Thomas Bois

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Thomas Bois
Bernavk Thomas Bois, Lucien Rambout
Zayîn 6'ê gulanê 1890
Dunkerque (Fransa)
Mirin 5'ê rezberê 1975
Parîs (Fransa)
Hemwelatî  Fransa
Esil  Fransî
Dîn Xiristiyanî (Katolîkî)
Pîşe misyoner û kurdolog
biguherîneBelge

Thomas Bois (z. 6'ê gulanê 1890 - m. 5'ê rezberê 1975), kurdolog û misyonerê fransî. Bois wek yek ji bingehdarên kurdzaniyê tête pejirandin.

Kurtejiyan[biguherîne]

Bois di malbatake bi heşt zarokan ji bajarê Dunkerque li bakûrê Fransayê ji dayik dibe. Hê di zarotiya xwe de dixwaze bibe keşîş, her wiha bi 19 salan dikeve terîqeta xiristiyanan a Domînîkan. Piştî qedandina xwendina wî ji aliyê terîqete ve ji bo misyoneriyê tê şandinê Kurdistanê. Keşe Thomas ji wê rojê şûnva jiyana xwe dide kurdolojiyê û renesansa çandî ya kurdan. Li çiyayên Kurdistanê, li Mûsil û Behdînan, jiyan û zimanê kurdan vekolîne û heya hîmê zimanê kurdî jî dibe. Dîrok, ziman, wêjeya (bitaybet a devkî) kurdan bala wî dikşîne. Di wê demê de materyalê giring ên etnografik dicivîne.

Di sala 1932an ji bo keşîşxana Mor Yakûb a li Başûrê Kurdistanê tê vatinîdarkirin. Çar sal şûnda terîqeta wî, wî dişîne Qamîşloyê ya li Kurdistana binxetê. Belê piştî nêzîkê deh salan siheta wî dest nade ji bo mercên klîmayî yên Kurdistanê û zarûrî ji Kurdistanê dûr dikeve. Ji wir diçe Libnanê, pêşiyê bajarê Trablûsê paşê Bêrûtê paytexta Libnanê. Li wir rastê pisporên kurd Celadet Bedirxan û birê wî Kamûran Bedirxan tê. Piştî naskirina Bedirxaniyan Bois bi wan re hevaltiyeke zexm saz dike û ev hevaltiya heya dilovaniya dom dike. Bois di sala 1975an de li Parîsê diçe dilovaniya xwe.

Berhem[biguherîne]

Keşe Thomas pîştî naskirina Bedirxaniyan alikariyê xebatên wan ên li ser dîrok, ziman, wêje, jiyana cîvakî hwd. dike. Xebata wî ya ewil li ser kurdan 1945an de, di kovara Roja Nû tê weşandin. Ew nivîs hatiye pêşkêşkirinê helbestvanê mezin Cîgerxwîn. Di heman kovarê de çend gotarên wî yên din jî têne weşandin: Le Djebel Sindjar au début du XIXe siécle (Çiyayê Şingal di sedsala 19'emîn de) (rezber 1945), La Citadelle des Khurs (Kela Xur) (kewçêr 1945). Di pey wan de jî pirtuka bi navê L´âme des Kurdes à la lumière de leur folklore (zargotina kurdan a devkî) derdikeve.

Di sala 1946an de gotara wî ya bi sernavê Yézidis et leur culte des morts (Êzîdî û ayinên wan ên mirinê) di kovara Cahiers de l´est de diweşe. Nivîsa wî ya bi qaşonavê "Lucien Rambout" ve 1947an de li Parîsê li ser rewşa kurdan a siyasî bi sernavê Les Kurdes et le Droit, des textes, des faits (weşan : Éditions du Cerf) balê dikîşîne ser rewşa kurdan li Kurdistana parçekirî. Di 1950yan de ji bo demeke kin dizivire Kurdistana, belê dîsa ji ber pirsên sihetê nikare zêde bisekine û dizivire Libnanê. Li wir xebatên xwe yên li ser kurdan domdike. Di kovara Al-Maşriq de gelek gotar li ser kurdan diweşîne. Piştî wergera pirtûka wî ya navdar Connaissance des Kurdes bi zimanê îngîlîzî The Kurds di sala 1966an de Bois yek ji bingehdarên kurdzanîna nûjen têye pejirandin. Ew salek berê barê Fransayê dike û li Institut national des langues et civilisations orientales wek mamoste li ser kurdan dersan dide.

Deh salan piştî dilovaniya wî gotara Kurd û Kurdistan ya Mînorsky di Ensîklopediya Îslamê de, ya ku ji aliye Bois hatiye nûkirin tê weşandin. Ev gotar heya îro referansa herî giring ji bo hemî lêkolînen li ser kurda ye.

Weşan[biguherîne]

  • (fransî) L'âme des Kurdes à la lumière de leur folklore, Paris, Les Cahiers de l’Est,‎ 1946 (bixwînin).
  • (fransî) Les Kurdes et le droit, Paris, Éditions du Cerf,‎ 1947 (bixwînin).
  • (fransî) Les Kurdes, Beyrouth,‎ 1958 (bixwînin).
  • (îngilîzî) The Kurds, Beyrouth, Khayats,‎ 1958 bixwînin) ; wergera (fransî) Connaissance des Kurdes, Beyrouth, Khayats,‎ 1958 (bixwînin).
  • (fransî)) Comment écrire le kurde?, Beyrouth, Imprimerie catholique,‎ 1965 (bixwînin).

Çavkanî[biguherîne]