Tore

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tore ronahiya hawirdorê werdigire û ji bo enerjiya kîmyayî vediguherîne.

Tore, torre an jî çîna tora çav (bi îngilîzî: retina) çîna navî ya çavê mirov e.

Diwarê goga çavê mirov ji sê çînan pêk te. Çîna derve, çîna naverast û çîna navî.

Çîna derve ji korniye, konjunktîv (bi îngilîzî: conjunctiva) û reqe (spîka çav) pêk tê.

Çîna naverast bi lûleyên xwînê dewlemend e, ji tenê kûlkdar, rengîne û koroyîdê pêk tê. Çîna navî bi tora demarexaneyan ve dewlemend e, wekî tore tê navkirin[1].

Tore çînek tenik a demareşaneyê ye, li hundirê goga çav, li aliyê paşî de cih digire[2]. Tore ronahiya hawirdorê werdigire û ji bo enerjiya kîmyayî vediguherîne. Enerjiya kîmyayî demarexaneyan han dike, sînyalên bînînê bi şeweyî demareragihandin ji çav tê şandin bo tûkila mejî[3].

Pêkhateya toreyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tore ji du çînên serkî pêk tê, çîna derve ya pîgmentî û çîna navî ya demarî.

Çîna pîgmentî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîna pîgmentî di binê çîna koroyidê de cih digire û bi çîna koroyidê ve girêdayî ye. Çîna pîgmentî ji qatek rûkeşexaneyên şeşgoşeyî pêk tê[4]. Ji ber ko xaneyên rûkeş pîgmenta reş a bi navê melanîn lixwe digirin, navê van xaneyan, rûkeşexaneyên pîgmentî ye[5].Xaneyên ronahiyewergir ji çîna pîgmentî vîtamîna A (retînal) dabîn dikin[6]. Tîrojên ronahiyê yên ko ji aliyê ronahiyewergiran ve nehatine mijandin û di hundirê goga çav de belav bûne, ji aliyê çîna pîgmentî ve tên mijandin[7]

Çîna demarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ronahiyewergir û demarexaneyên hevkarê ronahiyewergiran di çîna demarî de cih digirin. Vê çîna toreyê berpirse bo wergirtina tîrojên ronahiyê û veguherandina enerjiya ronahiyê bo demareragihandinê. Herwisa demareragihandin ji vê çînê tê şandin bo tûkila mejiyê[7].

Çîna demarî ji ronahiyewergir, demarexaneyên asoyî, demarexaneyên ducemserî, demarexaneyên amakrîn (bi îngilîzî: amacrine) û demarexaneyên girêk (ganglîon) pêk tê. Demarexaneyên toreyê bi eslê xwe niçikên mejî ne, ango beşek mejî ber bi aliyê pêşiye kilox ve dirêj dibe û toreya herdu çavan pêk tîne[2]. Hemû xaneyên çîna demarî di sê çînan de rêzbûyî ne. Çîna ronahiyewergiran, çîna xaneyên ducemserî û çîna xaneyên girêk. Divê tîrojên ronahiyê ji van hersê çînan derbas bibe ko xwe bigihîne ser ronahiyawergiran[8].

Çîna herî derva ya çîna demarî, ji du cor ronahiyewergiran pêk tê. Xaneyên qoçekî di ronahiya kiz de kar dikin, xaneyên çîlkeyî di ronahiya geş de ji bo bînîna rengîn kar dikin. Di toreyê de hejmar û belavbûna xaneyên qoçekî û çîlkeyî ne yek e. Toreya her çavekî bi qasî 120 mîlyon ji xaneyên çîlkeyî û bi qasî 6 mîlyon jî ji xaneyên qoçekî lixwe digire[9].

Çalika navendî, fovea tenê xaneyên qoçekî lixwe digire, hejmara xaneyên çîlkeyî her ko ji çalika navendî dûr dikeve, zêde dibe[10] . Tîrojên ronahiyê dibe sedema guherina kîmyayî li pîgmentên xaneyên ronahiyewergiran de[11]. Gava ronahiyewergir (xaneyên qoçekî an jî yên çîlkeyî) ji aliyê tîrojên ronahiyê ve tên hankirin, sînyal ji xaneyên qoçekî û çîlkeyî derbasî demarexaneyên çîna toreyê dibin û erkê kar didin destpêkirin.

Li binê çîna ronahiyewergiran, li aliyê navî ya goga çav de, çîna xaneyên ducemserî cih digire. Di navbera ronahiyewergiran û xaneyên ducemserî de tora xaneyên asoyî heye. Xaneyên asoyî, di navbera xaneyên ducemserî, çîlkeyî û qoçekî de girêdan ava dike. Xaneyên qoçekî û yên çîlkeyî bi dendirîtên xaneyê ducemserî ve bi navbeynakriya gehînkeyan ve giredayî ne. Hêjmara xaneyên ducemserî ji ya ronahiyewergiran gelek kêmtir e. Loma ragihandinên bînînê yên ji ronahiyewergirên çalak tên, li vir digihîjin hev û ber bi mejî ve tên şandin.

Çîna navî ya çîna demarî ji xaneyên girêk (bi îngilîzî: ganglion cells) pêk tê. Çîna xaneyên girêk bi şileya şûşeyî ve di nav temasê de ye. Xaneyên girêk û xaneyên ducemserî bi navbeynkariya gehînkeyên demarî, bi hev re girêdayî ne. Ragihandinên bînînê yên ji xaneyên du cemserî tên ji aliyê xaneyên amakrîn (bi îngilîzî: amacrine cells), tên tekûzkirin, paşê derbasî xaneyên girêk dibin. Tewereyên ji xaneyên girêk dirêj dibin, digihîjin hev bi vî awayî gurza demar peyda dibe, ev gurz wekî demarê bînînê tê navkirin.

Xala kor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser toreyê xalek heye ko demarên bînînê ji çav derdikevîn û ber bi mejî ve dirêj dibin. Di wê xalê de ne xaneyên qoçekî û ne jî xaneyên çîlkeyî heye, tenê tewereyên xaneyên girêk hene, loma li wir ronahî nayê mijîn û bînîn rû nade. Ev beşa toreyê wekî xala kor tê navkirin[12]. Ji xeynî xala kor, hemû beşên toreyê çalak e ji bo hestê bînînê.

Lekeya zer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di navenda toreyê di beşek piçûk a wek mîna xalek zer xuya dibe, ji wê beşê re lekeya zer an jî makula (bi latînî :macula lutea) tê gotên. Li ser lekeya zer jî çalikek piçûk heye û wekî çalika navendî an jî fovea (bi latînî:fovea centralis) tê navkirin. Di çalika navendî de hejmara xaneyên qoçekî zêde ye, loma di çavê mirov de bînîna herî zelal û xurt di çalika navendî ya toreyê de rû dide[2].

Nexweşiyên toreyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexweşiya şevkorî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Têkçûna xaneyên çîlkeyî dibe sedema çêbûna nexweşiya şevkoriyê. Xaneyên çîlkeyî bi gelemperî ji ber kêmasiya vîtamîna A têk diçin[4]

Nexweşiya rengkorî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nebûn, an jî têkçûna ji corêk xaneneyên qoçekî dibe sedema çêbûna nexweşiya rengkoriyê. Gelek corên vê nexweşiyê heye,lê ji vana herî pirtir nexweşiya koriya rengên kesk û sor li mirov peyda dibe[11].

Nexweşiya glukom[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hin caran di nav çav de pestoya şileya şûşeyî zêde dibe, ji ber pestoya berz ziyan digihîje demarên bînînê, dibe ko ji ber pestoya berz korî jî li mirov peyda be[4].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press
  2. ^ a b c Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  3. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, The retina [1]
  4. ^ a b c Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  5. ^ Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  6. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  7. ^ a b Clark, D. P., Pazdernik, N. J., & McGehee, M. R. (2018). Molecular Biology (3rd ed.). London: Academic press,Elsevier.
  8. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  9. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  10. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  11. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  12. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.