jazz". CAM Jazz. Ji orîjînalê di 16 kanûna pêşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 çiriya paşîn 2018.
  4. ^ "Gene Ess Fractal Attraction". Allmusic. Roja gihiştinê 27 adar 2018.