Vîrûsa Hepatît C
′′′Hepatît C vîrûs′′′ vîrûseka RNAyî ya biçûk (qebareya 55-65 nm) ya qalikdar ji malbata filavîvîrûsan e ko RNAya wê hest-erênî ye. Di mirovan da, ev vîrûs hokara nesaxîya hewdana vîrûsîya cergî û coreyekê penceşêra cergî (cergxanepenceşêr) û lîmfomayê ye.
Tixmnasî (Taksonomî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev vîrûs ji cinsê hepacivirusan ji malbata flavîvîrûsan e. Heta sala 2010ê wesa dihat hizirkirin ko ew endameka tekan ya wî cinsî bû. Lê endameka dî ya vî cinsî di segan da jî hat vedîtin. Bi kêmanî endameka dî ya vî cinsî heye ko dikare hespan jî tûşî hewdanê bike. Çend vîrûsên dî yên vî cinsî di çekçekûleyan da jî hatine vedîtin.
Nijinman (struktur)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Hepatît C vîrûsê qalikeka ji perdeya çewrî (lipid membrane) li dora xwe heye û tîreya (diameter) wê 55-65 nanometer e. Du şekreprotîn anko glîkoprotîn (E1 û E2) di nav wê qalika bezî da hene. Ew alîkarîya pêvenûsîyan û çûna vîrûsê bo nav xaneyan da dikin. Di nav qalikê da kakileka bîstalekî heye ko tîreya wê 33-40 nanometer e. RNA ya vîrûsê di vê kakilê da ye.