The Weeknd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
The Weeknd
Jiyan
Navê jidayikbûnêAbel Makkonen Tesfaye
Bernav
  • The Noise
  • Kin Kane[1]
Jidayikbûn16ê sibata 1990an(1990-02-16) (34 salî)
Toronto ,Ontario, Kanada
PîşeStranbêj , strannivîs , lîstikvan
Salên çalak2009-roja me
Etîketa qeydê
Malpertheweeknd.com
biguhêreBelge

Abel Makkonen Tesfaye (jdb. 16ê sibata 1990an), ku bi navê Weeknd jî tê zanîn, hunermend, stranbêj û strannivîsekî kanadayî ye.[2] Ew kesayetiyek navdar di muzîka populer a hemdem de ye û ji ber hilberîna muzîka xwe ya nekonvansîyonel, nûvekirinên hunerî, û dengê wî yê falsettoyê tê zanîn.[3][4] Gelek xelat wergirtiye, di nav wan de çar Xelatên Grammy, 20 Xelatên Muzîkê yê Billboard, 22 Xelatên Juno, şeş Xelatên Muzîkê yên Amerîkî, du Xelatên Muzîka Vîdyoyê ya MTV, xelatek Latino Grammy, û namzediyên ji bo Xelata Oscar û Xelata Primetime Emmy.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tesfaye ku li Torontoyê ji dayik bûye û mezin bûye, di sala 2009an de bi weşandina muzîkê li ser YouTubeê dest bi kariyera xwe kir. Du sal şûnda, wî etîketa tomarê ya XO damezrand û demoyên House of Balloons, Thursday û Echoes of Silence derxist, ku ji ber şêwaza R&B ya hemdem û alternatîf û nasnameya xwe ya balkêş hate naskirin.[5] Di sala 2012an de, wî bi Republic Records re îmze kir û albûma berhevokê ya Trilogy derxist. Wî albûma xwe ya pêşîn a stûdyoyê Kiss Land di sala 2013an de derxist, ku yekem car di Billboard 200 ya Amerîkî de di rêza duyemîn de derket. Piştî derxistina albûmê, Tesfaye dest bi beşdariya sountrackên fîlmê kir, û bi single a xwe "Earned It" ji fîlma Fifty Shades of Grey (2015) ku Xelata Grammy ya Baştirîn Performansa R&B wergirt. Stran di heman demê de ji bo Xelata Oscarê ji bo Strana Herî Baştirîn Ya Orjînal jî hate berbijêrkirin.[6]

Tesfaye bi albûma xwe ya duyemîn a pop Beauty Behind the Madness (2015), ku li DYAyê gihîşt jimareya yekê, serkeftinek rexneyî û bazirganî bi dest xist. Albûm li Dewletên Yekbûyî gihîşt jimareya yekê û stranên wî "Can't Feel My Face" û "The Hills" ket nava stranên billboard Hot 100 yên DYAye. Wî her wiha Xelata Grammy ya Baştirîn Albûma Hemdem a Bajar wergirt û ji bo Albûma Salê hate berbijêrkirin.[7] Albûma wî ya sêyem a stûdyoyê Starboy (2016) serkeftinek bazirganî ya bi heman rengî dît û number-one single a DYAyê ya bi heman navî û "Die For You" tê de cih girt. Wî Xelata Grammy ji bo Albûma Hevdem a Baştirîn a Bajar jî wergirt. Tesfaye bi albûma xwe ya çaremîn a stûdyoyê ya After Hours (2020) derxist ku stranên "Blinding Lights" û nuber-one single a DYAyê "Heartless" û "Save Your Tears" vedihewîne.[8] Albûma wî ya pêncemîn a îlhama dans-popê Dawn FM (2022) stranên "Take My Breath", "Sacrifice", "Out of Time", û "Less than Zero" vedihewîne.

Tesfaye di nav hunermendên muzîkê yên herî serkeftî ên cîhanê de ye. Heta niha bi zêdetirî 75 mîlyon tomarên wî hatine firotin,[9] û ew xwediyê rekora çend tomarên streaming û chartên Billboardê ye.[10][11] Ew yekem hunermendê kanadayî ye ku çar single yên almasê ji Komeleya Pîşesaziya Tomarkirinê ya Amerîkî (RIAA) bi dest xistiye, û her weha hunermendê yekem e ku di heman demê de sê xalên jorîn di nexşeya Hot R&B/Hip-Hop Songs de digire.[12][13] "Blinding Lights" di dîroka Spotify de bû strana ku herî zêde tê weşandin, û di dîroka Billboard de wekî strana Hot 100 ya herî mezin tê rêz kirin.[14][15] Tesfaye di sala 2020an de ji hêla kovara Time ve wekî yek ji mirovên herî bibandor ê cîhanê hate navnîş kirin, û di sala 2023an de ji hêla Guinness World Records ve wekî "hunermendê herî populer ê cîhanê" hate binav kirin.[16][17]

Ew ji bo wekheviya nijadî û ewlehiya xwarinê têdikoşe û di sala 2021an de wekî Balyozê Niyeta Baş a Bernameya Xwarinê ya Cîhanê hate tayîn kirin.[18][19]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Marsh, Calum (16 sibat 2021). "Everything We Know About The Weeknd Before He Blew Up". Complex. He apparently also recorded music under the names The Noise and Kin Kane.
  2. ^ Eells, Josh (21 çiriya pêşîn 2015). "Sex, Drugs and R&B: Inside The Weeknd's Dark Twisted Fantasy". Rolling Stone (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 17 gulan 2023.
  3. ^ Wimmer, Micah (21 adar 2018). "On the Weeknd, House of Balloons, and Its Massive Influence". Medium (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2023.
  4. ^ https://www.latimes.com/people/gerrick-d-kennedy (12 sibat 2016). "How the Weeknd got his revenge and became one of the biggest pop stars". Los Angeles Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 17 gulan 2023. {{cite web}}: Di |paşnav= de lînkeke derve heye (alîkarî)
  5. ^ House of Balloons by The Weeknd (bi îngilîzî), roja gihiştinê 17 gulan 2023
  6. ^ Cox, Jamieson (29 sibat 2016). "Watch The Weeknd reenact the "Earned It" video on the Oscar stage". The Verge (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 17 gulan 2023.
  7. ^ "59th Annual GRAMMY Awards | 2016 | GRAMMY.com". web.archive.org. 31 kanûna paşîn 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 adar 2019. Roja gihiştinê 17 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ McIntyre, Hugh. "The Weeknd Scores The Largest Streaming Week Ever For An R&B Album". Forbes (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2023.
  9. ^ "Photos: The Weeknd plays Super Bowl LV halftime show". The Mercury News (bi îngilîziya amerîkî). 8 sibat 2021. Roja gihiştinê 17 gulan 2023.
  10. ^ Lavin, Will (1 kanûna pêşîn 2020). "Billie Eilish, The Weeknd and Bad Bunny among Spotify's most-streamed artists of 2020". NME (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 17 gulan 2023.
  11. ^ Aswad, Jem (1 kanûna pêşîn 2020). "Bad Bunny, The Weeknd Top Spotify's Year-End 'Wrapped' Lists". Variety (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 17 gulan 2023.
  12. ^ Sadler, Armon (6 kanûna pêşîn 2022). "The Weeknd Becomes First Canadian Artist To Earn 4 Diamond Singles". VIBE.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 17 gulan 2023.
  13. ^ "Soul Train Awards '20: Here's Why Each R&B/Soul Male Nominee Deserves The Top Spot". BET (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2023.
  14. ^ Trust, Gary (8 adar 2021). "Olivia Rodrigo's 'Drivers License' Leads Hot 100 for 8th Week, The Weeknd's 'Blinding Lights' Marks a Year in Top 10". Billboard (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 17 gulan 2023.
  15. ^ "The Weeknd's "Blinding Lights" Is Now the Longest-Charting Billboard Hot 100 Song of All Time". Complex (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2023.
  16. ^ Trust, Gary (8 adar 2021). "Olivia Rodrigo's 'Drivers License' Leads Hot 100 for 8th Week, The Weeknd's 'Blinding Lights' Marks a Year in Top 10". Billboard (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 17 gulan 2023.
  17. ^ "The Weeknd's "Blinding Lights" Is Now the Longest-Charting Billboard Hot 100 Song of All Time". Complex (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2023.
  18. ^ "U.N. World Food Programme Announces The Weeknd as Global Goodwill Ambassador | World Food Programme". www.wfp.org (bi îngilîzî). 7 çiriya pêşîn 2021. Roja gihiştinê 17 gulan 2023.
  19. ^ Web3Wire (29 çiriya paşîn 2022). "WFP Goodwill Ambassador The Weeknd Raises $5 Million to Fight Global Hunger". Web3Wire (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 9 kanûna pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)