Wîkîpediya:Dîwan/ramangeh

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Wîkîpediya:DR hat beralîkirin)


Navên Paytext/Serbajaran

Li ser gotara lîsteya navên serbajaran paytextên bê gotar li jêr hatine nivîsandin. Gelo ji bo nivîsandina gotaran em kîjan navan (nivîsandina bi kurdî?) hilbijêrin baş e? Ji kerema xwe pêşniyarên xwe parve bikin. —Gomada 15:27, 09 tîrmeh 2011 (UTC)

MediaWiki

Bikarhênerek dikarî vana kurdîke (hemû bikarhêner wan dibînin…):

--Ghybu 19:04, 31 tîrmeh 2011 (UTC)

Gelek spas Gomada!--Ghybu 19:04, 31 tîrmeh 2011 (UTC)

Di sala 2011'an de / di sala 2011an de / di sala 2011-an de

Di sala 2011'an de yan di sala 2011an de yan jî di sala 2011-an de, li Wîkîpediya kurdî emê bi kîjan awayî binivîsin? Heta roja ku ez ketime Wîkîpediya min 2011-an an 2011an dinivîsand; pişt re ji ber pêşniyaza bikarhênerekî Wîkîpediya min dest bi nivîsîna 2011'an kir û ez hînî nivîsîna wisa bûm. Hûn çi dibêjin? --MikaelF 10:30, 10 tebax 2011 (UTC)

Li gorî nêrîna min mînaka Di sala 2011'an de baştir e. Ez jî wisa dinivîsim.—Gomadapeyam 12:36, 10 tebax 2011 (UTC)
Şaş nebim Başûrî 2001-an dinivîsînin. Helbet ne xema wan e kurmancî û ne jî standardiya kurdî. Divê em yekê hilbijêrin defakto bikin. Ji xwe karê me maye li ser defaktoyan lewra bi rastî jî sazî û înstûtutên me xebatê li ser ziman nakin. 2011 carekê tê dinyayê, emrê wê yek salek e. Heger em wekî 2011´an binivîsînin dibe wekî navên taybet. Hin kes wekî tirkan Amed´ê, Wan´ê dinivîsînin. Heger em ji bo navên taybet Amedê, Wanê qebûl dikin, wê demê bila ev jî ji bo nav, tiştên demsînorkî, kurte yan dirêj demî (ne bêdawî, Amed her Amed e, nagihere) be. 2001-ê wekî ku mirov qîmetekê ji 2001ê kêm bike (-, kêmek, mînûs) ye. Ez jî wekî Gomada dibêjim.. --Bablekan 10:17, 12 tebax 2011 (UTC)

"Cudahiyên nav Ensîklopedî û Ferhengan"

Îro min ev peyv dîtin, "Cudahiyên nav Ensîklopedî û Ferhengan". Pirsyara min ev e, gelo kîjan ji van nîmûnan rast e:

  • Cudahiyên di navbera (nav, nava) Ensiklopedî û Ferhengan de
  • Cudahiyên navbera (nav, nava) Ensiklopedî û Ferhengan de
  • Cudahiyên navbera (nav, nava) Ensiklopedî û Ferhengan

Ez gelek "Cudahiyên navbera Ensiklopedî û Ferhengan de" bi kar tînim, lê ez nizanim ya rast e yan na. silav --MikaelF 15:28, 21 rezber 2011 (UTC)

Dibe ku ji ber kurtkirinê wisa hatibe nivîsandin. Wekî ku ez dizanim qertafa di..de bi hevdu re tê bikaranîn lewma "Cudahiyên di navbera Ensiklopedî û Ferhengan de" çêtir e.—Gomadapeyam 18:40, 21 rezber 2011 (UTC)

Ji bo xêra Wîkî Kurdî yek du pêşniyar

Înîxêr (roja înê li we bixêr be):) Bûye moda êdî nivşên me yên nû li Bakur bi tirkî diaxivin, dinivîsînin. Fedakar, merd in, canê xwe didin, lê behsa kurdî bikî direvin. Min bi xwe analîz kiriye û derman jî peyda kiriye lê kes guh nade belengazên wekî min, ev mesele jî kûrdirêj e. Em werin ser Wîkîpediya me. Bi çend gulên wekî Gybu, Gomada, Mîkael û Cuneyd ûêd bihar (mixabin) nayê. Ji me re proyeke pirr afirandêrî pêwîst e. Min berê hin pêşniyar kirin, wê demê wekî ku bi min henekan bikin, hevalan paşguh kirin, çend salan berê bû. Gelek pêşniyarên min hene, destpê bikin îro yek-duyan bêjim:

  • Xebera gelekan ji me û karê me nîne. Li ser malper, komele, TV ûêd (ên kurdî) reklama bêdirav bikin, bala pênûskurdan bikişînin.
  • Îro Facebook, Twitter bûye dinya. Bi dehhezaran ciwanên me li wir bi zimanê xelkê 24 saetan emrê xwe dikujin. Li wan deran profilên reklamê ava bikin. Min li Facebookê yek çêkirm, heylawezo çi binêrim gelek profîl li ser wîkiya me hatine avakirin lê ne çalak in. Werin em çalak bikin. Li wir girêdanên gotarên xwe bidin, vana belav bikin, bila him sûdê jê bigirin, him jî bikarhênerên nû werin.
  • Kekê Mîkael, Erdal an Bangîn (ango burokratên me), li medya û çapemeniya me behsa WKyê (Wîkî Kurdî) bikin, tevlî bernameyan bibin, reklama me bikin.
  • Werin em metîneke, nivîsareke standard a daxwaziya tevlîkariyê dike amade bikin. Viya serî de ji înstîtut û zanîngehên kurd (li Kurdistana Başûr zanîngeh hene), ji gelek komele, dezgeh ûêd re bişînin. Ango bêjin bila alîkariya me bikin, destûra weegirtina berhemên xwe bidin me. Biborin hevalên devedora min ji min re dibêjin "welelehî te rika xwe berdaye ronakbîrên kurd, qey tu hesûdiya wan dikî!?". Welehî nerast e. Mi ew baş baskiriye, karîyerîzm, elîtî û tirkofoniya wan dîtiye, aciz bûme. Lê dîsa jî bila mêranî ji me re bimîne, daxwaziyê bikin.

Bila îro ev bin, pêşniyarên min hêj gelek in. Hêjano li cihê ez lê me, li dibistanên amadeyî ûêd. mamoste bi xwendekaran mecbûr dikin, ango erka malê didinê ku li ser dibistana wan, bajarê wan li wîkîpediyayê gotaran binivîsînin. Ez behsa almanî dikim ku ne wekî kurdî di bin xetereya tunebûnê de ye. Heger alman viya bikin, divê em çi bikin? Kurdî dimire. 100 belediye hene li Bakur. Gelek zanîngeh hene li Başûr, bi dehan înstîtutên me hene. Xwelî li serê wan ne be. Ne tenê ji bo WK..

Hêjano 2 hefte tetîla min heye. Ez tenê li karfehê derfeta xebata gotarnivîsînê dibînim. Dibe ku di tetîlê de kêm bixebitim an ne, bila di bîra we de be. Pirr îniyan bibînin, xebat xweş.. --Bablekan 13:03, 28 kewçêr 2011 (UTC)

Bêhnvedana min didome, tetîlê de me. Nebêjin Bablekan dîsa reviya:) Xêra xwe bersiva van pêşniyarên min bidin, heger hûn wan wekî pêşniyar dipejirînin. Cejna we ya qurbanê jî pîroz be. Bi rastî li Kurdistanê ti tehma cejnê jî nemaye. Ne pez, lê mixabin xelkê me, ciwanên me tên qurbankirin. Xwedê xêr bike. Kengî hejmara gotarên Wîkîpediya kurdî bû 1 milyon (ne xeyal e jî), wê demê bila me jî bikin qurbana vê neteweya birîndar. Wê demê em ê bizanibin, me karekê kiriye. Xebat xweş.. --Bablekan 21:02, 7 sermawez 2011 (UTC)
Bablekan, bila eydiya te jî pîroz be! Çend roj berê min ev pêşnîyarên te xwendin. Ez ji bo hemûyan di heman fikrê de me. Divê nivîsareke standard bê amadekirin. Bi xwe yên ku biweşînin jî hene. Bi sedan malper hene, nebe em daxwazê înstîtuya bikin bila ev ji malperan ra bişînin da ku biweşînin. Hevelno hun jî fikrên xwe aşkere bikin da ku bo teksteka standart em xebata dest pê bikin. Îsal mixabin derfeta min a beşdarbûna wîkî yê zehf kêm e. Ez wek xwendevanekî kêm cara derfet dibînim bo wîkîyê lê îsal wîkîya me bigeşedanekî de ye. Ez dibêm em sala 2012 wek sala wîkî ya kurdî îlan bikin û li gor wê xebatên reklamê pêk bînin. Berî her tiştî divê hejmara bikarhênera zêde be. Silav û rêz...--Bibliophile 21:27, 7 sermawez 2011 (UTC)
Cejna we tevde pîroz be. Hevalê Bablekan em dizanin tu reviyayî (: lê canê te sax bê. Betlane ji hemû xebatkaran re pêwîst e. Pêşniyarên te rind in. Jixwe dema min wergera Facebookê dikir hevalên ku min didît bi kurdî nivîsandina baş dikirin, vexwandin wîkîpediya me. Rast e, hinek kom bi navê wîkiya me vebûne li facebookê, yek ji wan min vekiriye. Lê min ji hevalan dixwest ne li koma facebookê bimînin. Tenê reklama wîkiya me bibînin û werin vir alîkariya me bikin. Nehewceye gotinê lê yek du-heval vegeriyan (nû hesab çêkirin) wîkiya me bi vî şeklî. Niha jî ez bi hevalê Mirad Gundikî re axivîm. Ya rastî min hinekî bela xwe lê da (: Jixwe min nizanîbû ku xwediyê malpera kurdigeh.com'ê ye. (: Wele camêr derket û got em dikarin reklama wîkiya kurdî bikin. (Herwiha min xwest ciwanên malpera kurdigeh.com'ê jî vexwîne malpera me) Li benda nivîseke danasîna wîkiya me ne. Min got em tevde tiştekî rind li vir binivîsin û piştre dikarim ji mail'a wan re bişînim. Danasîn, reklam bo wîkiya me pirr pêwîst e. Em bi milyonan kurd hene, heme ez tiştekî nabêjime gelê me yê li welat, lê kesên li ewropa, kesên li bajarên tirkan xwendekar ên ku hertim di facebook û nizam çi de ne. Bila bi xêra xwe (ev rêzgirtina ji bav û kalên wan re, dahatû ya ji zaroyên wan re ye) werin hin caran alîkariya wîkiya kurdî bikin. Bi 7-8 kesan kurdî bisernakeve! Pêwîstî bi gelek kurdan heye. Bi hêviya serkevtinê ji bo hemû gelê me re. Bimînin di xweşiyê de! —Gomadapeyam 23:06, 7 sermawez 2011 (UTC)
Slav hevalno, min gotibû hevalê Mirad Gundikî wê li ser wîkiya me di malpera kurdigeh.com de danasîn/reklamekê çêke. Van rojan ez ne pirr çalak bûm. Hevalan jî piştî peyama min tiştek nenivîsîne. Herwiha min niha dît, hevalê Mirad Gundikî di malperê de bi navê hevpeyvînê nivîseke di navbera min û wî de parve kiriye. Hûn dikarin li vir bibînin. Min xwest agahiya we jî jê hebe.—Gomadapeyam 22:56, 19 sermawez 2011 (UTC)
Gelek sipas ji keda we re. Min xwend. Bi sedan malper, dam-dezgehên kurdan hene, ew jî bidin nasandin, qet nebe dê bala ciwanên pênûskurd (kurdên bi kurdî dinivîsînin) bê kişandin. Min jî wan salan nizanî ensîklopediya kurdî heye, lê xebat tê kirin. Rojekê nêrî ku di wîkiya alman de, di gotara Amedê de, li jêr bêjeya kurdî jî dinivîsîne, pêlê kir, min dît kurdî jî heye. Ji wê rojê ve li vir im (erê demekê dirêj reviyam, nehatim vira). Ango sansûra li ser Wîkîpediya kurdî bidin rakirin. Hûn ê bêjin ma kurd jî sansûrê dikin? Werin ez bersivê nedim. Naxwazim bayê paranoyaya xwe li ser babetê jî gurr bikim. Bila kes dilê xwe negire lê ez di wê baweriyê de me ku gelek welatên li ser Kurdistanê desteser in, nahêlin zimanê kurdî geş û standard bine. Bi qasî şerê din, şerê zimanê me jî dikin. Binêrin kurd dema bi tirkî ronakbîriyê dikin, navdar dikin, mezin dikin. Lê bi kurdî bijî, mala wê mîrat dibe, dikin. Xwe di nava întelektualiya me de bicih û birêxistin kirine, nahêlin ti projeyeke kurdî biserbikeve. Bi sedan mînakan dikarim bidim, jiyame, hatiye serê min, bûmê şahîd. Ji ber wê ye min jî kiriye eynat, ez ê jî jiyana xwe bi kurmancî (bi zaraveyê diya xwe) bikim. Serê we neêşînim. Kekê Gomada, Mîkael xêra xwe derbikevin TVan, tevlî bernameyan jî bibin. Ê min nikarim lewra ji xeynî xebata li kargehê û xebata li vir, gelek karên min ên din jî hene. Yek jî têkiliyên min ên sosyal gelek qut bûn (ji ber kar). --Bablekan 16:33, 21 sermawez 2011 (UTC)
Hêdî hêdî dest bi nivîsandina metîna xwe ya danasîn, reklam û vexwendinê jî bikin. Her kurdek li ser gundê xwe binivîsîne jî bes e. Min di wextê de gelek têkilî bi ronakbîrên kurd re danîne. Pirraniya wan kariyerîst in, teral in. Fêlbaz in, mirov tî dibin avê, birçî tînin. Xelkê biçûk dibînin. Min li wê salê ji bo wîkîpediya kurdî jî ji gelekan re epeyam nivîsî, wekî bikarhênerekî alîkari xwest. Nayên. Ew jî kurdî direvin, lewra kurdiya wan nîne, bi kurdî nikarin ji xwe re kariyer bikin, navdar bibin. Heger werin rezîl dibin, tûr û barê di tûrê wan de kivşe dibe. Nikarin bi fermî û aşkera bêjin "na", dikevin çîrok û bahaneyan, direvin, çivçerxî dibin. Lê êdî em hatine dawiyê. Cihê revê nîne. Wiha here, deh-bîst salên din em dibin tirk. Min gelek behs kiriye, niha kurdên Ewropayê (qismek ji wan) newêrin zarokên xwe bo bêhnvedanê bişînin Kurdistanê lewra diçin wir kurdî jibîr dikin, fêrî tirkî dibin. Hat serê hevalekî kin, êdî newêrê zaroka xwe bişîne. Ango êdî em hatine pêpelûka dawiyê. Xîreta parastina kurdî, dilê kê diêşîne bila biêşîne. Niha em li torê li çi bigerin li qorên jorîn agahiyên wîkîpediyayan derdikevin. Ango wîkîpediya pirr girîng e. Yek gotar, yek gotar e. Kurd çawa dizanin canê xwe bidin, wiha jî fedakarî bo ferheng û cîhana kurdî divê. Heger hejmara gotarên me nebû 1 milyon, bila xewa me neyê lê bi keda yek-duyan jî nabe, divê em li çareyan bigerin. Hin pêşniyarên min hene. Ez ê jî teksta danasînê binivîsînim, li vir parve bikim. --Bablekan 16:55, 21 sermawez 2011 (UTC)

Gotarên ser nivîskarên kurd

Hemû nivîskarên (an rojnamevanên) kurd ensîklpedîk in? qanûn pêwîst e (mînak: hejmara pirtûkan 1, 2 an 3)… Nivîskarên me, li vira ku rûpela ser xwe çêdikin (rind jî çênakin) û terrin:) Wîkîpediya me bû Facebook… (bnr. Kategorî:Nivîskarên kurd)--Ghybu 18:46, 3 sermawez 2011 (UTC)

Erê divê em xebatekê ji bo wê jî bikin lê mixabin xebatkar kêm in. Piçekî derengî jî bikeviyê emê vê pirsê hal bikin. —Gomadapeyam 14:20, 5 sermawez 2011 (UTC)

Floraya Kurdistanê

Werin em vê xebatê bi ser bixin. Hin navên riwekan di ferhengên online de nînin. Mirov dikare rêça wan di wêjeya devkî de bigere. Hinan jî mirov dikare binavbike. Bo mîkan bazgeya spî, lewra rengê wê spî ye, hewce nake mirov ji yekê destûrê bigire. Ez nabêjim em wekî tirkan peyvan ji ber xwe derxin. Na, na. Kurdî dewlemend e, qet nebe ji farsî navan bigirin. Lewra herdu ziman ji cîhanekê ne. Kê bi farsî dizane? Tirkan ji xwe re avêtine, bo mînak navê kulîlkê kirine Atatürk çiçeği ([1]. Ez bawer dikim, di warê flora, ajalan de kurdî ji îngilîzî jî dewlemendtir e. Mixabin ê me xebat nîne. Hêjano hûn jî li ser wergera vê rûpelê bikin ([2]). Em viya li wîkîpediya xwe bar bikin, mirov dikare di vê lîsteyê de xebatê bişopîne, nekeve tevlîheviyan. Xx (Xebat xweş).. --Bablekan (nîqaş) 12:13, 16 gulan 2012 (UTC)

Silav Bablekan, li Amedê pisporekî floraya Kurdistanê heye, navê wî Ehmedê Dirihî ye. Ew bi xwe ji herêma Çewlîgê ye û nuha di rojnameya Newe Pel (newepel@hotmail.com) de li ser navên nebatan dinivîse. Ew dibêje ku zêdeyî 16.000 navên nebatan kom kirine, bi hemû shêwezarên kurdî. Heke fersend bi min biketa minê bikariba dîsa têkilî pê re deynim. Yan na tu jî ji mamoste Ehmedê Dirihî re binivîse, dibe ku ew bikaribe alîkariya me bike.. Xx û bxt (bi xatirê te).. --MikaelF (nîqaş) 17:17, 17 gulan 2012 (UTC)
Slav ji we re, heta ku hûn têkiliyê pê re çêkin, di vê navberê de hinek navên berhevkirî yên ji xebata Ehmedê Dirihî li vir weke tablo û li vir jî bi wêne hene. Herwiha li vir xebateke din heye. Xx (: —Gomadapeyam 20:24, 19 gulan 2012 (UTC)

Hesare, gerstêrk, rojgerk...

Ma kîj ji wan peyvan mirov bikar tîne? Gelo Erd gerstêrk e yan gerestêrk, hesare, rojger, rojgerk, rojgeran, rojgêran, seyare, exter, planet? Min peyva exter heta îro qet nedîtibû. Hesare li Behdînan tê bikaranîn. Hûn çi jê re dibêjin? Bimînin shad û bextewer.. --MikaelF (gotûbêj) 17:27, 1 tîrmeh 2012 (UTC)

Navên riwekan bi kurdî (cins, famîle , kom…)

Kategorî:Famîleya riwekan

Niha em mecbûr in, peyvên wekî famîle, kom, êl, cins, çîn ûêd bi serê navan de bikin? Bo mînak em ji famîleya bexdenûsê re tenê bêjin bexdenûsan dibe ku şaşî derkeve, xelk bêjin qey hemî bexdenûsan. Almanî de pirrhejmarî bikaranîne, yan paşpirtika +gewächse (wekî giha) pêve dikin. Tirk +giller, azerî +kimiler. Di farsî de +wer. Ev di kurdî de jî heye, perwer, dilawer hwd. Di hin devokan de bo wisa, wîlo, werganî wer, werkî werre heye. "Erê wele werre ye, xebera te ye". Li vir werre (ji wer) wateya +giller, +kimiler dide. Tu çi dibêjî? Bi ya min niha em werre bixebitin, paşê her kes nêrîna xwe bêje, riyekê bibînin. Xx.. --Bablekan (gotûbêj) 12:46, 4 tîrmeh 2012 (UTC)

Erê, bin min jî "Famîleya an Koma" +"nav" pirr dirêj e, sîstemeke din hewce ye… Ema bi kurdî, heke sernav bi tenê ye yekjimar e… Ramanên MikaelF (g · b · a), Gomada (g · b · a) an Ferhengvan çi ye? ew min rintir dizanin.--Ghybu (gotûbêj) 15:48, 4 tîrmeh 2012 (UTC)
Pêsniyareke bas e. Lê sernavê gotarê wê weke Bexdenûswer (gelo Bexdenûsweran ciqas li gorî ramana kurdî ye?) were nivîsandin an Bexdenûswar? Mînak; Kurdewar ne bi heman awayî hatiye cêkirin?—Gomadapeyam 17:18, 4 tîrmeh 2012 (UTC)

Navên heywanan bi kurdî (cins, famîle , kom…)

Careke din xuya dike ku tevlîhevî di derbarê binavkirinê de heye. Lewma divê biryarek were standin. Ji bo riwekan qertafa -wer an -war di cih de ye, lê heman binavkirin ji bo heywanan gengaz e? An jî fikrekî din heye?—Gomadapeyam 09:53, 12 pûşper 2013 (UTC)

Çend xeletî li teksta otomatîk a Wîkiyê

Bi silav û rêz... duhî wêneyek ji Commonsê hatiye jêbirin û eva ha bi awayekî otomatîk derket:

(cudahî | dîrok) . . B Kurdistan‎; 23:43 . . (-80)‎ . . ‎CommonsDelinker (gotûbêj | beşdarî | asteng bike)‎ (Wêne Iraqvillageavzrog.jpg ji gotarê hate jêbirin, çûnkî ew wêneya li Commons ji INeverCry hate jêbirin. Sedemê jêbirinê ev bû: Per commons:Commons:Deletion requests/File:Iraqvillageavzrog.jpg) [bizîvirîne pêş]

Gelo em dikarin "..., çûnkî ew wêneya li Commons ji INeverCry hate jêbirin. Sedemê jêbirinê ev bû..." û "[bizîvirîne pêş]" rast bikin? --MikaelF (gotûbêj) 07:08, 15 adar 2013 (UTC)

Li vir. Wekî din bnr. Hemû peyamên sîstemê (peyamên Mediawiki / peyamên bo'tan)--Ghybu (gotûbêj) 23:42, 15 adar 2013 (UTC)

Peyamên sîstemê

translatewiki.net

tercîhên min

Silav rêveberno! ji kerema xwe sernavê pishka "tercîhên min" biguherînin û bikin "hevyazên min"! Hevyaz kirin kurdî e; wate tercîh kirin. Hevyaz wate favorît. Îrec Mêhrbexş (gotûbêj) 19:11, 29 pûşper 2013 (UTC) Him jî peyama tabloya sor « *Zanibe: Tu kê rûpelekê çêkê yê niha hate jêbirin!*» bêwate e. Serrast kin Îrec Mêhrbexş (gotûbêj) 19:11, 29 pûşper 2013 (UTC)

Tîtela serî ya gotûbêja min jî bibe gotûbêjên min pirr rindtir e. Îrec Mêhrbexş (gotûbêj) 19:17, 29 pûşper 2013 (UTC)

Silav, Hemû peyamên sîstemê li vir tên wergerandin (translatewiki.net); tu jî dikarî biguherînî. Mînak:
  • Ji bo "Tercihên min", bnr.
  • Ji bo "Gotûbêja min", bnr.
  • "Zanibe: Tu kê rûpelekê çêkê yê niha hate jêbirin!» jî li vir
Pêşta xwe tomar bike. Mijarên têkildar: Portala kurdî--Ghybu (gotûbêj) 19:44, 29 pûşper 2013 (UTC)

Ghybu (gotûbêj) 19:44, 29 pûşper 2013 (UTC)

 Na! Hevyaz û tercîh jiyawazin, ferq dikin.--ÇalakГотубеж 20:04, 29 pûşper 2013 (UTC)

Bablekan

Silav kedkarno. Ev bû 2 sal in min nedikarî tevlî we bibim, li cihekê gelek dûr bûm. Min gelek tişt jî jibîr kirine. Çendekê ez ê xwe hinekê biceribînim li vir, heya întegre bûm. Bablekan (binêrin nizanim ka çer navê xwe yê bikarhêneriyê dinivîsand)Ev peyama bêîmze ya Bablekan (gotûbêjbeşdarî) e.
Silav Bişirîn! Tu bi xêrhatî! Îmze xwxe jî bîr meke (li jor, li ser îşareta pênûsê () bitikîne)--Ghybu (gotûbêj) 20:45, 8 sermawez 2014 (UTC)
Bablekancan, tu çawan î? Min tu ji bîr nekiriye, tu bash î? Ez li vira li hêviya te dimînim; metirse, zû vegere! --MikaelF (gotûbêj) 21:29, 8 sermawez 2014 (UTC)
Bablekan, xêr were! Xebatên xwe yên hêja li vir bidomîne, wîkiya kurdî bîra te kiriye :)--Bibliophile (gotûbêj) 21:07, 9 sermawez 2014 (UTC)

Rêziman

@MikaelF, Gomada, Şêr, Bikarhêner, Sayit25, Xwedêda, û Bibliophile:
Nêrînên we li ser vê mijarê çi ye?--Ghybu (gotûbêj) 01:36, 22 rêbendan 2017 (UTC)