Wêjeya amerîkî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Wêjeya amerîkî wêje ye ku bi piranî bi îngilîzî[1][2] li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û mêtingehên wê yên berê hatî nivîsîn an hilberandin. Berî damezrandina Dewletên Yekbûyî, mêtîngehên Brîtanî yên li perava rojhilata Dewletên Yekbûyî yên îroyîn bi giranî ji wêjeya îngilîzî bandor bûn. Kevneşopiya wêjeyî ya Amerîkî bi vî rengî wekî beşek ji kevneşopiya firehtir ya wêjeya îngilîzî dest pê kir. Lêbelê, hejmarek hindik wêje di zimanên koçber ên din de heye û hozên xwecihên Amerîkayê xwediyê kevneşopiyek dewlemend a çîrokbêjiya devkî ne.[3]

Dema şoreşa Amerîkayê (1775-83) ji ber nivîsên ramyarî yên Benjamin Franklin, Alexander Hamilton, Thomas Paine û Thomas Jefferson navdar e. Romaneke destpêkê The Power of Sympathy ya William Hill Brown e ku di sala 1791ê de hatî weşandin.

Nivîskar û rexnegir John Neal di serê-nîvê sedsala nozdehem de, bi rexne kirina pêşrewên mîna Washington Irving ji bo texlîdkirina hevpîşeyên xweyên Brîtanî û bandorkirina kesên din ên mîna Edgar Allan Poe,[4] alîkariya pêşveçûna Amerîkayê ya ber bi wêje û çandek yekta kir. Ralph Waldo Emerson pêşengê tevgera transandantalîzmê ya bibandor bû, Henry David Thoreau nivîskarê pirtûka Walden, ji vê tevgerê bandor bû. Pevçûna siyasî ya li ser abolitionîzmê nivîskarên wekî Harriet Beecher Stowe îlham girt. Van hewldanan bi domandina vegotinên xulamanan piştgirî kirin. The Scarlet Letter (1850) ya Nathaniel Hawthorne romanek klasîk a amerîkî ye û Hawthorne bandor li ser Herman Melville, nivîskarê Moby-Dick (1851) kir. Di nav helbestvanên mezin ên amerîkî yên sedsala 19an de Walt Whitman û Emily Dickinson tên hesibandin. Edgar Allan Poe nivîskarekî din ê girîng bû ku pir bandor li nivîskarên paşê kir. Mark Twain yekem nivîskarê mezin ê Amerîkî bû ku ji Perava Rojhilata dûr hat cîhanê. Henry James bi romanên mîna The Portrait of a Lady (1881) bi naskirina navneteweyî ve gihîşt.

Nivîskarên Amerîkî piştî Şerê Cîhanî yê Yekem hem dilşikestî û hem jî nostaljiya xwe anîn ziman. Kurteçîrok û romanên F. Scott Fitzgerald coşa salên 1920an girt û John Dos Passos li ser şer nivîsî. Ernest Hemingway bi The Sun Also Rises û A Farewell to Arms re navdar bû; di 1954 de, wî Xelata Nobel a Wêjeyê stend. William Faulkner romannivîsek din ê mezin bû. Di nav helbestvanên Amerîkî de kesayetên navneteweyî jî hebûn: Wallace Stevens, T. S. Eliot, Robert Frost, Ezra Pound, û E. E. Cummings. Şanonivîs Eugene O'Neill Xelata Nobelê stend. Di nîvê sedsala bîstan de, drama ji hêla Tennessee Williams û Arthur Miller ve, û her wiha şanoya muzîkê serdest bû.

Di nav nivîskarên serdema depresiyona mezin de John Steinbeck, nivîskarê The Grapes of Wrath (1939) jî hebû.

Tevlêbûna Amerîkayê di Şerê Cîhanî yê Duyem de li ser berhemên wekî The Naked and the Dead (1948) ya Norman Mailer,Catch-22 ya Joseph Heller (1961), û Slaughterhouse-Five ya Kurt Vonnegut bandor kir.

Yek ji pêşveçûnên di dawiya sedsala 20an û destpêka Sedsala 21ê de zêdebûna wêjeya ku ji hêla nivîskarên etnîkî, xwecihî û LGBT ve hatî nivîsandin e; paşnûjenî jî di heman serdemê de girîng e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Dickstein, Morris. "American literature". britannica.com. {{cite web}}: Di çavkaniyê de parametreya nenas: |author-separator= (alîkarî); Ji bo parametreya |archive-date= parametreya |archive-url= hewce ye (alîkarî); Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-arşîvê= (alîkarî)
  2. ^ Herlihy-Mera, Jeffrey (2018). "After American Studies: Rethinking the Legacies of Transnational Exceptionalism". Routledge. r. 5. Roja gihiştinê 21 tebax 2019.
  3. ^ Q. L. Pearce. Native American Mythology. Greenhaven Publishing LLC, 2012. ISBN 978-1-4205-0951-9; and "Native American Literature", Britannica online. The article on "American literature" links to this article
  4. ^ Lease, Benjamin (1972). That Wild Fellow John Neal and the American Literary Revolution. Chicago, Illinois: University of Chicago Press. r. 80. ISBN 0-226-46969-7.