Trêna lezgîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Banên trênên lezgîn li Ewropayê.      320–350 km/h      300 km/h      250–280 km/h      200–230 km/h
Banên trênên lezgîn li Asyayê.      320–350 km/h      300 km/h      250–280 km/h      200–230 km/h

Trêna lezgîn ji trênên ku 200 km/katjimêr lezgîn an jî lezgîntir diajon re dibêjin. Pirranî bi elektrîkê dixebitin.

Dîroka trênên lezgîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heya destpêka sedsala 20. ku hêj trembêlên bimotor nehatibûn dîtin, veguhastin ji xeynî bikaranîna hêza ajalan, li ser trênan bû û trênên lezgîn ên nûjen jî nebûn. Trên bi motorên hilmê dihatin xebitandin. Trêna herî bilez heya 160 km dikaribû biajo.

Sala 1957'ê li Tokyo Odakyu Electric Railway, trêna lezgîn a Japonê, 3000 SSEyê çêdike. Ev trên 145 km/katjimêr diajo. Ev trên riya pêşbaziya trênên lezgîn jî vedike.

Sala 1964 bana (xeta) Tōkaidō Shinkansen tê vekirin. Fîrmaya bi navê Kawasaki Heavy Industries di bana TokyoNagoyaKyotoOsaka de trêna xwe Shinkansenê dixebitîne. Ev trên vala heya 256 km/katjimêr diajo.

Sala 1965 li Almanya di nava bajarên München û Augsburgê de DB Class 103 dest bi seferê dike ku heya 200 km/katjimêr diajo. Fransa jî di nava Parîs û Toulouseê de TEE "Le Capitole"ê dide xebitandin.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]