Here naverokê

Wêjeya yewnanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Wêjeya yewnanî wêjeyeke ji serdema kevnare ye ku li dora sala 800ê berê zayînê dest pê dike û heta wêjeya nûjen a yewnanî berdewam kiriye.

Wêjeya yewnanî ya kevnar bi zaravayekî yewnanî yê kevnar hatiye nivîsandin ku ev wêje ji wêjeya herî kevintirîn a berhemên nivîskî yên mayî ye ku heta berhemên li dora sedsala pêncem a piştê zayînê dirêj dibe. Ev serdem wekê serdema pêşklasîk, klasîk, helenîstî û romayî hatiye dabeş kirin. Wêjeya yewnanî ya pêşklasîk bi piranî li ser mîtan ava bûye û berhemên Homêros vedihewîne ku di nav de berhemên wekê Îlyada û Odîseya yewnanî hene. Di serdema klasîk de drama û dîroknivîsî pêşketine. Sê fîlozof bi taybetî girîng bûn ku di nav wan de fîlozofên wekê Sokratês, Platon û Arîstotelês hebû. Di heman demê de di serdema Romayê de di gelek waran de ji bo wêjeya yewnanî beşdariyên giring hatine kirin ku di nav de dîrok, felsefe û zanist hebûn.

Wêjeya bîzansî, wêjeya Împeratoriya Bîzansê, bi yewnaniya attîkîzmê, yewnaniya navîn û yewnaniya nûjen a destpêkê hatiye nivîsandin. Di vê serdemê de bûyername, ku ji dîroknivîsiyê cuda ne, derketin holê. Zanistname jî di vê serdemê de geş bûn.

Wêjeya yewnanî ya nûjen bi formê standard a yewnaniya nûjen tê nivîsandin.

Erotokritos, helbesta Ronesansê ya Girîtê, yek ji herî giring berhemên vê serdemê ye. Adamantios Korais û Rigas Feraios du ji kesayetên herî navdar in.

Serdema kevnar (~ 800 b.z. - ~ 330 p.z.)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wêjeya yewnanî yê kevnar behsa wêjeya ku bi zaraveyên yewnaniya kevnar hatiye nivîsandin dike. Ew berheman ji berhemên nivîskî yên herî kevn ên bi zimanê yewnanî heta berhemên ji sedsala pêncem p.z. diguherin. Zimanê yewnanî ji zimanê proto-hind-ewropî derketiye; bi qasî du ji sêyan peyvên wê dikarin ji ji nû ve avakirina curbecur a ziman werin wergirtin. Gelek alfabe û hece ji bo wergerandina yewnanî hatine bikaranîn, lê wêjeya yewnanî ya mayî bi alfabeya fînîkî hatiye wergirtin û nivîsandin ku bi giranî li Îyonyaya yewnanî derketiye û di sedsala pêncem p.z. de bi tevahî ji aliyê Atînayê ve hatiye pejirandin.[1]

Potreyekê îdealîzekirî ji Homêros

Serdema pêşklasîk (~ 800 - ~ 500 b.z.)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hemî wêjeya yewnaniya kevnar heta radeyekê têne devkî bû ku wêjeya herî kevin e ku bi tevahî bi devkî pêşketiye.[2] Berê ku yewnaniyan nivîsandinê ji bo armancên wêjeyî bikar bînin, helbestan afirandine. Helbestên ku di serdema pêşklasîk de hatine afirandin ji bo gotin an jî xwendin hatine çêkirin (nivîsandin berî sedsala 7em a berî zayînê hindik hatiye zanin). Piraniya helbestan li ser mît û efsaneyan disekinin ku beşek ji wan çîrokên gelêrî û beşek jî dînî bûn. Trajedî û komedî li dora sala 600ê berî zayînê derketine holê.[3]

Di destpêka wêjeya yewnanî de berhemên Homêros yên Îlyada û Odîseya hene. Her çend tarîxên nivîsandinê cuda bibin jî, ev berhem li dora sala 800ê b.z. an piştî wê hatine destnîşankirin. Kesayetiyek din a giring helbestvan Hêsîodos bû. Du berhemên wî yên mayî Karan û Rojan û Teogonîa ne.

Serdema klasîk (~ 500 - 323 b.z.)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di serdema klasîk de, gelek celebên wêjeya rojavayî bêtir derketin pêş. Helbestên lîrîkî, ode, şivanî, zêmar, epîgram; pêşkêşkirinên dramatîk ên komedî û trajediyê; dîrok, gotarên retorîkî, diyalektîka felsefî û gotarên felsefî hemî di vê serdemê de derketin holê.[3]

Du helbestvanên lîrîkî yên sereke Sapfo û Pindaros bûn. Ji sedan trajediyên ku di vê serdemê de hatine nivîsandin û pêşkêşkirin, tenê hejmareke sinorkirî ya şanoyan maye. Nivîskarên van şanoyan Esxîlos, Sofoklês û Eurîpîdês bûn.[4]

Di wêjeya yewnanî de komedî ji rîtûela ji bo rêzgirtina Dionîsos derketiye holê. Ev şano tijî bêexlaqî, heqaret û bêrêziyê bû. Şanonameyên Arîstofanês ên mayî gencîneyeke (xezîne) dewlemend a hunera komediyê ne.

Du dîroknasên bi bandor ên vê serdemê Hêrodotos û Tûkudîdes bûn. Dîroknasekî sêyem, Ksenofon, "Helenîka" nivîsandiye ku wekî berfirehkirina berhema Tûkudîdes tê hesibandin.[4]

Mezintirîn destkeftiya pexşanê ya sedsala 4an berî zayînê di felsefeyê de bû. Felsefeya yewnanî di serdema klasîk de geş bû. Ji fîlozofan, Sokratês, Platon û Arîstotelês yên herî navdar in.

Serdema helenîstî (323 - 31 b.z.)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heta sala 338 b.z. gelek bajarên giring ên yewnanî ji aliyê Fîlîp II yê Makedonyayê ve hatibûn fetihkirin. Kurê Fîlîp II, Îskender, fetihên bavê xwe pir berfireh kiriye.

Serdema helenîstî wekî serdema di navbera mirina Îskenderê Mezin û bilindbûna serdestiya Romayê de tê pênasekirin. Piştî sedsala 3em a berî zayînê, koloniya yewnanî ya Îskenderiye li bakurê Misirê bû navenda çanda yewnanî.

Helbestên yewnanî bi beşdariyên giring ên Teokrîtos, Kallîmahos û Apollonîusê Rodosî geş bû. Teokrîtos ku di dora 310 heta 250 b.z. jiyaye, afirînerê helbesta şivanî bû, cureyek ku Vergilius romayî di Ecloguesê xwe de fêr bûye.[5]

Drama bi Pêkenoka Nû ve hatiye temsîlkirin ku Menandros nûnerê wê yê sereke bû.

Yek ji beşdariyên herî hêja yên serdema helenîstîk wergerandina Septuagint a Peymana Kevin bo yewnanî bû. Ev berhem li Îskenderiyê hatiye çêkirin û di dawiya sedsala 2an a berî zayînê de hatiye temam kirin.

Strabon

Serdema romayî (31 b.z. - 284 p.z.)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wêjeya bi zimanê yewnanî di serdema Romayê de berhemên giring di mijarên helbest, pêkenok, dîrok û trajediyê de pêşkêş kiriye. Beşek mezin ji wêjeya vê serdemê dîrokan bûn.

Dîroknasên giring ên vê serdemê Tîmaeus, Polûbius, Diodorus, Dionysiyusê Halîkarnasiyeyî, Appianûs, Arrianûs, û Plûtark bûn. Serdema ku ew vedihewînin ji dawiya sedsala 4an berî zayînê heta sedsala 2an piştî zayînê dirêj dibe.

Eratosthenesê Îskenderiyê li ser stêrnasî û erdnîgariyê nivîsandiye, lê xebatên wî bi piranî ji kurtasiyên paşê têne zanin. Bijîşk Galênos pêşengiya pêşketinên di gelek dîsîplînên zanistî de kiriye, di nav de anatomî, fîzyolojî, patolojî, farmakolojî û norolojî. Ev di heman demê de serdema ku piraniya romanên yewnaniya kevnar hatine nivîsandin e.

Peymana Nû ku ji aliyê nivîskarên cuda ve bi kalîteyên çeşîd ya yewnaniya koînî hatiye nivîsandin, ji vê serdemê ye. Încîl û Nameyên Ezîz Pawlos jî di vê serdemê de hatine nivîsandin.[6]

Wêjeya bîzansî (~ 330 - 1453)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Rûpelek ji çapa sedsala 16an a ensîklopediya bîzansî ya sedsala 10ê a cîhana kevnar a Deryaya Navîn, Suda.

Wêjeya bîzansî behsa wêjeya împeratoriya bîzansê dike ku bi zimanên atîk, navîn û yewnaniya nû ya destpêkê hatiye nivîsandin.

Wêjeya bîzansî şaristaniya yewnanî û xiristiyanî li ser bingeha hevpar a pergala siyasî ya romayî bi hev re girêdide. Ev cureya wêjeyê di atmosfera rewşenbîrî û etnografîk a Rojhilata Navîn de hatiye damezrandin. Wêjeya bîzansî çar hêmanên çandî yên sereke vedihewîne ku di nav de yewnanî, xiristiyanî, romayî û rojhilatî hene.

Ji bilî nameyên şexsî, wêjeya vê serdemê bi piranî bi şêwaza atîsîzmê hatiye nivîsandin. Hin ji wêjeyên destpêkê yên vê serdemê bi latînî hatine nivîsandin; hin ji berhemên ji împeratoriya latînî bi fransî hatine nivîsandin.[7]

Di vê serdemê kronîkan derketin holê. Zanistnameyan jî di vê serdemê de geş bûn.

Digenes Akritas (Διγενῆς Ἀκρίτας) strana herî navdar a aktrîk e û pir caran wekî tekane helbesta destanî ya ji împeratoriya bîzansî ya mayî tê hesibandin. Ji aliyê hin kesan ve ew wekî nîşana destpêka wêjeya yewnanî ya nûjen tê hesibandin.

Wêjeya nûjen a yewnanî (1453 - îro)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Manûel Xrîsoloras, zanyarê ronesansê

Wêjeya nûjen a yewnanî bi yewnaniya nûjen a hevpar tê nivîsandin. Di vê serdemê de, şêweya zimanê yewnanî ya rojane di nivîsandinê de bêtir belav bûye.

Di vê serdemê de vejîna lêkolînên yewnanî û romayî û pêşketina humanîzma ronesansê[8] û zanistê pêk hatiye.

Helbesta Ronesansa Girîtî Erotokrîtos berhemeke giring a vê serdemê ye. Ew romaneke helbestî ye ku li dora sala 1600ê ji aliyê Vitsentzos Kornaros (1553–1613) ve hatiye nivîsandin.

Wêjeya nûjen a yewnanî bi giringî ji Diafotismos, tevgereke ku ramanên ronakbîrîya ewropî wergerandiye yewnanî, bandor bûye. Adamantios Korais û Rîgas Feraios du kesayetên giring ên vê tevgerê ne.

Îro, wêjeya yewnanî ya nûjen beşdarî civaka wêjeyî ya cîhanê dibe. Nivîskarên yewnanî wekê Giorgos Seferis û Odysseus Elytis Xelata Nobelê ya Wêjeyê wergirtine.[9]

  1. ^ "Introduction to Classical Greek". lrc.la.utexas.edu. Roja gihiştinê 9 kanûna pêşîn 2016.
  2. ^ Reece, Steve. "Orality and Literacy: Ancient Greek Literature as Oral Literature," in David Schenker and Martin Hose (eds.), Companion to Greek Literature (Oxford: Blackwell, 2015) 43-57. Ancient_Greek_Literature_as_Oral_Literature
  3. ^ a b "Greek literature". Encyclopædia Britannica. Roja gihiştinê 9 kanûna pêşîn 2016.
  4. ^ a b Schroeder, Chad Matthew (9 kanûna pêşîn 2016). "Review of: A Guide to Hellenistic Literature. Blackwell Guides to Classical Literature". Bryn Mawr Classical Review. ISSN 1055-7660.
  5. ^ "Historiography of the Hellenistic Age". 9 kanûna pêşîn 2016. Ji orîjînalê di 3 çiriya pêşîn 2017 de hat arşîvkirin.
  6. ^ "Student Resources in Context - Document". ic.galegroup.com. Roja gihiştinê 9 kanûna pêşîn 2016.
  7. ^ "King's College London - A History of Byzantine literature". www.kcl.ac.uk. Ji orîjînalê di 7 nîsan 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 kanûna pêşîn 2016.
  8. ^ "Byzantines in Renaissance Italy". Ji orîjînalê di 31 tebax 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2011.
  9. ^ "Modern Greek Studies Association". www.mgsa.org. Roja gihiştinê 9 kanûna pêşîn 2016.