Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/Kanûna paşîn
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn
| << | Di dîrokê de îro ji bo kanûna paşîna 2026an | >> | ||||
| Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
| 1 | 2 | 3 | 4 | |||
| 5 | 6 | 7 | 8 | 9 | 10 | 11 |
| 12 | 13 | 14 | 15 | 16 | 17 | 18 |
| 19 | 20 | 21 | 22 | 23 | 24 | 25 |
| 26 | 27 | 28 | 29 | 30 | 31 | |

Bûyer
- 630 – Hezretî Muhammed, bi artêşekê kete bajarê Mekeyê.
- 1945 – Fransa, tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1959 – Bi serokatiya Fîdel Kastro şoreşa Kûbayê pêkhat.
- 1986 – Spanya û Portugal, tevlî Yekîtiya Ewropayê bûn.
- 1993 – Çekoslovakya bû du parçe. Bi vê bûyerê re Komara Çekî û komara Slovakyayê hatin damezrandin.
- 1994 – Zapatîstan ji ber pirsgirêka xwe ya neteweyî bi rêberiya Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîst (EZLN) li Meksîkayê dest bi têkoşîna azadiyê kirin.
- 1995 – Awistriya, Fînlenda û Swêd tevlî Yekîtiya Ewropayê bûn.
- 2000 – Kanala ezmanî ya Kurdsatê li Başûrê Kurdistanê dest bi weşanê kir.
- 2005 – Radyo Newa ji Herêma Kurdistanê dest bi weşanê kir.
- 2007 – Reqemên ISBN ji 10an bûne 13.
Jidayikbûn
- 1947 – Nusret Kılıçaslan, siyasetmedarê kurd
- 1950 – Mistefa Kewê, helbestvanekî kurd
- 1953 – Mehmed Uzun, nivîskarê kurd
- 1956 – Muzaffer Ayata, yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'yê
- 1986 – Deşnê Murad, stranbêja kurd
Mirin
- 874 – Hesenê Eskerî, îmamê şia yê yazdehem
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1523 – Girava Rodosê, ji aliyê artêşa Osmaniyan ve hate dagirkirin.
- 1757 – Keyaniya Yekbûyî bajarê Hindistanê Kolkata dagir kir.
- 1922 – Di navbêra hikumeta tirk û hikumeta Ukranyayê de peymana dostaniyê hate morkirin.
- 1935 – Li Tirkiye û Kurdistana Bakûr, ji aliyê rejîma tirk ve, qanûna ‘Paşnavitiyê’ kete meriyetê de.
- 1935 – Li Tirkiyeyê li giravên Marmara û Erdekê erdhej qewimîn; di encamê de 5 kes mirin, 600 avahî jî xisar dîtin.
- 1941 – Şerê cîhanî yê duyem: Artêşa almanan li bajarê Cardiff a Walesê ziyan dane katedrala bajêr Llandaffê.
- 1942 – Şerê cîhanî yê duyem: Hêzên japon paytexta Filîpînê, Manîla dagir kirin.
- 1951 – Tirkiye, Holand û Brazîl bûne endamên nû yên rêxistina Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.
- 1978 – Li paytexta Belçîka Brukselê, avahiyeke ku tê de ji bo bankeya tirkan xebat dihate kirin, ji aliyê hin kesan ve hate bombekirin.
- 2002 – Serdozgerê Dadgeha Bilind a Komara Tirkiyeyê Sabîh Kanadoglu, ji bo girtina partiya HADEPê serî li Dadgeha Destûrabingehîn da.
Jidayikbûn
- 1967 – Tia Carrere, aktrîs, stranbêj û modela amerîkan
Mirin
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1496 – Leonardo da Vinci ceribandina maşîneke firînê pêk anî, lê bi ser neket.
- 1815 – Dewletên Awistriya, Keyaniya Yekbûyî û Fransayê li dijî Rûsya û Prûsya yekîtiyek ava kirin.
- 1889 – Friedrich Wilhelm Nietzsche hişê xwe winda kir.
- 1925 – Li Îtalyayê hemû hêza dewletê kete destê Benito Mussolini.
- 1952 – Li Erzerom û Hesenqelayê erdhej qewimî; di encamê de 69 kes mirin 299 kes jî brîndar bûn.
- 1959 – Alaska weke dewleta 49em a DYAyê hate pejirandin.
- 1984 – Li girtîgeha Amedê Berxwedana Kanûna Paşîn dest pê kir. Di wê kanûna paşîn de Necmettin Büyükkaya, Kemal Arat, Orhan Keskin û du girtiyên din ji cîhanê koç kirin.
- 1993 – Li Amedê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) vebû.
- 1995 – Endamê HADEP'a Êlihê Vasfi Çetin hate kuştin.
Jidayikbûn
- B.Z. 106 – Cicero, fîlozof û siyasetmedarê Romayî
- 1892 – J. R. R. Tolkien, zimanzan, helbestvan û nivîskarê brîtanî
- 1925 – Kim Dae Jung, siyasetmedarê Korêya Başûr
- 1977 – Mayumi Iizuka, stranbêj û aktrîsa japon
Mirin
- 1903 – Alois Hitler, karmendê dewletê yê awistirî
- 1911 – Alexandros Papadiamantis, nivîskar û helbestvanê yewnanî
- 1923 – Jaroslav Hašek, nivîskar û rojnamevanê çekî
- 1981 – Prenses Alice, Kontesa Athloneyê
- 1988 – Rose Ausländer, nivîskar û helbestvana ûkraynî-alman
- 2009 – Betty Freeman, fîlantropîst û fotografera amerîkan
- 2011 – Yozef Shiloach, aktorê kurd ê cihû
- 2023 – Elena Huelva, aktîvîsta şêrpenceyê û bandorkera medyayên çivakî ya spanî
- 2025 – Niko Lekişvili, siyasetmedarê gurcî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1717 – Brîtanyaya Mezin, Holenda û Fransayê peymaneke sêalî îmze kirin.
- 1762 – Brîtanyaya Mezin li dijî Spanya û Napoliyê îlana şer kir.
- 1878 – Bajarê Sofyayê ji destê rêveberiya Osmaniyan hate rizgarkirin.
- 1896 – Utah, bû dewleta 45em DYAyê.
- 1948 – Bûrmayê ji Keyaniya Yekbûyî serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1951 – Komara Gel a Çînê û Korêya Bakur bajarê Sêûlê dagir kirin.
- 1987 – Trêneke ji Washington, D.C. diçû Bostonê li pêçavê trêneke dî ket. Di encamê de 16 kes mirin.
- 1990 – Li Pakistanê trêna rêwiyan li pêçavê trêna baran ket. Di encamê de 300 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1996 – Komkujiya girtîgeha Umraniyeyê pêk hat û 4 girtî hatin kuştin.
- 1999 – Êrîşkarên çekdar li bajarê Îslamabadê êrîş birin ser mizgefteke şiiyan. Di encamê de 16 kes mirin û 25 kes jî brîndar bûn.
Jidayikbûn
- 1940 – Gao Xingjian, nivîskar û wergêrê xwediyê Xelata Nobelê
- 1966 – Faysal Dağlı, rojnamevan û derhênerê kurd
Mirin
- 1941 – Henri Bergson, fîlozofê xwediyê Xelata Nobelê
- 1960 – Albert Camus, nivîskarê fransî
- 1961 – Erwin Schrödinger, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1965 – T.S. Eliot, nivîskar û helbestvanê xwediyê Xelata Nobelê
- 2007 – Bro Omerî, nivîskar û helbestvanê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1675 – Artêşa Fransayê li Kolmarê zora artêşa Brandenburgê bir.
- 1854 – Li San Franciscoyê keştiyek noqav bû. Di encamê de 300 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1909 – Dewleta Kolombiyayê serxwebûna Panamayê qebûl kir.
- 1974 – Li Antarktîkayê pileya germê ya herî bilind weke +15 °C hate pîvandin.
- 1974 – Li Lîmaya paytexta Perûyê, di encama erdhejê de şeş kes mirin û bi sedan xaniyan ziyan pêk hat.
- 1978 – Sendîkaya Sînemageran SINE-SEN li Tirkiyeyê hate damezirandin.
- 2005 – Gerstêrka qambost a herî biçûk Erîs hate keşfkirin.
Jidayikbûn
- 1762 – Constanze Mozart, hevjîna Wolfgang Amadeus Mozart
- 1846 – Rudolf Eucken, nivîskar û fîlozofê xwediyê Xelata Nobelê
- 1932 – Umberto Eco, zimannas û nivîskarê îtalyan
- 1932 – Raisa Gorbachova, hevjîna Mîxaîl Gorbaçov
- 1938 – Juan Carlos I, keyê berê yê Spanyayê
- 1957 – Şevger Hovik, nivîskar û stranbêjê kurd
- 1975 – Bradley Cooper, lîstikvan û fîlmçêkerê amerîkî
Mirin
- 1939 – Amelia Earhart, firokevana amerîkan
- 1956 – Mistinguett, aktrîs û stranbêja fransî
- 1970 – Max Born, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1970 – Roberto Gerhard, bestekar û rewşenbîrê ketelan
- 1990 – Arthur Kennedy, aktorê amerîkan
- 1991 – Vasko Popa, helbestvan û akademîsyenê serbî
- 1995 – Fethî Yildirim, rêveberê HADEPê yê Wêranşerê
- 2000 – Kumar Ponnambalam, parêzger û siyasetmedarê tamîl ê srîlankayî
- 2007 – Momofuku Ando, bazirgan û îcradkarê taywanî-japonî, danerê Nissin Foods
- 2012 – Isaac Díaz Pardo, wênesaz û peykertraşê spanî
- 2018 – Karin von Aroldingen, balerîna alman
- 2026 – Molly Parkin, wênesaz, romannivîs û rojnamevana wêlsî (jdb. 1932)
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1912 – Nû Meksîk, bû dewleta 47em a DYAyê.
- 1921 – Artêşa Iraqê hate damezrandin.
- 1930 – Ajotina ceribandinê ya yekem a tirimbêla bi motorê dîzel di navbera Indianapolis û New York City de pêk hat.
- 1931 – Thomas Edison, ji bo patenta keşfa xwe ya dawî serîlêdan pêk anî.
- 1950 – Keyaniya Yekbûyî bi awayê fermî dewleta Komara Gel a Çînê nas kir.
- 1983 – Yılmaz Güney û Cem Karaca ji hevwelatiya Tirkiyeyê hatin derxistin.
- 1995 – Konferansa zimanê kurdî li Berlînê dest pê kir.
Jidayikbûn
- 1932 – Nadir Nadirov, endezyar û mamosteyê kurd
- 1938 – Adriano Celentano, stranbêj û aktorê îtalî
- 1966 – A. R. Rahman, hundermendê hindî
Mirin
- 1902 – Lars Hertervig, wênesazê norwêcî (jdb. 1830)
- 1918 – Georg Cantor, matematîknas û fîlozofê alman (jdb. 1845)
- 1919 – Theodore Roosevelt, kolonel, siyasetmedar û serokdewletê 26em ê DYAyê (jdb. 1858)
- 1990 – Pavel Çerenkov, fizîknasê rûs
- 1928 – Wilhelm Ramsay, erdnas û profesorê fînî (jdb. 1865)
- 1933 – Vladimir de Pachmann, piyanîstê ûkraynî-alman (jdb. 1848)
- 1942 – Emma Calvé, soprano û aktrîsa fransî (jdb. 1858)
- 1944 – Jacques Rosenbaum, avahîsazê estonî-alman (jdb. 1878)
- 1966 – Jean Lurçat, wênesazê fransî (jdb. 1892)
- 1984 – Ernest Laszlo, sînemagerê mecar-amerîkan (jdb. 1898)
- 1990 – Ian Charleson, aktorê skot-inglîz (jdb. 1949)
- 1992 – Steve Gilpin, stranbêj û strannivîsê nûzelendî (jdb. 1949)
- 1993 – Rudolf Nureyev, dansker û koreografê rûs-fransî (jdb. 1938)
- 2005 – Tarquinio Provini, pêşbirê motosîkletan ê talyan (jdb. 1933)
- 2008 – Shmuel Berenbaum, xaxamê Mir Yeshiva li Brooklyn (jdb. 1920)
- 2014 – Nelson Ned, stranbêj û strannivîsê brezîlî (jdb. 1947)
- 2016 – Florence King, rojnamevan û nivîskarê amerîkan (jdb. 1936)
- 2016 – Silvana Pampanini, model, aktrîs û Miss Italy ya 1944an (jdb. 1925)
- 2017 – Om Puri, aktorê hindistanî (jdb. 1950)
- 2022 – Sidney Poitier, aktor, rejîsor û dîplomatê bahamayî-amerîkan (jdb. 1927)
- 2023 – Mary Lou Kownacki, rebena katolîk a romî, çalakvana aştiyê û nivîskara amerîkan (jdb. 1941)
- 2026 – Béla Tarr, derhênerê fîlman ê mecar (jdb. 1955)
- 2026 – Seîd Pîrdost, aktorê îranî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1610 – Astronomê îtalyan Galileo Galilei, çar peykên Berçîsê keşf kirin (Îo, Europa, Ganymede, Callisto).
- 1797 – Ala Îtalyayê ya nûjen cara pêşîn hate bikaranîn.
- 1927 – Axaftina di ser okyanûsê re, ya pêşîn ku di navbera bajarên New York û Londonê de bû, pêkhat.
- 1935 – Di bin serweriya Benito Mussolini û Pierre Laval de, peymanek di navbera Îtalya û Fransayê de hate girêdan.
- 1940 – Li Mehabadê kovara Kurdistan dest bi weşanê kir.
- 1959 – Dewleta DYAyê hikûmeta Kûbayê ya di bin seroktiya Fidel Castro de nas kir.
- 1979 – Artêşa Viyetnamê paytexta Kambocayê, Phnom Penh, dagir kir.
- 1980 – Li Hindistanê partiya Indira Gandhi bi ser ket.
Jidayikbûn
- 1858 – Elîezer Ben-Yehuda, jînkerê zimanê îbranî
- 1948 – Ichiro Mizuki, stranbêj û aktorê japonî
Mirin
- 1912 – Sophia Jex-Blake, nojdar û femînîsta inglîz (jdb. 1840)
- 1943 – Nikola Tesla, endezyarê serbî-amerîkan (jdb. 1856)
- 1951 – René Guénon, fîlozof û nivîskarê fransî-misrî (jdb. 1886)
- 1972 – John Berryman, helbestvan û rewşenbîrê amerîkan (jdb. 1914)
- 1988 – Trevor Howard, aktorê inglîz (jdb. 1913)
- 1989 – Hirohito, împeratorê japonî (jdb. 1901)
- 2004 – Ingrid Thulin, aktrîsa swêdî (jdb. 1926)
- 2007 – Magnus Magnusson, rojnamevan, nivîskar û akademîsyenê îslendî (jdb. 1929)
- 2015 – Georges Wolinski, kartonîstê tûnisî-fransî (jdb. 1934)
- 2016 – Kitty Kallen, stranbêja amerîkan (jdb. 1921)
- 2017 – Mário Soares, siyasetmedarê portûgalî û serokkomarê Portûgalê yê 16em (jdb. 1924)
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1297 – Monakoyê serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1780 – Li Tewrêzê (Îran), erdhejeke bi mezinahiya 7,7 a li gorî pîvanên Richter pêk hat. Di encamê de nêzîkê 80.000 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1912 – Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê hate damezrandin.
- 1914 – Prînsîbên Wilson ku ji 14 xalan pêk dihatin, ji bo kongreya DYAyê hatin pêşniyazkirin.
- 1961 – Li Fransayê di encama referandûmekê de ji bo polîtîkayên Charles de Gaulle (De Gol) yên li Cezayirê piştgirî derket.
- 1982 – Ji bo Yılmaz Güney ji sedema "propandakirina komunîzmê" ceza bi 7,5 salan hate birrîn.
- 1995 – Di 8 û 27ê kanûna paşîn de pêncemîn Komcivîna Jinan a Neteweyî pêk hat.
- 1995 – Kongreya PKKê ya pêncem dest pê kir û heta 27ê mehê dom kir.
- 1996 – Balafireke kargoyê li bajarê Kînşasa kete nav cihê bazarê. Di encamê de 350 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 2003 – Balafira THYyê ya di navbera Stembol û Amedê de seferan dike, li Amedê kete xwar. Di encamê de 74 kes mirin û 3 kes jî brîndar bûn.
Jidayikbûn
- 1867 – Emily Greene Balch, nivîskar û aştîxwaza xwediyê Xelata Nobelê
- 1891 – Walther Bothe, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1642 – Galileo Galilei, astronomê îtalî
- 1896 – Paul Verlaine, helbestvanê fransî
- 1916 – Ada Rehan, aktora îrlendî-amerîkan (jdb. 1860)
- 1925 – George Bellows, wênesazê amerîkan (jdb. 1882)
- 1934 – Andrei Bely, romannivîs, helbestvan û rxnekarê edebî yê ûris (jdb. 1880)
- 1952 – Antonia Maury, stêrnas û astrofizîknasa amerîkan (jdb. 1866)
- 1963 – Kay Sage, wênesaza surrealîst a amerîkan (jdb. 1898)
- 1975 – Richard Tucker, tenorê amerîkan (jdb. 1913)
- 1996 – Metin Göktepe, fotografer û rojnamevanê tirk (jdb. 1968)
- 1996 – François Mitterrand, siyasetmedar û serokkomarê Fransayê yê 21em (jdb. 1916)
- 2002 – Aleksander Proxorov, fizîknasê rûs
- 2007 – Jane Bolin, parêzer û dadgera amerîkan (jdb. 1908)
- 2017 – Nicolai Gedda, tenorê swêdî (jdb. 1925)
- 2021 – Iancu Țucărman, romanyayiyê ji Holokostê sax filitî (jdb. 1922)
- 2024 – Adan Canto, aktorê meksîkî (jdb. 1981)
- 2025 – Mangkra Souvanna Phouma, mîrê laosî (jdb. 1938)
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1788 – Connecticut bû dewleta pêncem a DYAyê.
- 1861 – Mississippi di encama şerê sivîl ê navxweyî de ji DYAyê veqetiya.
- 1917 – Şerê cîhanî yê yekem: Di navbera Brîtanya û osmaniyan de şer li ser tixûbê Misir û Filistînê qewimî.
- 1920 – Hêzên tirk li meydana İnönü li hemberî hêzên yewnanî ketin nav şer.
- 1937 – Yek ji pêşengên şoreşa bolşevîkan Lev Trotskî piştî ku ji aliyê Stalîn ve hate mişextîkirin, çû Meksîkê.
- 1941 – Şerê cîhanî yê duyem: Keştiya yewnan a noqav Triton (Y-5), keştiya noqav a Îtalyayê ya bi navê Neghelli îmha kir.
- 1945 – Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên amerîkan girava Luzonê ya li Filipînê dagir kirin.
- 2007 – Balafira ku karkerên ji Tirkiyeyê tê de bûn, di dema ji Edeneyê diçû Iraqê, li Bexdayê kete xwar. Di encamê de 34 kes mirin.
Jidayikbûn
- 1908 – Simone de Beauvoir, nivîskara fransî
- 1958 – Mehmet Ali Ağca, kujerê tirk
- 1959 – Rigoberta Menchú Tum, çalakgera xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1324 – Marco Polo, kaşif û gerokê îtalî
- 1867 – Emily Greene Balch, nivîskar û aştîxwaza xwediyê Xelata Nobelê
- 1923 – Katherine Mansfield, romannivîs, çîroknivîs û ceribandinnivîsa nûzelendî (jdb. 1888)
- 1939 – Johann Strauss III, viyolonseljen, bestekar û şefê orkestrayê yê awistrî (jdb. 1866)
- 1941 – Dimitrios Golemis, bezayê yewnanî (jdb. 1874)
- 1945 – Osman Cemal Kaygılı, rojnamevan, nivîskar û şanonivîsê tirk (jdb. 1890)
- 1946 – Countee Cullen, helbestvan û şanonivîsê amerîkan (jdb. 1903)
- 1964 – Halide Edib Adıvar, nivîskar û akademîsyena tirk (jdb. 1884)
- 1972 – Ted Shawn, dansker û koreografê amerîkan (jdb. 1891)
- 1981 – Kazimierz Serocki, piyanîst û bestekarê polonî (jdb. 1922)
- 1985 – Robert Mayer, bazirgan û fîlantropîstê alman-inglîz (jdb. 1879)
- 1987 – Arthur Lake, aktorê amerîkan (jdb. 1905)
- 1990 – Cemal Süreya, helbestvanê tirkî yê esilkurd
- 1992 – Steve Brodie, aktorê amerîkan (jdb. 1919)
- 1995 – Souphanouvong, siyasetmedarê laosî, serokkomarê yekem ê Laosê (jdb. 1909)
- 1996 – Abdullah al-Qasemi, ateîst, nivîskar û rewşenbîrê siûdî (jdb. 1907)
- 2009 – T. Llew Jones, nivîskar û helbestvanê wêlsî (jdb. 1914)
- 2011 – Makinti Napanangka, resamê awistralyayî (jdb. 1930)
- 2012 – Brian Curvis, boksêrê wêlsî (jdb. 1937)
- 2014 – Amiri Baraka, helbestvan, şanonivîser û akademîsyenê amerîkan (jdb. 1934)
- 2014 – Josep Maria Castellet, helbestvan û rexnekarê edebî yê ketelan (jdb. 1926)
- 2017 – Zygmunt Bauman, civaknas û nivîskarê polonî (jdb. 1925)
- 2022 – Maria Ewing, operabêja amerîkan (jdb. 1950)
- 2023 – Séamus Begley, akordeonjen û muzîkvanê kevneşopî yê îrlendî (jdb. 1949)
- 2024 – Rashid Khan, muzîkvanê klasîk ê hindistanî (jdb. 1968)
- 2025 – Black Bart, gulaşgirê profesyonel ê amerîkan (jdb. 1948)
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1810 – Napoleon Bonaparte ji hevjîna xwe Josephine cihê bû.
- 1861 – Di şerê navxweyî yê amerîkanan de Florida ji DYAyê veqetiya.
- 1916 – Hêzên împeratoriya Rûsyayê li Erzeromê bi Osmaniyan re dest bi şer kirin.
- 1918 – Cemiyeta Tealiya Kurd hate damezirandin.
- 1928 – Rêveberiya Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst Trotskî û 30 pêşengên din ên muxalîf sirgûnî Almatiyê kirin.
- 1941 – Şerê cîhanî yê duyem; Hêzên yewnan bajarê Këlcyrë yê li Albanyayê dagir kirin.
- 1959 – Yekîtiya Sovyetê aştî pêşniyazî Almanyayê kir.
- 1984 – Piştî 117 salan di navbera DYA û Vatîkanê de pêwendiyên tevahî yên dîplomatîk pêk hatin.
- 1985 – Di kanala neteweyî ya Tirkiyeyê, TRT, de peyvên weke "anı (serpêhatî), devrim (şoreş), özgürlük (azadî)" hatin qedexekirin.
Jidayikbûn
- 1913 – Gustav Husak, serokdewletê Çekoslovakyayê
Mirin
- 1778 – Carolus Linnaeus, zanyarê swêdî
- 1904 – Jean-Léon Gérôme, wênesaz û peykertraşê fransî (jdb. 1824)
- 1905 – Kārlis Baumanis, bestekarê letonî (jdb. 1835)
- 1920 – Sali Nivica, rojnamevan û siyasetmedarê albanî (jdb. 1890)
- 1926 – Eino Leino, helbestvan û rojnamevanê fînî (jdb. 1878)
- 1951 – Sinclair Lewis, romannivîs, çîroknivîs û şanonvîsê amerîkan, xwediyê Xelata Nobel (jdb. 1885)
- 1951 – Yoshio Nishina, fizîknas û akademîsyenê japonî (jdb. 1890)
- 1957 – Gabriela Mistral, helbestvan û akademîsyena şîliyî, xwediya Xelata Nobel (jdb. 1889)
- 1961 – Dashiell Hammett, nivîskarê romanên dedektîv (polîsî) û senaryonivîsê amerîkan (jdb. 1894)
- 1971 – Coco Chanel, dîzaynera modayê ya fransî, danera Chanel (jdb. 1883)
- 1978 – Hannah Gluckstein, wênesaza brîtanî (jdb. 1895)
- 1986 – Jaroslav Seifert, rojnamevan û helbestvanê çekî, xwediyê Xelata Nobel (jdb. 1901)
- 1990 – Tochinishiki Kiyotaka, gulaşgirê sumo yê japonî, Yokozunayê 44em (jdb. 1925)
- 1997 – Elspeth Huxley, rojnamevan û nivîskara kenyayî-inglîz (jdb. 1907)
- 2005 – Prenses Joséphine Charlotte ya Belçîkayê (jdb. 1927)
- 2005 – Bahattin Karakütük, rojnamevanê esiltirk
- 2007 – Carlo Ponti, darhênerê fîlman ê talyan (jdb. 1912)
- 2011 – Margaret Whiting, stranbêja amerîkan (jdb. 1924)
- 2014 – Petr Hlaváček, pêlavker û akademîsyenê çekî (jdb. 1950)
- 2014 – Dajikaka Gadgil, xişirkarê hindistanî (jdb. 1915)[175]
- 2015 – Francesco Rosi, rejîsor û derhênerê fîlman ê talyan (jdb. 1922)
- 2016 – David Bowie, stranbêj, strannivîs û aktorê inglîz (jdb. 1947)
- 2016 – Bård Breivik, peykersaz û mamosteyê hunerê yê norwêcî (jdb. 1948)
- 2016 – George Jonas, rojnamevan, nivîskar û helbestvanê mecar-kanadî (jdb. 1935)
- 2017 – Buddy Greco, stranbêjê caz û pop û piyanîstê amerîkan (jdb. 1926)
- 2017 – Clare Hollingworth, rojnamevana inglîz (jdb. 1911)
- 2020 – Qaboos bin Said, hikumdarê Omanê (jdb. 1940)
- 2022 – Joyce Eliason, kesayetiya televîzyonê ya amerîkan (jdb. 1934)
- 2023 – Jeff Beck, gîtarjen û strannivîsê inglîz (jdb. 1944)
- 2025 – José Jiménez, çalakvanê portorîkoyî (jdb. 1948)
- 2025 – Sam Moore, stranbêjê soul û strannivîsê amerîkan (jdb. 1935)
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1693 – Çiyayê Etna yê volkanîk teqiya. Di encama pêkhatina erdhejê de hinek beşên Sîsîlya û Maltayê xira bûn.
- 1861 – Ji sedema şerê navxweyî yê amerîkanan Alabama ji DYAyê veqetiya.
- 1922 – Cara pêşîn însulîn li ser nexweşekî diyabetî hate bikaranîn.
- 1935 – Firokevan Amelia Earhart cara yekem firrîna bi tenê di navbera Hawaii û Kalîforniyayê de pêk anî.
- 1942 – Şerê cîhanî yê duyem; Japonê li dijî Holendayê şer îlan kir.
- 1942 – Şerê cîhanî yê duyem; Hêzên Japonê bajarê Kuala Lumpurê dagir kirin.
- 1943 – Şerê cîhanî yê duyem; DYA û Brîtanyayê li Çînê dev ji mafên herêmî berdan.
- 1946 – Komara gel a Albanyayê hate damezrandin.
- 1962 – Li Perûyê di encama teqîna çiyayê Huascaran ê volkanîk de 4.000 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1972 – Navê Pakistana Rojhilat bû Bengladeş.
Jidayikbûn
- 347 – Teodosius I, împeratorê Romayê
- 1901 – Kwon Ki-ok, pîlotê korêyî (m. 1988)
- 1941 – Gérson, lîstikvanê futbolê yê brezîlî
- 1944 – Mohammed Abdul-Hayy, helbestvan û akademîsyenê sûdanî (m. 1989)
- 1982 – Son Ye-jin, aktrîsa başûrkorêyî
Mirin
- 1556 – Fuzûlî, helbestvanê mutesewif
- 1920 – Steinar Schjøtt, zimannas û ferhengnivîsê norwêcî (jdb. 1844)
- 1937 – Nuri Conker, kolonel û siyasetmedarê tirk (jdb. 1882)
- 1947 – Eva Tanguay, stranbêja kanadayî (jdb. 1879)
- 1953 – Noe Zhordania, rojnamevan û siyasetmedara gurcî, serokdewleta Gurcistanê (jdb. 1868)
- 1953 – Roberta Fulbright, bazirgana amerîkan (jdb. 1874)
- 1968 – Moshe Zvi Segal, zimannas û rewşenbîrê îsraêlî (jdb. 1876)
- 1969 – Şêx Ehmed Barzanî, yek ji pêşengên têkoşeriya kurd
- 1986 – Andrzej Czok, çiyavanê polonî (jdb. 1948)
- 1987 – Albert Ferber, piyanîst, bestekar û şefê orkestrayê yê swîsrî-inglîz (jdb. 1911)
- 1988 – Isidor Isaac Rabi, fizîknas û akademîsyenê polonî-amerîkan, xwediyê Xelata Nobel (jdb. 1898)
- 1995 – Onat Kutlar, nivîskar û helbestvanê tirk (jdb. 1936)
- 2002 – Henri Verneuil, rejîsêr û şanonivîsê fransî-ermenî (jdb. 1920)
- 2008 – Edmund Hillary, çiyager û kaşîfê nûzelendî (jdb. 1919)
- 2012 – Mostafa Ahmadi-Roshan, fizîknas û akademîsyenê îranî (jdb. 1980)
- 2012 – David Whitaker, bestekar û şefê orkestrayê yê inglîz (jdb. 1931)
- 2013 – Alemayehu Shumye, bezayê etiyopî (jdb. 1988)
- 2014 – Ariel Sharon, general û siyasetmedarê îsraêlî, serokdewletê Îsraêlê yê 11em (jdb. 1928)
- 2015 – Anita Ekberg, model û aktrîsa swêdî-talyan (jdb. 1931)
- 2023 – Carole Cook, aktrîs û stranbêja amerîkan (jdb. 1924)
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- BZ 521 – Ferwertîşê medî li Medyayê li dijî Daryûsê Mezin serî hilda.
- 1923 – Li Parîsê ji bo nexweşiya derdê kopanê serûm hate çêkirin.
- 1969 – Koma muzîkê Led Zeppelin albûma xwe ya yekem derxist.
- 1973 – Hejmara yekem a rojnameya bi tirkî Millî Gazeteyê derket.
- 1991 – Şerê Kendavê; Kongreya DYA'yê destûr da ku bi hêzên leşkerî Iraqê ji Kuweytê derxe.
- 1995 – Endamê partiya kurdên Kurdistana Bakur; HADEP a Edeneyê Bahattin Oğuz ji aliyê kontrayan ve hate kuştin.
- 2006 – Li Erebistana Siyûdiyê di dema ayîna kevir avêtina şeytên de, 362 hecî mirin.
- 2006 – Kujerê neteweperest ê tirk, Mehmet Ali Ağca, serbest hate berdan.
- 2010 – Li Haîtiyê bi mezinahiya 7,0 a li gorî pîvana Richter erdhej qewimî. Di encamê de nêzîkê 316.000 kesan jiyana xwe ji dest da û 250.000 kes jî brîndar bûn.
Jidayikbûn
- 1876 – Jack London, nivîskarê amerîkan
- 1975 – Nihal Atsız, yek ji pêşengên îdeolojiya tirkperestiyê
Mirin
- 1909 – Hermann Minkowski, matematîknas û akademîsyenê lîtvanî-alman (jdb. 1864)
- 1911 – Andreas Papagiannakopoulos, rojnamevan, dadger û siyasetmedarê yewnan (jdb. 1845)
- 1934 – Paul Kochanski, kemanjen û bestekarê polonî (jdb. 1887)
- 1943 – Jan Campert, rojnamevan û rexnenivîsê holendî (jdb. 1902)
- 1958 – Charles Hatfield, hewanasê amerîkan (jdb. 1875)
- 1967 – Burhan Asaf Belge, dîplomatê tirk (jdb. 1887)
- 1974 – Prenses Patricia ya Connaughtê (jdb. 1886)
- 1976 – Agatha Christie, nivîskara wêjeya tawanbariyê, çîroknivîs û şanonivîsa inglîzî (jdb. 1890)
- 1977 – Henri-Georges Clouzot, rejîsor û senaryonivîsê fransî (jdb. 1907)
- 1983 – Nikolai Podgorny, endazyarê mekanîkî û siyasetmedarê ûkraynî (jdb. 1903)
- 1992 – Kumar Gandharva, dengbêjê şêwaza muzîka klasîk ê hindistanî (jdb. 1924)
- 1997 – Jean-Edern Hallier, nivîskarê fransî (jdb. 1936)
- 1999 – Doug Wickenheiser, lîstikvanê ice hockey yê kanadî-amerîkan (jdb. 1961)
- 2001 – Luiz Bonfá, gîtarîst û bestekarê brezîlî (jdb. 1922)
- 2003 – Dean Amadon, balindenas û nivîskarê amerîkan (jdb. 1912)
- 2005 – Amrish Puri, aktorê hindistanî (jdb. 1932)
- 2006 – Pablita Velarde, wênesaza amerîkî ya resen a Santa Clara Pueblo (born 1918)
- 2010 – Hasib Sabbagh, bazirgan û fîlantropîstê felestînî (jdb. 1920)
- 2012 – Bjørn G. Andersen, erdnas û akademîsyenê norwêcî (jdb. 1924)
- 2015 – Elena Obraztsova, sopran û aktrîsa rûs (jdb. 1939)
- 2020 – Sir Roger Scruton, fîlozof û nivîskarê inglîz (jdb. 1944)
- 2025 – Leslie Charleson, aktrîsa amerîkan (jdb. 1945)
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1785 – Yek ji rojnameyên pêşîn ên cîhanê Daily Universal Register a ku piştre navê wê weke The Times hate guhertin, cara pêşîn çap bû.
- 1915 – Li bajarê Avezzano yê herêma L'Alquila li Îtalyayê erdhej qewimî. Di encamê de 20.978-32.610 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1920 – Tevkujiya Reichtagê goma xwînê ya herî mezin a di dîroka Almanyayê de çêbû.
- 1964 – Wek bersivek li ser tevliheviyên li dijî hindûyan li Rojhilatê Pakistanê (îro, Bengladeş), li Kolkatayê tevliheviyên li dijî misilmanan jî çêbûn. Di encamê de bêhtirî 100 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1971 – Pepe Beúnza, ku redkarê wijdanî yê siyasî yê pêşîn li Spanyayê bû, hate girtin.
- 1992 – Japonyayê, ji ber ku di şerê cîhanî yê duyem de bi hezaran pîrekên korêyî bi zorê weke bendeyên seksê bikaranîbûn, lêborîna xwe xwest.
- 2001 – Li El Salvadorê erdheja bi mezinahiya 7,6 a li gorî pîvana Richterê qewimî. Di encamê de bêhtirî 800 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 2007 – Li bakurê Japonyayê, di Okyanûsa Mezin de erdhejeke bi mezinahiya 8,3 a li gorî pîvana Richterê qewimî.
Jidayikbûn
- 1864 – Wilhelm Wien, fizîknasê alman, xwediyê Xelata Nobel
- 1901 – A. B. Guthrie, Jr., romannivîs, senaryonivîs û dîroknasê amerîkan (m. 1991)
- 1904 – Richard Addinsell, bestekarê inglîz (m. 1977)
- 1906 – Zhou Youguang, zimannas, sînolog û akademîsyenê çînî (m. 2017)
- 1910 – Yannis Tsarouchis, wênesaz û îlustratorê yewnan (m. 1989)
- 1921 – Necati Cumalı, nivîskar û helbestvanê yewnan-tirk (m. 2001)
- 1925 – Gwen Verdon, aktrîs û danskera amerîkan (m. 2000)
- 1927 – Sydney Brenner, biyolog û akademîsyenê başûrafrîkî, xwediyê Xelata Nobel (m. 2019)
- 1936 – Renato Bruson, operabêjê talyan
- 1938 – Tord Grip, lîstikvanê futbolê û antrenadorê swêdî
- 1940 – Edmund White, romannivîs, yadnivîs û ceribandin nivîsê amerîkan (m. 2025)
- 1941 – Pasqual Maragall, akademîsyen û siyasetmedarê ketelan, serokê 127em ê Hikûmeta Otonom a Ketelonyayê (Generalitat)
- 1946 – Ordal Demokan, fizîknas û akademîsyenê tirk (m. 2004)
- 1947 – Carles Rexach, lîstikvan û antrenadorê ketelan
- 1949 – Rakesh Sharma, fermande, pîlot û kozmonotê hindistanî
- 1950 – Gholam Hossein Mazloumi, lîstikvanê futbolê û menecerê futbolê (m. 2014)
- 1959 – Winnie Byanyima, endazyar, siyasetmedar û dîplomatê ûgandayî
- 1972 – Vitaly Scherbo, cîmnastê belarûsî
- 1980 – Krzysztof Czerwiński, orgjen û bestekarê polonî
- 1982 – Kamran Akmal, lîstikvanê cricketê yê pakistanî
- 1983 – Ender Arslan, lîstikvanê basketbolê yê tirkî
- 1992 – Dinah Pfizenmaier, lîstikvana tenîsê ya alman
- 1995 – Natalia Dyer, aktrîsa amerîkan
- 1997 – Luis Díaz, lîstikvanê futbolê yê kolombiyayî
- 2005 – Iker Bravo, lîstikvanê futbolê yê spanî
Mirin
- 1906 – Aleksander Stepanovîç Popov, fizîknas û akademîsyenê rûs (jdb. 1859)
- 1907 – Jakob Hurt, xwedanas û zimannasê estonî (jdb. 1839)
- 1909 – Şêx Rizayê Talebanî, helbestvanê kurd
- 1916 – Victoriano Huerta, efeserê meksîkî, serokkomarê Meksîkê 1913–1914 (jdb. 1850)
- 1928 – Earle Nelson, rêzekujyarê amerîkan
- 1941 – James Joyce, romannivîs, çîroknivîs û helbestvanê îrlendî (jdb. 1882)
- 1943 – Sophie Taeuber-Arp, wênesaz û peykertiraşa swîsrî (jdb. 1889)
- 1949 – Aino Aalto, mîmar û sêwirînerê fînî (jdb. 1894)
- 1957 – A. E. Coppard, helbestvan û çîroknivîsê inglîz (jdb. 1878)
- 1958 – Edna Purviance, aktrîsa amerîkan (jdb. 1895)
- 1963 – Sylvanus Olympio, bazirgan û siyasetmedarê togoyî, serokkomarê Togoyê (jdb. 1902)
- 1973 – Sabahattin Eyüboğlu, senaryonivîs û fîlmçêkerê tirk (jdb. 1908)
- 1974 – Salvador Novo, şanonivîs û helbestvanê meksîkî (jdb. 1904)
- 1977 – Henri Langlois, dîroknasê tirk-fransî, yek ji Sînemateka Fransî (Cinémathèque Française) (jdb. 1914)
- 1980 – Andre Kostelanetz, şefê orkestrayê yê rûs-amerîkan (jdb. 1901)
- 1982 – Marcel Camus, rejîsor û senaryonivîsê fransî (jdb. 1912)
- 1986 – Abdul Fattah Ismail, mamoste û siyasetmedarê yemenî, serokkomarê 4em ê Yemena Başûr (jdb. 1939)
- 1993 – Camargo Guarnieri, bestekar û şefê orkestrayê yê brezîlî (jdb. 1907)
- 2004 – Arne Næss, Jr., bazirgan û çiyagerê norwêcî (jdb. 1937)
- 2007 – Michael Brecker, saksofonjen û bestekarê amerîkan (jdb. 1949)
- 2009 – Mansour Rahbani, helbestvan, bestekar û fîlmçêkerê libnanî (jdb. 1925)
- 2012 – Rauf Denktaş, dadwer û siyasetmedarê tirk-qibrisî, serokkomarê pêşîn ê Qibrisa Bakur (jdb. 1924)
- 2013 – Chia-Chiao Lin, matematîknas û akademîsyenê çînî-amerîkan (jdb. 1916)
- 2015 – Mark Juddery, rojnamevan û nivîskarê awistralî (jdb. 1971)
- 2017 – Dick Gautier, aktorê amerîkan (jdb. 1931)
- 2019 – Phil Masinga, lîstikvanê futbolê yê başûrafrîkî (jdb. 1969)
- 2025 – Oliviero Toscani, fotograferê talyan (jdb. 1942)
Cejn û salveger
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1539 – Kûba kete bin serweriya Spanyayê.
- 1907 – Li bajarê Kingstona Jamaîkayê erdhej qewimî. Di encamê de bêhtirî 1000 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1914 – Mihemed Şerîf Paşayê Babanî li Parîsê rastî êrîşekê tê.
- 1938 – Peymana Seedabadê ya di navbera Tirkiye, Iraq, Îran û Efxanistanê de hatibû îmzekirin, li meclîsa Tirkiyeyê hate pejirandin.
- 1943 – Şerê cîhanê yê duyem: Serokdewletê amerîkan Franklin Delano Roosevelt û serokwezîrê Brîtanyayê, Winston Churchill, li Marokoyê di derbarê şer de civîn pêk anîn. Roosevelt bi vê re bû yekemîn serokê amerîkan ê bi balafirê rêwîtî kiribû.
- 1998 – Şaxa Navenda Çanda Mezopotamyayê NÇM ya Amedê hate girtin.
- 2007 – Balafireke Venezuelayê ya di navbera Panama û Karakasê de çûnûhatin pêk dianî, kete xwar. Di encamê de 14 kes mirin.
Jidayikbûn
- 1875 – Albert Schweitzer, fîlozofê alman-fransî, xwediyê Xelata Nobel
- 1901 – Bebe Daniels, aktrîsa amerîkan (m. 1971)
- 1904 – Emily Hahn, rojnamevan û nivîskara amerîkan (m. 1997)
- 1907 – Georges-Émile Lapalme, parêzer û siyasetmedarê kanadayî (m. 1985)
- 1911 – Anatoly Rybakov, nivîskarê rûs-amerîkan (m. 1998)
- 1914 – Selahattin Ülkümen, dîplomatê tirk (m. 2003)
- 1919 – Giulio Andreotti, rojnamevan û siyasetmedarê talyan, serokdewletê 41em ê Îtalyayê (m. 2013)
- 1921 – Murray Bookchin, nivîskarê sosyalîst ê amerîkî
- 1925 – Yukio Mishima, nivîskar û şanonivîsê japonî (m. 1970)
- 1927 – Zuzana Růžičková, klavsenjena çekî (m. 2017)
- 1928 – Lars Forssell, nivîskar, helbestvan û strannivîsê swêdî (m. 2007)
- 1940 – Vasilka Stoeva, dîskavêja bulgaristanî
- 1941 – Faye Dunaway, aktrîs û fîlmçêkera amerîkan
- 1948 – Muhrizê Negeri Sembilan, Yang di-Pertuan Besarê herêma Negeri Sembilan
- 1948 – Nasrollah Mardani, helbestvanê îranî, (m. 2004)
- 1949 – İlyas Salman, aktor, derhêner û senaryonivîsê tirk
- 1956 – Étienne Daho, stranbêj û strannivîsê cezayirî-fransî
- 1963 – Steven Soderbergh, derhêner, fîlmçêker û senaryonivîsê amerîkan
- 1966 – Nadia Maftouni, fîlozofa îranî
- 1981 – Jadranka Đokić, aktrîsa xirwatî
- 1990 – Lelisa Desisa, bezayê etiyopî
Mirin
- 1753 – George Berkeley, fîlozofê îrlendî
- 1867 – Jean Auguste Dominique Ingres, helbestvanê fransî
- 1753 – George Berkeley, fîlozofê îrlendî
- 1867 – Jean Auguste Dominique Ingres, helbestvanê fransî
- 1908 – Holger Drachmann, helbestvan û şanonivîsê danîmarkî (jdb. 1846)
- 1937 – Jaishankar Prasad,helbestvan, nivîskar û şanonivîsê hindistanî (jdb. 1889)
- 1944 – Mehmet Emin Yurdakul, nivîskar û siyasetmedarê tirk (jdb. 1869)
- 1972 – Key Frederîk IX yê Danîmarkayê (jdb. 1899)
- 1977 – Anaïs Nin, rexnenivîs û yadnivîsa fransî-amerîkan (jdb. 1903)
- 1987 – Turgut Demirağ, derhêner, fîlmçêker û senaryonivîsê tirk (jdb. 1921)
- 1996 – Onno Tunç, bestekarê ermen-tirk (jdb. 1948)
- 2004 – Uta Hagen, aktrîsa alman-amerîkan (jdb. 1919)
- 2012 – Txillardegi, zimannas û siyasetmedarê bask (jdb. 1929)
- 2012 – Rosy Varte, aktrîsa erman-amerîkan (jdb. 1923)
- 2025 – Tony Slattery, aktor, komedyen û kesayetiyê televîzyonê yê brîtanî (jdb. 1959)
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1582 – Rûsyayê, erdên Estonya û Lîvonyayê ji rêveberiya polonî-lîtvanî re hêlişt.
- 1919 – Fîlozof û şoreşgera alman Rosa Luxemburg ji aliyê faşîstên alman ve hate kuştin.
- 1945 – Ajansa nûçeyan a îtalî ANSA (Agenzia Nazionale Stampa Associata) li Romayê hate damezrandin.
- 1970 – Muemer Qedafî, xwe weke serokdewletê Lîbyayê îlan kir.
- 1991 – Dema ku Neteweyên Yekbûyî dabû rêveberiya Iraqê ku ji Kuweytê derkeve, bi dawî bû.
- 1992 – Dewletên cîhanê veqetandina serxwebûnê ya Kroatya û Slovenyayê ya ji Yûgoslavyayê pejirandin.
- 1996 – Li gundê Basa yê Şirnexê 11 gundî bi destê hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê hatin kuştin.
- 2001 – Wîkîpediyayê dest bi weşanê kir.
Jidayikbûn
- 1432 – Key Afonso V yê Portûgalê (m. 1481)
- 1481 – Ashikaga Yoshizumi, shōgunê japonî (m. 1511)
- 1622 – Molière (Jean-Baptiste Poquelin), nivîskar û şanonivîsê fransî (m. 1673)
- 1795 – Alexander Griboyedov, şanonivîs, bestekar û helbestvanê rûs (m. 1829)
- 1809 – Pierre-Joseph Proudhon, aborînas û siyasetmedarê fransî, parêzgerê îdeolojiya anarşîzmê (m. 1865)
- 1850 – Sofia Kovalevskaya, matematîknas û fizîknasa rûs-swêdî (m. 1891)
- 1902 – Nâzım Hikmet, nivîskar, helbestvan û şanonivîsê yewnan-tirk (m. 1963)
- 1917 – K. A. Thangavelu, aktor û komedyenê hindistanî (m. 1994)
- 1918 – Gamal Abdel Nasser, serheng û siyasetmedarê misrî, serokkomarê duyem ê Misrê (m. 1970)
- 1922 – Sylvia Lawler, genetîknasa inglîz (m. 1996)
- 1929 – Martin Luther King Jr., minister (papaz) û çalakvan, xwediyê Xelata Nobel (m. 1968)
- 1934 – Aramê Dîkran, hunermendê ermenî
- 1938 – Estrella Blanca, gulaşgira meksîkî (m. 2021)
- 1946 – Charles Brown, aktorê amerîkan (m. 2004)
- 1958 – Boris Tadić, psîkolog û siyasetmedarê serbî, serokkomarê 16em ê Serbistanê
- 1964 – Osmo Tapio Räihälä, bestekarê fînî
- 1965 – Andrea Wolf (Ronahî), çalakvana çepê radîkal û endama PKKê ya alman
- 1976 – Zara (Neşe Yılmaz), stranbêja tirk
- 1977 – Giorgia Meloni, siyasetmedar û rojnamevana talyan
- 1978 – Eddie Cahill, aktorê amerîkan
- 1981 – El Hadji Diouf, lîstikvanê futbolê yê senegalî
- 1984 – Ben Shapiro, nivîskarê amerîkan
- 1996 – Dove Cameron, aktrîs û stranbêja amerîkan
Mirin
- 69 piştî zayînê – Galba, împeratorê Romayê (jdb. 3 berî zayînê)
- 849 – Teofîlakt, împeratorê Bîzansê (jdb. 793)
- 1584 – Martha Leijonhufvud, esilzadeya jin a swêdî (jdb. 1520)
- 1775 – Giovanni Battista Sammartini, orgjen û bestekarê talyan (jdb. 1700)
- 1919 – Rosa Luxemburg, aborînas, teorîst û fîlzofa alman (jdb. 1871)
- 1919 – Karl Liebknecht, sosyalîstê alman
- 1955 – Yves Tanguy, wênesazê fransî-amerîkan (jdb. 1900)
- 1967 – David Burliuk, nivîskar û îlustratorê ûkraynî (jdb. 1882)
- 1983 – Armin Öpik, paleolontolog û erdnasê estonî-awistralî (jdb. 1898)
- 1984 – Fazıl Küçük, rojnamevan û siyasetmedarê qibrisî (jdb. 1906)
- 1988 – Seán MacBride, siyasetmedarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1994 – Harilal Upadhyay, nivîskar, helbestvan û stêrnasê hindistanî (jdb. 1916)
- 2002 – Eugène Brands, wênesazê holendî (jdb. 1913)
- 2005 – Victoria de los Ángeles (Victòria dels Àngels), soprano û aktrîsa ketelan (jdb. 1923)
- 2010 – Fatma Îsa, stranbêja kurd
- 2012 – Ib Spang Olsen, nivîskar îlustratorê danîmarkî (jdb. 1921)
- 2019 – Carol Channing, aktrîsa amerîkan (jdb. 1921)
- 2019 – Ida Kleijnen, şefa restoranê ya holendî (jdb. 1936)
- 2025 – David Lynch, derhênerê televîzyon û fîlman, hunermendê dîtbarî û muzîkvanê amerîkan (jdb. 1946)
- 2025 – Linda Nolan, stranbêj û aktrîsa îrlendî (jdb. 1959)
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1795 – Fransa, bajarê Holendayê ya bi navê Utrecht dagir kir.
- 1925 – Li Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst, Lev Trotskî ji peywira komîseriya şer hate dûrxistin.
- 1979 – Mihemed Reza Pehlevî, tevî malbata xwe ji Îranê derket û çû li Misirê bi cih bû.
- 1983 – Balafira Tirkiyeyê ya Afyonkarahisarê li Enqereyê kete xwar. Di encamê de 47 kes mirin.
- 1991 – Şerê Kendavê; DYAyê li dijî Iraqê dest bi şer kir.
- 1992 – Parlementerên DEPê Hatip Dicle û Leyla Zana, ji Partiya Sosyal Demokrat a Gelperwer (SHP) îstifa kirin.
- 1992 – Li El Salvadorê piştî şerê navxweyî yê 12 salan de hikûmet û serhildêran peymaneke aştiyê girêdan. Berî ku ev peyman li Meksîkoyê were îmzekirin, di encama tevahiya şer de 75.000 kesan jiyana xwe ji dest dabû.
- 1995 – Rêveberê partiya kurdên Kurdistana Bakur a fermî HADEP a şaxa Êlihê M. Zeki Aldığ ji aliyê kontrayan ve hate kuştin.
- 1998 – Dadgeha Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê partiya oldar a bi navê Refah Partisi girt.
- 2001 – Serokê Komara Demokratîk a Kongoyê Laurent-Désiré Kabila, ji aliyê parêzkarekî wî ve li mala wî ya li Kînşasayê hate kuştin.
Jidayikbûn
- 972 – Sheng Zong, împeratorê Xanedana Liao (m. 1031)
- 1093 – Îsakios Komnênos, lawê împeratorê bizansî Aleksios I Komnênos (m. 1152)
- 1409 – René d'Anjou, qiralê Napoliyê (m. 1480)
- 1477 – Johannes Schöner, stêrnas û nexşesazê alman (died 1547)
- 1516 – Bayinnaung, qiralê Birmanyayê (m. 1581)
- 1634 – Dorothe Engelbretsdatter, nivîskar û helbestvana norwêcî (m. 1716)
- 1749 – Vittorio Alfieri, helbestvan û şanonivîsê talyan (m. 1803)
- 1853 – André Michelin, bazirganê fransî, yek ji danerên kompaniya lastîka tekerên tirombêlan Michelin (m. 1931)
- 1888 – Osip Brik, nivîskarê rewteka avantgard û rexnegirê edebî yê rûs (m. 1945)
- 1897 – Carlos Pellicer, helbestvan û akademîsyenê meksîkî (m. 1977)
- 1901 – Fulgencio Batista, efeser, siyasetmedar û dîktatorê kûbayî, serokkomarê Kûbayê (1940-1944, 1952-1959)
- 1924 – Katy Jurado, aktrîsa meksîkî (m. 2002)
- 1932 – Dian Fossey, heywannas û antropologa amerîkan (m. 1985)
- 1933 – Susan Sontag, romannivîs, nivîskara ceribandin û rexneya wêjeyî (m. 2004)
- 1939 – Ralph Gibson, fotograferê amerîkan
- 1948 – John Carpenter, rejîsor, derhêner, senaryonivîs û bestekarê amerîkan
- 1952 – Fuad II, qiralê Misirê
- 1959 – Sade, stranbêj û strannivîsa nîjerî-inglîz
- 1971 – Sergi Bruguera, lîstikvanê tenîsê yê ketelan
- 1979 – Aaliyah, stranbêj û aktrîsa amerîkan (m. 2001)
- 1980 – Seydou Keita, lîstikvanê futbolê yê maliyî
- 1982 – Birgitte Hjort Sørensen, aktrîsa danîmarkî
- 1982 – Tuncay, lîstikvanê futbolê yê tirk
- 1983 – Andriy Rusol, lîstikvanê futbolê yê ûkraynî
- 1987 – Jake Epstein, aktorê kanadayî
- 1998 – Boo Seung-kwan (Seungkwan), stranbêjê başûrkorêyî
Mirin
- 654 – Gao Jifu, siyasetmedar û şansêlyeyê çînî (jdb. 596)
- 957 – Abu Bakr Muhammad ibn Ali al-Madhara'i, wezîrê tûlûnî (jdb. 871)
- 970 – Polîeuktos, patrîkê bîzansî yê Konstantînopolîsê (jdb. 956)
- 1289 – Buqa, wezîrê mogol
- 1327 – Nîkêforos Xoumnos, keşîş, zana û siyasetmedarê bîzansî (jdb. 1250)
- 1354 – Jeanne de Châtillon, duşesa Atînayê (jdb. c.1285)
- 1391 – Mihemed V, mîrê nesrî yê Xernateya (Granada) (jdb. 1338)
- 1547 – Johannes Schöner, stêrnas û nexşesazê alman (jdb. 1477)
- 1595 – Mirad III, siltanê osmanî (jdb. 1546)
- 1635 – Mariana de Jesús Torres, reben û mutasawifa kastîlî (jdb. 1563)
- 1710 – Higashiyama, împeratorê japonî (jdb. 1675)
- 1856 – Thaddeus William Harris, kêziknas û botanîstê amerîkan (jdb. 1795)
- 1879 – Octave Crémazie, helbestvan û kitêbfiroşê kanadayî-fransî (jdb. 1827)
- 1886 – Amilcare Ponchielli, bestekar û akademîsyenê talyan (jdb. 1834)
- 1901 – Jules Barbier, helbestvan û şanonivîsê fransî (jdb. 1825)
- 1933 – Bekir Sami Kunduh, siyasetmedarê osetî-tirk (jdb. 1867)
- 1938 – Sarat Chandra Chattopadhyay nivîskar û şanonivîsê hindistanî (jdb. 1876)
- 1959 – Phan Khôi, rojnamevan û nivîskarê viyetnamî (jdb. 1887)
- 1975 – Israel Abramofsky, resamê rûs-amerîkan (jdb. 1888)
- 1981 – Bernard Lee, aktorê inglîz (jdb. 1908)
- 2004 – Kalevi Sorsa, siyasetmedarê fînî, serokwezîrê 34em ê Fînlendayê (jdb. 1930)
- 2012 – Sigursteinn Gíslason, lîstîkvanê futbolê û antrenorê îslendî (jdb. 1968)
- 2015 – Yao Beina, stranbeja çînî (jdb. 1981)
- 2021 – Pedro Trebbau, heywannasê venezuelayî bi eslê alman (jdb. 1929)
- 2021 – Chris Cramer, rojnamevanê brîtanî (jdb. 1948)
- 2025 – Dame Joan Plowright, aktrîsa inglîz (jdb. 1929)
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1819 – Simón Bolívar komara Kolombiyayê îlan kir.
- 1917 – DYAyê ji bo Giravên Vîrjînê 25 milyon dolar pere dane dewleta Danîmarkayê.
- 1945 – Şerê cîhanê yê duyem; Hêzên Sovyet, heme heme bajarê xerakirî yê polonan Warşova dagir kirin.
- 1971 – Dînamît avêtine ber mala rektorê zanîngeha ODTÜyê, Erdal İnönü.
- 1994 – Li başûrê Kalîforniyayê erdhejeke bi mezinahiya 6,7 a li gorî pîvana Richter qewimî. Di encamê de 61 kes mirin û ziyaneke nêzîkê 20 milyar dolaran pêk hat.
- 1991 – Di Şerê Kendavê de Iraqê 8 maşok avêtine Îsraêlê.
- 1995 – Li bajarê Osaka-Kobe ya Japonê erdhejeke bi mezinahiya 7,2 a li gorî pîvana Richter qewimî. Di encamê de bêhtirî 6 hezar kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1995 – Parlamena Ewropayê Xelata Saxarov a mafên mirovan da parlementera DEPê Leyla Zana ku ew di girtîgehê de bû.
- 1999 – Kurdistan TVyê dest bi weşana xwe kir.
Jidayikbûn
- 1342 – Fîlîp II, Dukê Burgonyayê (m. 1404)
- 1429 – Antonio del Pollaiuolo, wênesaz û peykertiraşê Rênesansê yê talyan (m. nez. 1498)
- 1560 – Gaspard Bauhin, botanîst, nojdar û akademîsyenê swîsrî (died 1624)
- 1600 – Pedro Calderón de la Barca, şanonivîs û helbestvanê spanî (m. 1681)
- 1732 – Stanisław August Poniatowski, qiralê polonî-lîtvanî (m. 1798)
- 1820 – Anne Brontë, nivîskar û helbestvana inglîz (m. 1849)
- 1853 – Alva Belmont, çalakvana ji bo mafê dengdana jinan a amerîkan (m. 1933)
- 1887 – Ola Raknes, psîkoanalîst û fîlologê norwêcî (m. 1975)
- 1899 – Al Capone, serkirdeyê tawankariyê yê amerîkan (m. 1947)
- 1923 – Rangeya Raghav, nivîskar û şanonivîsê hindistanî (m. 1962)
- 1927 – Eartha Kitt, aktrîs û stranbêja amerîkan (m. 2008)
- 1928 – Vidal Sassoon, kuafêr û bazirganê inglîz-amerîkan (m. 2012)
- 1933 – Dalida, stranbêj û aktrîsa misrî-fransî (m. 1987)
- 1940 – Nerses Bedros XIX Tarmouni, patrîkê misrî-ermenî (m. 2015)
- 1942 – Muhammad Ali, bokser û aktîvîstê amerîkan (m. 2016)
- 1946 – Jessica Benjamin, psîkoanalîsta amerîkî
- 1952 – Ryuichi Sakamoto, piyanîst, bestekar û muzîkçêkerê japonî (m. 2023)
- 1956 – Paul Young, stranbêj, strannivîs û gîtarjenê inglîz
- 1964 – Michelle Obama, parêzer û aktîvîsta amerîkan, Xanima Serokkomarê DYAyê ya 44em
- 1964 – John Schuster, lîstikvanê rugbiyê yê samoayî-nûzelendî
- 1971 – Sylvie Testud, aktrîs, derhêner û senaryonivîsa fransî
- 1980 – Maksim Chmerkovskiy, dansker û koreografê ûkraynî-amerîkan
- 1987 – Oleksandr Usyk, bokserê ûkraynî
- 1991 – Esapekka Lappi, ajotkarê raliyê (pêşbirkeya tirombêlan) ê fînî
- 1995 – Indya Moore, aktor û modelê amerîkan
Mirin
- 395 – Theodosius I, împeratorê Romayê (jdb. 347)
- 764 – Yûsivê Freisingê, metranê alman
- 1040 – Mesûd I, siltanê împeratoriya xeznewî (jdb. 998)
- 1329 – Roseline de Villeneuve, rehbika şartrêz (jdb. 1263)
- 1468 – Skanderbeg, leşker û siyasetmedarê albanî (jdb. 1405)
- 1751 – Tomaso Albinoni, viyolînîst û bestekarê talyan (jdb. 1671)
- 1834 – Giovanni Aldini, fizîknasê îtalî
- 1861 – Lola Montez, aktrîs û danskera îrlendî (jdb. 1821)
- 1888 – Big Bear (Hirçê Mezin), serokê êleke kanadayiyên resen (jdb. 1825)
- 1908 – Ferdînand IV, Dûkê Mezin ê Toskanayê (jdb. 1835)
- 1936 – Mateiu Caragiale, rojnamevan, nivîskar û helbestvanê rûmen (jdb. 1885)
- 1972 – Betty Smith, nivîskar û şanonivîsa amerîkan (jdb. 1896)
- 1989 – Baba Merdûxê Rûhanî, olzanê kurd
- 1991 – Olav V, qiralê Norwêcê (jdb. 1903)
- 1994 – Yevgeni Ivanov, sîxurê rûs (jdb. 1926)
- 2002 – Camilo José Cela, nivîskar û siyasetmedarê spanî, xwediyê Xelata Nobel a wêjeyê (jdb. 1916)
- 2013 – Mehmet Ali Birand, rojnamevan û nivîskarê tirk (jdb. 1941)
- 2015 – Faten Hamama, aktrîs û fîlmçêkera misrî (jdb. 1931)
- 2017 – Colo, gorîlê herêma nizm a rojava (Gorilla gorilla gorilla), gorîlê pêşîn ê di girtîbûnê de hatiye dinê û gorîlê herê temendirêj ê ku hatiye tomarkirin (jdb. 1956)
- 2021 – Rasheed Naz, aktorê fîlm û televîzyonê yê pakistanî (jdb. 1948)
- 2025 – Punsalmaagiin Ochirbat, siyasetmedarê mongol, serokkomarê pêşîn ê Mongolistanê (jdb. 1942)
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 532 – Serhildana li Konstantînopolîsê pêk hatibû, bi tevahî hate têkbirin. Di encama vê serhildanê de 30.000 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1910 – Li Stenbolê Qesra Çiraxanê şewitî.
- 1921 – Partiya Komînîst a Îtalyayê (KPÎ) hate damezirandin.
- 1943 -Yekîtiya Sovyetan da ragihandin ku wan dorpêçkirina naziyan a Lenîngradê şikandiye.
- 1951 – Gerîlayên bereya rizgariya Viyetnamê ji bajarê Hanoiyê vekişiyan û bajar kete destê hêzên fransî.
- 1971 – Hêzên libnanî yên xirîstiyan li bajarê Bêrûtê nêzîkê 1000 kesî kuştin.
- 1991 – Profesor Doktor Seîdê Îbo li Êrîvanê hate kuştin.
- 1993 – Li bajarê Bayburtê di pêkhatina aşîtê de 56 kes mirin û 22 kes jî brîndar bûn.
- 2002 – Hate ragihandin ku şerê sivîl ê li Sierra Leoneyê bi dawî bû.
Jidayikbûn
- 1519 – Isabella Jagiellon, qiraliça Mecaristanê (m. 1559)
- 1540 – Catarina, Duşesa Braganzayê (m. 1614)
- 1689 – Montesquieu, parêzer û fîlozofê fransî (m. 1755)
- 1793 – Pratap Singh, Raceyê Satarayê, qiralê (chhatrapati) împeratoriya Maratha (m. 1847)
- 1828 – John Langdon Down, tûrenas û dermanfiroşê brîtanî
- 1848 – Ioan Slavici, rojnamevan û nivîskarê rûmenî (m. 1925)
- 1867 – Rubén Darío, helbestvan, rojnamevan û dîplomatê nîkaraguayî (m. 1916)
- 1886 – Clara Nordström, nivîskar û wergêra swêdî-alman (m. 1962)
- 1893 – Jorge Guillén, helbestvan, rexnegir û akademîsyenê spanî (m. 1984)
- 1898 – Albert Kivikas, rojnamevan û nivîskarê estonî (m. 1978)
- 1904 – Cary Grant, aktorê inglîz-amerîkan (m. 1986)
- 1911 – Danny Kaye, aktor, stranbêj û danskerê amerîkan (m. 1987)
- 1913 – Giannis Papaioannou, bestekarê yewnan (m. 1972)
- 1915 – Vassilis Tsitsanis, stranbêj, strannivîs û bûzûkîjenê yewnan (m. 1984)
- 1933 – David Bellamy, botanîst, nivîskar û akademîsyenê inglîz (m. 2019)
- 1937 – John Hume, siyasetmedarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1938 – Anthony Giddens, civaknasê brîtanî
- 1943 – Paul Freeman, aktorê inglîz
- 1955 – Kevin Costner, aktor, derhêner û fîlmçêkerê amerîkan
- 1966 – Kazufumi Miyazawa, stranbêjê japonî
- 1971 – Pep Guardiola, lîstikvanê futbolê û antrenorê ketelan
- 1973 – Benjamin Jealous, serkirdeyê rêxistina sivîl û aktîvîstê amerîkan
- 1983 – Amir Blumenfeld, komedyen, aktor û derhêner û senaryonivîsê îsraêlî
- 1990 – Zeeko Zaki, aktorê misrî-amerîkan
- 1993 – Sean Keenan, aktorê awistralî
- 1994 – Kang Ji-young (Jiyoung), stranbêja başûkorêyî
Mirin
- 52 berî zayînê – Publius Clodius Pulcher, siyasetmedarê romayî (jdb. 93 berî zayînê)
- 474 – Leo I, împeratorê Bîzansê (jdb. 401)
- 748 – Odilo, Dukê Bavyerayê
- 896 – Khumarawayh ibn Ahmad ibn Tulun, fermandarê tûlûniyan (jdb. 864)
- 1213 – Tamara Gurcistanê (jdb. 1160)
- 1253 – Henrî I qiralê Qibrisê (jdb. 1217)
- 1367 – Pedro I qiralê Portûgalê (jdb. 1320)
- 1471 – Go-Hanazono împeratorê Japonê (jdb. 1419)
- 1479 – Louis IX, Dukê Bavyerayê (jdb. 1417)
- 1589 – Magnus Heinason, egîdê feroeyî (jdb. 1545)
- 1677 – Jan van Riebeeck, siyasetmedarê holendî, hîmdarê bajarê Cape Town, Afrîkaya Başûr (jdb. 1619)
- 1783 – Jeanne Quinault, aktrîs û şanonivîsa fransî (jdb. 1699)
- 1803 – Îppolît Bogdanovîç, helbestvan û akademîsyenê rûs (jdb. 1743)
- 1862 – John Tyler, serokdewletê dehem ê DYAyê
- 1878 – Antoine César Becquerel, nojdar û akademîsyenê fransî (jdb. 1788)
- 1886 – Baldassare Verazzi, resamê talyan (jdb. 1819)
- 1936 – Rudyard Kipling, nivîskar û helbestvanê inglîz, xwediyê Xelata Nobel a Wêjeyê (jdb. 1865)
- 1956 – Makbule Atadan, parêzer û siyasetmedarê tirk (jdb. 1885)
- 1978 – Hasan Askari, fîlozof û nivîskarê pakistanî (jdb. 1919)
- 1982 – Huang Xianfan, dîroknas û profesorê çînî
- 2003 – Harivansh Rai Bachchan, helbestvan û nivîskarê hindistanî (jdb. 1907)
- 2008 – Georgia Frontiere, bazirgana jin û fîlantropa amerîkan (jdb. 1927)
- 2009 – Danai Stratigopoulou, stranbêj û strannivîsê yewnan (jdb. 1913)
- 2012 – Anthony Gonsalves, bestekar û mamosteyê hindistanî (jdb. 1927)
- 2014 – Eugenio Cruz Vargas, helbestvan û wênesazê şîliyî (jdb. 1923)
- 2016 – Michel Tournier, rojnamevan û nivîskarê fransî (jdb. 1924)
- 2019 – Lamia Al-Gailani Werr, şûnwarnasa îraqî (jdb. 1938)
- 2023 – David Crosby, stranbêj û strannivîsê amerîkan (jdb. 1941)
- 2025 – Claire van Kampen, şefa orkestrayê û bestekara inglîz (jdb. 1953)
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1829 – Berhema navdar a Johann Wolfgang von Goethe ya bi navê Faust cara pêşîn li ser dikê hate pêşkêşkirin.
- 1917 – Şerê cîhanê yê yekem; Hêzên almanan bi zeplînan bombe barandin ser bajarê Yarmouth ê îngilîzan. Di vê êrîşa ku cara yekem zeplîn hatibûn bikaranîn de, bêhtirî 20 kesan mirin.
- 1942 – Şerê cîhanî yê duyem; Hêzên japon welatê Burmayê dagir kirin.
- 1949 – Kûbayê Îsraêl bi awayê dîplomatîk nas kir.
- 1969 – Xwendakarê çek ê bi navê Jan Palach, ku li dijî dagirkirina Çekoslovakyayê ya ji aliyê YKSSyê ve pêk hatibû, bedena xwe dabû ber agir, jiyana xwe ji dest da.
- 1977 – Li Miami-Floridayê cara pêşîn berf barî.
- 1988 – Di meclîsa Tirkiyeyê de parlementerê SHPyê Mehmet Ali Eren got; Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurdan heye û zext li ser kurdan tê kirin. Bi vê axaftinê di meclîsê de pevçûn derket.
- 1991 – Şerê Kendavê; Di êrîşa Iraqê ya bi moşekan de 15 kes brîndar bûn.
- 1993 – Komara Çekî û Slovakya tevlî Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 2001 – Kongreya Aboriya Kurdistanê ya yekem li bajarê Rotardama Holendayê pêk hat. Di encamê de biryara avakirina KARSAZê hate girtin.
- 2025 – Piştî zêdetirî 15 mehan ji şerê navbera Îsraêl û Hemasê, 3 dîlên Îsraêlî hatin berdan û agirbest dest pê kir.
Jidayikbûn
- 1736 – James Watt, dahênerê îngilîz
- 1809 – Edgar Allan Poe, helbestvan û çîrokvanê amerîkan
Mirin
- 1865 – Pierre-Joseph Proudhon, fîlozofê fransî
- 2007 – Hrant Dink, rojnamevanê ermenî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1815 – Napoleon, bi hêzeke 140.000 leşker û 200.000 kesên dilxwaz vê kete bajarê Parîsê.
- 1841 – Girava Hong Kongê ji aliyê hêzên brîtanî ve hate dagirkirin.
- 1921 – Meclîsa tirk "Teşkîlat-i Esasî" ya yekem pejirand.
- 1945 – Şerê cîhanê yê duyem; Dewleta Mecaristanê bi hêzên hevalbendan re peymana çeksekinandinê îmze kir.
- 1945 – Şerê cîhanê yê duyem; Naziyan li rojhilatê Prûsyayê dest bi koçberkirina 1,8 milyon mirovan kir.
- 1968 – Tirkiye bû welatê yekem ku rejîma leşkerî ya Yewnanistanê nas kir.
- 1992 – Rêveberê partiya kurdên Bakurê Kurdistanê yê fermî yê şaxa HEPa Nisêbînê Abdurrahman Sögüt bi destê kontrayan hate kuştin.
- 1992 – Endamê partiya kurdên Bakurê Kurdistanê yê fermî yê şaxa HEPa Mûşê Harbi Arman li Amedê hate revandin û bi êşkenceyê hate kuştin.
- 1996 – Li Filistînê cara pêşîn hilbijartinên serokatiyê pêk hatin û di encamê de Yaser Erefat hate hilbijartin.
Jidayikbûn
- 1775 – André-Marie Ampère, fizîknasê fransî
- 1873 – Johannes V. Jensen, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1931 – David M. Lee, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1900 – John Ruskin, nivîskarê brîtanî
- 1968 – Reşîdê Kurd, helbestvanê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1720 – Swêd û Prûsyayê peymana Stockholmê îmze kirin.
- 1899 – Şîrketa hilberîner a tirimbêlan Opelê yekemîn erebeya xwe çêkir.
- 1926 – Rojnameya Jiyan li Silêmaniyê dest bi weşanê kir.
- 1941 – Şerê cîhanê yê duyem: Awistralya û Keyaniya Yekbûyî êrîşî Lîbyayê kirin.
- 1993 – Endamê partiya kurdên Bakurê Kurdistanê yê şaxa Elihê yê HEPê Mehmet Ertan hate kuştin.
- 1996 – Rojnameya Azadiya Welat dest bi weşanê kir.
- 1999 – Li DYA'yê li dijî tilyakfiroşan yek ji mezintirîn operasyonan pêk hat. Di encamê de 4.300 kg kokaîn hate desteserkirin.
- 2003 – Li bajarê Colima ya Meksîkê erdhejeke bi mezinahiya 7,6 a li gorî pîvana momentê qewimî. Di encamê de 29 kes mirin û nêzîkê 10.000 kesan bê mal man.
- 2007 – Li Dutaxê erdhejeke bi mezinahiya 5,0 a li gorî pîvana richter qewimî. Ziyan giha avahiyan.
Jidayikbûn
- 1965 – Jam Master Jay, rapvanê amerîkan
Mirin
- 1924 – Vladîmîr Îlyîç Lenîn, serokê Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst
- 1950 – George Orwell, nivîskarê îngilîz
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1771 – Spanyayê giravên Falklandê bi dev Brîtanyayê ve berdan.
- 1905 – Li Rûsyayê şoreşa 1905ê dest pê kir. Hêzên çar, êrîşî karkeran kirin. Di encamê de 500 karkeran jiyana xwe ji dest dan (Yekşema Xwînî).
- 1941 – Şerê cîhanî yê duyem: Hêzên Keyaniya Yekbûyî bajarê Tobrukê (Lîbya) ji destê Îtalyayê standin.
- 1946 – Komara Kurdistanê ji aliyê Qazî Mihemed ve li Meydana Çarçirayê hate îlankirin.
- 1949 – Hêzên Mao Zedong, bajarê Pekînê bi dest xistin.
- 1995 – Pirsgirêka Îsraêl-Filistînê; Li bajarê Netanyayê du êrîşkerên bombeyî xwe teqandin. Di encamê de 19 cihûyan jiyana xwe ji dest dan.
- 2007 – Li Bexdayê di encamên êrîşên bombeyî de herî kêm 88 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Jidayikbûn
- 1561 – Francis Bacon, fîlozofê îngilîz
- 1891 – Franz Alexander, psîkoanalîstê mecar
- 1908 – Lev Davidovich Landau, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1915 – Heinrich Albertz, siyasetmedarê alman
Mirin
- 1901 – Keybanû Victoria, keybanûya Brîtanyayê
- 1922 – Fredrik Bajer, siyasetmedarê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 393 – Împeratorê Romayê Theodosius I kurê xwe Honorius weke alîkarê împerator da nasandin.
- 1719 – Di nav Împeratoriya Romê ya Pîroz de mîrektiya Liechtensteinê hate damezrandin.
- 1793 – Rûsya û Prûsyayê cara duyem welatê Polonyayê di nav xwe de parve kirin.
- 1870 – Li Montanayê artêşa amerîkan, bi pirranî jin û zarok, 173 çermsor kuştin.
- 1943 – Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên Keyaniya Yekbûyî bajarê Trablûsê (Lîbya) ji destê artêşa alman-îtalî stand.
- 1943 – Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên DYA û Awistralyayê, hêzên Japonê li herêma Papuayê têk birin.
- 1973 – Li Viyetnamê agirbest hate îlankirin.
- 1994 – Endamê partiya kurdên Bakurê Kurdistanê yê şaxa Amedê yê DEPê A. Selam Kizman hate kuştin.
Jidayikbûn
- 1783 – Stendhal, nivîskarê fransî
- 1907 – Hideki Yukawa, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1930 – Derek Walcott, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1955 – Şivan Perwer hunermendê kurd
- 1984 – Arjen Robben, futbolvanê holendî
Mirin
- 1989 – Salvador Dalí, wênesazê katalan
- 1999 – Mihemedê Mamlê, hunermendê kurd
- 2002 – Robert Nozick, fîlozofê amerîkan
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1848 – Li Kalîforniyayê zêr hate dîtin.
- 1862 – Bajarê Bûkareştê weke patyexta Romanyayê hate îlankirin.
- 1942 – Şerê cîhanê yê duyem; Bajarê Bangkokê ji aliyê hêzên hevalbend ve hate bombebarandin û Taylendayê li dijî Keyaniya Yekbûyî û DYAyê îlana şer kir.
- 1943 – Şerê cîhanê yê duyem; Konferansa Kazablankayê ku Franklin Delano Roosevelt û Winston Churchill beşdar bûbûn, bi dawî bû.
- 1972 – Li daristanên Guamê leşkerekî japon ê ji şerê cîhanê yê duyem ve xwe di veşart hate dîtin.
- 1993 – Partiya Xebatê ya Neteweparêz navê xwe kir Partiya Tevgera Neteweparêz (MHP).
- 2001 – Li bajarê Amedê serokê ewlekariya bajêr Gaffar Okkan û çar parêzkarên wî di encama êrîşa Sofîkan de hatin kuştin.
- 2006 – Li bajarê Ehvaz a başûr rojavayê Îranê, di encama du teqînan de 8 kes mirin û 40 kes jî brîndar bû.
- 2007 – Filmê derhênerê kurd Huner Selîm yê bi navê Dol derket.
- 2011 – Li balafirgeha Domodedovo ya Rûsyayê, di encama êrîşa bombeyî de herî kêm 35 kes mirin û 180 kes jî brîndar bû.
Mirin
- 661 – Îmam Elî, xelîfeyê çarem ê misilmantiyê
- 1965 – Winston Churchill, serokwezîrê Îngilistanê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1554 – Bajarê São Pauloyê hate damezrandin.
- 1579 – Peymana Utrechtê hate îmzekirin û tixubên Holendaya roja me hatin sazkirin.
- 1881 – Thomas Edison û Alexander Graham Bell şîrketa Oriental a telefonan ava kirin.
- 1918 – Ûkraynayê ji Rûsyaya Bolşewîkan serxwebûna xwe îlan kir.
- 1955 – Yekîtiya Sovyetan bi Almanyayê re şerê xwe bi dawî anî.
- 1991 – Desteya wezîran a hikûmeta tirk axaftin û stranên bi kurdî serbest kir.
- 1995 – Rûsyayê ceribandina moşekê ya Norwêcê bi şaşî weke êrîşeke amerîkan fêhm kir û xwe ji bo bersivdana nukleerî amade kir.
- 1996 – Li DYAyê cara talî cezayê darvekirinê pêk hat. Sûcdarê kuştinê Billy Bailey, li dewleta Delawareyê hate darvekirin.
- 1999 – Li Kolombiyayê erdhejeke 6,0 a li gorî pîvana richter qewimî. Di encamê de herî kêm 1000 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 2005 – Di dema ziyaretkirina bawermendan a li perestgeha Mander Devi ya Hindistanê de geremol qewimî û herî kêm 258 kesan jiyana xwe ji dest da.
Jidayikbûn
- 1627 – Robert Boyle, kîmyagerê îrlendî
- 1982 – Noemi, stranbêjeke îtalî
Mirin
- 1975 – Charlotte Whitton, siyasetmenda kanadayî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1531 – Li Lîzbonê (Portugal) erdhejeke mezin qewimî. Di encamê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1837 – Michigan weke dewleta 26em tevlî DYAyê bû.
- 1861 – Ji sedema şerê sivîl ê amerîkanan dewleta Louisiana ji DYAyê veqetiya.
- 1870 – Dewleta Vîrjînyayê ku ji sedema şerê sivîl ji DYAyê veqetiya bû, dîsa tevlî DYAyê bû.
- 1905 – Li Pretoria ya Afrîkaya Başûr elmasa herî mezin a cîhanê hate dîtin. Ew 3,106.75 qerat (0.62135 kg) bû û navê "Cullinan" lê hate kirin.
- 1924 – Navê bajarê Sankt Petersburgê ji bo rûmetdayîna Lenîn weke Lenîngrad hate binavkirin.
- 1942 – Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên amerîkan cara pêşîn gihane Ewropayê. Li bakurê Îrlendayê bicih bûn.
- 1965 – Zimanê hindî bû zimanê fermî yê Hindistanê.
- 1980 – Di navbera Îsraîl û Misirê de têkiliyên dîplomatîk destpêk kirin.
- 2001 – Li bajarê Gujarat a Hindistanê erdhejek qewimî. Di encamê de bêhtirî 20.000 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 2015 — YPG û hevalbendên wê, bi piştevaniya berdewamiya êrîşên asmanî yên bi serkêşiya Amerîkayê, bajarê Kobaniyê ji destê DAIŞê standin
Jidayikbûn
- 1865 – Sabin Arana nivîskarê baskî
- 1904 – Seán MacBride, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1925 – Paul Newman, lîstikvan û derhênerê amerîkan
- 1953 – Anders Fogh Rasmussen, serokwezîrê Danîmarkayê
- 1988 – KC Rebell, rapvanê zimanê almanî yê esilkurd
Mirin
- 1823 – Edward Jenner, bijîşkê brîtanî
- 1948 – Kazım Karabekir, generalê artêşa osmaniyan
- 2020 – Kobe Bryant, basketbolvanê amerîkî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 98 – Trajan piştî mirina Nerva bû împeratorê Romayê.
- 447 – Ji sedema çêbûna erdhejê 57 birc û bedena sûrên Konstantînopolîsê ziyan dîtin.
- 1299 – Bingehê dewleta Osmaniyan hate sazkirin.
- 1944 – Şerê cîhanî yê duyem; Dorpêçkirina bajarê Lenîngradê ya ji aliyê naziyan ve bi dawî bû.
- 1945 – Şerê cîhanî yê duyem; Artêşa Sor a Yekîtiya Sovyetan kampên Auschwitz û Birkenau yên naziyan li Polonyayê ava kiribûn, zemt kirin.
- 1973 – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Viyetnamê peymana agirbestê îmze kirin.
- 1994 – Li dijî nivîsgeha rojnameya Özgür Gündemê ya li Enqereyê êrîşeke bombeyî pêk hat.
- 2002 – Di encama teqîneke li bajarê Lagos a Nîjeryayê de 1.100 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzîkê 20.000 kes jî bê cih û war man.
- 2003 – Li Pilemorê erdhejeke bi mezinahiya 6,5 a li gorî pîvana richter qewimî.
Jidayikbûn
- 1756 – Wolfgang Amadeus Mozart, bestekarê Awistriyayî
- 1859 – Wilhelm II., qeyserê Almanyayê
- 1944 – Mairead Corrigan, çalakgera xwediya Xelata Nobelê
- 1969 – Marc Forster, derhênerê swîsrî
Mirin
- 1595 – Sir Francis Drake, deryavan û kaşifê brîtanî
- 1635 – Nefî, helbestvanê esilkurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1517 – Artêşa Osmaniyan bajarê Qahîreyê dagir kir.
- 1871 – Şerê Fransa-Prûsyayê: Di dorpêçkirina Parîsê de Fransa teslîm bû û şer bi dawî bû.
- 1909 – Hêzên artêşa amerîkan ji Kûbayê vekişiyan.
- 1918 – Di bûyerên şerê sivîl ê Fînlendayê de serhildêran bajarê Helsinkiyê zemt kirin.
- 1921 – Serokê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê Mustafa Suphî tevî 15 hevalên xwe di Deryaya Reş de ji aliyê Kemalîstan ve hate fetisandin.
- 1932 – Japonê êrîşî Şanghayê kir.
- 1935 – Îslenda bû yekem welatê rojavayî ku zarokjiberbirin bi destûra fermî hate pejirandin.
- 2006 – Li bajarê Polonyayê Katowiceyê banê pêşengehekê ji sedema giraniya berfê rûxiya. Di encamê de 65 kes mirin û bêhtirî 170 kesî brîndar bû.
Jidayikbûn
- 1225 – Thomas Aquinas, keşeyê îtalî
- 1955 – Nicolas Sarkozy, serokkomarê Fransayê
Mirin
- 814 – Karlê Mezin, damezrînerê Împeratoriya Romê ya Pîroz
- 1725 – Pyotrê Mezin, çarê Rûsyayê
- 1939 – William Butler Yeats, helbestvanê xwediyê Xelata Nobelê
- 1970 – Werner Caskel, dîrokzan, profesorê fîlolojiya rojhîlatê û nivîskarekî berhemên dîrokî ku bi eslê xwe alman bû
- 1996 – Joseph Brodsky, helbestvanê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1814 – Fransayê di şerê Brienne de zora Rûsya û Prûsyayê bir.
- 1861 – Kansas weke dewleta 34em tevlî DYAyê bû.
- 1900 – Li Philadelphia ya Pennsylvaniayê bi heşt tîman lîga beyzbolê ya amerîkan hate damezrandin.
- 1916 – Şerê cîhanî yê yekem: Parîs cara yekem ji aliyê zeplînên almanan ve hate bombebarandin.
- 1944 – Şerê cîhanî yê duyem: Li bajarê Cisterna hêzên alman û amerîkan dest bi şer kirin.
- 1944 – Şerê cîhanî yê duyem:Li bajarê Kaniūkai ya Lîtvanyaya îroyîn, nêzîkê 38 zarok, pîrek û zilam hatin qetilkirin.
- 1950 – Li Îranê di encama erdhejê de 1500 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1989 – Macaristanê weke dewleta yekem a bloka rojhilatî, têkiliyên dîplomatîk bi Korêya Başûr re da destpêkirin.
- 2002 – George W. Bush dewletên Iraq, Îran û Korêya Bakur weke dewletên alîkarê terorîzmê nîşan dan.
Jidayikbûn
- 1860 – Anton Çexov, nivîskarê rûs
- 1866 – Romain Rolland, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1944 – Yoweri Museveni, serokdewletê Ûgandayê
Mirin
- 1933 – Sara Teasdale, helbestvana amerîkan (wêne)
- 1963 – Robert Frost, helbestvanê amerîkan
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1648 – Di navbera Holenda û Spanyayê de peymana Münsterê hate girêdan û şerê heşt salan bi dawî bû.
- 1847 – Navê bajarê Kalîforniyayê Yerba Buena weke San Francisco hate guhertin.
- 1933 – Adolf Hîtler desthilatdariya Almanyayê zemt kir.
- 1942 – Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên Japonyayê girava Ambonê zemt kirin.
- 1944 – Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên amerîkî li Majuroyê bi cih bûn.
- 1948 – Serokê efsanewî yê Hindistanê Mahatma Gandî, ji aliyê hindiyekî bi navê Nathuram Godse ve hate kuştin.
- 1956 – Mala serokê tevgera mafên mirovan ê li DYAyê, Martin Luther King, rastî erîşa bombeyî hat.
- 1972 – Pakistan, ji Komeleya Gelan a Îngilîzan veqetiya.
- 1982 – Yekemîn vîrusa kompîterê ji aliyê Richard Skrenta ve hate nivîsandin.
- 2003 – Belgiyayê yasaya zewaca hevcinsan hate pejirandin. Bi vê re Belgiya piştî Holendayê re bû dewleta duyem ku ev maf dabû mirovan.
Jidayikbûn
- 1882 – Franklin D. Roosevelt, serokdewletê 32em ê DYAyê li New Yorkê ji dayîk bû.
- 1927 – Sven Olof Joachim Palme, serokwezîrê Swêdê li Stockholmê ji dayîk bû.
Mirin
- 1948 – Mahatma Gandî, serokê efsanewî yê Hindistanê (wêne) li New Delhiyê mir.
- 1969 – Dominique Pire, keşeyê xwediyê Xelata Nobelê li Leuvenê mir.
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1808 – Komara Ragusayê ji aliyê Fransayê ve hate dagirkirin.
- 1929 – Yekîtiya Sovyetan, Lev Trotskî mişextî kir.
- 1950 – Serokdewletê DYAyê Harry S. Truman, ragihand ku ew di pêvajoyeke pêşdexistina bombeya hîdrojenê de ne.
- 1953 – Ji sedema lehiya li Deryaya Bakur li Holendayê 1.800 û li Keyaniya Yekbûyî bêhtirî 300 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1968 – Dewleta Naûrûyê ji Awistralyayê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1990 – Yekemîn McDonald's a li welatê Yekîtiya Sovyetan li bajarê Moskowê hate vekirin.
- 2010 – Avatar bû filîmê yekem ku bêhtirî 2 milyar dolarên amerîkî qezenc kir.
Jidayikbûn
- 1902 – Alva Myrdal, civaknasa xwediya Xelata Nobelê
- 1935 – Kenzaburo Oe, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1983 – Belçim Bilgin Erdoğan, aktrîsa kurd
Mirin
- 1933 – John Galsworthy, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1955 – John Mott, rêberê mesîhî yê xwediyê Xelata Nobelê
- 1974 – Ekrem Cemîl Paşa, rewşenbîr û têkoşerê kurd (wêne)
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne

Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn
