Wêne:Çerxa dillêdanê ku.png

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dosyeya orjînal(813 × 615 pixel, mezinbûnê data: 239 KB, MIME-typ: image/png)


Danasîn

Danasîn
English: Cardiac cycle
Kurdî: Dilê mirov bi ahengî girj dibe û xav dibe. Dema girjbûnê, dil xwînê pompe dike, dema xavbûnê xwîn diherike çaviyên dil.

Çerxa dillêdanê bi girjbûna guhikan destpêdike û bi xavbûna zikokan bi dawî dibe, wekî çerxa dillêdanê (cardiac cycle) bi nav dibe. Çerxa dillêdanê de qonaxa girjbûnê wekî sîstol, qonaxa xavbûnê jî wekî dîastol tê binavkirin.

Dîastola dilː

Di destpêka çerxa dillêdanê de, guhik û zikokên dil sist e (xav e) ev rewş wekî dîastola dil bi nav dibe. Di vî qonaxê de xwîna kêmoksîjenî ji xwînhênera sereke ya jêrîn û ya jorîn ve diherike guhika rastê. Di heman qonqaxê de çar xwînhênerên pişikê, guhika çepê bi xwîna têroksîjenî tijî dike. Di qonaxa diastola dil de herdu derîçeyên dil yên navbera guhik û zikokan de vekirî ne, loma xwîna nav guhikan bi hesanî diherike nav zikokan û %70- 80 ê her zikokê bi xwînê tijî dibe. Di vî qonaxê de derîçeyên kewaneyî gîrtî ne, bi vî awayê rê li ber vegera xwîna hundirê xwînbera pişik û Aortê tê girtin.

Sîstol û dîastola guhikanː

Bi girjbûna(sîstol) guhikan, qabereya guhikan kêm dibe, pestoya xwîna nav guhikan bilind dibe. Ji ber pestoya xwînê, xwîn ji guhikan ber bi zikokan ve tê pompekirin. Di vî katê de derîçeya sêperrî û ya duperrî vekirî ne. Bi vî awayê zikok bi xwînê tijî dibin. Sîstola guhikan hetanê destpêka dîastola zikokan didome.

Sîstola zikokanː

Bi girjbûna masûlkeyên zikokan, pestoya xwîna nav zikokan bilind dibe, lê ev pestoya pêşîn ji bo vekirina derîçeyên kewaneyî yên pişik û aortê têr nake. Loma xwîn ji dil dernakeve. Gava pestoya xwîna zikokan ji pestoya xwîna guhikan bilintir dibe, xwîna zikokan ber bi guhikan ve diherike, lê derîçeyên sêperrî û duperrî tên girtin û rê li ber vegera xwînê digire. Her ku diçe pestoya xwîna nav zikokan zêde dibe. Dema hêza pestoya xwîna nav malikan, ji pestoya xwîna nav xwînbera pişikê û ya aortê zêdetir dibe, îcar derîçeyên kewaneyî vedibin. Xwîna nav zikokê rastê aresteya pişikan dibe. Xwîna nav zikokê çepê jî bi xwînbera sereke ve belavê laş dibe.

Dîastola zikokanː

Di destpêka qonaxa dîastola zikokan de her ku masûlkeyen zikokan xav dibe, pestoya xwîna nav zikokan de mayî, nizim dibe. Gava pestoya xwîna nav zikokan ji pestoya xwîna nav xwînbera pişikê û aortê nizimtir dibe, xwîn ji xwînberan ber bi dil diherike. Di heman demê de derîçeyên kewaneyî tên girtin û rê li ber vegera xwînê tên girtin. Her ku xavbûna masûlkeyên zikokan didome, pestoya xwîna nav zikokan hê pirtir kêm dibe û ji pestoya xwîna guhikan nizimtir dibe. Gava pestoya xwîna zikokan bi têra xwê daket, derîçeya sêperrî (trîkuspît) û ya duperrî(mîtral) ji ber pestoya guhikan ve dibin, xwîn ji guhikan diherike nav malikan. Bi vî awayê pestoya xwîna nav guhikan hê pirtir dadikeve. Ji xwînhêneran xwîn ber bi guhik û zikokên xavbûyî ve diherike. Di vî qonaxê de derîçeyên navbera guhik û zikokan de vekiri ne, derîçeyên kewaneyî girtî ne, guhik û zikok di qonaxa diastolê de ne. Bi vî awayê çerxek dillêdanê bi dawî dibe.
Dîrok
Çavkanî https://openstax.org/details/books/biology
Xwedî https://openstax.org.
Destûr
(Dîsa bikaranînê vê dosyeye)
Creative Commons Attribution 4.0 International License (CC BY 4.0)

Lîsans

w:en:Creative Commons
isnad
This file is licensed under the Creative Commons Attribution 4.0 International license.
Tu azad î:
  • parve bike – ji bo kopîkirin, belavkirin û weşandina xebatê
  • ji bo guhartin û adaptekirina naverokê – ji bo adaptekirina xebatê
Di bin van mercan de:
  • isnad – Divê tu isnadeke maqûl bikî, lînekek pêşkêş bikî ji bo lîsansê, û diyar bikî ku guhartin hatiye kirin an na. Tu dikarî vê yekê bi adilî bi cih bînî, lê ne bi awayê ku wekî lîsansor te an bikaranîna te pejirandibe.

Captions

Add a one-line explanation of what this file represents

Items portrayed in this file

motîv Kurdish (Latin script) (transliterated)

rewşa mafê telîfê Kurdish (Latin script) (transliterated)

copyrighted îngilîzî

destûr Kurdish (Latin script) (transliterated)

dema avabûnê Kurdish (Latin script) (transliterated)

2013

MIME type îngilîzî

image/png

Dîroka daneyê

Ji bo dîtina guhartoya wê demê bişkoka dîrokê bitikîne.

Dîrok/KatjimêrWêneyê biçûkMezinahîBikarhênerŞirove
niha09:11, 21 tîrmeh 2021Versiyona biçûkkirî yê 09:11, 21 tîrmeh 2021813 x 615 (239 KB)Biyolojiyabikurdi{{Information |Description= |Source= |Date= |Author= |Permission= |other_versions= }}
18:43, 4 gulan 2020Versiyona biçûkkirî yê 18:43, 4 gulan 2020823 x 608 (242 KB)Biyolojiyabikurdi{{Information |description= |date= |source= |author= |permission= |other versions= }}
06:32, 4 gulan 2020Versiyona biçûkkirî yê 06:32, 4 gulan 2020823 x 608 (245 KB)Biyolojiyabikurdi{{Information |description= |date= |source= |author= |permission= |other versions= }}
21:46, 3 gulan 2020Versiyona biçûkkirî yê 21:46, 3 gulan 2020823 x 608 (244 KB)Biyolojiyabikurdi{{Information |description= |date= |source= |author= |permission= |other versions= }}
08:57, 2 tîrmeh 2018Versiyona biçûkkirî yê 08:57, 2 tîrmeh 2018820 x 610 (246 KB)Biyolojiyabikurdi{{Information |description ={{en|1=Cardiac cycle}} {{ku|1=Dilê mirov bi ahengî girj dibe û xav dibe. Dema girjbûnê, dil xwînê pompe dike, dema xavbûnê xwîn diherike çaviyên dil. Çerxa dillêdanê bi girjbûna guhikan destpêdike û bi xavbûna malikan bi dawî dibe, wekî çerxa dillêdanê (cardiac cycle) bi nav dibe. Çerxa dillêdanê de qonaxa girjbûnê wekî sîstol, qonaxa xavbûnê jî wekî dîastol tê binavkirin. Dîastola dilː Di destpêka çerxa dillêdanê de, guhik û malikên dil sist e (xav e) ev rewş...

Ev rûpelên li jêr vê dosyeyê bi kar tînin: