Vital Cuinet

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gora Vital Cuinet li Stembolê

Vital-Casimir Cuinet an jî Vital Cuinet (z. 19 kanûna pêşîn 1833 - m. 6 îlon 1896) erdnîgarnasekî fransî bû.

Nivîskarê berhema navdar a La Turquie d'Asie - Géographie administrative, statistique, descriptive et raisonnée de chaque province de l'Asie-Mineure ye. Berhema xwe di sala 1891ê de derxist û çavkaniyeke girîng e di warê erdnîgara herêmên Bakurê Kurdistana salên dawî yên sedsala 19an de.

Vital Cuinet li Longuevilles (Doubs, Fransa) di 19ê kanûna pêşîn a 1833an de hatiye dinyayê û li Stembolê di 6ê îlona 1896an de çûye rehmetê û li vir veşartî jî ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]