Tilîkê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tilîkê bi bêhêvî li ser pêla nilûferê

Tilîkê[1] ( bi danîmarkî Tommelise ) çîrokeke çêkirî ya Hans Christian Andersen e, ku yekem car di sala 1835an de hate çapandin.


Naverok[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Tilîkê birin başûr li ser pişta dûmeqeskê, li wir ew mîrzayê kulîlka perî dibîne."

Jinek zarokek dixwaze û ji cadûyzek pîr alîkariyê dixwaze. Ew ji wê dexla ceha efsûnî distîne, ku ew di încaneka kulîlkê de diçîne.Kulîlkek jê şîn dibe, di kulîlka wê de keçikek piçûk heye ku ji tilikê dirêjtir nîne û ji ber vê yekê jê re Tilîkê tê gotin.

Şevekê, Tilîkê di nav nivîna xwe ya gûzê de radizê, beqek bêji ya pîr xwe diavêje jûreyê û Tilîkê direvîne ser golê, ji ber ku Tilîkê wek bûkek lêhatî ji bo kurê xwe yê beqê gêj û kirêt dibîne. Masiyên dostane pelika nîlûferê ya ku Tilîkê tê de girtî ye, diherikin.

Ji ber vê yekê ew li ser pelê ku ji hêla perperokek ve hatî kişandin azad dibe.Di rê de kêzikek ji Tilîkê evîndar dibe, lê gava ku kêzikên din Tilîkê re dibêjin kirêt, ew wê davêje.Di tengasiya xwe de, ew ji mişkek zeviyê pîr penahiyê dixwaze, ku ew bi dilovanî dipejirîne.Di berdêla mal û xwarinê de, Tilîkê neçar e ku mala mişkê zeviyê paqij bike û jê re çîrokên xwe ji êvarên dirêj ên zivistanê re bibêje.Tilîkê dûmeqeskeknîv cemidî dibîne û wê vedigerîne tenduristiyê.

Cîran, koremişkek dewlemend û bi xwezayî kor, pir caran tê serdanê û di dawiyê de daxwaz dike ku destûr were dayîn ku bi Tilîkê re bizewice.Tilîkê direve welatekî germ li ser pişta dûmeqeskê.

Li wir ew mîrzayekî bi bask bi mezinahiya xwe di nav nivîna kulîlkê de dibîne, bi wî re dizewice. Mêrê wê cotek baskan dide wê û navekî nû lê dike: Maia. Niha herdu jî dikarin ji kulîlk bi kulîlk bifirin.

Mîsal[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Çîroka Tilîkê ne adaptasyonek e lê bi bingehîn ji hêla Andersen ve hatî afirandin.Lê dîsa jî, mîsalên wêjeyî dikarin bêne nas kirin: bandora herî girîng çîroka kevneşopî ya Tîlîko ye, ku di heman demê de mirovek piçûk di destpêka çîrokê de wekî pêkanîna serxwezayî ya xwestekek ji bo zarokan cîh digire.[2] Îlhamên din jî Lilîpûtanên Jonathan Swift di berhema Ger û Geştên Gullivero de (1726), kurteçîroka Micromégas a Voltaire bi merên dêw û kurtebala (1752) û çîroka Meister Floh ya E. T. A. Hoffmann (1822) ne.[2] Di heman demê de ji hêla E. T. A. Hoffmann ve jî çîroka Prinzessin Brambilla (1821) ye, ku tê de heyberek piçûk di kulîlkê de dijî. Di kurteçîroka xwe ya Andersen de Rêwîtiya ji Kanala Holmen ber bi Xala Rojhilat a Amage (1828), keçikek piçûk xuya dike.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. Andersen, Hans Christian (2020). Çîrokên Andersen. Wergêr: Rojkan, Nesrîn. Stenbol: Weşanên Mori. ISBN 978-605-9426-47-3.
  2. a b Jackie Wullschläger: Hans Christian Andersen : The Life of a Storyteller. University of Chicago Press, Chicago 2002, ISBN 0-226-91747-9, r. 162.

Girêdanên derveyî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]