The Big Bang Theory
Xuyakirin
| The Big Bang Theory | |
|---|---|
| Cure | Komedî |
| Welat | DYA |
| Ziman | Inglîzî |
| Rewşe | Xelas bûye |
| biguhêre | |
The Big Bang Theory sîtkomeke televîzyonê ya amerîkî ye ku ji aliyê Chuck Lorre û Bill Prady ve hatiye afirandin. Rêzefîlm li ser CBSê di 24ê îlona 2007an de cara pêşîn hatiye pêşandan, û di 16ê gulana 2019an de qediya ku di 12 sezon de 279 beş hatine weşandin.[1]
Rêzefîlm çîroka jiyana pênc karakterên ku li Pasadena, Californiayê dijîn, dikir: Leonard Hofstadter (Johnny Galecki) û Sheldon Cooper (Jim Parsons), her du fizîknasên Caltechê ne ku di apartmanekê de dijiyan; Penny (Kaley Cuoco), garsoneke ku dixwaze bibe aktrîsek û li hemberê mala Leonard û Sheldonê dijiya û hevalên Leonard û Sheldon ên bi qasî wan geek in, endezyarê hewayê Howard Wolowitz (Simon Helberg) û stêrfizîknas Raj Koothrappali (Kunal Nayyar).[2]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "The Big Bang Theory: Cast & Details".
- ^ Pierce, Scott D. (8 çiriya pêşîn 2007). "He's a genius". Deseret News. Ji orîjînalê di 23 gulan 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2008.
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |