Here naverokê

Vîrusa arsimê ya A binecureyê N3N2

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sîstema binavkirinê ya vîrusa arsimê: Cureyê vîrusê/Cihê belavbûnê/Hejmara rehdarê vîrusê/Sala îzolasyonê/(Binecureyê vîrusê).

H3N2 cureyekî vîrusa arsimê ya A (IAV) ye ku hinek şaneyên A/H3N2 yên ku ji bo mirovan hatine adaptekirin di nav mirovan de endemîk in û yek ji sedemên arsima demsalî ne.[1] Cureyên din ên A/H3N2 di berazan de (arsima berazan) û di çûkan de (arsima çûkan) endemîk in.[2] Bincureyên IAV bi kombînasyona proteînên antîjenîk H û N di nav cureyên vîrusî de têne pênasekirin. Wek mînak, "H1N1" wekê bincureyek IAV hatiye pênasekirin ku di nav xwe de proteîna hemagglutînîn (H) ya celebê 1 û proteîna neuramînîdaz (N) ya celebê 1 werdigire.[3]

Hemî cureyên IAV genomek RNA ya perçekirî ya neyînî parve dikin. Di bin şert û mercên kêm de, cureyek vîrusê dikare bi rêya ji nû ve komkirina genetîkî ji cureyek cûda materyalê genetîkî bi dest bixe û bi vî rengî pêş bikeve ku taybetmendiyên nû bi dest bixe ku ev taybetî dihêle ku ew ji bergirînameya mirovan a xwemalî (sîstema xweparastinê ya mirovan a xwemalî ku laşê mirovan ji vîrusan diparêze) bireve û carinan jî dikare ji cureyek bergirînameya xwemalî ber bi cureyek din a bergirînameyê ve biçe.[4][5] Belavbûnên sereke yên cureyên A/H3N2 di mirovan de Arsima Hong Kongê (1968–1969) û Arsima Fujianê (2003–2004) e.

Her sal sê cureyên arsimê ji bo tevlîkirina di vakslêdana arsima demsalî ya sala bê de ji aliyê Sîstema Çavdêrîkirin û Bersivdayîna Arsima Cîhanî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve têne hilbijartin. Ji sala 1999an vir ve her formulasyona salane cureyek A/H3N2 û her wiha du cureyên din ên arsimê vedihewîne ku bi hev re cureyên ku tê texmînkirin ku di demsala pêş de bi ihtîmaleke mezin ji bo mirovan dibe sedema nexweşiyê temsîl dikin.[6][7][8]

  1. ^ "Influenza A Subtypes and the Species Affected | Seasonal Influenza (Flu) | CDC". www.cdc.gov (bi îngilîziya amerîkî). 18 hezîran 2024. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2025.
  2. ^ Jilani, Talha N.; Jamil, Radia T.; Siddiqui, Abdul H. (14 kanûna pêşîn 2019). "H1N1 Influenza (Swine Flu)". ncbi.nlm.nih.gov (bi îngilîzî).
  3. ^ "Influenza Type A Viruses". Centers for Disease Control and Prevention (bi îngilîziya amerîkî). 1 sibat 2024. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2025.
  4. ^ Shao, Wenhan; Li, Xinxin; Goraya, Mohsan Ullah; Wang, Song; Chen, Ji-Long (7 tebax 2017). "Evolution of Influenza A Virus by Mutation and Re-Assortment". International Journal of Molecular Sciences. 18 (8): 1650. doi:10.3390/ijms18081650. ISSN 1422-0067. PMC 5578040. PMID 28783091.{{cite journal}}: CS1 maint: unflagged free DOI (lînk)
  5. ^ Eisfeld, Amie J.; Neumann, Gabriele; Kawaoka, Yoshihiro (2015). "At the centre: influenza A virus ribonucleoproteins". Nature Reviews. Microbiology. 13 (1): 28–41. doi:10.1038/nrmicro3367. ISSN 1740-1534. PMC 5619696. PMID 25417656.
  6. ^ "Seasonal Flu Vaccines | CDC". www.cdc.gov (bi îngilîziya amerîkî). 12 adar 2024. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2025.
  7. ^ "WHO | World Health Organization". www.who.int. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2025.
  8. ^ "DSpace" (PDF). iris.who.int. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2025.