Wîkîpediya:Gotara hefteyê/2023

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gotara hefteyê • Pêvek • Arşîv


201120122013201420152016
201720182019202020212022


Hefteya 16an, 2024 (UTC) – nûkirin

Gotarên hefteyan (2023)
Hefte: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52

Hefte: 1

Weneya gotarê
Weneya gotarê

Çiyayê Nemrûdê yan jî Stratovolkana Nemrûdê yek ji stratovolkan û yek ji çiyayên bilind ên li Bakurê Kurdistanê ye ku dikeve aliyê rojavayê navçeya Tetwana Bidlîsê û dikeve aliyê rojavayê Gola Wanê. Çiyayê Nemrûdê çiyayeke volkanîk ên razandî ye ku çalakiya herî dawî di sala 1692an de pêk hatiye. Bilindbûna çiyayê 2948 mêtre ye û bi sekana çalakiyên volkanîkî, bi daketina madeyên volkanê re kortaleke li serê çiyayê pêk hatiye û piştre bi barina baran û berfê re veguhestiye goleke krater û Gola Krater a Nemrûdê ya îro derketiye holê. Çiyayê Nemrûdê di Serdema Kevirê de çavkaniya sereke ya obsîdyan bû ku ji bo niştecihên Mezopotamyayê û jibo niştecihên Serdema Mezolîtîk ên ku li derdora Deryaya Mirî jiyane, bûye yek ji jêderên sereke yên obsîdyan a herêmê. Di analîza madeyên obsîdyenê de derketiye holê ku volkana Nemrûdê jibo niştecihên deverê wekî yek ji çavkaniyên obsîdyan a herêmê hatiye bikaranîn. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 2

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Dinya, Erd yan jî Cîhan gerstêrkeke pergala rojê ye ku piştî gerstêrkên Tîr û Gelawêjê gerstêrka sêyem a nêzîkî Rojê ye. Dinya yekane heybera astronomîkî ye ku tê zanîn jiyanê dihewîne û piştgiriya jiyanê dike. Di pergala rojê de gerstêrka yekane ye ku girseyên mezin ên avê diparêze. Rûyê dinyayê bi giranî av e yan li herêmên polar wekî ava qeşagirtî ye. Bi piranî ji sedî 70,8 rûyê dinyayê ji avê pêk tê. Firehiya dinyayê 510 milyon km2 ye. Ji çaran yekê serzemînê bejahî ye û ji çaran sisê ji derya ye. Temenê dinyayê 4,5 milyar sal e û ji sedî 29,2ê rûyê erdê ax e ku ji parzemîn û giravan pêk tê. Piraniya axê di nîvkada bejahiyê de ye. Dinya xwedî atmosferekê ye ya ku bi piranî ji nîtrojen û ji oksîjenê pêk tê. Şert û mercên rûyê dinyayê bi giranî ji hêla atmosferê ve ji hêla pêkhateyê erdê û sîrkulasyona erdê û bi sîrkulasyona Okyanûsê ve têne birêvebirin. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 3

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Koçberiya ekolojîk yan jî penaberiya ekolojîk, cûreyekî koçberiyê ye ku kesên ji ber guhertinên ji nişke ve yan jî guhertinên demdirêj ên hawîrdora xwe yên herêmî yan jî navendî neçar dibin ku ji herêmên xwe koçber bibin. Di nav sedeman de guhertinên ekolojîk ên ku di nav de ziwabûn, çolbûn, bilindbûna asta deryayê û têkbirina şêwazên hewaya demsalî hene ku aramî û jiyana mirovên li herêmên van bûyeran dixe nav xetereyan, heye. Her çend pênaseyek yekgirtiyê zelal a koçberiya ekolojîk tine be jî, dema ku siyasetmedar, zanyarên jîngeh û zanyarên civakê hewl didin ku bandorên civakê yên potansiyel a li ser guherîna avhewayê û xirabûna din en hawîrdorê wekî kêmbûna daristanan yan jî îstismarkirinên zêdeyê bi vî rengî dinirxînin, ev fikir balê dikşîne ser xwe. Pirraniya mirovên ku ji ber bûyerên hawîrdorê direvin, bi dûrahiyê kurt, pir caran demkî, koç dibin. Pir caran, penaber ji ber tirsa ku bên çewisandin an jî ji ber "şiddetek giştî an bûyerên ku nîzama giştî bi giranî xera dikin, ji malên xwe dernakevin. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 4

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Komara Kurdistanê yan jî Komara Kurdistanê ya Mehabadê, komareke kurd bû ku bi serbajariya bajarê Mehabadê di 22ê çileya sala 1946an de ji aliyê damezranêr û serokê wî ji aliyê Qazî Mihemed ve hatiye ragihandin. Demek piştî damezrandina hikûmeta Azerbaycan a Îranê, di 22ê çileya sala 1946an de li Qada Çarçira ya Mahabadê, di bin garantoriya Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst de, avakirina Komara Kurdistanê ya Mehabadê hate ragihandin. Lijneya Wezîran ji sêzdeh kesan hate avakirin û Qazî Mihemed wek serokomar hate hilbijartin. Di nav sînorê komarê de bajarên Sine, Şino û Miyanduaw hebûn û paytexta komarê bajarê Mehabadê bû. Komara Mehabadê ku tenê 11e mehan dewam kir, di dema rêveberiya xwe de di warê sazîbûnê de serkevtinek mezin bi dest xist. Hinek ji van avakirina bingehên artêşê yên nûjen ên girêdayî Komarê, avakirina rêxistinên îdarî û rêveberî, avakirina dadgehan, berhevkirina bac, avakirina xezîneyê, çareserkirina pirsgirêkên tenduristî û perwerdeyê bûn. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 5

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Pêşeroja Cîhanê pêşbînî ya pêşeroja cîhanê ye ku bi pêkar ên biyolojîk û jeolojîk û bi bingeha bandorên heyî ve çend bandorên demdirêj dertên holê. Di nav van de kîmyaya li ser rûyê erdê, rêjeya sar bûna hundirê gerstêrkê, danûstandinên gravîtasyonê yên bi cîsmên din ên pergala rojê re û zêdebûna domdar a ronahiya rojê heye. Faktorek dinê nediyar jî bandora domdar a teknolojiyê ye ku ji hêla mirovan ve hatiye çêkirin. Dibe ku bandora teknolojiyê wekî guherandina avhewayê dikare bibe sedema guhertinên girîng a li gerstêrkê. Wekî winda bûna heyî ya Windabûna Holosenê tê pêşbînîkirin ku bandorek wiha ji hêla teknolojiyê ve tê çêkirin û dibe ku bandor heta pênc mîlyon salan bidome. Di encamê de dixûyê dibe ku teknolojî bibe sedema windabûna mirovahiyê û gerstêrk hêdî hêdî vegere pêşveçûyineke hêdî ya ku tenê ji pêvajoyên xwezayî yên demdirêj pêk tê. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 6

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Sûra Amedê yan jî Keleha Amedê, qeleheke dîrokî ye ku di sala 297an a p.z. de li navçeya Sûr a Amedê ya îro ji aliyê romayiyan ve avabûna kelehê hatiye destpêkirin. Sûra Amedê bi dirêjahiya 5,5 kîlomêtreyê yek ji dîwarên herî kevnê cîhanê ya xweparastinê ye. Dîwarê Sura Amedê bi bilindahiya 10–12 mêtre bilind e û sturiya dîwarê jî 3–5 mêtre stûr e. Sûra Amedê di roja îro de ji bo dîtinê li Amedê yek ji cihên herî sereke ye. Bi awayê avakirin û zexmiya xwe, bi nivîsên xwe, bi motîv û awayên ku li rûyê keviran hatin e niqartin re niha kîtbeyên 12e şaristaniyan têne xwendin. Dîroka avakirin despêkê ya kelheyê nayê zanîn. Tê pêşbînîkirin ku di sala 349ê p.z. de ji aliyê împeratorê Romayî Konstantînê I ve yekemîn car hatiyê firehkirin û hinek deverên wî hatine nukirin. Çar deriyên sereke yên kelehê hene û her deriyek bi hêleke bingehîn ve vedibe. Paşê, bi mezinbûna bajêr re di bedenê de hinek deriyên din jî hatine vekirin. Beden, ji 5 km yan dirêjtir e û bi awayê masîmertaleke dor li bajarê kevin dipêçe. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 7

Ala Esperantoyê
Ala Esperantoyê

Esperanto, (bi navê wê ya orîjînal Lingvo Internacia), zimanekî çêkirî ye ku ji aliyê doktorê çavan ê polonyayî Ludwik Lejzer Zamenhof ve, di sala 1887an de hatiye çêkirin. Di pirtûka wî ya bi navê Fundamento de Esperanto ("Bingehên Esperanto") de ya ku di 1905an de weşandiye, bingeh û rêzikên wê vegotiye. Zamenhofê ku xwe bi navê Dr. Esperanto daye nasîn, fikiriye ku zehmetiyên ragihandinê yên di navbera kesên ziman-cuda de bi saya zimaneke hevpar ê ku fêrbûna wê hêsan be, dê ji holê rabin û bi vê mebestê esperanto çêkiriye. Îro herçiqas zimanê çêkirî yê herî navdar û axiverên wê herî pir ew be jî negihaştiye asta "zimanê navnetewî". Jêderka peyva esperanto dispêre peyva "espérer" a fransî ya ku tê wateya “hêvîkirin”. Ev peyv wekî esperi beşdarî zimanê esperantoyê bûye. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 8

Nav
Nav

Keleha Hewlêrê, (bi soranî: قەڵای ھەولێر Qelay Hewlêr) keleh û niştecihekî dîrokî ye ku li ser gireke çêkirî hatiye avakirin. Keleha Hewlêrê yek jingehên herî kevnê cîhanê ye ku dîroka kelheyê vedigere 6000 salên berî niha. Keleha Hewlêrê di 2ê nîsana 2019an de ji aliyê NASAyê ve hatiye diyar kirin dibe ku Keleha Hewlêrê wargeha herî kevintirîn a li cihanê ye ku bi domdarî mirovan lê jiyan kirine û neterikandine. Delîlên herî kevn ên ji bo niştecih bûna girê kelehê ji hezarsala 5an a b.z. tê û dibe ji vî dîrokê jî kevintirîn be. Keleha Hewlêrê yekem car di çavkaniyên dîrokî de di tabloyên Eblayê de li dora 2300 berî zayînê de xuya dibe û di serdema Neo-Asûriyan de girîngiyek taybetî bi dest xistiye. Piştî ku mongolan di sala 1258an de kelehê dagirkir kelehê giringiya xwe winda kiribû. Keleha Hewlêrê ji 21ê hezîrana 2014an vir ve di Lîsteya Kelepora Cîhanê de cih digire. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 9

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Gola Ûrmiyeyê, Gola Ûrmiyê yan jî Deryaçeya Ûrmiyê, goleke xwê ya îndorhek (gola qada dorpêçkirî) e ku dikeve aliyê rojhilata bajarê Ûrmiyê ya Rojhilata Kurdistanê. Gola Ûrmiyê di navbera erdê herêma Rojhilata Kurdistanê û Îranê de ye ku beşek ji rojavayê golê di nav erdnîgariya Rojhilata Kurdistanê de ye. Gola Ûrmiyê di asta xwe ya herî mezin de gola herî mezin a Rojhilata Navîn û şeşemîn mezintirîn gola ava şor a mezinê cihanê ye. Ruava Gola Ûrmiye nêzîkê 5.200 km² ye dirêjahiya golê 140 km û firehiya 55 km û asta herî kûr a Gola Ûrmiye 16e mêtre ye. Gola Ûrmiye di dawiya sala 2017an de ji ber hişkesaliya giştî ya domdarê li Rojhilata Kurdistanê û li Îranê, ji 10% ji mezinahiya xwe ya berê (û 1/60 ji qebareya avê di sala 1998 de) winda dike. Hişkesalî di sala 2019an de şikest û Gola Ûrmiye careke din dîsa ava xwe dadigire. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 10

Wêneyek ji çiyayê Pamîrê
Wêneyek ji çiyayê Pamîrê

Çiyayên Pamîrê yan jî Zincîreçiyayên Pamîrê, zîncîreçiyayeke di navbera herêmên Asyaya Navîn, Asya Başûr û Asyaya Rojhilat de ye. Pamîr di navberên sîstemên rêzeçiyayên din ên girîng wekî Tian Şan, Qerekoram, Kunlun, Hindokûş û Rêzeçiyayên Himalaya yê de ye. Li beşa rojhilat a girseyê bi qasî pêncî cihên ji serdema kevirî hatine kifşkirin. Ji 10 hezarî zêdetir petroglîf û pîktogram hatine tespîtkirin ku di esasê xwe de sembolên dînî û heywanan û helbestên ku hinek ji wan diroka wan heta paleolîtîka jorîn diçe hatine dîtin. Şopên komirê yên ji maleke mirovan a li Pamîrê bi rengekî zanistî heta 9500 sal berê diçe. Li şikefteke li başûrê Murghabê, ku ji asta deryayê bi bilindahiya 4000 metreyî ye, nûnertiyên parietal ên neolîtîkê hene ku weke bilindtirîn ên cîhanê tên qebûlkirin. Lê belê, berevajî li çiyayên Tianê, ji wê serdemê ve ti amûr nehatiye dîtin. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 11

Wêneyê peykerê Kawayê Hesinkar
Wêneyê peykerê Kawayê Hesinkar

Kawayê Hesinkar yan jî Kawayê Hesinger kesê sereke yê mîtolojiya Newrozê ye. Li gorî mîtolojiyê, Kawayê Hesinkar, li dijî serdarê zordest Dehaq serî hil dide û piştî ku Dehaq têk dibe, agirekî mezin ku ji her çar aliyê bajêr ve tê dîtin, dadide. Ji wê rojê ve ye her tim gelê vê xakê, agir dadidin û vê rojê pîroz dikin. Ev roj rastî 21'ê adarê tê û navê wê Newroz (Roja Nû) e. Li Kurdistanê her sal di 21ê adarê de tê pîrozkirin. Bi efsaneya Kawayê Hesinker re dîrokeke mezin tê ser ziman. Berî zayînê di deme Medan de keyê Asurî yê bi navê Dehaq êrîşî Mediyan dike û wan dike bindestê xwe de. Wan dike ku bike koleyên xwe. Lê medî li ber xwe didin. Di nav kurdan de ji deme Naîriyan ve li gor nêzîkatiyeke konfadarasyonî xwe birêxistin kirin heye. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 12

Wêneyekî keçeke kurd ji pîrozbahiya Newrozê
Wêneyekî keçeke kurd ji pîrozbahiya Newrozê

Newroz yan jî Cejna Newrozê, cejneke biharê ye ku ji aliyê kurd, gelê Îranî û gelek gelên din ve her sal di roja 21ê adarê de tê pîrozkirin. Cejna Newrozê ji aliyê kurdan ve her sal li gorî bernameyên partî û saziyan, di navbera 10 û 21ê adarê tê pîrozkirin û pîrozbahiyên Newrozê roja 21ê adarê bidawî dibe. Di dîroka kurdan de Newroz wekê çîroka vejînê cîh digire. Li gorî mîtolojiyê, Kawayê Hesinkar, li dijî serdarê zordest Dehaq serî hil dide û agir dadide. Ji wê rojê ve ye her gelê vê xakê, agir dadidin û vê rojê pîroz dikin. "Nava Roaca" li gor zimanê qedîm yê avestayî Newroz e. Lê di pirtûka Avestayê de ev tabîr “Nava Roaca” derbas nabe. Lê li gor zimannasan ku guherîbe, ew jî wiha çêbûye: Nava->new: nû û Roaca->roz: roj Di zaravayê kirdkî de bi vî awayî Nava wek Newe û Roaaca jî wek Ruec hatiye guherîn. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 13

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Pangea, parzemînekî mezinê yek perçeyê dinyayê bû ku di serdema paleozoyî ya paşîn û destpêka serdema mezozoyî de hebûye. Parzemîna Pangeayê yek ji yekîneyên parzemîn ên berê ya Gondwana, Ewroamerîka û Sîbîryayê bû ku di dema karbonîferî de bi qasî 335 milyon sal berê kom bûye û bi qasî 200 milyon sal berê, di dawiya serdema triyasî û destpêka serdema jûrasî (jûrayî) de dest bi perçebûnê kiriye. Berevajiya erdê niha û belavkirina erdê ya girseya parzemînê, Pangea li ser ekvatorê bû û ji aliyê superokyanûsên Panthalassa û Paleo-Tethys û piştre jî ji aliyê Okyanûsa Tethys ve hatibû dorpêç kirin. Pangea superparzemîna herî dawî ye ku hebûye û parzemîna yekem e ku parzemîn ji aliyê erdnasan ve ji nû ve awayê parzemînê hatiye derxistin. Erdnîgariya parzemînên ku sinorê Okyanûsa Atlantîkê ye yekem delîl in ku hebûna Pangaea diyar dike. Bi lihevhatina diyar ya nêzîk a peravên Amerîkaya Bakur û Afîkaya Başûr bi Ewropa û Afrîkayê re û bi dîtina nexşeya peravên re Pangea hatiye ferqirin. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 14

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Guherîna avhewayê, guherîna seqayê, germbûna gerdûnî yan jî germbûna cîhanî, germbûna hewayê ye ku ji ber gazên serayê û zêdebûna gazên karbondîoksîd li seranserê cîhanê çêdibe. Her çend di serdemên berê de guherîna avhewayê hebin jî lê ji nîvê sedsala 20an û vir ve jiber pîşesaziyên ku zirarê dide sîstema evhewayê bandoreke neyînî ya bêmînak li ser sîstema avhewayê pêk aniye ku li hinek deverên cîhanê wekî zêdebûna baranê û zêdebûna germahiyê li seranserê cihanê zêde bûye. Guhertinên bi vî awayî di asta global de pêk hatiye. Sedema herî mezin a germbûnê, belavkirina gazên serayê ye ku bi giranî karbondîoksîd (CO
2
) û gazê metan e. Bi tevkariyên zêde yên çandinî, bêdaristanî û reaksiyonên kîmyewî yên di hinek pêvajoyên hilberînan de, bikaranîna şewata sotemeniya fosîl (komir, petrol û gaza xwezayî) ku ji bo xerckirina enerjiyê tê bikaranîn, çavkaniya sereke ya van emîsyonan e. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 15

Wêneyek ku ji asîmanan de hatiye wênekirin
Wêneyek ku ji asîmanan de hatiye wênekirin

Bahoza tropîkal a Hermine, (bi înglîzî: Tropical Storm Hermine) bagereke tropîkal a nêzî bahozê bû ku di destpêka îlon a sala 2010an de lehiyeke berfireh ji Guatemalayê ber bi bakur ve anî Oklahomayê. Herçend navê wê li kendava rojava ya Meksîkê hatibe kirin jî, Hermine ji herêma kêm-tansiyona mayî ya ku bi depresyona Tropîkal eleven-E ya demkurt a li Rojhilatê Pasîfîk re têkildar e, rasterast bi pêş ket. Bahoza Hermine, di temenê xwe de bû sedema 52 mirinên rasterast û nêzîkî 740 milyon dolarên amerîkî zirar gihand çandinî û binesazîyê. Depresyona tropîkal a pêşîn di 3ê îlonê de li Kendava Tehuantepecê pêk hat û roja din li nêzî Salina Cruz a Meksîkê şemitandina erdê pêk hat. Her çend depresyon bi lez û bez ber bi nizmbûna mayinê ve qels bi be jî, tengasî ji pozika Tehuantepecê derbas bû û bi ber bakur derbasî nava avên germ ên Kendava Meksîkê bû û di 5ê îlonê de careke din xwe bi sîkloneke tropîkal bi rêxistin kir. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 16

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Hevsengiya germahiya cîhanê yan jî hevsengiya radyasyona cîhanê, hevsengiya di navbera enerjiya ku Dinya ji Rojê werdigire û enerjiya ku Dinya vedigerîne fezayê û winda dike, hesab dike. Çavkaniyên enerjiyyên piçûktirên wekî germahiya hindurê Erdê têne hesibandin lê ev enerjî li gorî enerjiya rojê jibo cîhanê beşdariyek gelek piçûk e. Hevsengiya radyasyona cîhanê di heman demê de hesab dike ka enerjî çawa di pergala avhewa re derbas dibe. Ji bo ku roj ji herêmên polar zêdetir tropîkên ekvatoriyê germ dike, germahiya rojê yên ku têne wergirtin bi awayekî neyeksan li ser rûyê erdê têne belav kirin. Dema ku enerjî li seranserê gerstêrkê li hevsengiyê digere, ew danûstendinên di pergala avhewa ya Erdê de yan jî ava erdê, qeşa, atmosfer, qalika zinaran û danûstandina di navbera hemî zindiyan de, dimeşîne. Hevsengiya germahî yan jî hevdengiya radyasyona cîhanê bi gelek faktoran ve girêdayî ye ku di nav wan de faktorên wekî aerosolên atmosferê, gazên serayê, albedoya rûyê gerstêrkê (refleksîtî), ewr, nebat, şêwazên karanîna axê û hwd, hene. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 17

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Girava Sentinel a Bakur, yek ji Giravên Andaman e ku komgiraveke hindî yê li Kendava Bengalê ye û Girava Sentinel a Başûr jî di nav de ye. Girav Sentinel a Bakur nişteciha Qebîleya Sentinelê ye ku gelê xwemalî ya vê giravê ye û heya niha di îzolekirî ya dilxwazî ​​de ne ku pir caran bi zorê îzolasyona xwe ya parastî ji cîhana derve parastin e. Tê pêşbînîkirin ku Qebîleya Sentinelê ku gelê giravê pêk tîne, bi pêla mirovên ku ji Afrîkayê koçê Asyayê bûne nêzîkî 60 hezar sal berê hatine û ji wê demê vir ve li Girava Sentinel a Bakur ji cîhana derve îzole mane. Qanûna Parastina Giravên Andaman û Nîkobar ya Eşîrên Aborjîn a sala 1956an giravê û her nêzîkatiyek ji 5 mîlên deryayî (9,3 km) nêzîktir qedexe kiriye ku civaka eşîrî ya mayî ji nexweşiyên infeksiyonê yên "herêma sereke" biparêze. Dever ji aliyê Hêzên Deryayî ya Hindistanê ve tê kontrolkirin. Girav girêdayê navçeya îdarî ya Andaman a Başûr e û beşek ji axa yekîtiya Hindî ya Giravên Andaman û Nîkobarê ye. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 18

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Dîroka Mezopotamyayê yan jî Dîroka mirovî ya di navbera Firat û Dîcleyê de, dîrokeke ji koçberbûyîna mirovî ya herî kevnê ji Serdema Paleolîtîkê heya serdema kevnare ya dereng e ku di navbera çemên Firad û Dîcleyê û li deverên wan qewimiye. Dîroka Mezopotamyayê, ji delîlên kolandinên arkeolojîk, piştî destpêkirina nivîsandinê, di dawiya hezarsala 4ê b.z. de ji çavkaniyên dîrokî hatine berhevkirin. Mirovahî di serdemên Paleolîtîk û Neolîtîka destpêkî de tenê li beşên Mezopotamyaya Jorîn de cîwar bibûn. Bicîhbûn a mirovahî ya li alûviyûma başûr jî di dema neolîtîka dereng de qewimiye. Mezopotamyayê, di Serdema Bronzê ya Destpêkî de ji bo gelek şaristaniyên mezin ên herî kevn ên cîhanê re cîwartî kiriye. Ji ber vê sedemê ye ku Mezopotamya wek dergûşa şaristaniyê tê binavkirin. Navê Mezopotamyayê bi yewnanîya kevn tê wateya "erdê di navbera çeman de". (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 19

Wêneya hûrguliyek e ku nîvê yek rûyê plaketê nîşan dide.
Wêneya hûrguliyek e ku nîvê yek rûyê plaketê nîşan dide.

Zimanê sumerî (𒅴𒂠 Eme-gir15 "zimanê xwemalî") zimanê zikmakî yê sumeriyan e ku di sala 4000 b.z. de li Başûrê Mezopotamyayê hatiye axaftin. Di destpêka sala 2000ê b.z. de zimanê akadî cihê zimanê axaftinê wergirtiye. Zimanê Sumeriyan li Mezopotamyayê heta sedsala 1em b.z. wek zimanekî pîroz, wêjeyî, merasîmî û zanistî hatiye bikaranîn. Ziman heta sedsala 19an hatiye û piştre hatiye jibîrkirin. Berevajî zimanên din ên ku li Mezopotamyayê hatiye axaftin, sumerî zimanekî îzolekirî ye. Sumerî yek ji wan zimanên yekem e ku hatiye nivîsîn. Ji ber awayên nîşanên ku li ser lewheyên keliya şil, bi awayê bizmarê hatine xuliqandin, ji sîstema nivîsandina ku ji bo xwendina zimanê Sumerî hatiye bikar anîn jê re "Nivîsa Bizmarî" tê gotin. Di qonaxên destpêkê yên nivîsandina sumeriyan de nîşaneyên berçav ên ku wateya xwe bi awayekî kevneşopî bi formeke zimanî ve girê didin, hatin bikaranîn. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 20

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Deryaya Navîn yan jî Deryaya Spî deryayek e ku bi Okyanûsa Atlantîkê ve girêdayî ye ku bi tevahî bi bejahiyê ve girêdayî ye. Deryaya Navîn li bakur û başûrê deryayê ji aliyê Ewropa û Anatolyayê ve, li başûr ji aliyê Bakurê Afrîkayê ve, li aliyê rojhilat jî ji aliyê Levantê û Rojavayê Asyayê ve hatiye dorpêçkirin. Deryaya Navîn di dîroka şaristaniya rojava de roleke bingehîn lîstiye. Delîlên jeolojîk destnîşan dikin ku dora 5.9 mîlyon sal berê Derya Navîn ji Atlantîkê qut dibe û di heyamek 600.000 salan de bi temamî yan jî bi qismî zuha bûye. Ji nû ve tijekirin a Deryaya Navîn di dema krîza şoriyê ya Messînyayê de 5,3 milyon sal berê ji hêla Lehiya Zanklîyê ve hatiye tijjekirin. Deryaya Navîn qadeke bi qasî 2.500.000 km² rûav werdigire. Deryaya Navîn ji 0,7% ji rûyê okyanûsa gerdûnî werdigire lê girêdana deryayê bi Atlantîkê re bi rêya Tengava Cîbraltarê ya teng a ku Okyanûsa Atlantîkê girêdide, ber bi Deryaya Navîn ve diçe û nîvgirava Îberyayê ya li Ewropayê ji Fasê li Afrîkayê vediqetîne. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 21

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Girê Mirazan yan jî Xirabreşk / Xerabreşkê, cihekî arkeolojîk ê neolîtîkê ye ku li nêzîkî gundê Xirabreşkê yê Rihayê ye û dibe cihê bermahiyên perestgeha herî kevn a cîhanê be. Dirêjiya vî girê destçêkirî 15 metre ye, tîreya wî nêzîkê 300 metre ye û nêzîkî 760 mêtre ji asta behrê li jor e. Ev du qonaxên bikaranînê dihundirîne. Li gorî arkeologê alman Klaus Schmidt, kaşif û vekolerê vî girî, armanca bikaranînê civakî yan dînî bû û ji hezarsala 10ê-8ê b.z. maye. Di qonaxa yekem de, ya ku di dema Neolîtîka A ya berî Cervaniyê (bi îngilîzî: Pre-Pottery Neolithic A) de pêk hatiye, stûnên kevirî yên bi şiklê T-yê hatine çikandin — ev stûn megalîtên herî kevn ên dinyayê ne. Dîroka van megalîtan hatiye diyarkirin ku ji sala 9.500 b.z. mane û ev megalît 5.500 sal ji bajarên yekem ên Mezopotamyayê û 7.000 sal ji Stonehengeê mezintir in. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 22

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Vanadînît, mîneralek ji koma apatît a fosfatan e ku bi formula kîmyayî 5(VO4)3Cl ye. Ev mîneral yek ji kanzayên pîşesazî yên sereke yên metal vanadyûm û çavkaniyek piçûk a zirîçê ye. Mîneralek ziravê şikestok e ku bi gelemperî di forma krîstalên şeşqozî yên sor de tê dîtin û mîneralek bêhempa ye ku ji hêla oksîdasyona kanzayên serayê yên wekî zirîçê ve hatiye çêkirin. Vanadînît yekem car di sala 1801an de li Meksîkê hatiye dîtin ku depoyên vanadinite ji wê demê heta niha li Amerîkaya Başûr, Ewropa, Afrîka û Amerîkaya Bakur hatiye dîtin. Vanadînît mîneralek bêhempa ye ku tenê bi encama guheztinên kîmyewî yên materyalek berê derketiye holê. Ji ber vê yekê wekî mîneralek duyemî tê zanîn. Li herêmên avhewayên zuha û bi oksîdasyona mîneralên sereke yên zirîçê tê dîtin. Vanadinite bi taybetî li gel sulfîdê serber û zirîçê tê dîtin. Mîneralên din ên têkildar jî wulfenît, lîmonît û barît e. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 23

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Misira kevnare yan jî Misira kevin, bi navê giştî yê welatê Misira dîrokî (ya berî zayînê) ye. Navê misirî yê vî welatî Kemet e û kare bi 'Warê reş' bê wergerandin. Herwiha, ev gotin ji deltaya çemê Nîl hatiye wergirtin, li cihê ku her sal ava Nîl bilind dibe û piştî vekişandinê erda der û dorê bi celbên reş tijî dike. Gava celbê tarî zêde bû, ev dihate vê watê ku wê cotkarî pir berdar derbas bibe. Naveke din ê vî welatî 'Ta meri' (T3 mrj) bû û wek 'Welatê hezkirî' tê wergerandin. Pêkhatin û damezirandina çanda misirî digihêje heta demên herî kevnar ên mirovahiyê. Çanda ku îro wek çandeke pêşketî bi nav û deng e di serdema berî hanedanê de (bi îngilîzî Predynastic period) destpêkir, gava ku li Misira Jorîn împeratoriyeke yekem hat damezirandin. Digel tevgerên leşkerî yên dagîrkirinê ev împeratorî her ku çû berve Deltaya Nîlê meztir bû. Li wê derê Misira Jêrîn a îro hate bidestxistin (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 24

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Bahoza tropîkal a Hermine, (bi inglîzî: Tropical Storm Hermine) bagereke tropîkal a nêzî bahozê bû ku di destpêka îlon a sala 2010an de lehiyeke berfireh ji Guatemalayê ber bi bakur ve anî Oklahomayê. Herçend navê wê li kendava rojava ya Meksîkê hatibe kirin jî, Hermine ji herêma kêm-tansiyona mayî ya ku bi depresyona Tropîkal eleven-E ya demkurt a li Rojhilatê Pasîfîk re têkildar e, rasterast bi pêş ket. Bahoza Hermine, di temenê xwe de bû sedema 52 mirinên rasterast û nêzîkî 740 milyon dolarên amerîkî zirar gihand çandinî û binesazîyê. Depresyona tropîkal a pêşîn di 3ê îlonê de li Kendava Tehuantepecê pêk hat û roja din li nêzî Salina Cruz a Meksîkê şemitandina erdê pêk hat. Her çend depresyon bi lez û bez ber bi nizmbûna mayinê ve qels bi be jî, tengasî ji pozika Tehuantepecê derbas bû û bi ber bakur derbasî nava avên germ ên Kendava Meksîkê(zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 25

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Erîdû, (bi sumerî: 𒉣𒆠, eridug; bi akadî: irîtu; bi erebiya îro: Tell Abu Shahrain) cihwarekî arkeolojîkê li başûrê Mezopotamyayê ye ku li gorî delîlên arkeolojîkên îro wekî bajarê herî kevnê Mezopotamyayê hatiye pejirandin. (cihwarê arkeolojîk li parêzgeha Zîqar a îro ya Iraqê ye). Erîdû bi awayekî demdirêj ve wekî bajarê herî pêşîn ê başûrê Mezopotamyayê hatiye pejirandin û di roja îro de jibo bajarê herî kevnê cihanê nîqaşek li ser vê cihwarê arkeolojîk de heye. Bajêr 12ê kîlomêtre li başûrê rojavayê bajarê Urê ye. Erîdû yek ji bajarên herî başûrê Mezopotamyayê ye û komek bajarên sumeran e ku li dora perestgehan, bi awayekî ku ji hev re xûya dibin berfireh bûye. Avahiyên bajêr ji heriyê hatine çêkirin û li ser hev hatine avakirin. Bi mezinbûna perestgehan re û mezinbûna gund li derve, bajarekî mezintir hatiye avakirin. Perestgeh bi navê E-Abzu hatiye binavkirin û tê bawer kirin ku Enkî li Abzu jiyan kiriye ku perestgeh xwedî avhewayeke wisa ye ku tê bawer kirin ku hemî jiyana Enkî jê vî avhewayê çêbûye. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 26

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Mîtoz an jî dabeşbûna mîtozî (bi înglîzî: mitosis) pêvajoya dabeşbûna xaneyê ye ko kromozom duhende dibin û bi awayekî yeksan di navbera du xaneyên keç de tên parvekirin. Di zimanê yewnanî de ji bo dezî peyva “mitos” tê bikaranîn. loma dabeşbûna mîtozî wekî “dezîyedabeşbûn” jî tê navkirin. Mîtoz beşek ji çerxa xaneyê (bi înglîzî: cell cycle) ye. Çerxa jiyana xaneyê ji du qonaxên serekî pêk tê, qonaxa înterfaz û qonaxa mîtozî (bi înglîzî: M phase). Herwisa qonaxa mîtozî jî ji du beşan pêk tê, mîtoz û sîtokînez. Di pêvajoya mîtozê de, kromozom û sentrozomên makexaneyê parve dibin. Parvebûna kromozoman wekî karyokînez tê navkirin. Di dawiya karyokînezê, sîtokînez dest pê dike. Di pêvajoya sîtokînezê de sîtoplazma û endamokên makexaneyê di navbera herdu xaneyên keç de tên parve kirin. Bi dabeşbûna mîtozî her ko hejmara xaneyên zîndewer zêde dibe, zîndewer jî geşe dibe. Herwisa xaneyên ziyangirtî jî bi mîtozê tên nûkirin. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 27

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Anna Montgomery Campbell (jdb. 1991, Lewes, Îngilistan - m. 15 adar 2018, Efrîn, Rojavayê Kurdistanê), şervaneke enteryonalîst e ku bi navê xwe yê bi kurdî Hêlîn Qereçox jî tê zanîn. Hêlîn femînîst, anarşîst û çalakvana rakirina zindanan a brîtanî bû ku di nav hêzên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de li Rojavayê Kurdistanê di dema şerê navxweyî ya Sûriyê de şer kiriye. Hêlîn Qereçox di sala 2017an de di dema şerê li DAÎŞê li Rojavayê Kurdistanê, ji Brîtanyayê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Piştî perwerdeyek leşkerî ya kurt di gulana sala 2017an de tevlî Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bûye. Piştî beşdarbûna YPJê, Hêlîn Qereçox li Rojavayê Kurdistanê beşdarî gelek şer û pevçunan dibe ku yek ji van Operasyona Dêrazorê ye ku li dijî keleheke girîng a DAÎŞê hatiye lidarxistin. Piştî şerê dagirkirin Efrînê ku ji aliyê dewleta tirk ve ku di 20 kanûna paşîn a 2018an li dijî Kurdan pêk hatiye, Hêlîn Qereçox ji bo veguhaztina sivîlan derbasî Efrînê bûye. Hêlîn Qereçox di 15ê adara sala 2018an de di dema ku sivîlên ji Efrînê dihatin derxistin, di encama bombebarana dewlata tirk de şehîd ketiye. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 28

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

UNESCO yan jî Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî, (bi îngilîzî: United Nations Educational, Scientific and Cultural Organization), saziyekî Neteweyên Yekbûyî ye ku bi mebesta pêşdebirina aştî û ewlekariya cîhanê bi rêya hevkariya navneteweyî ve di warê perwerde, huner, zanist û çandê de xebatên xwe dimeşîne. 193 dewletên endam û 11 endamên hevparên UNESCOyê hene. Navenda saziya UNESCO'yê li Navenda Mîrata Cîhanî ya li Parîs a Fransayê ye. 53 ofîsên qadên herêmî û 199 komîsyonên neteweyî hene ku li çar aliyê cîhanê alîkariya saziyê dikin. Destûrê bingehîn a UNESCOyê armanc dike ku "bihêztir kirina perwerde, zanist çand û bihêzkirin a hevkariya di navbera neteweyan, ji bo dadmendiya gerdûnî, qanûn, mafên mirovan û azadiyên bingehîn ji bo her kesî û ji bo parastin aştî û ewlehiya mirovan ku Peymana Neteweyên Yekbûyî ji bo hemû gelan nas dike, bêyî cudahiya nijad, zayend, ziman û dîn, bibe alîkar." (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 29

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Dîroka sumeran, dîrokekî mirovahiyê ye ku di hezarsala 5 û 3an b.z. de li Başûrê Mezopotamyayê qewimiye û serdemên Ubaîd û Urûkê ya pêşdîrokî vedigire. Şaristaniya sumeriyan, şaristaniya herî kevn ê herêmê ye ku bi hilweşîna Xanedaniya Sêyemîn a Ûrê re li dora sala 2004ê b.z. de bi dawî bûye. Piştî heyama sumeriyan, heyamek veguhêz a dewletên Amorî yên beriya geşedaniya Babîlê, di sedsala 18an b.z. de derketine holê. Li Başûrê Mezopotamyayê rûniştgeha herî kevn a naskirî Tell el-'Oueili ye. Sumeriyan îdia kirine ku şaristaniya wan ji aliyê xwedawendê wan Ea yan jî şêwirmendê wî (an Abgallu ji ab=av, gal=mezin, lu=mirov) Adapa U-an (Oannes a Berossus) ve hatiye avakirin. Kesên pêşî yên li Erîdûyê çanda Samarrayê ji Bakurê Mezopotamyayê bi xwe re anîne û bi serdema Ubaîd re têne naskirin lê nayê zanîn ka ev Sumerî ne (paşê bi serdema Urûkê ve hatine girêdan) yan na. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 30

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Alfabeyên kurdî, tevahiya sîstemên alfabeyan e ku bi alfabeyên cîhereng ji aliyê kurdan ve li herêmên Kurdistanê û li welatên din ên ku kurd lê dijîn, bi zimanê kurdî hatine bikaranîn. Di nav van alfabeyan de alfabeya latînî, erebî û alfabeya kirîlî hene. Li Kurdistana Bakur û Rojavaya Kurdistanê alfabeya latînî, li Rojhilata Kurdistanê û Başûr alfabeya erebî, li Komarên Sovyetistana kevn jî alfabeya kirîlî ji aliyê kurdan ve di demên cûda de hatiye bikaranîn û di roja îro de jî alafabeya latînî ya kurdî bi awayekî berfireh tê bikar anîn. Piştî belavbûna sîstema sovyetî, hinek kurdên Sovyetistana kevn jî dest bi bikaranîna alfabeya latînî kirine. Alfabeyeke kurdî ya herî kevin ji aliyê nivîskarê navdar Îbn Wehşiye ve di pirtûka wî yê bi navê Şewq el-Musteham ku di sala 856an a p.z. de hatiye nivîsandin, hatiye belgekirin. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 31

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Zeugma, (bi yewnaniya kevn: Ζεύγμα, lat. Zeugma "Pir") an Seleukia epî tû Zeugmatos (bi yewnaniya kevn: Σελεύκεια ἐπὶ τοῦ Ζεύγματος, lat. Seleukia epî tû Zeugmatos) bajarekî helenîstîk ê kevnar e ku piştre ketiye destê Împeratoriya Romayê. Li hemberî Zeugmayê, dîsa li ber Çemê Firatê bajarê din ê kevnar Apamea derketiye holê. Zeugma li nêzika gundê Belkisê li ber çiyayê Belkisê hatiye avakirin (ku nêzika navçeya Bêrecûkê ye) û îro dikeve nav sînorên navçeya Belqîza (Nizib) Parêzgeha Dîlokê. Ji ber ku Zeugma û Seleukia di dema rêya îpekê navendeke girîng a herêmê bû, her du herêm ji ber aboriya xurt bûn bajarekî vîlayên antîk ku bi gelek mozaîkên bêhempa xemilandî bû. Zeugma di çiriya pêşîn a sala 2000an de bi qedandina avakirina Bendava Bêrecûkê ji nû ve hate kişfkirin lê piraniya bajarê antîk ket bin avê. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 32

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Nîl yan jî Çemê Nilê çemê duyemîn a herî dirêj a cîhanê ye ku dirêjiya seranserê çemê 6 hezar û 650î kîlomêtre ye. Çem ji başûr ber bi bakur ve diherike û sê milên wî yê bi navên Nîla Spî, Nîla Şîn û Atbera heye. Nîl, çemê herî dirêj ê Parzemîna Afrîkayê ye û di dîrokê de wekî çemê herî dirêj ê cîhanê tê hesabkirin. Her çend ev ji hêla lêkolînê ve bi nakokî be jî tê pêşbînîkirin ku Çemê Amazonê hinek ji Nîlê dirêjtir e. Çemê Nîlê bi pîvana metrekup a ku salane diherike, di nav çemên herî mezin ên cîhanê de çema herî kême ku diherike. Dirêjahiya çem 6.650 kîlomêtre ye di nav erdê yanzdeh welatên wekî Tanzanya, Uganda, Rwanda, Burundi, Komara Demokratîk a Kongo, Kenya, Etiyopya, Erître, Sûdana Başûr, Komara Sûdan û Misir ve derbas dibe. Yek ji çavkaniyên Nîlê ya herî dûr, li Herêma Golên Afrîkaya Rojhilat a li Bûrûndiyê ye û bi navê Nîla Kagera dest pê dike. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 33

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

UNICEF yan jî Fona Alîkariya Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, (bi îngilîzî: United Nations International Children's Emergency Fund) fona zarokan a Neteweyên Yekbûyî û ajanseke Neteweyên Yekbûyî ye ku berpirsiyar e jibo peydakirina alîkariyên mirovahî û geşepêdan û rewşa zarokan li seranserê cîhanê dişopîne. Ajans di nav rêxistinên civakî yên herî berbelav û naskirî de ye ku li seranserê cîhanê li 192 welat û deveran çalak e. Xebatên sereke yên UNICEFê; peydakirina vakslêdan û pêşîlêgirtina nexweşiyan, birêvebirina dermankirina zarok û dayikên bi nexweşiye HIVê, zêdekirina xwarina zaroktiyê û dayikan, başkirina paqijiyê, pêşvebirina perwerdehiyê û peydakirina alîkariyên awarte ji bo bersivdana karesatan e. UNICEF cîgirê Fona Awarte ya Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ye ku di 11ê kanûna pêşîn a sala 1946an de (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 34

Nexşeya pêşniyarkirî ya koçên mirovên kevn
Nexşeya pêşniyarkirî ya koçên mirovên kevn

Pêşdîrok, (bi înglîzî: prehistory), heyama dîroka mirovahiyê ye ku bi derketina amûrên kevirî yên yekem nêzîkî 3,3 milyon sal berê dest pê dike û bi dahêneriya pergalên nivîsînê re bi dawî dibe. Bikaranîna sembol, nîşan û wêneyan di nav mirovan de pir zû xuya kiriye, lê pergalên nivîsînê yên herî kevn tenê 5000 sal berê derketiye holê û bi hezaran sal derbas bûn ku bi berfirehî werin pejirandin. Pergalên nivîsînê di hin çandên mirovan de heta sedsala nozdehan û di hin çandên din de heta van salên dawî nehatine pejirandin. Ji ber vê yekê li gorî roja îcadkirina nivîsînê dawiya vê serdemê di herêmekê de ji ya herêmeke din dibe cuda be. Wek mînak, bi gelemperî tê pejirandin ku pêşdîrok li Misirê di dora 3100 b.z. de bi dawî bûye, lê dawiya serdema pêşdîrokê de li dor sala 1900 ê p.z. de, li Gîneya Nû gelek nû derketiye holê. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 35

Wêneyek ji çiyayê Pamîrê
Wêneyek ji çiyayê Pamîrê

WHO yan jî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, (bi îngilîzî: World Health Organisation) saziyeke Neteweyên Yekbûyî ye ku ji bo tenduristiya gelemperî ya navneteweyî xebatan dimeşîne. Armanca sereke ya Destûra bingehîn a WHO ev e ku "hemî gelên cîhanê bigihîjin asta herî bilind a tenduristiyê". Navenda saziyê li bajarê Cenevre ya Swîsreyê ye, şeş ofîsên herêmî û 150 ofîsên qadan li çaraliyê cîhanê hene. Destûra bingehîn a RTCê ji aliyê 61 welatî ve di 7ê nîsana 1946an de hatiye pejirandin. Her sal di 7ê nîsanê de roja tenduristiyê ya dinyayê tê pîrozkirin. Civîna yekem a Meclîsa Tenduristiyê ya Cîhanê (WHA), ku saziya rêveberiyê ya ajansê ye, di 24ê tîrmeha sala 1946an de de pêk hat. Karmend û peywirên Rêxistina Tenduristiyê ya Yekîtiya Neteweyan û Ofîsa Navneteweyî ya Tenduristiyê ya Publique, tevî Tesnîfkirina Nexweşiyên Navneteweyî (ICD) bi temamî ji aliyê WHOyê hatiye yekkirin. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 36

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Dîroka mirovahiyê, vegotina rabirdûya mirovahiyê ye ku dîroka mirovahiyê bi lêkolînên arkeolojîk, antropolojîk, genetîk, zimannasiyê û piştî îcadkirina nivîsandinê bi jêderên pileya yekem û yên duyem tê femkirin. Beriya dîroka nivîskî ya mirovahiyê, pêşdîrok hebû ku bi Serdema Paleolîtîkê (serdema kevirî ya kevn) dest pê kiriye û heta Serdema Neolîtîkê (serdema kevirî ya nû) hatiye. Neolîtîk dibîne ku Şoreşa Çandiniyê, di navbera salê 10.000 û 5000 b.z. de, li Heyva Biadan a Rojhilata Nêzîk dest pê dike. Di vê serdemê de mirovan bi awayekî sîstematîk dest bi çandiniya a nebatan û xwedîkirina ajalan kirin. Her çiqas ku çandinî pêş dikeve, piraniya mirovan ji jiyana koçeriyê derbasî jiyanek niştecîhî dibin û dest bi cotkariyê dikin. Ewlehîya ku bi têkildariya berhemdarîya zêde ya ku bi cotkarîyê hate peyda kirin. Bi pêşveketina çandiniyê re, piraniya mirovan gav bi gav ji jiyana koçeriyê derbasî jiyanek niştecîhî dibin û dest bi cotkariyê dikin. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 37

Wêneyê gotarê
Wêneyê gotarê

Angelina Jolie, navê jidayikbûnê Angelina Jolie Voight, (jdb.4ê hezîranê 1975 li Los Angelesê, DYA), lîstikvan, fîlmçêker, nivîskar û mirovhezek amerîkî ye ku wergêrê gelek xelatan e ku di nav de xelatek akademiyê û sê Xelatên Kureya Zêrîn hene. Angelina Jolie gelek caran wekî lîstikvana herî payedar a Hollywoodê hatiye binav kirin. Jolie di zarokatiya xwe de li kêleka bavê xwe Jon Voight, di fîlma Lookin' to Get Out (1982) de dest bi kariyera xwe dike û kariyera wê ya fîlman piştê deh salan bi giranî destpêkir ku di fîlma hilberîna kêmlêçûn a Cyborg 2 (1993) rol werdigire û yekem rola xwe ya sereke di fîlma Hackers (1995) de werdigire. Angelina Jolie bi hewildanên xwe yên mirovahî tê naskirin ku ji bo vê yekê wê Xelata Mirovahî ya Jean Hersholt wergirtiye û di nav rêzên din de jî fermandarek rûmetê ya Order of St Michael û St George e. Jolie ji ber sedemên cihêreng ku di nav de parastin, perwerde û mafên jinan, pêş dixe û herî zêde bi parêzvaniya xwe ya ji bo penaberan wekî Şanderê Taybet ê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî tê naskirin. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 38

Weneyekî ji bahoza betayê
Weneyekî ji bahoza betayê

Bahoza tropîkal a Beta, (bi îngilîzî: Tropical Storm Beta) sîkloneke tropîkal bû ku di îlona sala 2020an da baraneke zêde, lehî û ewrekî giran aniye ser Başûrê rojhilatê Amerîkayê. Depresyona tropîkal a 23yem û bahoza tropîkal an jî subtropîk a demsala bahoza Atlantîkê ye ku rekora sala 2020an şikandiye. Depresyona tropîkal a 23yem û bahoza tropîkal an jî subtropîk a demsala bahoza Atlantîkê ye ku rekora sala 2020an şikandiye. Bahoza Beta, bi eslê xwe ji cureyeke zexta nizm pêk hat ku di 10ê Îlonê de li Kendava Bakurê Rojhilatê Meksîkayê geşedan bûye. Nizm hêdî hêdî ber bi başûrê rojava ve çû, bi pêşketinê re pêşî li pêşveçûna Bahoza Sally yê nêz ve hat asteng kirin. Piştî ku Sally di ser Dewletên Yekbûyî yên Başûr rojhilat re derbasî hundir û qels bû, tengezarî li kendava başûrrojavayê Dewletên Yekbûyî dest bi rêxistinbûnê kir. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 39

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Gola Nemrûdê yan jî Gola krater a Nemrûdê, duyem gola krater a herî mezinê li Cîhanê ye û gola krater a herî mezinê li Kurdistanê ye. Gola krater a Nemrûdê, navê xwe ji çiyayê Stratovolkan a Nemrûdê wergirtiye ku di encama teqîneke volkanîk de li ser heman çiyayê çêbûye. Gola Nemrûdê li rojavayê Gola Wanê di navbera navçeyên bi ser parêzgeha Bidlîsê, navçeyên Tetwan, Xelat û Norşîn de ye. Kratera Nemrûdê ku di encama teqînên volkanîk a li nemrûdê pêk hatiye, firehiya jorîn a kraterê 48 km² ye û rûberê kraterê jî 36 km² ye. Kratera jiber xwezaya xwe ya taybet her sal di mehên havînê de dibe cihê rawestgeheke geştyarî. Rûava golê 12.36 km² ye û bilindahiya golê ya ji asta deryayê 2247 mêtre ye. Rûava golê 12.36 km² ye û bilindahiya golê ya ji asta deryayê 2247 mêtre ye. Kûrahiya golê bi navînî bi qasî 100 mêtre ye û xala golê ya herî kûr 176 mêtre ye. Germav û kaniyên germ ên li dora golê nîşaneyên herî dawî yên çalakiyên volkanîk in. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 40

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Orojenî, (bi îngilîzî Orogeny) mekanîzmaya bingehîn e ku dibe sedema çêbûna çiyayên li ser rûyê parzemînan. Orojenî, dema ku tevgera plakeyan de marjîn teng dike, bûyerek e ku li ser plekaya hevgirtî pêk tê. Ev hem dibe sedema deformasyona awayî ya erdê û hem jî dibe sedema cihêrengiya pêkhate ya lîtosfera erdê (qorç û mantoya herî jorîn). Kemberek orjenîk an jî orjenek çêdibe dema ku plakaya pêçandî diqelişe û tê bilindkirin ku yek an çend rêze çiyayan çêbike; ev yek rêzek pêvajoyên jeolojîk bi hev re jê re orogenesis tê gotin. Pêvajo an bûyerek sînorojenîk e ku di dema orojenî yê de pêk tê. Orjenî li sînorên hevgirtî yên parzemînan pêk tê. Lihevhatin dibe ku forma binketinê (ku parzemînek bi zorê li ser lewheyek okyanûsê siwar dibe ku orjeniyek nelihev çêbike) (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 41

Nav
Nav

Çiyayê Agirî, Grîdax, Glîdax berê bi Koşaxî an Çiyayê Şaxî jî hatiye binavkirin, çiyayekî ji cûreya stratovolkanane ku di çar qonaxên çalakiyên volkanîk de û di encama teqînên volkanîk û herikînên lavên volkanîk de bilind bûye. Çiyayê Agirî çiyayê herî bilind ê Bakurê Kurdistanê ye ku ji du konên volkanîk ên mezin ên agiriya mezin û ji agiriya biçûk pêk tên. Bilindahiya agiriya mezin 5137 mêtre ye ku lûtkeya herî bilind ê erdnîgariya Kurdistanê ye û bilindahiya agiriya biçûk 3896 mêtre ye. Li ser rast a erdê berfirehî ya girseya Çiyayê Agiriyê bi qasî 35 kîlomêtre berfireh e. Yekem hewldanên tomarkirî yên ji bo gihîştina lûtkeya Agiriyê di Serdema Navîn de pêk hatiye ku Friedrich Parrot, Khachatur Abovian û çar kesên din di sala 1829an de yekem hilkişîna tomarkirî pêk anîne. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 42

Wêneyek ji bahozê
Wêneyek ji bahozê

Bahoza tropîkal a Cristobal, Bahoza mederî ya Cristobal (bi inglîzî: Tropical Storm Cristobal) ji Bahoza tropîkal a Colin, ku di 5ê hezirana sala 2016an de qewimiye derbastir bû û li Okyanosa Atlantîka Bakur bû bahoza sêyem. Cristobal yekemîn sîklona tropîk a Atlantîk e ku di meha hezîranê de ji sala 2017an û vir piştê Bahoza Cindy tê û yekemîn sîklona tropîk a hezîranê ye ku ji sala 2016an û vir ve li Meksîkê dadikeve perçeya bejahiyê. Bahoza Cristobal bahoza sêyem e ku demsala bahoza atlantîk a sala 2020an de pir çalak e. Cristobal di 1ê hezîranê de li ser Gola Campeche ji bermayên Bahoza tropîkal a Amanda ya li Pasîfîka Rojhilat pêk hatiye. Bahoza Cristobal, di 3ê hezîrana 2020an de saet di 13:35 UTC de li eyaleta Campeche derbasî perçeya erdê bû û bi bayê domdar ê 95 km/s li seranserê herêmê bû sedema barîna baranê. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 43

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Fenotîp, komek ji taybetmendî yan jî çawanî (wesf) ya organîzmayê ye ku bi bandorên genetîkê û bi bandora hawîrdorê re derdikeve holê. Têgîna fenotîpê morfolojiya organîzmayê (form û awayiyek fizîkî), pêvajoyên pêşketina organîzmê, taybetmendiyên biyokîmyayî û fîzyolojiyê, tevgerên organîzmayê û hilberîna tevgerê vedihewîne. Fenotîpa organîzmayê ji du faktorên bingehîn pêk tên ku têde ekspresyona koda genetîkî ya organîzmayê (genotîp) û bandora faktorên hawîrdorê heye. Dibe ku her du faktor bi hev re têkiliyê daynin ku zêdetir bandorê li fenotîpê bikin. Dema ku didu an jî zêdetir fenotîpên bi eşkereyî cuda di heman cureyê nifûsê de hebin, ji vê cureyê re polîmorf tê gotin. Mînakek baş-belgekirî ya polîmorfîzmê rengînkirina Labrador Retriever e dema ku rengê çermê bi gelek genan ve girêdayî ye ku bi zelalî di hawîrdorê de wekî zer, reş û qehweyî têne dîtin. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 44

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Diane Kruger, (jdb. 15ê hezîrana 1976an li Algermissen, Saksonya Jêrîn, Almanyaya Rojava) lîstikvanek alman û amerîkî û modela berê ya modeyê (stîl) ye. Diane Heidkrüger di 15 tîrmeha sala 1976an de li Algermissen, Almanyaya Rojava, li nêzîkî Hildesheimê, wekî keça pisporê komputerê Hans-Heinrich Heidkrüger û hevjîna wî, Maria-Theresa, ku karmenda bankeyê bû hate dinyayê. Bi destpêka kariyera xwe re, Kruger li çar aliyê cîhanê hatiye naskirin û li Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Trophée Chopard wergirtiye. Diane Kruger, di kariyera xwe ya lîstikvaniyê de bi giranî di fîlmên bi zimanê îngilîzî û fransî de rol wergirtiye. Her wiha wê wekî dedektîf Sonya Cross di rêzefîlma drama sûc a FX The Bridge (2013–14) rol wergirtiye. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 45

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Dil yan jî Dilê mirovan, endamek masûlkî ye ku xwînê di nav temarên xwînê de pompe dike. Xwîna pompekirî oksîjen û xurekan digihîne laş û di heman demê de paşmayîyên metabolîk ên wekî karbona dîoksîd, digihîne pişikan. Berevajiyê pompeyên mekanîk, dil pir dişixule û zûbizû xera nabe. Di rewşa asayî de dilê mirov di xulekek (deqe) de bi qasî 70 -75 car lê dide. Dilê mirov rojê 108000, salê ji 39 milyonê zêdetir lê dide. Di tevahiya jiyana 75 salî de dilê mirov 3.000.000.000 car lê dide. Bi her lêdanê, dil bi qasî 70mL xwîn pompe dike. Ango di xulekek de 5.25 lître, di rojek de 7 000 lître, di salê de 2500 000 lître xwîn pompeyê lûleyên xwînê dike Ji bo berdewamiya jiyanê, divê xurek, hormon û oksîjen, bigihîje hemû şane û xaneyên laş. Madeyên paşmayî yên wekî karbona dîoksîd, ure, av, xwêy jî divê ji xaneyan bên dûrxistin. Yan jî ji bo bicihanina erka xwe divê xwîn li her aliyê laş de bigere. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 46

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Stratovolkan yan jî volkana kompozît, volkaneke konîk e ku ji hêla gelek tebeqeyên lavan û piroklastên hişkbûyî ve hatiye çêkirin. Her çend hinek ji wan xwedî kraterên lûtkeyê yên hilweşandî ne ku jê re kaldera tên gotin, berevajiya volkanên mertal, stratovolkan bi profîleke asê ya ku bi kratereke lûtkeyî û bi navberên demkî yên rijîna lavê ya teqîndar û rijîna lavê ya herikbar (efuzîv) ve tên karekterîzekirin. Lava ku ji stratovolkanan diherike bi gelemperî ji ber vîskozîteya bilind berî ku dûr belav bibe sar dibe û pê re hişk dibe. Magmaya ku vê lavê çêdike, bi gelemperî felksîk e ku xwedan astên silikayên bilind û heta navîn e (wek riyolît, dasît, yan jî andesît) û bi mêjerên kêmtir magmaya mafîk û kêmvîskoz vedigire. Sê stratovolkanên herî mezin ên Kurdistanê Çiyayê Agirî, Çiyayê Sîpanê û Çiyayê Nemrûda Bidlîsê ye ku her sê stratovolkan li Bakurê Kurdistanê ne. Çiyayê Sîpanê heyamek dem dirêj e ku razandî ye. Herî dawî di sala 1840an de li Çiyayê Agiriyê û di sala 1692an de jî li Çiyayê Nemrûda Bidlîsê çalakiyên volkanîk hatine tomarkirin. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 47

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Gelên îranî, komeke etno-lenguîstîk a hind û ewropî ye ku bi zimanên curbicur ên hind û îranî diaxivin. Di vê komê de gelên wek kurd, belûç, gilak, mazenderanî, oset, pamirî, peştûn, fars, tat, tacîk, taliş, waxî û yagnobî hene. Belavbûna vê komê li ser deşta Îranê ji Çiyayên Hindokûşê heta Anatolyaya Navîn û ji Asya Navendî heta Kendava Besreyê belav bûne. Proto-Îranî di nîveka hezarsala duyem b.z. de wek şaxeke cuda yên hind û îranî derketine holê. Di serdemên xwe yê pêşketine de di hezarsala yekem b.z. de, axa gelên îranî li seranserê Deşta Avrasyayê, ji Deşta Mecaristana Mezin li aliyê rojava heta Deşta Ordosê li aliyê rojhilat ve jî heta Deşta Îranê berfireh bûye. Di nav gelên îranî yên îro de gelên wekî belûç, gilak, kurd, mazenderanî, oset, pamirî, peştûn, fars, tat, tacîk, taliş, waxî û yagnobî hene. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 48

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Bendava Kebanê, bendaveke ku ji bo hilberîna elektrîkê di salên 1965 û 1975an de li Bakurê Kurdistanê hatiye avakirin. Bendava Kebanê li navçeya Keban a ku bi ser parêzgeha Xarpêtê ve ye hatiye avakirin û di navbera parêzgehên Dersim, Xarpêt û Erzingan a Bakurê Kurdistanê de ye. Bendav bi bergirtina kevir û bêtonê hatiye çêkirin û dagirtina ava qebareya giştî ya Bendava Kebanê 16.679.000 m³ e. Bilindahiya avê ji cihûka çem 210.00 mêtre bilind e, hêjeya golê di asta avê ya normal de 31,000.00 hm³ û qada golê di asta avê ya normal de 675.00 km² ye. Gola bendava Kebanê piştî Gola Wanê û gola Bendava Ataturk ku li Rihayê ye, sêyem gola herî mezinê Bakurê Kurdistanê ye û piştî gola Bendava Ataturk duyem gola çêkirî ya herî mezinê Bakurê Kurdistanê ye. Di warê enerjiyê de yek ji yekem veberhênanên mezin ên li Bakurê Kurdistanê ye ku avakirina bendavê di sala 1965an de dest pê kiriye. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 49

Nav
Nav

Harry Potter rêzeromana fantazî ye ku ji hêla nivîskara brîtanî J. K. Rowling ve hatine nivîsandin. Roman jiyana ciwanê sêrbaz ê bi navê Harry Potter û hevalên wî Hermione Granger û Ron Weasley wekî kronîkî vedibêje ku hemû li Xwendingeha Cadûgerî û Sêrbaziyê ya Hogwartsê xwendekar in. Çîroka sereke bi tekoşîna Harryyî re têkildar e ku wî li ber Lord Voldemortê sêrbazê tariyê radibe ku dixwaze nemiriyê dest bixe, desthilatdariya sêrbaziyê ku wekî Wezareta Sêrbaziyê tê binavkirin, hilbiweşîne û hemû sêrbaz û Mugglean (mirovên ne-sêrbaz) li bin hêza xwe stûxwar bike. Di 26ê hezîrana 1997an de ji weşandina romana yekem Harry Potter and the Philosopher's Stoneê vir ve, rêzeroman li seranserê cîhanê populerbûnek berbiçav pêk anî û pesnê rexnegir û serkeftinek bazirganî dest xist. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 50

Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Çandiniya bajarî yan jî Baxçevaniya bajarokî, pratîkiya çandinî, pêvekirin û belavkirina xwarinê ye ku li derûdora bajaran e. Di heman demê de çandiniya bajarî peyvek e ku ji bo xwedîkirina sewalan, avjenî, daristanî, û baxçevanî tê bikar anîn. Ev çalakî li deverên bajaran- dorpêç jî rû didin. Çandiniya bajarî dikare astên cihêreng ên pêşkeftina aborî û civakî nîşan bide. Ev dibe ku tevgera civakî ya ji bo civakên domdar, ku benqeyan de organîk li ser destîşankirin hevbeş ya xwezayê û holism civaka avakirin. Van torgilokan dikarin pêşve biçin dema ku piştgiriya sazûmanî ya fermî werdigirin, di nav plansazkirina bajaroka herêmî de bibin yek ku ji bo geşedana bajar a domdar tevgerek "bajarokê veguhêz" bibe yek. Ji bo yên din, ewlehiya xwarinê, xwarin û hilberîna hatiniyê ji bo pratîkê motîvasyonên sereke ne. Di her du senaryoyan de, gihîştina bêtir rasterast bi sebzeyên nû (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 51

Simko
Simko

Simkoyê Şikak an Smayîl Aẍayê Şikak an jî Simko (jdb. 1887 Kela Çariyê - m. 30ê hezîrana 1930an Şino) serhildêr û rêberekî kurd ê ji êla şikakan bû. Smayîl Aẍayê Şikak, yê ku pirranî bi navê Simko (an jî Simkoyê Şikak) di nava ‎kurdan de hatiye naskirin, yek ji wan rêbera ye ku di dîroka azadîxwaziya gelê ‎Kurdistanê de xwedî rûmet û xebateke berbiçav e. Girîngiya serhildana Simkoyê ‎Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, ew e ku piştî şerê cîhanê yê ‎yekem nêzî %50 ji axa Rojhilata Kurdistanê ji desthilatdariya dewleta Îranê rizgar kir û mîna desthilatdarekî kurd karê xwe yê hukimdariyê ‎meşand. Ev karê han (ku Simko dikarî hemû hêzên êl û eşîretên kurdan li dora ‎hev bicivîne), di serdemeke ku sîstema feodalîzmê li hemû Kurdistanê di bin ‎nîrê aẍatiyê de bû, pêkhat.(zêdetir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 52

Mîrgehên Kurd di 1885an de (navên nexşeyê bi îngilîzî ne)
Mîrgehên Kurd di 1885an de (navên nexşeyê bi îngilîzî ne)

Mîrektîya Botan yek ji mezintirîn Mîrên Kurd e ku di navbera salên 1338-1855 de Mîrîtî kirine û di nav axa Bakurê Kurdistanê de hatî ye nas kirin . Navçeya îdarî ku navçe Dih navçeyên Cizîr, Şirnex û Sêrtê digire navê wê herêmê Botan e . Kurdên Bûhtî ku navê wî Mîrektîyê ne, di navbera parêzgeha Hekarî ya nûjen û Mûsilê de dijîn . Jî Bûhtî Kurdan, li ber çavên hin dîrokzanên ku bi eslê xwe Merwanî damezrînerê ji xanedana Kurdên Humeydî bi têkildarî dîbinîn. Di xebata xwe ya bi navê Şerefname ku ji hêla dîrokzanê Kurd Şerefxanê Bedlîsî ve ku di sedsala 16-an de jiyaye nivîsandiye; "Ew diyar dike ku Mîrektîya Botan navê xwe ji eşîra Bûhtî girtî ye, ku ew aşîr bi cesaret û şerê xwe tê zanîn". Lê Mîrektîya Botan tenê ne li ser eşîra Bûhtîya bû. (zêdetir...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 53

Nehatiye çêkirin.

çêke