Vîzvîzik
Xuyakirin
| Vîzvîzik, çûçika tûtelanî | |
|---|---|
| Dabeşandina zanistî | |
| Cîhan: | Animalia |
| Filûm: | Chordata |
| Bir: | Aves |
| Kom: | Apodiformes |
| Famîle: | Apodidae |
| Cins: | Apus |
| Cure: | A. apus |
| Navê zanistî yê latînî | |
| Apus apus Linnaeus, 1758 | |
| Deverên ku tê de vîzvîzik hene | |
Vîzvîzik, çivrîk[1], çivrînk, ebabîlk an çûçika tûtelanî (navê wê yê latînî Apus apus), balindeyeke 16-17 cm dirêj e ji famîleya çivrîkan (Apodidae).
Çûkekî koçber e û tenê havînan dihê dîtin. Dişibite hechecîkan lê ji wan cuda ye. Cudahiya wan ya herî mezin gişê karên xwe li hewa bi cî anîn e: li hewa dixwun û vedixwun, dileyzin, radizên û hwd.
Li ciyê avgîr, zeviyên deştên nizm dijîn lê hêlînên xwe bi granî li ciyê bilind çê dikin.
Meha gulanê qurp dikevin û di navbera 2-4 hêkan dikin. Dema qurpketinê 20 roj e û nêr û mê bi dor li ser hêkan rûdinên. Çêl di navbêhna 40-50 rojî de dibin xwedî pirç û bazik û bifirê dikevin.
Yekzewac in.Lê dema ku hevalê/a wan bimre zewcek din jî dikin.Temenê wan 7-8 sal e.
Çend cûreyên vîzvîzikan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Galeriya vîzvîzikan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Çêlikeke vîzvîzikan.
- Vîzvîzikên Deriyê Çiyê yê Amedê, 2012.
- Ebabîl
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Îsmaîl Taha Şahîn (2007). Balindeyên Kurdistanê 2. Spîrêz, Duhok
| Ev gotara têkildarî celebên teyran e şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |