Ursula K. Le Guin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Ursula Kroeber Le Guin (2008)

Ursula Kroeber Le Guin (jdb. 21ê çiriya pêşîn, 1929, li Berkeley, Kalîforniya, DYA - m. 22ê kanûna paşîn, 2018, li Portland, Oregon, DYA), yek ji nivîskarên mezin ên wêjeya fantezî û honaka zanistî bû. Wê ligel berhemên di vî warî de helbest, ji bo metnên şanoyê ked da.

Ew di sala 1951ê de ligel Charles A. Le Guin zewicî, sê zarokên wan çêbûn.

Ursula K. Le Gun di destpêka salên 1960î de dest si wêjeyê kir. Di sala 1962yan de yekem pirtûka wê ya çîrokan hat weşandin. Pêre li gelek zanîngehan ders da, gelek gotarên wê hatin weşandin. Di sala 1969an de "Destê Çep ê Tarîtiyê" weşand û bi vê du xelatên mezin ên cîhana honaka zanistî Xelata Hugo û Nebula girtin, bi vê yekê navdar bû. Di sala 1974an de romana honaka zanistî ya utopîk "Bêmilk" nivîsî û 1975an de carek din xelata Hugo û Nebula girt.

Di sala 1973yan de bi "The Farthest Shore" xelata neteweyî ya DYAyê "National Book Award" ku ji bo pirtûkên zarokan tê belavkirin girt. Di sala 1990î de carek din xelata Nebula girt.

Pirtûkên wê ji 40î zêdetir ji bo zimanan hatine wergerandin. Nivîskara navdar Ursula K. Le Gun di 88 saliya xwe de bi dehan pirtûkên xwe li dû xwe hiştin û xatir xwest.

Kurê wê Theo Downes-Le Gun got ku diya wî roja 22yê mehê wefat kiriye.

Piştî mirina wê yek ji nivîskarên din ê vî warî Stephen King ji ser Twitterê re ji bo wê wisa nivîsî: "Ew ne tenê nivîskareke honaka zanistî bû, ew îkoneke wêjeyê bû."

Berhem[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Roman
  • Lavinia, 2008
  • Powers, 2007
  • Voices, 2006
  • Gifts, 2004
  • Earthsea 5: The Other Wind, 2001
  • The Telling, 2000
  • Always Coming Home, 1985
  • Earthsea 4: Tehanu, 1990
  • The Eye of the Heron, 1983
  • The Beginning Place, 1980
  • Malafrena, 1979
  • Very Far Away from Anywhere Else, 1976
  • The Word for World is Forest, 1976
  • The Dispossessed, An Ambiguous Utopia, 1974
  • Earthsea 3: The Farthest Shore, 1972
  • The Lathe of Heaven, 1971
  • Earthsea 2: The Tombs of Atuan, 1970
  • The Left Hand of Darkness, 1969
  • Earthsea 1: A Wizard of Earthsea, 1968
  • City of Illusion, 1967
  • Planet of Exile, 1966
  • Rocannon's World, 1966
Çîrok
  • Changing Planes, 2003
  • The Birthday of the World, 2002
  • Tales from Earthsea, 2001
  • Unlocking the Air, 1996
  • Four Ways to Forgiveness, 1995
  • A Fisherman of the Inland Sea, 1994
  • Searoad, 1991
  • Buffalo Gals, and Other Animal Presences, 1987
  • The Compass Rose, 1982
  • Orsinian Tales, 1976
  • The Wind's Twelve Quarters, 1975
Gotar
  • The Wave in the Mind, 2004
  • Steering the Craft, 1998
  • Dancing at the Edge of the World, 1992
  • The Language of the Night, 1989
Helbest
  • Sixty Odd, 1999
  • Going Out with Peacocks, 1994
  • Blue Moon Over Thurman Street (Roger Dorband'la birlikte), 1994
  • Wild Oats and Fireweed, 1988
  • Hard Words, 1981
  • Wild Angels, 1974[1]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. "DiyarName.Com". diyarname.com. Roja wergirtinê: 2018-04-09.