Tufan Erhürman
| President of Northern Cyprus (en) | |
|---|---|
| dp. | |
Ersin Tatar (en) | |
| Prime Minister of Northern Cyprus (en) | |
| - | |
Hüseyin Özgürgün (en) Ersin Tatar (en) | |
| Member of the Assembly of the Republic (d) Lefkoşa District (en) | |
| dp. |
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Hevwelatî | |
| Perwerde |
Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê (en) |
| Pîşe |
Siyasetmedar, mamosteyê zanîngehê |
| Partiya siyasî |
Republican Turkish Party (en) |
Tufan Erhürman (jdb. 11ê îlona 1970an Nîkosya, Girava Kîprosê) siyasetmedar, akademîsyen û parêzerê tirk e ku di encama hilbijartinên 19ê cotmeha 2025an de wekê serokkomarê rêveberiya tirk ya Qibrîsê hatiye hilbijartin. Erhürman yek ji siyasetmedarên opozîsyona berê ya rêveberiya berê ya tirk e ku wekê zanyarê hiqûqa giştî di navbera salên 2008 û 2010an de di danûstandinên çareserkirina nakokiya Qibrîsê de xizmet kiriye. Berê di navbera salên 1999 û 2004an de ji bo Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê xebitî û ji bo damezrandina meqamê ombudsman li Tirkiyeyê xebitiye.
Ew niha serokê Partiya Komarparêz a Tirkî (CTP) e ku partiyeke opozîsyona rêveberiya tirk bû. Wî di navbera salên 2018 û 2019an de wekê serokwezîrê hevpeymaniya çar-partî serokwezîrî kiriye.[1] Piştre hikûmeta hevpeymaniyê di 9ê gulana 2019an de îstifa kiriye û Erhürman wekê serokwezîr berdewam kiriye heta ku erka serokwezîriyê di 22ê gulana 2019an de ji aliyê Ersin Tatar ve hatiye wergirtin.[2]
Perwedeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Erhürman xwendina xwe ya navîn li Koleja Mearif a Tirkî qedandiye. Piştre di sala 1988an de li Zanîngeha Enqereyê ji bo xwendina hiqûqê dest bi xwendina xwe yê zanîngehê kiriye. Di heman denê de wî master û doktoraya xwe ji Zanîngeha Enqereyê jî wergirtiye. Teza wî ya doktorayê ya di sala 2001ê li ser "venêrîna ne-dadwerî ya desthilat û ombdusmanan" bû.[3]
Kariyera akademîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Erhürman di navbera salên 1995 û 2001ê de li zanîngehên wekê Zanîngeha Enqereyê, Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn û Zanîngeha Hacettepeyê waneya hiqûqa giştî daye. Piştre ji sala 2001ê heta sala 2006an û ji sala 2008an heta sala 2013an li Zanîngeha Rojhilata Navîn mamostetî kiriye. Di heman demê de Erhürman di navbera salên 2006 û 2008an de li Zanîngeha Rojhilata Nêzîk mamostetî kiriye.[4]
Kariyera polîtîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Erhürman di navbera salên 2008 û 2010an de di bin serokatiya serokomar Mehmet Ali Talat de beşdarî danûstandinên çareserkirina nakokiya Qibrisê bûye.
Di hilbijartinên sala 2013an de ji bo kursiyek li Parlamentoya Komara Nikosiayê dibe namzed û wekî namzedê Partiya Komarparêz a Tirkî û Hêzên Yekbûyî hatiye hilbijartin û bûye endamê parlamentoyê.[5] Ew bi awayeke berfiteh ji bo guhertina destûrê xebitiye ku li wir her 4 partîyên ku wê demê di parlementoyê de temsîl dikirin ku li ser 23 guhertinên qanûnî li hev kiribûn.[6] Lêbelê di giştpirsiya sala 2014an de bi rêjeya ji %62.3ê hilbijêran destûra nû nahetiye pejirandin. Piştre ew wekê sekreterê giştî yê Partiya Komarparêz a Tirkî û Hêzên Yekgirtî dixebite.[7]
Erhürman di 13ê mijdara sala 2016an de bûye serokê Partiya Komarî ya Tirkî û bi vî awayî dibe yek ji siyasetmedarên opozîsyonê ya sereke.
Ew di hilbijartinên pêşdem ên sala 2018an de ji nû ve wek endamê parlamentoyê hatiye hilbijartin lê belê wî nekariye rê li ber windakirina 9 kursiyan ji aliyê partiya xwe ve bigire. Di 19ê çileya sala 2018an de, danûstandinên ji bo avakirina hevpeymaniyekê di navbera 4 partiyan de, Partiya Komarparêz a Tirkî, Partiya Gel, Partiya Demokratîk û Partiya Demokrasiya Komûnal, dest pê kiribûn ku di dawiyê de bi avakirina kabîneya Erhürman bi ser ketibûn.[8]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Agency, Anadolu (2 sibat 2018). "Turkish Cypriot President Akıncı approves TRNC's new 4-party coalition". Daily Sabah (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Ruling coalition resigns in Turkish Cyprus - World News". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). 9 gulan 2019. Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Serokê giştî | Tufan Erhürman". Cumhuriyetçi Türk Partisi Birleşik Güçler (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 19 kanûna paşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Di derbarê min de - Tufan Erhürman". Tufan Erhürman (bi tirkî). Ji orîjînalê di 30 tebax 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Parlamenterên nû". YENİDÜZEN (bi tirkî). 29 tîrmeh 2013. Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Erhürman behsa guhertinên di Destûra Bingehîn kir". Ada Haber (bi tirkî). 12 hezîran 2014. Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Sekreterê Giştî yê CTP-BGyê Tufan Erhürman". KIBRIS POSTASI (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Bi niyeta baş despêkiribûn". YENİDÜZEN (bi tirkî). 19 kanûna paşîn 2018. Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2025.