Tom û Jerry (rêzefîlm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tom û Jerry
Logoya orjînal
Derhêner William Hanna
Joseph Barbera
Jenerîk Scott Bradley
Edward Plumb
Welat  DYA
Cih Studyoya MGMyê
Mawe 6-9 xulek
Şirket Warner Bros

Tom û Jerry, rêzeya anîmasyonê ye ku ji aliyê William Hanna û Joseph Barbera ve hatiye pêkanîn. Ev anîmasyon keftelefta ku di navbera pisîngekî bi navê Tom û mişkekê bi navê Jerry de derbas dibe tîne berçav. Anîmasyona Tom û Jerry a herî pêşîn di sala 1940an de hatiye çêkirin. Hanna û Barbera, di studyoya xêzafîlmê ya MGMê de di navbera salên 1940 û 1957an de 114 kurtefîlm nivîsandine û bi rê ve birine. 13ê van kurtefîlman ji bo xelata akademiyê wek berendam hatin nîşandan. Belam bi tenê 7ê wan di warê kurtefîlmê anîmasyonê yê herî baş de xelata akademiyê girtin.

Piştî girtina studyoya MGMyê, di sala 1960an de amadekariya fîlmên Tom û Jerryê Gene Deitch jê teslîm girt û xêzefîlm li Rojavaya Ewropayê de dest pê çêkirinê bûn. Belam di sala 1963yan de Chuck Jones amadekariya Tom û Jerryê girt destê xwe û dîsin wî anî Hollywoodê. Wexta ku di sala 1967an de dawî ji rêzeya kurtefîlman re hate, bi têhev 161 kurtefîlm hatibûn çêkirin.  

Wexta ku hatin salên 1970yî Hanna û Barbera bi hev re studyoya fîlmê çêkirin û fîlm di televîzyonan de hatin weşandin. Heta domayiya salên 1980yî û salên 1990î cure bi cure şowên TV hatin nîşandan. Gelek fîlmên dirêj û şowên taybet hatin çêkirin. Mafê telîfê yê Tom û Jerry yê îroyîn aîdî şirketa Warner Brosê ye.

Mijara xêzefîlmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tom û Jerry

Mijar bi giştî li ser bûyerekê derbas dibe. Jerry di nav malê de ji xwe re cihekî girtiye û tê de dijî. Di heman katî de jî ew ji xurik û vexurikên malê xwe xweyî dike. Tom jî naxwazê ku Jerry di nav malê de xwe xweyî bike. Jiber vê yekê jî ew hertim li hev dixin. Her çend rewiştê hêzdar Tom bibe jî Jerry bi heş û aqilê xwe hertim bi ser dikeve.[1]

Di xêzefîlmê de ji ber ku deng ji rewiştan (karakter) der nakevê, muzîk jandeyeke pir girîng e. Ji ber vê yekê di xêzefîlmê de muzîkên fon ên gerdîşî tên bikaranîn. Lê belê carna Tom ji yara xwe re stranan dibêje. Van stranan jî bi giştî ji fîlmên ku aîdê MGMyê ne tên girtin.

Rêwişt (karakter)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tom û Jerry[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tom pisîngekî heşîn e. Jerry jî mişkeke qehweyî ye. Tom pisîngekî hêrsok, tîzek, zerarok, dildar, ewlemend û zîrek e lê belê pir axgiran e. Jerry jî azad, kone, keysperest û aqilmend e. Ew pir enerjîk û şipil e jî û ji Tomê jîrtir e. Jerry di şerê xwe yê bi Tomê re de bi giştî bi ser dikeve, Tom jî bi giştî vê tekoşînê winda dike. Ligel vê yekê Tom qet dev ji qefandina Jerryê ber nada. 

Rêwiştên din[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di xêzefîlmê derêwiştên din hevalên Tomê, kuçik, çûk, werdek û masî ne.

Butch[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Butch pisîngekî kuçeyî û reş e. Di warê nan, yar û cih de bi Tomê re devê xwe dikin devê hev. A ewilîn di sala 1943yan de bi kurtefîlm ê bi navê Baby Puss daxilê fîlmê bûye. Ew pisîngekî keno, nebaş û xirwebaz e. Bi giştî li ser sergoya kuçeyê de dijî. Ew di 17 kurtefîlm de hatiye sêwirandin.[2]

Toodles[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Toodles pisîngeke dilkêş, xweşik û spî ye. Tom ji wê hez dike. Lê belê Butch jî ji wê hez dike û bi Tomê re ji ber vê yekê li hev dixin. Tom di vî tekoşînê de jî rêwiştê têlçûyî ye. Toodles di 4 kurtefîlm de hatiye sêwirandin.

Tuffy[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tuffy an jî Nibbles, xwişka biçûk a Jerryê ye. A herî pêşîn di sala 1946an de di fîlmê bi navê The Little Orphan de derketiye holê. Ew di 13 kurtefîlm de cih girtiye.

Spike û Tyke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Spike kuçikê pasvanê ye. Ew hilorî û êrîşok e. Ji pisîngan hêz jê nagirin belam kêfa wî ji mişkan re tê. A herî pêşîn di sala 1942an de ketiye navbera rêwiştan û di 28 kurtefîlm de hatiye sêwirandin. Ew dijraberî rêwiştên din dipeyive.

Tyke jî lawê Spikeyê ye. Her du jî di heman tarîxê de ketine kurtefîlmê.

Mammy Two Shooes[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mammy two shoes, reşikeke Amerîkî ye. Ew suxrevana malê ye. Ew Tomê bi gezikê lê dixe û bi giştî ji Tomê re xerab tev digere. Ew ji mişkan ditirse û wexta Jerry derdikeve holê ew derdikeve ser kursiyê. Sêwirandina wê di 19 kurtefîlm de hatiye çêkirin.

Quacker[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Quacker, di navbera salên 1950 û 1957an de hatiye sêwirandin. Ew çêlika werdekekê ye û di heft kurtefîlm de hatiye sêwirandin.

Meathead ("Seregoşt")[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Meathead, di sala 1943yan de daxilê kurtefîlmê bûye. Ew jî wekî Butch pisîngekî kuçeyî ye. Ew pir hêzdar e û di kurtefîlmên ku tê de leyistiye, wekî kerê Tomê lê dixe. Ew di 7 kurtefîlm de leyistiye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]