Wîkîpediya:Gotara hefteyê/2017

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Exquisite-kfind.png

Gotara hefteyê • Arşîv


201120122013201420152016
2017201820192020


Hefteya 34'an, 2017 (UTC) – nûkirin

Gotarên hefteyan (2017)
Hefte: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52

Hefte: 1

Çiyayê Elbrûs

Çiyayê Elbrûs (bi rûsî:Эльбрус), bi 5642 m bilindayî ve çiyayê herî bilind ê çiyayên Qefqasê û ê Rûsyayê ye. Çiyayê Elbrûs stratovolkaneke bi du bandevî ye.Di navbera van her du bandevan de 1500 m dûrayî heye.Di heman katî de jî Çiyayê Elbrûs, piranî bi qeşem ve rûgirtî ye. Her wiha ew bi qeşema 145 km²î nixamtî ye. Eger Qefqasan wek tixûbê Ewropayê bihatana qebûlkirin, Çiyayê Elbrûs niha çiyayê herî bilind ê Ewropayê dibûn.
Erdnîgarî: Elbrûs, 11 km li bakurê Gurcistanê û nêzîkî 270 km li bakurê rojavaya Tbîlîsî dur e. Gelek salan di mijara parzemînê de gengeşî hatiye kirin. Hin kes dibêjin ku Çiyayên Qefqasê di navber Asya û Ewropayê de tixûb e.Ji ber vê yekê Çiyayê Elbrûs, çiyayê herî bilind ê Ewropayê ye.Hin kes jî vê ramanê qebûl nakin. Di dîrokê de tixûbê Ewropa û Asyayê gelek caran guheriyaye. Ji ber vê yekê  bi hêsanî biryar nayê danîn.
Rapelikîna Yekem: Rapelikîna yekem a li bandeva Rojhelatê di 22yê Tîrmeha sala 1829an de ji aliyê Killar Haçirov ve hatiye pêkanîn. Rapelikîna yekem a li bandeva Rojavayê jî di 28ê Tîrmeha sala 1874an de ji aliyê Frederick Gardiner, Florence Crauford Grove, Horace Walker û Peter Knubel ve hatiye pêkanîn. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 2

Pêvajoya fotosentezê

Giyandarên ku xwediyê klorofîl in, bi bikaranîna enerjiya roniyê, pêkhatiyên lebatî (organîk) tînin holê. Ji vê bûyerê re jî fotosentez tê gotin. Giyandarên ku bi vê bûyerê adan pêktînin, ji wan re organîzmayên fotosentetîk tên gotin û piraniya vê komê jî ji plankton û riwekan pêk tên.

Organîzmayên fotosentetîk, bi alîkariya enerjiya roniyê enerjiyê depo dikin û karin pêkhatiyên lebatî çê bikin. Riwek jî wekî giyandarên din, enerjiyê ku ji bo jiyana xwe berdewam bikin, ji enerjiya kîmyasal a madeyên organîk peyde dikin. Ji bo vê jî ew bi bikaranîna karbondîoksît û roniya rojê, adanên xwe yên lebatî sentez dikin.Eger cihê ku riwek lê re ye, roniya rojê tune be, riwek nikarin fotosentez bikin. Ji ber vê yekê navê vê bûyerê wek fotosentez (photo synthesis) yanê bi riya roniyê sentezkirin, tê binavkirin. Her giyandarê ku li serzemîn^ê dijîn, enerjiyê ku ji bo çalakiyên metabolîzmayê pêwîst e, ji ser sê riyan ve peyde dikin. Fotosentez fealiyetekê gewiran (anabolîzma) e.

Pel, navenda hilberana adan a riwekan in. Li hundirê şaneyên ku pêlên riwekan pêk tînin,parçeyên ku wekî kloroplast tên binavkirin, hene. Di hundirê van kloroplastan de klorofîl hene. Erka klorofîlê jî girtina roniyê ye. Kloroplast wekî panelekê tîrêjên rojê tevî hev dike û wekî kolektor jî van tîrêjên rojê dadigerînê enerjiyê. Bi vê enerjiyê jî ew adan pêk tînin. Ev adanên ku hatine hilberandin, ji pelan ji beşên din ên riwekê yê ku divê bên xweyîkirin re, tên birin. Korbondîoksîtê ku ji hewayê tê girtin, bi bikaranîna enerjiya rojê ji devtî û karbonhîdratan re tê dagerandin. Oksîjenê ku piştî bikaranîna karbonê yê ku ji karbondîoksîtê (CO2) hatibûn girtin, li hewayê tê berdan. Heke riwek paşî hewcedarî pê enerjiyê bibin, van karbonhîdratan bi kar tînin. Giyandarên ku bi van riwekan xweyî dibin, hewcedariya xwe ya enerjiyê ji karbonhîdratên ku di riwekan de ne,  têrî pê dikin. Bi fotosentezê her sal nêzîkî 200-500 milyar ton CO2 dikeve veguheriyê. Ji ber vê yekê bi fotosentezê karbondîoksît û av dadigerin karbonhîdratan. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 3

Tom û Jerry

Tom û Jerry, rêzeya anîmasyonê ye ku ji aliyê William Hanna û Joseph Barbera ve hatiye pêkanîn. Ev anîmasyon keftelefta ku di navbera pisîngekî bi navê Tom û mişkekê bi navê Jerry de derbas dibe tîne berçav. Anîmasyona Tom û Jerry a herî pêşîn di sala 1940an de hatiye çêkirin. Hanna û Barbera, di studyoya xêzafîlmê ya MGMê de di navbera salên 1940 û 1957an de 114 kurtefîlm nivîsandine û bi rê ve birine. 13ê van kurtefîlman ji bo xelata akademiyê wek berendam hatin nîşandan. Belam bi tenê 7ê wan di warê kurtefîlmê anîmasyonê yê herî baş de xelata akademiyê girtin.

Piştî girtina studyoya MGMyê, di sala 1960an de amadekariya fîlmên Tom û Jerryê Gene Deitch jê teslîm girt û xêzefîlm li Rojavaya Ewropayê de dest pê çêkirinê bûn. Belam di sala 1963yan de Chuck Jones amadekariya Tom û Jerryê girt destê xwe û dîsin wî anî Hollywoodê. Wexta ku di sala 1967an de dawî ji rêzeya kurtefîlman re hate, bi têhev 161 kurtefîlm hatibûn çêkirin.

Wexta ku hatin salên 1970yî Hanna û Barbera bi hev re studyoya fîlmê çêkirin û fîlm di televîzyonan de hatin weşandin. Heta domayiya salên 1980yî û salên 1990î cure bi cure şowên TV hatin nîşandan. Gelek fîlmên dirêj û şowên taybet hatin çêkirin. Mafê telîfê yê Tom û Jerry yê îroyîn aîdî şirketa Warner Brosê ye.

Mijar bi giştî li ser bûyerekê derbas dibe. Jerry di nav malê de ji xwe re cihekî girtiye û tê de dijî. Di heman katî de jî ew ji xurik û vexurikên malê xwe xweyî dike. Tom jî naxwazê ku Jerry di nav malê de xwe xweyî bike. Jiber vê yekê jî ew hertim li hev dixin. Her çend rewiştê hêzdar Tom bibe jî Jerry bi heş û aqilê xwe hertim bi ser dikeve. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 4

Ebdulrehman Qasimlo

Ebdulrehman Qasimlo (z. 22'ê berfanbarê 1930 li Ûrmiyeyê – m. 13'ê tîrmehê 1989 li Viyanayê), siyasetmedar û rêberê Kurdistana Rojhilat bû. Qasimlo serokê PDK-Îran bû û li Viyanayê ji aliyê dewleta Îranê ve hat şehîdkirin.

Ebdulrehman Qasimlo 22ê berfanbarê sala 1930an li bajarê Ûrmiyê di malbateke dewlemend û navdar de ji dayik bû. Wî xwendina xwe ya serete û navendî li bajarê Ûrmiyê kir û pişt re ji bo dewamkirina xwendina xwe çû bajarê Tehranê. Ebdulrehman Qasimlo ji zarokatiyê de, bi hûrbîniyên xwe yên kûr, zû pê hesiya ku gelê wî di rewşeke kambax û dijwar de dijî. Herçend bavê wî Mihemed Axayê Wisuq yek ji dewlemend û feodalên herî mezin bû li herêma Ûrmiyê, wî jiyana xwe qet ji derd û xemên jiyana xelkê reş û rût cuda nedidît. Ew ji wan jî dûr neket û ji bona standina mafê wan heta canê xwe bexşî. Çalakiyên wî yên siyasî sala 1945'an, dema ku hê 15 salî bû, bi pêkanîna (Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistana Îranê) li bajarê Ûrmiyê dest pê kir.

Piştî ku Komara canemerga Kurdistanê (Mehabad, 1946) bi hevkariya hêzên biyanî û xiyaneta Yekitiya Sovyeta (Sovyetistana berê) têk çû, Dr. Ebdulrehman Qasimlo bi hevkariya gelek hevalên xwe yên din xebata xwe ya siyasî bi rengekî nihînî û berfireh dîsa da destpêkirin. Pişt re ew bû endamê fêrmî yê Hizbî Demokratî Kurdistan. Bi vî rengî wî arman û riya xwe ya dûr û dirêj hilbijart. Di kar û xebata siyasî de dayika kurd Mîna Qazî jî gelek hevkariya wan dikir û bi hemû îmkanên xwe yên maddî û manewî hevkariya HDK-I û ciwanên kurd dikir.

Ebdulrehman Qasimlo di temenê 18 saliya xwe de ji bo xwendina bilind çû welatê Fransayê. Piştî demekê ji wir çû Çekoslovakya û piştî ku li zanistgeha Pragê lîsansa xwe ya di warê siyasî - civakî de stand, sala 1952'an di çaxê desthilatdariya Dr. Mihemed Musediq de vegeriya Îranê. Li wir di xebata dijî emperyalîzmê ya ji bo millîkirina petrola gelên Îranê de li rex hêzên opozîsyonên rijîma seltenetiya M. Reza Pehlewî cih girt. Qasimlo herçend bi temenê xwe ciwan bû, lê li wir ji bo siyasetvanên Îranî hat xuyanî kirin ku Qasimlo di kar û xebata siyasî de mirovekî jîr û jêhatî ye. Yanî wî bi prensîp û terza xebat û nirxandinên xwe yên siyasî-zanistî bala herkesî kişand ser xwe. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 5

hin amûrên giştî yên ku heta domahiya serdema bronzê hatine çêkirin.

Serdema bronzê an jî Serdema tûncê, navê demekê ye ku mirov ji amêjena bronzê amûr çêdikirin. Bronz bi asas awêteya pîl û sifirê ye. Kereseyên wekî kevir û darîn jî ji bo amûran dihatin bikaranîn belam bronz hem ji bo birîn û qesifandinê ji din çêtir bûn û dirûvdan (şekildan) jî hêsantir bû.Serdema bronzê li her cih bi heman demê de nebûn. Çunkî hawîş ji hev dûr bûn û di navbera wan de têkilî hê çênebû bûn. Serdema bronzê li rojavaya Ewropayê di navbera salên 2000 û 800 a beriya zayînê de dom kir. Belam serdema bronzê li Mezopotamyayê di beriya zayînê sala 3300an de dest pê kiri bû.

Bastannas, wiha difikirin ku mirov di serdema bronzê de ji berê tertîptir bûn. Çunkî çêkirina amûrên metal pir zor bû û hewcetî pê hin hunerwerî dibûn. Ev mirovên ku xwediyê van hunerweriyan bûn, ji mirovên din girîngtir dibûn. Ev amûrên metal ên nû hate firotin an jî standin û bi vî awayî bazirganî di navbera mirovan de hate kirin.

Piştî çêkirina amûrên hesin, dawî li serdema bronzê hat û serdema hesinê dest pê kir. Sedema destpêkirina serdema hesinê ev bû ku dîtina pîl ji dîtina hesinê zortir bû. Sedema din jî amûrên sifir pir nerm bû û sûdmend nebûn. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 6

Mûniştin

Hêkî, mûnişte yek ji karên destan (destkarî) yên herî kevn e. Mûniştin an ristina cilûbergan li Kurdistanê jîndar û navdar e. Mûniştina gore, destane (destgork, lepik), fanêle, stûpê, şalgerdan ûêd roj bi roj kêmtir be jî, hêj heye.

Dîroka mûnişteyan (hêkî) bi qasî ya mirovahiyê kevn e. Berê mirovan ji çermên ajalan, riwekan, cilûbergên xwe çêdikirin. Bi pêşketina kedîkirina ajalan û xwedîkirina wan ve, destpê kirine ji mû, hiriyên wan bendan birêsin û ji wan jî kincan çêbikin.

Zanist rêça mûniştinê heya Asya nêzîk, angi rojavayê Asyayê dişopînin. Gorî zanîna îro mûniştin, ji cihê ku Kurdistan jî lê ye, derketiye. Di dest de hin bermahiyên hêkiyan ên ji sedsala 2. heya 3. ku li herêmên Firatê hatibûn vedîtin hene. Dîsa hin bermahiyên ji Misirê hene ku di sedsala 4-6. de hatine çêkirin.

Herwiha li Ewropayê jî ji goristanan nimûneyên mûnişteyan hatine derxistin ku dîroka wan jî digihê sedsala sêyemîn. Tê texmînkirin ku, mûnişteyên berê bi du şîşan dihatine çêkirin. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 7

Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo (z. 1948 − m. 9 adar 1989) hunermendekî kurd bû. Hunermendê kurd mehelmî ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li Başûrê Rojavayê welat, li gundê Gîrbanîna Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs mehelmîe. Di zarokatiya wî de malbata wî koçberî dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Li vir mirêbetiyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye. Di sala 1959´an de dest bi xwendinê dike, lê sê sal şûnda dest ji dibistanê ber didê.

Di salên xwe yê dibistanê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji bandora wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969’an de dest bi dengbêjîtiyê dike. Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Bêrûtê du sal dersên muzîkê distînê. Di sala 1972’an de bi hinek hevalên ji xwe rê bi navê Koma Serkeftin komek mûzîkê saz dike.

Mihemed Şêxo di sala 1973’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê kurdên ên din rê saz dike. Paşê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe. Lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rihêt nehêlê û gelek caran tê binçav kirin. Li ser wê yekê carek dîn berê xwe da Îraqê û di nav refên pêşmergeyan de cîhê xwe digre. Bi têkçûna serhildana ji Başûr rê ew derbasî Rojhilat dibe û li wir kasetekê tomar dike. Li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xweyê muzîkê çend sala mamostetiyê jî dike. Demek şunda rejîma Îran ê jî Şêxo wek dijberê rejimê dihesibîne û derheqê wî da biryara binçavkirinê digre. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe didê Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin. Dewleta Sûriyê ji têkiliya Mihemed Şêxo û gelê kurd aciz dibe û wî digrê, davêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn. Ew kilamên xwêyê herî baş li heps û zindanan de dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendîyek bilind tîne ziman. Hunermend di sala 1983’yan de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988’an de gelek berheman diafirîne.

Mihemed Şêxo di 9'ê adara 1989'an de çû li ser mafeya xwe. Li Qamişlokê ji aliyê 70.000 kesî bêr bi rêwîtiya xwe ya dawî hat rêkirin. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 8

BBC

Damezirana weşanê ya Brîtanyayê an jî BBC (British Broadcasting Corporation), li Brîtanyayê dameziranekê weşanê ye ku bi desteka diravî ya dewletê dixebite. Ji damezirandina wê heta sala 1954an di warê televîzyonê de û heta sala 1972an jî di warê weşana radyoyê de ew şirketa sereke bû. Navenda wê li Londonê ye.

British Broadcasting Company di sala 1922an de wek şirketeke fermî hate damezirandin. Lê belê di sala 1925an de şirket hate tesfiyekirin û di sala 1927an de jî British Broadcasting Corporation ya ku wek sektora gelemperî hati bû damezirandin cihê wê girt. Lijneya kargêriyê ji aliyê fermandarê Keyaniya Yekbûyî ve tê pîşandan.  

Di navbera salên 1927 û 1938an de serperiştê giştî yê BBCyê John Reith kir. John Reith salên pêşîn ya damezranê de roleke girîng leyîstiye. Ew sala 1936an de xebatên weşanên televîzyonê ya pêşîn bi rê ve bir.

Di dema Şerê Cîhanî yê duyem de, weşanên televîzyonê ya BBCyê qut bû, di sala 1946an de ji nû ve dest pê kir. BBC weşanên xwe yên televîzyonê yên rengîn û bipergal wek pêşîn di sala 1967an de da destpêkirin. Heta sala 1954an ew di warê televîzyonê de sereke bû û heta sala 1972an jî di warê weşana radyoyê de serekebûna wê qediya. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 9

TRAPPIST-1 û Roj

TRAPPIST-1, di heman katî de jî wek 2MASS J23062928-0502285 tê binavkirin, di nav komstêrka Aquarius de stêrkeke bejnbihost e ku ji Rojê 39.5 sala roniyê (12.1 parsek) dûrtir e.

Di sala 2015'an de astronom (esmannas) sê gerstêrk vedîtin. Ev gerstêrk di buûta cîhanê de bûn û li derdora stêrka bejnbihost de diçerixiyan. Tîpeke di bin pêşawatiya Michaël Gillon'ê ya ji Zanîngeha Liège a Belçîkayê de, li Riwangeha La Sillayê ya Şîle de, bi bikaranîna fotometreya transît van gerstêrkan zexm kirin. Wexta ku vî karî jî dikirin, ew teleskopa bi navê Transiting Planets and Planetesimals Small Telescope (TRAPPIST) bikaranîn. Di 22yê Sibata sala 2017'an de hate diyarkirin ku esmannas çar gerstêrkek ji yên din cûda dîtin. Piştî vê daxuyandinê Teleskopa pir mezin a ku di Paranalê de ye û Teleskopa Fezayê ya Spitzer a NASAyê jî hatin bikaranîn. Bi saya van teleskopan agahiyên xurttir ji NASAyê re hatin û piştre NASA daxuyand ku ji van gerstêrkan, a herî kêm sê bi têhevî di nav 7 gerstêrkê de herêma jiyanbar mumkûn e.

Stêrka ku li navenda sîstemê ye, di sala 1999'an de, di projeya 2MASS de hate vedîtin. Ji kataloga li dû re, bi navê "2MASS J23062928-0502285" hatiye derbasbûn. Di vê navdayînê de hejmar, dûringa rast û dûringa çik a derawaya stêrkê nîşan didin. Tîpa 'J' jî salnameya julianî nîşan dide.

Piştre sîstem ji aliyê tîpeke ji Zanîngeha Liège ve hate vekolandin. Ew çavdêriyên xwe bi bikaranîna Teleskopa TRAPPIST ji rezberê heta kanûna sala 2015'an kirin û encamên ku ji vê çavdêriyê derketin, di hejmara gûlana 2016 ya kovara Nature de hate pexşandin. Navê stêrkê jî ji aliyê vebîneran ve wek kurtasiya navê teleskopa Transiting Planets and Planetesimals Small Telescope (TRAPPIST), navê TRAPPIST-1 hate dayîn.

Gerstêrk li gorî rêzeya keşfbûnê hate terxandin (bi navkirin) û ji bo gerstêrka yekem tîpa 'b', ji ê duyem re jî tîpa 'c' hate bikaranîn. Li  derdora TRAPPIST-1 sê gerstêrk hate vedîtin navên wan wek b, c û d hate wekatkirin. Beşa duyem a keşfan jî wekî yekem navên wan e, f, g û h hate diyarkirin. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 10

Pîramîda Keops

Pîramîda Keops an jî pîramîda mezin, pîramîda herî mezin e ku ji aliyê xelkê misira kevnare ve hatiye çêkirin. Di heman katî de jî di navbera heft nuwazeyên cîhanê de avahiya herî kevnar e . Ew nêzîkî Qahîreya Misirê ye. Di dema avakirinê de bilindayiya wê 146,5 m bû. Heta maweyeke 3.800 salî ve ew avahiya herî bilind a cîhanê bû. Pîramîda Keops ji bo fîrewnê misirî yê bi navê Khufu ve hatiye çêkirin. Hin çavkanî jî ji bo çêkêrê Pîramîda Keopsê, wezîrê Khufuyê yê bi navê Hemiunu nîşan didin. Wiha tê ramankirin ku avakirina wê 20 sal dom kiriye û beriya zayînê di dora sala 2551 de çêkirana wê qediyaye.

Di wexta avakirina pîramîdê de, rûxarê der ê pîramîde bi lewheyên kevir hatibûn hefidandin. Belam niha ev hefidandin nemaye. Bilindayiya Keopsê ya orjînal 146,5 m bû. Lê belê sal bi sal bi maşînê bilindayiya wê 138,75 m bûye. Pîramîda Keops, pîramîdeke çargoşe ye û dirêjiya her rûqetekê wê 230,37 m ye. Li gorî hesibandinên ku hatine çêkirin, giraniya wê 5,9 milyon ton e û qewareya wê jî 2.500.000 m3 e. Pîramîd ji 2.300.000 berdekîç ve pêk hatiye.

Pîramîd li gor zanyaran, ji aliyê koledaran ve nehatiye çêkirin. Ew bi peretî ji aliyê karkeran ve hatiye çêkirin. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 11

Xeta Raguhastinê

Rewteka pêlpêlokî an jî tezûya pêldar (bi îngilîzî: Alternating current), rewteka karebayî ye ku fireyî û berekê wê wek vedorî tê guherandin. Pêla ku herî pir tê bikaranîn pêla sînusê yê.Temamiya pêlan  bi vedora elektronîk ve karin di nav xwe de ji hev re dabigerin. Ev veguherî di vedorê de bi bargegir (kondensor), diyod û roleyê tê dagerandin. Hêza AC bi giştî di pîşesazî û xaneyan de tê bikaranîn. Di şandina enerjiyê ku li santralan tê hilberandin de jî AC tê bikaranîn.

Mirovê herî pêşîn ê ku bi AC re xebitiye William Stanley e. Lê belê AC a ku bi rewşa îroyîn tê bikaranîn wek pêşîn ji aliyê Nikola Tesla ve sala 1886an de dest pê hilberandinê bû. Pişt re Tesla patenta xwe ji George Westinghouse re firoştiye. Di wan salan de Lucien Gaulard, John Dixon Gibbs, Carl Wilhelm Siemens û hin zanyar jî di vî warê de xebat kirine.Santrala pêşîn a ku bi armanca endustriyî tezuya elektrîkê ya sê fazî hilberandiye, di sala 1893an de ji aliyê Almirian Decker ve di santrala hîdroelektrîkê ya Mill Creek a ku li Kalîforniyayê de hatiye damezirandin. Sîstema ku Decker sêwirandiye sîstemeke 10.000 voltî û sê fazî bû. Rewteka pêlpêlokî dawiya sedsala 19an û serê sedsala 20an de dest bi bikaranînê bûye. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 12

Peykerê Kaweyê Hesinker li bajarê  Îsfehanê

Newroz an jî Cejna Kurdan, cejna kurd û xelkên Îranê û gelek gelên din a biharê ye. Kurd her sal, şeva ku 20ê adarê bi 21'ê adarê ve girê dide, agir dadidin û hatina buharê pîroz dikin. Di dîroka kurdan de jî, Newroz weke çîroka vejînê cîh digire. Li gorî rîvayetê, Kawayê Hesinker, li dijî serdarê zordest Dehaq serî hil dide û agir dadide. Ji wê rojê ve ye her gelê vê xakê, agir dadidin û vê rojê pîroz dikin.

"Nava Roaca" li gor zimanê qedîmavestayî Newroz e. Lê di kitêba Avestayê de ev tabîr “Nava Roaca” derbas nabe. Lê li gor zimannasan ku guherîbe, ew jî wiha çêbûye: Nava:new: û Roaca:roz:roj

Di zaravayê kirdkî de bi vî awayî Nava wek Newe û Roaaca jî wek Ruec hatiye guherîn. Di zaravayê kurmancî û soranî de bi vî awayî Nava wek Nû û Roaca jî wek Roc(j) hatiye guherîn. Lewra di zimanê hînd-ewropî de dengên z-c-j bi hev diguherin. Bi maneya xwe jî ev peyv wiha tê watedarkirin: Roja nû. Hin gel vî wek “sala nû” watedar dikin lê dibe ku tenê ev li gor nirxandina teqwîmî be. Ev peyv pêşî bi du peyvan “Nava Roaca” pêk hatiye lê piştre di demeke dirêj de li gor tebîeta zimên û civakê guheriye bûye peyvek; pêşî di pehlewî de Noroz, piştre di kurdî de bûye Newroz.

Dema îroyîn de Newroz bi taybetî di nav gelên rojhilata navîn de tê pîroz kirin. Ev jî gelek normal e. Lewra çanda gelekî, dema ku rengekê gerdûnî girt, êdî gelên ku wê çandê nêzî xwe dibînin, dipejirînin û li gor zimanê xwe û bîr û baweriyên xwe nav lê dikin û pîroz dikin. Bo mînak Newroz çanda gelê Kurd ên ku ji Medan bigire heya roja îroyîn dewam kiriye û vê cejna xwe ya netewî ji bo gelên din jî pêşkêş kirine. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 13

Bergê çapa yekem ê pirtûkê, 1859

Çîroka du Bajaran, romanek e ku ji aliyê Charles Dickens ve di sala 1859an de hatiye nivîsandin. Mijara wê li ser bûyerên ku di gav û beriya Şoreşa Fransayê de li Parîsê qewimîne, ye. Bi hejmara firotina wê ya li ser 200 milyonê ve ew di nava berhemên wêjeyî yên herî navdar ên hemû deman de ye.

Roman, qala rewşa gundiyên fransî yên ku pêşengiya şoreşê kirine û bi salane ji aliyê torinan ve tehde dîtine, û li hemberî vê jî di salên nêzîk yên şoreşê de havîtiya ber bi torinan ve û manendiyên di navbera civakademê de ne, dike. Ligel van bûyeran, ew jiyana çend karakteran jî qal dike. Charles Darnay û Sydney Carton karakterên herî girîng in. Darnay her çiqas zadeganekî(arîstokrat) fransî bibe jî xwediyê kesayetiyeke dilpak e û ew li ber bindestan e belam ew rastî xişma şoreşê tê. Îcar Carton jî parêzer e û ji jina Darnayê re evîndar e belam ev evîn yekalî ye. Di heman katî de jî ew xwediyê kesayetiyeke xerab e.

Nivîskar armanc kiribû ku behsa êşa hezar mirovên ku bi giyotînê serê wan hatibûn jêkirin û rêzikên monarşiyê ku li derdora welatê kiribûn gola xwîn, bikira. Li hemberî vê jî xelk bi zagonên derew biryara îdamê didan arîstokratan. Yanê yên ku dikuştin, ji vê pê ve dihatin kuştin. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 14

Dawera WikiLeaksê

Wikileaks, damezraneke qazanc-nexwaz e ku ji bo weşandina belgeyên veşartî yên hikûmetan malperekê bikartîne. Herçiqas malpera wê di sala 2006'an de dest pê kiribe jî piştî salekî ji 1.2 milyonî zêdetir belge di bingeha daneyê wikileaksê de cih girtiye. Bi giştî, wikileaks nav û navnîşana kesên ku belge şiyandine, aşkera nake. Navenda malperê li Swêdê ye. Navê wê herçiqas bidirûve wîkîpediyayê jî tu têkilî di navbera wan de tûne ye. Ji ber ku navrûbarên wikileaks û wîkîpediyayê wekî hev bûn, navê wikileaks hate hilbijartin. Sedema din a destpêkirina navê wikileaksê ya bi peyva wîkî jî, di destpêkê de li ser malperê guhirandin û bikeyskirin dihatin çêkirin, bû. Belam ji wê demê vir de malper guheriyaye û ew ji bo bikeyskirinê êdî vekirî nîne.

Wikileaks.org di 4'ê kewçêra sala 2006'an de li ser înternetê cihê xwe girt. Belgeya ewilî ya wikileaksê di meha kanûna sala 2006'an de hate weşandin. Julian Assange wek rêveber, damezrîner û gotinbêjê wikileaksê hate nîşandan. Ji bilî Julian Assange, rêveberên wikileaksê Sarah Harrison, Kristinn Hrafnsson û Joseph Farrell in.

Wikileaks di tîrmeha sala 2010an de der barê şerê Efxanistanê de ji 76.900î pirtir belge weşandin. Di kewçêra heman salî de jî der barê şerê Îraqê de ji 400.000î pirtir belge ji aliyê wikileaksê ve hate weşandin. Ev, pişkinandina herî mezin a der barê Artêşa DYA'yê de bû. Ev diyarkirin bi giştî li ser mirinên şarwerî, leşkerî û şarwerên çekdar bû. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 15

Albert Einstein,(1947)

Albert Einstein zanyarê fizîkê ye. Wekî damezrandinêrê Teoriya îzafiyetê tê nas kirin. Einstein di 14'ê adara 1879'an de li Ulmê wekî zarokekî malbateke cihûyên Almanya ji dayik dibe. Bavê wî endezyar e, lê belê mirovekî dewlemend nîne. Albert zarokatiya xwe li Münchenê diborîne û tevî ku li malê gelekî jîr û hişmend tê dîtin jî, li dibistanê serkeftinên mezin bidest naxe. Di dibistana navîn de ji pergala (sîstem) hîndekariyê ya almanî hez nake, tewer bi mamosteyên ku berovajî wî tevdigerin, dikeve nav pevçûnê. Ji ber van azmûnên pêşwext, Albert dibe dijmin û neyarê meqamên fermî yên almanî. Di sala 1894'an de şert û mercên aborî malbata Einstein'î ber bi koçberiyê ve dibe û berê malbata wî dide Mîlanoyê. Lê Eistein li Münchenê tê hiştin da ku hîndekariya xwe temam bike. Einstein bi hinceta nexweşiyê piştre tevî malbata xwe ya li Îtalyayê dibe. Einstein gelekî ji Îtalyayê hez dike û li wê derê, di nava demeke kin de, ji Mîlanoyê heta Cenevreyê 160 km rê bi armanca gerê peyatî dibihûrîne.

Einstein piştre serî li dibistana Polîteknîk a li Zurihê dide. Bi tevî ku di fizîk û matematîkê de xwedî serkeftineke serdest be jî, ji ber ku bawernameya wî ya têr a Dibistana Amadehiyê tune ye, nekare azmûna destpêkê derbas bike û serlêdana wî nayê pejirandin. Ji bo qezenckirina azmûnê, ji bo wergirtina hîndekariyê diçe cîmnazyûma li Aarauyê. Li wê derê gelekî bextiyar dibe. Ew êdî evîndarê Swîsreyê ye; piştre xwe dike hemwelatiya Swîsreyê û di dûmahîka jiyana xwe de careke din qet ji wê derê venaqete. Paşê, dema ku dikeve dibistana Polîteknîkê, profesorên matematîkê H. Minkowski û A. Huntwitz dibin. Her du jî zanyarên pola yekemîn in. Lê belê ne Einstein zêde tiştek ji wan werdigire û ne jî ew li Einsteinî hay dibin.

Dema ku dibe destûrdar ango mezûn dibe, ji bo ku debara xwe bike pêdiviya wî bi karekî çê dibe û wî zorî û zehmetî dikişîne ku karekî peyda bike. Di destpêkê de weke mamosteyê yêdek kar dike û dersên taybet ên fîzîkê dide. Di 1902’an de, li Daîreya Patentê ya li Kantona Bernê karekî dilnizm dibîne. Di wan deman de mehra xwe bi Mileva Mariç re dibirre. Ji malbata Einstein du zarok çêdibin. Piştre yek ji van zarokan, di paşerojê de, di Zanîngeha Kalîforniya a li Berkleyê de, dibe profesorekî pir bi bandor yê muhendisiyê. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 16

Nexşeya Hindistanê

Hindistan an Hindûstan an jî bi fermî Komara Hindistanê (Hindî: भारत गणराज्य Bhārat Gaṇarājya) welatek e li başûrê rojavayê Asyayê. Hindistan piştî Çînê, ji aliyê gelheya xwe ango mirovên lê dijîn ve duyem mezintirîn welatê cîhanê ye. Ew herwiha welatê herî mezin yê duyem ê bi berfirehiya xwe ya zemînî ango erdî ve ye. Li başûrê wê Okyanûsa Hindî, li başûr rojava Deryaya Erebî, li başûr rojhilat Kendava Bengalê, li bakur rojhilat Bûtan, Çîn û Nepal, li rojhilat jî Bangladeş û Myanmar hene, herwiha tixûbê wê li rojava bi Pakistan re heye. Bi tevahî dirêjahiya peravên Hindistanê 7.517 km ne.

Şaristaniya Geliyê Hindê herêmeke dîrokî ye ku di demên berê de navenda bazirganiyê û çandê bû. Gelek caran bûye navenda împeratoriyên dewlemend û bihêz ên cîhanê. Hindistan dergûşa çar dînên cîhanê (Hinduîzm, Budîzm, Jainizm û Sîhîzm) ye, herwiha Zerdeştîtî li wir jiyan kiriye. Dînên mîna Xiristiyanî û Misilmantî heta sedsala dehan gihane axa Hindistanê.

Aboriya Hindistanê di cîhanê de ya nehemîn mezin e. Bi reformên aborî yên sala 1991'ê rewşa aboriya Hindistanê gav bi gav bi pêş ket. Hindistan welatekî xwediyê çekên nûkleer e. Herwiha artêşa dewletê di cîhanê de artêşa mezin a çarem e.

Hindistan bi rêveberiya xwe ve komara federal e. Welat ji 28 parêzgeh û heft herêman pêk tê. Hindistan welatekî pirziman, pirçand û pirnetewe ye. Herwiha li Hindistanê herêmên habîtatên parastî yên jiyana hov hene. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 17

Malpolon insignitus ê keske

Mar (Serpentes), binekomeka xijendeyan e. Mar bi reng û cureyên kirasên xwe tên veqetandin. Kirasê maran ziwa ye û ji bo gihîştinê pêwîst e hin caran kirasên xwe ji xwe dikin. Sê girêdanên dilê maran hene. Diranên wan berepaş ve xwar in. Hinek mar bijehre in. Ji bo germahiya laşên xwe pirranî di germa rojê de derdikevin nêçîrê. Zivistanê di binerdê de nîvtevizî derbasdikin. Bi xwarina ajalên biçûk dijîn. Hin cureyên maran nêçîra xwe berê dixeniqînin, paşê dadiqurtînin.

Ji jehra maran hin dermanên bijîşkiyê çêdibe. Dema dadiqultînin jî dikarin bêhna xwe bigirin. Bi hestiyên li ser çena xwe pêlên erdê guhdarî dikin û dibihîsin. Hin cureyên mara germa nêçîra xwe dibîhîsin û bi alîkariya vê xeysetê dikarin bi şev jî nêçîrê bikin. Mar bi hêkan diwelidin.

Hema hema di hemû çandan de mar ajalekî mîtolojîk e. Di mîtolojiya Kurdan da jî marê mezin bi navî ejdî û marê reş cîhekî igiring digire. Di nav Kurdan de bawerîyek heye ku mar dikanin aşiqa mîrovan bibin. Meseleyên marên aşiq li Kurdistanê pir tên gotin. Gorî bawerîye ku marek, bi taybetî jî marê reş, aşiqa merivan be ji merivan nagere tim li şope merivan çexdibe û zerarê nade merivan. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 18

Kurteya Lîsteya Sor a 2006'an a ji bo cureyan.

Lîsteya Sor a Cureyên bi Metirsiya Nemabûnê an jî Lîsteya Sor a IUCN li cîhanê ji bo zanyariya di derbarê ajal û riwekan de ya herî berfireh e. Di sala 1963'yan de hatiye damezrandin û IUCN kurtebira International Union for Conservation of Nature a bi îngilîzî ye ku bi kurdî Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê ye.
Lîsteya Sor a IUCN bi metirsiya nemabûna bi hezaran cure û binecureyan bi daneyên vebirî li hev kom dike û wan agahiyan diparêze. Daneyên van cureyan ji hemû aliyê cîhanê û herêman pêk tê. Mebesta Lîsteya Sor ew e ku cureyên li ber metirsiya windabûnê werin zanîn û bi raya giştî re ji bo parastinê werin parvekirin e. Lîsteya Sor alîkariya parastina cureyan dike. Lîsteya sor bi bingeheke hêzdar hatiye avakirin lewma di cîhanê de weke çavkaniya herî ewle tê zanîn.

Lîsteya Sor a 2006'an bi 40.168 cure û 2.160 bincure, cureyên binê avê, bingelheyan hate weşandin. Ji van hemû cureyan 16.118 weke cureyên di bin metirsiyê de hatine ragihandin. Ji wan 7.725 ajal, 8.390 riwek û sê ji wan kuv bûn. Di vê weşanê de li ser weşana 2004'an guhertin nehate kirin û 784 cureyên ji sala piştî zayînê (PZ) 1500'î ve ji bo nemabûnê lîste hatiye çêkirin. Ev ji lîsteya 2000'î 16 cure bêhtir in. Her sal cureyên nemabûyî tên dîtin an jî dibine fosîl û di nav kategoriya bê agahî de tên lîstekirin. Di sala 2002'an de cureyên nemabûyî weke 759 hatiye ragihandin lê ev hejmar her sal zêde dibe. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 19

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 20

Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî helbestvan, dîroknas, astronom, erdnas û fîlozofê mezin ê kurd e. Ehmedê Xanî di sala 1650 an 51'ê de li bajarê Colemêrgê li gundê Xanê hatiye dinyayê, Di sala 1707an de li Bazîdê wefat kiriye. Navê bavê wî Şêx Îlyas e, navê kalikê wî Eyaz e. Xanî ji eşîra "Xaniyan" e û bixwe qet ne zewicî ye. Jiyana Xanî di nav perwerdehiyê de derbas bûye, Xanî perwerdehiya xwe ya pêşîn ya li ser Quran û fiqihê li cem bavê xwe, ji Şêx Îlyas, digire, piştî xwendina li cem bavê diçe di medreseyên Bidlîs û Xelatê de dixwîne, xwendina xwe li Bexda, Şam, Heleb û di medreseyên Îranê de jî pêş ve dixe. Di medreseyên Îranê de hînê felsefeya îslamê, astronomî û fîlolojiyê dibe. Di medreseyên Sûriyê de jî hînî felsefeya yewnanê dibe. Xanî piştî demekî diçe bajarê Mekeyê heca xwe dike ji wê şûn de diçe Misirê jî digere û dizivire Bazîdê.

Xanî bi xwe di bin bandora fîlozofên weke Aristoteles, Farabî, Şihabedînê Suhrewerdî, Muhyedîn ibn Erebî, Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelekî fîlozofên din de dimîne û fikr û ramanê xwe ve rê li pêşiya fîlozofên dû xwe vekiriye.Ehmedê Xanî di dîroka kurd û Kurdistanê de bi nav û deng e. Derbarê pêşveçûna çand, huner, wêje û zimanê kurdî de cihê wî cuda û pir girîng e. Xanî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê dike, piraniya pirtûkên xwe bi kurdî bi zaravayê kurmancî nivîsandine, Xanî bi taybetî ji bo ku zarokên kurda baş dîn û zimanê xwe hîn bibin pirtûkeke bi navê Nûbihara biçûkan dinivîse û nîvê pirtûkê jî dike ferhenga kurdî-erebî û ev ferhenga wî di dîroka kurdan de bûye ferhenga herî pêşîn û bi sed salan ve di Medreseyên Kurdistanê de hate xwendin.Xanî tevê kurdî, çar ziman (tirkî, erebî û farsî) dizanîbû.

Ehmedê Xanî ji bona perwerdehiya zarokên kurdan medrese jî vekiriye û li wir ders daye telebeyan. Di medresa Ehmedê Xanî de dersên olî fiqih û hedîs û dersên zanistê yên weke felsefe, dîrok, wêje, erdnîgarî, astronomî û hwd. dihatin dayin.Helbestvanê bi nav û deng Îsmaîlê Bazîdî û gelek wêjevanên kurd di bin bandora Xanî de mane. Ehmedê Xanî sala 1707'an de li Bazîdê diçe ber rehma Xwedê û tirbeya wî li Bazîdê ye. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 21

Berçîs û Deqa sor a mezin

Berçîs, Perçîs an jî Jupîter, gerstêrka herî mezin a di rojbendê de ye. Li gorî durahiya ji rojê ew gerstêrka pêncem e. Ji ber pir mezin bûyîna wê û pêkhatiya wê ya ji gazê wek dêwê gazê jî tê binavkirin. Di pergala rojê de wekî wê, gerstêrkine ji gazê pêkhatî hene: Keywan, Ûranûs û Neptûn. Girseya Berçîsê nêzîkî 1.8986×1027 kg e û 318 qat ji erdê girantir e. Ev nirx, du qata girseya hemu gerstêrkên rojbendê ye. Berçîs bi çavan kare bê dîtin. Berçîs, li gorî sayiyê gerstêrka sêyem a rojbendê ye. Bi tenê heyv û Gelawêj ji wê sayîtir e. Herî kêm 67 peyka Berçîsê hene. Lê 55'ê ji wan biçûk in û berfirehiya wan ji 5 km'yê kêmtir in. 4 peykên wê yên herî mezin Io, Europa, Ganymede û Callisto ne. Ji vê çar peyka mezin re, ji ber ku ji aliyê Galileo Galilei ve hatine dîtin, wekî Peykên Galilei jî têne gotin. Ganymede peyka herî mezin a rojbendê ye. Her wiha eşkêla Ganymede'ê ji Tîrê mezintir e.

Atmosfera Berçîsê ya nêzê rûxara wê, ji sedî 88-92'yê wê ji Hîdrojen, ji sedî 8-12'ê wê ji helyûm û ji sedî 1'ê wê ji gazên din pêk tê. Atmosfera kêm pir germ dibe û pesto qasî ku helyûm dagerê şileyê, zêde ye. Li gerstêrkê carinan baran dibare. Berçîs, li gorî spektroskopiyê, wiha tê dîtin ku wekî Keywanê ji heman gazan pêk hatiye. Lê ji Neptûn û Ûranûsê cûda ye. Di van her du gerstêrkan de pir kêmtir hîdrojen û helyûm hene. Li ser pûxteya hundirî a nenasbar, pûxteyeke derveyî heye. Pûxteya derveyî a berçîşê stûr e û ji hîdrojena şileyî pêk hatiye. Pesto qasî ku hîdrojenê bipeyitîne, zêde ye lê bi saya tînê dihele.

Li ser rûxara berçîsê, gelek şerîtên hewrê yên wek berwar hene. Ji herêmên roniyê re dever(zone) û ji herêmên tarî re jî nehiye(belt) tê gotin. Dever û nahiyeyan tim û tim dikevin hevbandoriyê. Ev jî dibe sedema bahozên dijwar. Her wiha ku dîtina bayên bi leza 360 km/s'î belave ye. Digel vê yekê leza bahozên tropîkal yên herî mezin nezîkî 100 km/s e. Piraniya hewrên berçîsê ji amonyayê pêk tên. Dibe ku wekî hewrên dinyayê ji hilma avê pêk bên. Wesaîtên fezayî yên wekî Voyager 1, li ser gerstêrkê birûsk dîtine. Zanyaran raman dikin ku ew ji hilma avê pêk hatiye. Çunkî birûsk hewcetî pê hilma avê dibîne. Ev birûskên pir mezin, hezar qat ji yên dinyayê mezintir in. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 22

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 23

Bendava Derbendîxanê

Bendava Derbendîxanê (bi soranî: بەنداوی دەربەندیخان‎, lat. Bendawî Derbendîxan), bendaveke çendmebestî ye ku li ser çemê Sîrwanê yê li parêzgeha Silêmaniyê hatiye çêkirin. Cureya wê bendava axî(axebendaw) ye û di navbera salên 1954-1961'an de hatiye çêkirin. Mebesta bendavê avdanî, hilberandina wizeya hîdroelektrîkî û rekreasyon(betlane) e. Bendav û santrala wizeyê ya bi 249 MWî, ji ber nerind çêkirin û xemsarî, di nav salan de gelek car hatin veherandin. Rindkirina santralê di sala 2007'an de dest pê kiriye û di sala 2013'an de jî dawî lê hatiye.

Piştî sêwirandina bendavê ya ji aliyê Şirketa Endezyariyê Harza ya DYA'yî ve çêkirina bendavê di sala 1956'an de dest pê kir. Deryaçeya bendavê(rezervuar) jî di sala 1961'an de dest pê kir û di heman salî de çêkirina bendavê qediya. Piştî tijekirina rezervuarê, çend problem derketin holê. Di sala 1967'an de hezazekê çêbû. Ev hezaz bû sedema xûziyeke nêzîkî 100 metreyî û ev çewtî her gav di bin veherandinê de ye.

Di navbera salên 1983-1985'an de santrala wizeyê ya bendavê ji aliyê şirketên Alman(Polensky & Zöllner) û Japon(Mitsui) ve hate veguhertin. Jeneratorên 83 MWî bi 2 jeneratorên bendavê yên bi 800 kWî re hate guhirandin. Piştî kemijîna bûyerên siyasî, ew di sala 1990'an de kete navberê. Digel vê yekê, du jenerator xweş neşixûlîn û turbîn jî li dûçarî kavîtasyonan man. Ji ber şerê Îran û Iraqê, di sala 1988'an de rêherk hatin rakirin û di navbera salên 1989 û 1990'an de deriyên rêherkê yên nû hate sazkirin. Santrala wizeyê di sala 1990'an de bi bombebarankirinê gelek xesar çêbû. Di sala 2007'an de ji aliyê Banka cîhanê ve ji bo veherandina bendavên dûkan û derbendîxan, nêzîkî 40 milyon dolar hate şandin. Vehera Bendava Derbendîxan 18.85 milyon dolar girt û di sala 2013'an de tewaw bû. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 24

Trîton

Trîton, peyka herî mezin a gerstêrka Neptûnê ye. Di 10'ê kewçêra sala 1846'an de ji aliyê stêrnasê îngilîz William Lassell ve hatiye vedîtin. Trîton, xwediyê rêgeke rikeber e. Yanî ew li gorî rêgeha gerstêrka ku pê re girêdayî ye, bi bereka vajî ve viz dibe. Eşkêla wê 2.700 km ye û di rojbendê de heftemîn peyka herî mezin e. Rûxara Trîtonê piranî ji nîtrojena qerisî, qeşaya avî, lajwerd û zinaran pêk hatiye. Pûxteya Trîtonê ji sedî 70'yê girseya tevdeyiya wê pêk tîne. Trîton, xwediyê tîriyeke 2,061 g/cm³'î ye û nêzîkî %15-35'ê wê ji qeşeya avî tê. Girseya wê jî 21.400.000.000.000.000.000.000 kg, yanî 21.400 katrilyon e.

Wiha tê ramandin ku trîton yek ji beşenên kembera Kuiper e û beriya milyon salan ketiye golka miqnatisî ya Neptûnê. Ew beşena herî sar a di rojbendê de ye. Germahiya rûxara trîtonê ji aliyê Voyager 2 ve wek -235 ° C (-391 ° F) hate tomarkirin. Herçiqas rûxara wê sar bibe jî ew ji hêla jeolojîkî ve karîger e. Car caran bûyerên wekî hejek, volkan û gayzeran diqewime. Holka miqnatisî ya bi xwe ya Trîtonê heye.

Sedema ramandina trîtonê ya wek beşena girtî, rêgeha wê ya bêhempa a di rojbendê de ye. Ew li gorî Neptûnê, di hêla vajî de doş dibe. Piraniya peykên Keywan û Ûranûsê jî wekî trîtonê beşena girtî ne. Lê van peykan, li gorî trîtonê pir biçûk in. Her wiha ku herî mezinê wan a bi navê Phoebe, li gorî girseyê, nêzîkî ji sedî 0.03'yê trîtonê tê. Hem xwediyê rêgeheke rikeber(retrograd) e û hem jî têr baş berxwar e. Trîton wekî heyva me, bi tenê rûyekê xwe nîşan dide: bi girêdayî pêlgirtî ve li derdora Neptûnê doş dibe. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 25

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 26

Balafira Kamîkazeyê

Kamîkaze, peyvekê Japonî ye ku ji bo balafirvanên xwekujî yên Împaratoriya Japonê tê bikaranîn. Navê xwe ji teyfûnekî girtiye ku ev teyfûn di sedsala 13em de keştiyên mongoliyan wêran kiriye û Japonê ji dakirkeriyê xelas kiriye. Di salên dawî yên Şerê Cîhanî yê Dûyem de, balafirvanên kamîkazeyê armanc kiribûn ku bi balafirên xwe yên bi teqemenî, bombe û sotemeniyeke gelek zêde ve barkirî, êrîşê keştiyên Hêzên Hevpeymaniyê bikin û bi vî awayî jî ziyaneke mezin bigihînin wan.

Di 7ê kanûna 1941ê de piştî êrîşê Pearl Harbor'ê (Êrîşê Bendera Mirwariyê), Hezên Deryayî û Asmanî yên Japonê di şerên Midway û deryaya Filîpînê de têk çûn. Ew gelek keştî û bi sedan balafirên şerî yên xwe winda kirin û piraniya balafirvanên herî baş ên Hêzên Asmanî jî jiyana xwe winda kirin. Digel vê yekê çavkaniyên pîşesaziya Japonê kêm bûn û li gorî endustriya Amerîkayê jî pir hêjar bû. Bi vî awayî Dewletên Yekbûyî keştî û balafirên xwe nû kirin. Di salên navbera 1943 û 1944an de Hêzên Hevpeymanî ber bi Japonê ve dikişiyan. Di şerê Deryaya Filîpînê de, di 19-20ê pûşpera 1944an de, hêzên Japonî ber bi Filîpînê ve vekişiyan.

Di 15ê tîrmehê de herêma Saipanê ji aliyê hêzen Hevpeymaniyê ve hate bidestxistin. Piştî ketina Saipanê, fermandarên Japonê xweş dizanibûn ku piştî Saipanê armanca hevpeymaniyan Filîpîn bû. Filîpîn, ji ber ku xwediyê kanên petrolê bûn, herêmeke pir girîng bûn. Eger Japonya kontrala xwe ya li ser Filîpînê winda bika, dê ji keştiyên wî re sotemenî pir kêm bimaya. Di 17ê kewçêrê de, Hevpeymaniyan di Şerê Kendava Leyteyê de dest pê erîşê li ser Filîpînê kirin.

Nîvamîral Takijiro Onishi, ji hêzên Asmanî yên Japonê berpirsiyar bû. Ew fam kiribû ku bi balafirvanên kêmhêvoyî û bi çend balafir ve şer nayê qezenckirin. Ji ber vê yekê ew biryar da ku tîmeke xwekujî ya bi navê Yekeya Palemarî ya Taybet damezirîne. Ji bo vê erkê, 24 balafirvanê xwendekar minêkar bûn. Ev hêz di bin 4 koman de rêxistî bûn:Yekîneya Shikishima'yê, Yekîneya Yamato'yê, Yekîneya Asahi'yê û Yekîneya Yamazakura'yê. Ev navên yekîneyan ji helbesteke welatparêzî hatiye girtin ku ev berhem ji aliyê helbestvanê klasîk a Japonê Motoori Norinagayê ve hatiye nivîsandin. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 27

Şerefxanê Bedlîsî

Şerefname, pirtûka dîrokî ya Şerefxanê Bedlîsî ye. Wekî "dîroka Kurdistanê" jî tê naskirin. Şerefxan berhema xwe bi zimanê farisî nivîsandiye, lê roja îro wergera kurdî jî heye. Şerefname ew pirtûka ku di dîroka kurdan de, cara pêşîn ew seranser li ser dîroka mîr, eşîr û xanedanên kurdan, têkiliyên wan ên bi hev re, bi gel û dewletên cîran re û şerê wan ê li gel Împeratoriya Osmanî û Îrana sefewî, zilma van her du dewletên mezin a li ser kurdan hatiye nivîsîn. Ew, her wiha behsa ziman, çand û zanyariya nav kurdan dike, zana û alimên wan ên dewra nivîskarî dide nasîn.

Şerefname ji du cildan pêk tê. Ew nusxeya pêşîn a ku Şerefxan bi destê xwe nivîsiye îro jî li Îngîltereyê li Kitêbxaneya Bodleian a Oxfordê di bin reqema 312'yê de tescîlkirî ye. Mamosta Abdulreqîb Yûsuf kopyeyeka vê destnivîsê ji wê kitêbxaneya binavkirî daye anîn û lêkolînek li ser kiriye. Li gora agahdariyên ku ew dide, destnivîs wekî du cildan, lê bi hev re; wekî dewama hev hatiye amadekirin. Li ser vê destnivîsê -bi nivîseke ku diyar e pişt re hatiye nivîsîn- navê kitêbê wiha hatiye danîn:Şerefname Tarîxa Kurdistanê. Şeref Xan bi xwe navê Xatîme li cildê duduyan kiriye. Kitêb bi zimanê farisî hatiye nivîsîn. Şerefnameyê her zû bi zû bala xwendevan, dîroknas û dîrokhezan kişandiye. Yên ku ew bidest xistine ketine jibernivîsîna wê ya bi destxet a her du cildan jî. Bi vî awayî hê gellekî berî çapbûna wê ew di navbera zana, alim, dîroknivîs, mîr, beg, şah û paşayan de belav bûye û ketiye nav kutubxanên miletên Rojhilata-navîn. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 28

Nemabûyî ango Extinct

Nemabûna cureyekî, di biyolojî û ekolojiyê de tê wateya bi dawîbûna hebûna cureyê, lewma biyosfer biçûk dibe. Cureyek bi mirina endamê/a dawî, dibe nemabûyî. Kurtebira EX ku navneteweyî ye , ji peyva extinct tê.

Gelek ajal berî hebûna mirovan li ser rûyê erdê nema bûne (mînak: dînezor). Lê di lîsteya Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê de tenê cureyên di dema nêzîk de nemabûne hene (Dodo, Gurê Tazmanyayê, Rûviyê Falklandê hwd.)

Bi giştî hinga endamê/a dawî yê/ya cureyekê mir, ew dem weke dema nemabûna cureyê tê qebûlkirin , lê hin caran endamên ku dikarin berdewamiya cureyê pêk bînin berî dema nemabûnê xilas dibin. Mînak, bi tenê cureyê nêr ê kûsiyên Girava Pîntayê maye. Lewma ev kîso nikare bi tenê berdewamiya cureya xwe pêk bîne. Hin caran mirov nizanin ka cureyek nemabûye yan na. (Mînak: Yûnisên Çînê yên Robaran ) Di rewşa wisa de ew cure weke bi bilindtirîn xetereya nemabûnê têne lîstekirin. Herwiha hin caran cureyên ku weke nemabûyî dihatin pejirandin, dibe ku were guhertin. Ji ber ku gengaz e, endamên wê cureyê werin dîtin. Mînak, takahe weke nemabûyî dihate pejirandin, lê piştre bi lêgerîneke berfireh hate dîtin ku ev ajal li Nû Zelendayê hê hene. Hinga rewşa wisa pêk hat, ew cure bi dabeşandina Lazarus tê lîstekirin. (dûmahîk…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 29

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 30

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 30

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 31

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 32

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 33

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 34

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 35

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 36

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 37

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 38

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 39

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 40

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 41

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 42

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 43

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 44

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 45

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 46

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 47

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 48

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 49

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 50

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 51

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 52

Ne hatiye çêkirin.

çêke