Wîkîpediya:Gotara hefteyê/2011

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gotara hefteyê • Pêvek • Arşîv


201120122013201420152016
201720182019202020212022


Hefteya 16an, 2024 (UTC) – nûkirin

Gotarên hefteyan (2011)
Hefte: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52

Hefte: 34

Bazîlîkaya Velehradê
Bazîlîkaya Velehradê

Velehrad (bi kurdî tê wateya keleha mezin) navê gundekî li bajaroka Uherské Hradiště ye ku dikeve herêma Zlín a Çekyayê. Nifûsa wî 1.316 kes e û 6 km dûrî Uherské Hradiště ye. Di serdema împeratoriya Moravyaya Mezin de Velehrad navenda bajarê sereke yê Velîgradê bû. Ji bo xiristiyanan cihê herî pîroz ê li Çekyayê ye. Xiristiyan bazîlîkaya Kîrîl û Metodiyos weke cihekî hecê bi kar tînin. Lewma her sal 5ê tîrmehê mirov diçine vî gundî.

Li gorî baweriya gel Velehrad navenda (bêhtir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 35

Sifreyek ji Şingalê
Sifreyek ji Şingalê

Pêjgeha kurd, ji cure û dewlemendiya xwarinên kurdî re tê gotin.

Kurdistan mîratgirê şarezayiyên mezin e. Med, urartû, hurrî, sasanî, rom û gelekan bandora xwe hîştine. Mezopotamya ku parek axa Kurdistanê jî dikevê vê herêmê, wekî landika, dergûşiya mirovahiyê tê zanîn. Cara pêşîn li vir ajal hatine kedîkirin, mirovahî fêrî bikaranîna alavên jiyanê hêsantir dikin û cotyarî hatiye kirin.

Di xwarinên kurdî de pincarên biharê, berhemên şîr, savar, sebze û goşt cihekê girîng digirin. Bi dehan cureyên kufteyê tên xwarin. Bi taybetî parêzgehên herêma Tolhildanê, Meledî, Gurgum, Dîlok ji aliyê çêkirina kufteyan ve gelek navdar in.

Li Kurdistanê herwiha (bêhtir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 36

Peykerê Daryûs û serhildêran
Peykerê Daryûs û serhildêran

Wergera nivîskên Bêstûnê, Şah Daryûs dibêje: Ev welatên ku di bin desthilatdariya min de ne, û bi rûmeta Ahûramazda ez bûme şahê wan: Persiya, Elam, Babîl, Asûrya, Erebiya, Mudraya (navê kevn ê Misirê), welatên li ba deryayê, Lîdya, Yewnanistan, Medya, Armîna, Kapadokya, Partiya, Zraka, Arya, Xwarezmiya, Baxtriya, Soxdiya, Gandara, Îskîtya, Satagiya, Araxosya û Maka; tevde bîst û sê welat.

Ev welatên ku di bin desthilatdariya min de (bêhtir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 37

Bakteriyên kolerayê
Bakteriyên kolerayê

Kolera, an jî kulemar nexweşiyeke mîkrobîk e. Pirranî ji mîkrobên di nava avê de ne û ji xwarinan derbas dibe. Bakterî dibin sedemê vartoyiyeke (virik, îshel, emelî) giran û vereşanê. Heger di dema xwe de terapiya wê bê kirin pirranî derbas dibe. Lê heke bê terapî bimîne, dikare bibe sedemê ji 20 % heya 70 % mirina kesên pê nexweş ketine.

Mixabin li Kurdistanê ev nexweşî (bêhtir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 38

Tac Mehel
Tac Mehel

Hindistan (hindî: भारत गणराज्य Bhārat Gaṇarājya) welatek e li başûrê rojavayê Asyayê. Hindistan piştî Çînê, ji aliyê gelheya xwe ve duyem mezintirîn welatê cîhanê ye. Ew herwiha duyemîn welat e bi berfirehiya xwe ya zemînî ve. Li başûrê wê Okyanûsa Hindî, li başûr rojava Deryaya Erebî, li başûr rojhilat Kendava Bengalê, li bakur rojhilat Bûtan, Çîn û Nepal, li rojhilat Bangladeş û Myanmar hene, herwiha tixûbên wê li rojava bi Pakistan re hene.

Aboriya Hindistanê di cîhanê de (bêhtir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 39

Keleha Buda (bi şev)
Keleha Buda (bi şev)

Budapeşt paytexta Macaristanê ye. Navê wê ji yekbûna du bajaran (Buda û Peşt) pêk hatiye. Bajarê herî mezin ê Macaristanê ye. Herwiha navenda siyasî, çandî û bazirganî ya macaran e. Li gorî serjimara 2011an li Budapeştê 1.733.685 niştecih hene. Bajar li ser erda 525 çargoşe kîlometre hatiye avakirin. Budapeşt di 17ê çiriya paşîn a 1873an de, bi yekbûna sê bajarên li derdora çemê Dunayê, yên bi navên Buda, Peşt û Óbuda pêk tê.

Dîroka Budapeştê bi niştecihbûna keltan destpê dike (bêhtir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 40

Parçeyên hesin
Parçeyên hesin

Hesin (bi latînî: Ferrum) metaleke kîmyewî ye ku hejmara wê ya atomî 26 e. Sembola wê Fe ye. Hesin yek ji metalên koma lajwerdên derbasiyê ye. Hesin lajwerda herî pirr li cîhanê tê dîtin e. Herwiha di qafika erdê de lajwerda herî zêde ya çaremîn e. Ji ber ku di navenda erdê de wilqas gelek hesin heye, tê texmînkirin ku rola hesin li ser qada manyetîk a cîhanê gelek e.

Lajwerda hesin, ji cewherên hesin tê çêkirin û li xwezayê bi awayê elementî ne gelek e. Ji ber ku mirov hesinê lajwerdî bi dest bixe pêwîst e reaksiyonên lêvegerker (îng:reducer) di nava cewherên hesin de pêk werin. Hesin bi pirranî ji bo çêkirina, amêjena (îng:alloy) bi karbon ango polayê tê bikaranîn. (dûmahîk…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 41

Şûr
Şûr

Şûr çekeke klasîk a ji lajwerdê yan jî ji madeyeke din e. Ji bo werzîşê û wekî aksesûar jî tê bikaranîn. Cureyeke kêrên dirêj û mezin e. Bi hezaran salan çekeke sereke bû, lê niha nayên bikaranîn. Şûr li piştê di nava kalanan de tên girêdan. Li navpiştê jî dihatiye girêdan.

Beriya beriyê li Mezopotamyayê (parek axa Kurdistanê jî dikeve vê herêmê) hatiye bikaranîn. Di zimanên hind û ewropayî de navê şûrê ji heman kokê tê yan heke cuda bin jî, ev cudatî ji cureyên şûran e. Bo mînak kurdî şûr, almanî Schwert (şvert), îngilîzî Sword hwd.

Şûrên kurdan gelek navdar bûn (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 42

Çemê Duna li Serbistanê
Çemê Duna li Serbistanê

Çemê Duna piştî çemê Volga, li Ewropa çemê duyem mezin e. Ew weke rêava navneteweyî ye. Duna ji başûrê Almanya, herêma Daristana Reş (Schwarzwald), bi yekbûna çemên Breg û Brigach ên li navçeya Donaueschingenê destpê dike. Piştî vê navçeyê weke Duna tê binavkirin. Bi dirêjbûna 2860 kîlometre, di nava Ewropa re (Almanya (7.5%), Awistriya (10.3%), Slovakya (5.8%), Macaristan (11.7%), Kroatya (4.5%), Serbistan (10.3%), Bulgaristan (5.2%), Moldova (1.6%), Ûkrayna (3.8%) û Romanya (28.9%)) ber bi Deryaya Reş ve diherike. Deltaya Dunayê ku berî Duna tevlî Deryaya Reş bibe, di navbera Romanya û Ûkrayna de pêk tê.

Hewzeya çemê Dunayê 817.000 çargoşe kîlometre ye (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 43

Komstêra Oryonê
Komstêra Oryonê

Oryon, an jî Termê Mezin komstêreke dikevê ser ekwatora ezmên û li tevahiya dinê xwiya dibe. Ew yek ji komstêrên herî zelal û balkêş a di ezmana şevê de ye. Navê wê ji navê nêçîrvanekî mîtolojiya yewnan, Orion, tê. Di komstêra Oryonê de Kemera Oryonê ya balkêş heye. Ew sê stêrên di rêzeke de, yên bi çar stêrkên li dor hemahema eynî dûrahiyê li dor rêz dibin û bi vî awayî bedena nêçîrvan pêktînin. Jêr kemerê re rêzeke sê stêrên biçûk ên şûrê nêçîrvan pêk tînin hene.

Oryon ji meha çiriya pêşîn heta meha sibatê bi şevan li ezmên, him li nîvkureya bakur, him jî li nîvkureya başûr, bi hêsanî dikare bê dîtin.

Di mehên gulan û hezîranê de Oryon bi roj li ezmên e û ne dîtbar e (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 44

Sûdana Başûr
Sûdana Başûr

Komara Sûdana Başûr, welatekî Afrîka ye û li baniya tejaneya çemê Nîlê dimîne. Li rojhilatê wê Etiyopya, li rojava Komara Afrîkaya Navend, li bakur Sûdan û li başûr jî Kongoya Demokratîk, Ûganda û Kenya heye. Paytext û bajarê wê yê herî mezin Cuba ye.

Ji ber sedemên pevçûnên etnîk û olî yên navxweyî biryar hate dayîn ku welatê Sûdanê bibe du beş. Lewma di sala 2005an de piştî şerê duyem ê naxweyî Başûrê Sûdanê bû herêmeke xweser. Piştî referanduma 11ê kanûna paşîn a 2011an biryara serxwebûnê hate dayîn. Herî dawî 9ê tîrmeha 2011an Sûdana Başûr bû welatê 193an ku endamê Neteweyên Yekbûyî ye (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 45

Ziyaretkirina misilmanan li Kabeyê
Ziyaretkirina misilmanan li Kabeyê

Cejna Qurbanê (bi erebî: عيد الاضحى‎, lat. Ayd al-Adha) li gorî baweriya misilmanan cejna qurbankirina ajalan a dînê îslamê ye. Ew li gorî salnameya hîcrî di roja 10an a meha Zîlhice de dest pê dike û çar rojan diajo. Ji bo sedema cudahiya di navbera salnameya hîcrî û salnameya Gregorî de, 10 an jî 11 rojan ciyawazî heye, li gorî salnameya Gregorî ew her sal di demên cuda de tê pîrozkirin. Cejna Qurbanê herwiha ji bo misilmanan dema ferza îslamî ya ziyaretkirina Kabeyê ye ku misilman bi vê ziyaretê dibin hacî.

Li welatên ku gelheya wan bi giştî misilman in, cejna Qurbanê weke betlane ya fermî tê qebûlkirin. Cejna Qurbanê bi Cejna Remezanê re yek ji girîngtirîn cejnên îslamê ye (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 46

Hirçê Mezin
Hirçê Mezin

Hirçê Mezin an jî Termê Merxê komstêreke li nîvkada bakura ezmên dikeve ye. Ji ber heft stêrên wê yên geş ên bi şiklê xwe, mîna çoçikê wek Heftbira jî tê bi nav kirin. Ew yek ji komstêrên navdartirîn û dîtina wê hêsantirîn e. Ew yek ji 48 komstêrên Batlamyûs ku di pirtûka xwe ya bi navê El Macestî de qala wê hatiye kirin e.

Navê Arktîk a bona herêma li dor cemsera bakur ji peyva yewnaniya ἄρκτος (árktos) tê ku ew ji bona ku li bin Termê Merxê dimîne wiha tê binavkirin.

Stêra Mîzar stêra cêwiya ewilîn e ku bi teleskopê ji hêla Giovanni Riccioli di sala 1650an de hatiye kifşkirin e. Wêneyê stêra cêwiya ewilîn di sala 1857an de ji hêla G. P. Bond ve hatiye kişandin (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 47

Tabelaya hişyarkirina tepînkan
Tabelaya hişyarkirina tepînkan

Tepînk an jî mayin, ji çek û mekanîzmaya bo ziyandayîna amyarên bejayî, ferd, keştî û amyarên esmanî tên bikaranîn re dibêjin. Gelek awa û cureyên wê hene. Tepînk him çekeke parastinê ye, him jî ya tunekirinê.

Tepînk bo armancên curbecur tên bikaranîn. Bi gelek teknîkên nûjen jî dikarin bên bikaranîn. Mirov dikare bêje tepînk jî bombeyek e, û wekî dafikekê tê danîn û kamûflajkirin, dema bê xwestin jî tê teqandin.

Tepînk hene dema hedefa xwe xist dafikê, bi pêlêkirinê diteqin. Tepînk jî hene ji dûrve tên kumandakirin. Tepînk dikarin bi mekanîzmayeke demê plan dike vê bê girêdan û dema wê hat bê teqandin (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 48

Evdila Cewdet (jdb. 9ê îlona 1869, Meledî; m. 29ê çiriya paşîn a 1932, Stenbol) bijîşk, rewşenbîr, helbestvan û siyasetmedarekî kurd bû. Demekê tevlî nava refên Contirkan bûye, di tevahiya jiyana xwe de poşmaniya xwe aniye ziman.

Endamê gelek komele, weqif û komîteyên kurdan ên wê demê ye. Ji xebatkarên sereke yên Cemiyeta Teawun û Teraqiya Kurd, Cemiyeta Tealiya Kurd, Cemiyeta xwendekarên kurd, Hêvî û gelekên din e.

Mirovekî zana bûye, bi fîlozofiyê re mijûl bûye. Li dijî bikaranîna dîn a ji bo berjewendiyan derketiye, xwestiye di hin warên têkiliyên Îslam û civakê de reform bên kirin. Ji ber wê ji aliyê rastgir û tirkperweran ve bi tundî hatiye rexnekirin û reşkirin. Bo wî "bêdîn", "dijminê Xwedê" gotine, di nava civakê de xwestine bêrûmet bikin (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 49

Daneberheva mezinahiya Alfaya Kentaurî A û B, û ya Proksîmaya Kentaurî û ya Rojê
Daneberheva mezinahiya Alfaya Kentaurî A û B, û ya Proksîmaya Kentaurî û ya Rojê

Alfaya Kentaurî an jî Toliman stêreke dorî 4,34 sala roniyê dûrî dinyayê, ya bi sîstema stêrcêwî, ya di komstêra Kentaur de ku di nîvkada başûrî ya ezmanê de dimîne ye. Ew ji stêra zer a Alfaya Kentaurî A û ya tirinciya Alfaya Kentaurî B pêk tê. Navê wê Ricel Kentaur bi erebî: رجل أقنطورس‎ "Lingê Kentaur".

Ew sîstema stêran a tewrî nêzikê rojê ye. Wek stêrcêwî bi qedra zahîrî ya teva −0,27 ve ew geştirîn cîsmê di komstêrê de ye û sêyem geştirîn ê di ezmana şev de ye. ‘’Alfaya Kentaur A’’ ya geştir e ku stêrcêwiyê bitenê xwedî qedra zahirî ya −0,01 e û bi vê ve ew dibe çarem geştirîn stêra ezmana şev. Stêra nêziktirîn a dinê Proksîmaya Kentaurî ya bi dûriya 4,22 di vê sîstemê de ye an na biniqaş e.

Ew bi stêra Betaya Kentaurî ve Xaça Başûrî îşaret dike û bi hêlkariya wan meriv dikare bihêsanî Xaça Başûrî bibîne (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 50

Jaroslav Heyrovský
Jaroslav Heyrovský

Jaroslav Heyrovský (bilêvkirina bi kurdî: Yaroslav Heyrovskî) (20ê kanûna pêşîn a 1890an - 27ê adara 1967an) kîmyager û dahênerekî çek bû. Ew weke bavê metodên elektroanalîtîk tê zanîn ku ev şêwaz di kîmyaya analîtik de tê bikaranîn. Jaroslav ji bo xebata xwe ya polarografiyê di sala 1959an de Xelata Nobelê ya Kîmyayê wergirtiye.

Jaroslav Heyrovský di sala 1890î de li Pragê ji dayîk bûye. Kurê Leopold Heyrovský yê pêncem e. Bavê wî li zanîngeha Charles profesorê beşa Dadnasiya Romayê bû û bi Clara re zewicî bû. Jaroslav li zanîngeha li Pragê ya Charlesê xwendina kîmya, fîzîk û matematîkê kiriye. Di navbera salên 1910 û 1914an de li Akademiya Zanîngeha Londonê (University College London) xwendina xwe kiriye.

Di dema şerê cîhanê yê yekem de di nexweşxaneya leşkerî de xebitiye. Vî karî derfet dida wî ku di heman demê de xwendina xwe jî bidomîne. Lewma wî di sala 1918an de mastera xwe li Pragê û di 1921ê de jî doktoraya xwe li Londonê domand (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 51

Kurteya Lîsteya Sor a 2006an a ji bo cureyan.
Kurteya Lîsteya Sor a 2006an a ji bo cureyan.

Lîsteya Sor a Cureyên bi Metirsiya Nemabûnê yan jî Lîsteya Sor a IUCN li cîhanê ji bo zanyariya di derbarê ajal û riwekan de ya herî berfireh e. Di sala 1963'yan de hatiye damezrandin û IUCN kurtebira International Union for Conservation of Nature a bi îngilîzî ye ku bi kurdî Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê ye.
Lîsteya Sor a IUCN bi metirsiya nemabûna bi hezaran cure û binecureyan bi daneyên vebirî li hev kom dike û wan agahiyan diparêze. Daneyên van cureyan ji hemû aliyê cîhanê û herêman pêk tê. Mebesta Lîsteya Sor ew e ku cureyên li ber metirsiya windabûnê werin zanîn û bi raya giştî re ji bo parastinê werin parvekirin e. Lîsteya Sor alîkariya parastina cureyan dike. Lîsteya sor bi bingeheke hêzdar hatiye avakirin lewma di cîhanê de weke çavkaniya herî ewle tê zanîn (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 52

Daxmeyek li Yezdê
Daxmeyek li Yezdê

Barûya bêdengiyê, daxme an jî cebana ewrî ji cebanên, goristanên Zerdeştîtiyê re dibêjin. Goristan navê giştî ye. Bi hatina ola îslamê re, kurdan jî wekî ereban miriyên xwe defin kirine.

Di ola berê ya kurd û gelên din ên îraniyên Zerdeştiyê de, mirî li ser bircan, cihên bilind dihatin danîn ku balinde û firindeyên din jê sûdê werbigirin, pê xwe xwedî bikin. Li her gund, bajarekê cebanek, goristanek ango daxmeyek hebû. Ev goristan ji barûyeke mezin pêk dihat. Kê bimira dertînin serê bircê, li wir dihîştin daku balinde, çivîk pê xwe xwedî bikin, jê sûdê werbigirin.

DHeger goristan li serê çiyayekî bilind ba, ji bo mirî ji derve nexûyên, zarok an xelk jê aciz nebin, dora wê bi dîwarên bilind dihat dorpêçkirin. Diviyabû rêzgirtina miriyan binpê neba, mirî nehata pîs û bêqîmetkirin (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne