Newroz yan jî Cejna Newrozê, cejneke çandî û dîrokî ye ku ji aliyê gelên îranî û gelek gelên din ên herêmê ve her sal di meha adarê de li seranserê cihanê tê pîrozkirin. Di serdema nûjen de cejna Newrozê di çanda kurdan de wekî cejna azadî û vejînê her sal di 21ê adarê de li seranserê Kurdistanê tê pîrozkirin. Li gorî mîtolojiya Newrozê Kawayê Hesinkar di vê rojê de li dijî serdarê zilimkar a Dehaq serhildan pêk aniye û wî têk biriye. Bi têk birina Dehaq re gelên bajêr ji bin zilmê rizgar dibin û ev roj ji bo gelên bajêr dibe roja rizgarî û şahiyê. Ji ber vê yekê cejna Newrozê di çanda nûjen a kurdan de wekê cejna azadiyê û vejînê hatiye diyar kirin. Tê texmînkirin ku li seranserê cihanê ji aliyê 300 milyon kesan ve her sal Newroz tê pîrozkirin. Li seranserê cîhanê pîrozbahiya herî mezin a Newrozê pîrozbahiya Newroza Amedê ye ku her sal li Amedê tê organîzekirin. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1926 – Profesorê amerîkî Robert Hutchinson Goddard yekem roketa ku bi şewata gaza rahn kar dike pêşxist. Roketa ku bi gaz û oksîjena rahn kar dikir 12 metre û nîv bilind bû û 56 metre rê digirt.