Vîktorya (eyalet)
Vîktorya
| |
|---|---|
| Victoria | |
| Navê(n) din: | |
| Dirûşm: | |
Vîktorya li ser nexşeyê![]() | |
| Koordînat: 36°51′15″Bş 144°16′52″Rh / 36.85417°Bş 144.28111°Rh | |
| Parzemîn | Awistralya |
| Dewlet | Awistralya |
| Dema avabûnê | 1 tîrmeh 1851 |
| Merkeza îdarî | |
| Îdarî | |
| • Şaredar | Jacinta Allan (Daniel Andrews, 49, Victorian Labor Party, 2023–) |
| Qada rûerdê | |
| • Giştî | 227444 km2 (87.817 sq mi) |
| Bilindahî | 236 m (774 ft) |
| Nifûs | 7.074.468 (2025) |
| • Mêr | 3.200.963 (2021) |
| • Jin | 3.302.528 (2021) |
| Dem | |
| Koda telefonê | 03, 02 |
| Malper | www |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Vîktorya (bi inglîzî: Victoria bilêvkirin: ⓘ) yek ji şeş eyaletên Awistralyayê ye. Ew li başûr-rojhilata vî welatî, li ser axa parzemîna Awistralya û li bakurê Tengava Bassê cih digire. Ew bi rûberê 227.444 kîlometre çargoşeyî piştî Tasmanyayê, duyemîn eyaleta herî biçûk e. Piştî Wêlsa Başûr a Nû, ew bi nifûsekî zêdetirî 7 milyon kesan duyemîn eyaleta herî nifûsdar e.[1] Aboriya Vîktoryayê di nav aboriyên eyaletên Awistralyayê de duyemîn a herî mezin e û piralî ye ku di nav wan de beşa xizmetan serdest e.
Vîktorya ji bakur ve bi Wêlsa Başûr a Nû, û ji rojava ve bi Awistralya Başûr re hevsînor e. Ji başûr ve Tengava Bassê wê ji Tasmanyayê vediqetîne, ji bilî parçeyekî biçûk ê sînorê bejahiyê li dor Girava Boundary. Ji başûrê rojava Vîktorya digihîje Okyanûsa Başûr û ji başûrê rojhilat ve jî digihîje Deryaya Tasman ku deryayeke ji Okyanûsa Mezin e. Di nav eyaletê de cûreyên cuda yên avhewayê û erdnîgariyê hene; ji herêmên peravî û navendî yên bi avhewaya nerm heta Çiyayên Alp ên Vîktoryayê li bakurê rojhilatê û herêmên nîv-hişk ên bakurê rojava, şert û mercên avhewayî û erdnîgarî gelek diguhere.
Piraniya nifûsa Vîktoryayê li herêma navendî ya başûr, li dora Port Phillipê û bi taybetî li bajarê mezin ê Melbourne û derdora wê dijîn. Melbourne paytexta Vîktoryayê û mezintirîn bajarê wê ye; ew di heman demê de duyemîn bajarê herî mezin ê Awistralyayê ye.[2] Zêdetirî sê çarêk ji nifûsa Vîktoryayê li bajarê Melbourneyê û derdora wê dijîn. Nifûsa Melbourneê ji aliyê çandî ve pirreng e; 35,1 ji sedî ji niştecîhên wê li derveyî welatê Awistralyayê ji dayik bûne. Çar ji 20 bajarên herî mezin ên Awistralyayê li Vîktoryayê ne: Melbourne, Geelong, Ballarat û Bendigo.
Li Vîktoryayê gelek gelên xwecihên Awistralyayê hene, di nav wan de Boonwurrung, Brataualung, Djadjawurrung, Gunai, Gunditjmara, Taungurung, Wathaurong, Wurundjeri û Yorta Yorta. Berî hatina Ewropiyan û destpêka kolonîzasonê, li vê herêmê zêdetirî 30 zimanên xwecihî dihatin axaftin. Di sala 1770an de James Cook perava rojhilatê Awistralyayê ji bo Keyaniya Brîtanyaya Mezin îdîa kir. Yekemîn cihê niştecîbûna Ewropiyan li vê herêmê di sala 1803an de li Kendavika Sullivan pêk hat. Di sala 1836an de, parçeyek mezin ji Vîktoryayê bû beşek ji navçeya Port Phillip a Wêlsa Başûr a Nû.
Navê eyaletê li Keybanûya Brîtanya Victoria hatiye kirin. Di sala 1851an de Vîktorya ji Wêlsa Başûr a Nû hate veqetandin û wekî koloniyeke serbixwe ya Tacê hate damezrandin. Di salên 1850an û 1860an de, ji sedema dîtina zêr li Vîktoryayê nifûs û dewlemendiya eyaletê gelekî mezin bû. Dema ku Federasyona Awistralyayê di sala 1901an de hate damezrandin, Melbourne mezintirîn bajarê Awistralyayê bû û heta ku hukûmeta federal di sala 1927an de ji Melbourneê ber bi Kanberra ve hate veguhestin, Melbourne navenda wê bû. Di sedsalên 20an û 21an de, nifûsa Vîktoryayê jî ji ber asta bilind a koçberên navneteweyî û koçberên ji eyaletên din ên Awistralyayê bi lez zêde bû. Melbourne gelek muzexane, galeriyên hunerî û şano dihewîne.
Vîktorya di Meclîsa Nûneran a Awistralyayê de 38 kursî û di Senatoya Awistralyayê de 12 kursî hene. Di asta eyaletê de, Parlamentoya Vîktoryayê ji Meclîsa Zagonsaz û Encûmena Zagonsaz pêk tê. Partiya Karkerên Awistralyayê, ku ji aliyê Serokwezîr Ben Carroll ve tê birêvebirin, ji sala 2014an ve li Vîktoryayê desthilatdar e. Walîya Vîktoryayê, ku nûnerê keyaniyê li eyaletê ye, niha Margaret Gardner e. Vîktorya li 79 deverên rêveberiya herêmî hatiye dabeşkirin. Herwiha, li eyaletê çend deverên bê rêveberiya herêmî jî hene ku rasterast ji aliyê hukûmeta eyaletê ve tên birêvebirin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ "National, state and territory population, June 2025 | Australian Bureau of Statistics". www.abs.gov.au (bi îngilîzî). 18 kanûna pêşîn 2025. Roja gihiştinê 18 tebax 2026.
- ↑ "Regional population, 2024-25 financial year | Australian Bureau of Statistics". www.abs.gov.au (bi îngilîzî). 31 adar 2026. Roja gihiştinê 18 tebax 2026.
